Çend gotin li ser lîteraturê û nivîsandina romanê-2

Dîyalox: Her kes dizane ku diyalox çi ye. Gava du kes yan jî pirkes li ser kaxiz bi hev ra diaxifin, ew diyalox e.

Sehneyek vedibe û şexsên li ser sehneyê bi hev ra diaxifin, tevdidin (dilivin, tevdigerin), hem diaxifin û hem jî tevdidin û sehne têgirtin. Ev diyalox e.

Diyalox haceteke girîng a romannivîskariyê ye. Romannivîskarekî jêhatî dikane bi ostatî vê hacetê bikarbîne û jê sûd bigire. Yên ku ji vê hacetê ne hay in û nikanin wê bikarbînin, bi mirovên ku nizanin pisqilêt biajon, dişibin.

Bi diyaloxan ve romannivîskar serpêhatiya romanê pêş ve dibe. Di diyaloxan da şexisên romanê; tiştan eşkere dikin, tiştên ku şahid bûne qebûl dikin, hinekan tevî hewldanan dikin, li hinekan gilî dikin, derewan dikin, xwe diparêzin, hinek tiştan nîşan didin, naxwazin bi hinekan ra rûber bin, bi hinekan ra rûberî hev dibin, rê li ber guhdarên xwe şaş dikin, agahdariyên girîng înkar dikin û hwd.

Di diyaloxên dagirtî da şexisên romanê xwe didin dest. Tiştên ku ew dibêjin û bi çi awayî dibêjin, ew kî ne, hewldanên wan ji bo çi ye, eşkere dikin.

Dixwazim bi sê mîsalên nîşan bidim. Mîsala ewlî min ji romana “Tabloya Belînî” a Jason Goodwinî girtiye.

Padîşahî hilpişkiya û serçavê xwe bi destmala herîrî paqij kir.

“Yek li gel qralîçeya Îngilîstanê ye”, got bi wechekî tahl.

Reşîd paşa serê xwe xwar kir. Qeral Wilîam jî weke sultan Mahmûd çûbû gorê. Nuha, împaratoriya Îngilistan û Osmaniyan ji aliyê keçzarokan ve tên îdare kirin, fikirî ew.

“Belê sultanim, wisa ye. