Leyla Fîgaro û Tera-lay-lay, tera-lay-lay, tera-lay-lay, laaay…

Leyla Fîgaro di eslê xwe de Leyla û Fîgaro ye. Leyla û Fîgaro weke jin û mêr pênc salan bi hev re dijîn û ji hev vediqetin. Rastirîn, Leyla dev ji Fîgaro ber dide û bi rêya xwe de diçe. Piçekî li kuçe û kolanan digere, li qehwexaneyekê rûdine û dû re diçe mala xaltîka Cemîlayê. Li wê derê poşman dibe û li Fîgaro vedigere.

Berhem li ser veqetandina Leyla û Fîgaro hatiye afirandin. Ji derveyî veqetandinê, bûyer û kirinên kêlekê yan jî paralel yên ku bi bûyera esasî ve girêdayine, xuya nakin.

Kesên din yên ku di berhemê de xuya dikin, Dîlber, sîmsar, Bedewê, şagirtê qehwexaneyê, xaltîka Cemîlayê û du qîzên wê, hemû di çarçoveya veqetandinê de tên û diçin. Dîlber qahpik e. Çawa û ji bo çi bûye qahpik, “ji derveyî zilamekî baş û pak”, serencam, serpêhatî, derd û kul, hêvî, hesret û daxwazên wê ji jiyanê çi ne, dernakeve holê. A girîng, di nav evqas cîranan de çima Dîlber? Ji bilî meraqdariyê, sedemên ku wê tevî vê çîrokê dike çi ye?

Ne tenê der heqê Dîlberê de, der heqê her şexsî û her tiştî de nivîskar li hember xwendevanên xwe bi çikosî tevdigere. Der heqê bûyera esasî bi xwe de jî agahdariyên têr û tije nade xwendevanan. Tenê di ciyekî de, bi wasita Leylayê xwendevan têdigîhije ku ew zarokekî dixwaze û li hember vê daxwaza wê Fîgaro dibêje;”ez naxwazim ku niha zikê te mezin bibe, tu ji min re lazim î, ez hê ji te têr nebûme.” Ji derveyî pirsa zarokan, di veqetandina wan de nakokiyên din çêbûne an na, xuya nake. Ne şexisên berhemê û ne jî vebêjer, ji me xwendevanan re behsa nakokiyeke din nakin û înformasyoneke din nadin me.

Ji aliyekî Leyla û ji aliyê din jî Fîgaro ji me xwendevanan re behsa hîs, fikir, xeyal û hesreta xwe dikin û pesnê hev didin. Galgalên xwe yên bê mane û bê mexsed li dû hev rêz û dubare dikin.

Durustî, rastî û zanetiya Fîgaro ji Leylayê, delalî û xasekiya Leylayê jî em ji Fîgaro guhdarî dikin. Evîn û êşa evînê, êşa veqetandinê, wan çawa dişewitîne û dikizirîne, difitilin û dubare dikin. Di bendekê da, Fîgaro Leylayê dişibîne cîrana xwe ya qahpik û di xeyalên xwe de wê dixe hemêza nenasan û seksa wan bi awayekî sadomazoşît ji me xwendevanan re taswîr dike û dû re jî; li hember wê yekê xwe diçirîne û perçe dike ku dilê me bi wî bişewite û ji evîn û êşa dilê wî bawer bikin.

Di xeyalên Fîgaro de, Leyla “…diranên xwe di canê min re rake, bila xwîn biherike ji her devera ku te gez kir. Min bixwe, min biçîrîne, min perçe perçe bike…” dibêje. Li hember vê xeyalê, agir bi dilê Fîgaro dikeve û dest bi qîrîn û qarînê dike.

“Bessseeeeeeeeeeeeeee! Bi herdu destên xwe bi biskûrên fanêreyê xwe girt û çîrand. Rehên stûyê wî dikira biteqiyana. Diranên wî jidiyayî. Çavên wî nepixîbûn û bûbûn du pizotên êgir.

Têr nebû. Ji te hez nake êdî! Ji te hez nake. Hez nake! Nake! Dê ji “yekî din” hez bike. Yekî din. Din. Qedeha din jî bi serê xwe de kir û qedeh bi hemû hemda xwe avêt dîwarê kêlekê. Qedeh bi şerqîniyekê perçebû û li hundur belav bû. Şerreeeqqq!”

Lê mixabin Fîgaro bisernakeve û nikane me îkna bike. Tu sempatiya me li hemberî wî çênabe. Ji ber ku; di bersîva wî ya ku digot “ez naxwazim ku niha zikê te mezin bibe, tu ji min re lazim î, ez hê ji te têr nebûme”  wî qalîte û şexsîyeta xwe nîşanî me daye û mahdê me li hev xistiye.

Bêguman mirov li ber xwesteka zarokxwestinê dikane bifikire, biponije û bitirse jî. Tiştên nenas û nû, tiştên ku bi çêbûna xwe re dikanin şert û mercên nû derbixin pêş mirovan, timî dikanin bibin çavkaniyên tirs, endîşe û dudiliyê. Ger mirov bi her awayî ji tiştekî wisa re amade nebe, pir normal e ku mirov helwesteke neyînî werbigire. Lê helwesta Fîgaro ne bi vê babetê ye, bi hevoka “ez hê ji te têr nebûme” mebest seks e. Ji ber wê yekê ye ku em bersîva wî antî-entelektul dibînin, ji nezanî û cahiliya wî eciz dibin û ji wî bi dûr dikevin. Di bersîva wî de jin objeyeke seksê ye. Tiştekî ku mirov heta ciyekî bi kar tîne û jê têr dibe.

Wî çi heval, dost û nas tune ne. Herçuqas Leyla behsa hevalên wî dike jî, xwendevan tu carî rûberî heval û hogirên wî nabin. Loma Fîgaro weke zarokekî çar salî berê xwe dide diya xwe û dibêje:
“Yadê, tu li ku yî, yadê! Binihere, keça xelkê çi anî serê lawê te yê ku te digot ez ê dinyayê xera bikim heke lawikê min î delalî bigirî. Te digot ez ê agir bera mala wan bidim, heke hin te bi girî bikin. Berê qey xelk ji te ditirsiyan û ji ber wê bi sî û sitarên min nediketin, yadê, lê piştî ku tu jî mirî binihere bê çawa heyfa xwe ji min hiltînin. Yadê, binihere lawê te digirî ha! Were êgir bera mala xelkê bide, yadê were dinyayê xera bike! Yadê, min çi bêriya te kiriye, yadê!”

Erê! Ev gotin hemû ji devê Fîgaro yê ku “qûn li siyasetê, edebiyatê, sosyolojiyê û psîkolojiyê qetandibû, ji muzîkê hez dikir, ava felsefe û jiyînê derxistibû!..” derdikevin. Û ev Fîgaro yê ku ji evînê evqas fam dike, di bendekê berhemê de fîlosifiya evînê jî ji me re datîne.

Di tevayiya berhemê de nivîskar me ji hemû înformasyonan mehrûm dihêle û hew dixwaze em guhdariya hawar û nalîna Leyla û Fîgaro bikin. Kesên berhemê kî ne, eslê wan, zimanê wan, xusûsiyetên wan çi ne, qusûr û kêmasiyên wan, li ku dijîn, imrê wan çi ye, çi karî dikin, mal û malbatên wan kî ne, çima navê lêwêk Fîgaro ye, yên di berhemê de, bi navê rojhilatî û rojavayî bi lêv dibin kî ne, rojhilatî ji kîjan bajarî yan jî welatî ne û hwd. bê bersîv li hewayê dimînin.

Bajarê ku Leyla û Fîgaro tê de dijîn, bajarekî Tirkiyeyê ye. Navê bajêr di berhemê de derbas nabe. Hew gava Leyla li erebeyan dinêre, marqeya tekerên wan bi lêv dike. Mişelîn, Godyear û Lassa. Û carekê gava Leyla difikire ku biçe mala nasekî, behsa trêna navbajêr dike. Ji wan gotinan em têdigîhîjin ku Leyla û Fîgaro li metropolekî Tirkiyeyê dijîn. Çima navê vê metropolê tune ye, taswîra vî bajarî li ku ye? Taswîra taxa ku Leyla û Figaro lê dimînin çima çênebûye? Ka bêhna wê taxê, ka deng û karekterên wê taxê?

Fîgaro “qûna siyasetê çirandiye” û “ava felsefe derxistiye”, lêbelê ji derveyî Leylayê û “fîlosifiya” wî yê evînê, em rastî dîtin, fikir û kirinên wî yên di derbarê tiştekî din de, nayên.

Weke xwendevan sempatiyeke me li hember Leylayê çêdibe, bes gava biryara xwe dide ku li Fîgaroyê fisgenî vegere, em ji wê aciz û hêrs dibin. Ji bo çi em ji wê hêrs dibin?

Gava du kesên ku ji hevûdu hez bikin, dê hevûdu maç bikin, bi hevûdu re razin, bêriya hev bikin û hesretiya hev bikşînin. Ev tevgerên normal û xwezayî ne. Li ser kaxizên spî nivîsandina tevgerên wisa nabe huner. Divê tiştekî din hebe, tiştekî ku ji evîna du kesan re astengiyan çêdike, evîna wan tehdît dike.

Dramatîka roman û novelan, li ser nakokî, dijberî û astengîyan tê afirandin. Dema em li berhema Leyla û Fîgaro dinêrin, tenê em nakokiyekî dibînin. Leyla zaro dixwaze û Fîgaro dibêje, na. Ecêba mezin ew e ku; eger Leyla ji ber xwe de qala vê nakokiyê nekira, xebera me dê ji wî jî çênebiya. Ev nakokî dibe sedem ku piştî jiyana pênc salan ew ji hev veqetin. Berhema Leyla û Fîgaro ji veqetandinê pê de dest pê dike. Di jiyana wan a pênc salên berê de, ev nakokiya kengî û çawa ketiye rojeva wan, kê, çawa li hember vê nakokiyê helwest girtiye, ji hevûdu re çi gotine, bi çi awayî nîqaş kirine, li hember zarokxwestinê çi fikirîne, çi gotine, çi hîs kirine, em pê nizanin. Ji bilî vê gotina Fîgaro;”ez naxwazim ku niha zikê te mezin bibe, tu ji min re lazim î, ez hê ji te têr nebûme.”

Di salekî de 52 hefte hene, eger di hefteyekî de du caran ji hevûdu hezkiribin, di salekî de dike 104 car. Em çarê bavêjin û bibêjin sed. Wê gavê di pênc salan de dibe 500 caran ku ew bi hev re raketine. Nuha eger ev zilamê hanê, Fîgaro, bi qamîşê xwe nafikire, em ê gotina “ez hê ji te têr nebûme” çawa şîrove bikin?

Û ya girîngtir em ê çawa tehamûl bikin ku Leyla li vî qamîşî vegere! Gelo Fîgaro li ser zarok xwestinê fikirî? Fikira xwe guhert? Ji vê yekê Leyla agahdar kir? Yan jî got, piçek wext bide min da ku ez xwe amade bikim? Na! Tiştê ku em dibînin, Fîgaro di xeyalên xwe de Leylaya xwe dike hemêza nenasan û di qulikê re li wan dinêre û dû re jî dest diavêje fîlosofiyê. Weke ji me re bibêje, ka binêrin, ez ne tenê bi qamîşê xwe, bi mejiyê xwe jî difikirim ha!
Û Leylaya delal li vî fisgeniyê pîs vedigere û xwe diavêje hemêza wî.

Bi kurtî:
Li welatekî bê nav, li bajarekî bê nav û di wî bajarî de taxeke bê nav.  Du kesên ku em nasnakin, du kesên bê nasname, du kesên bê etnisîte, du kesên ku ji kîjan welatî ne û çi zimanî qise dikin, em pê nizanin, ji hev vediqetin, dikûrin û li hev vedigerin.

Ji bo çi ji hev vediqetin? Jinik zarok dixwaze, mêrêk zarok naxwaze.

Mêrêk zarokxwestinê qebûl dike? Em nizanin.

Jinik dev ji xwestina zarokan ber dide? Em nizanin.

Wê gavê çima poşman dibe û vedigere! Em nizanin.

Li ser kitaba Leyla Fîgaro, navê roman hatiye nivisîn.

Lê ev ne roman, ne novel û ne jî çîrok e. Tenê galgal in. Û bi galgalên vala jî romana evînê naye afirandin.
“Tera-lay-lay, tera-lay-lay, tera-lay-lay, laaay… Dengê telefona wê ya destan bû ev.”

Têbinî: Î. Seydo Aydogan, nivîskarê kitêba Leyla Fîgaro ye. Ez wî nasnakim û nizanim. Tenê çend gotinên wî yên di manşeta a malpara Rîzgarî da bala min kişandibû. Ji ber meraqdariya xwe, min kitaba wî ya dawîn a ku di sala 2003 da hatiye çapkirin, xwend û nirxand.

Leyla Fîgaro, Îbrahîm Seydo Aydogan. Weşanên Elma, Îlon 2003.

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.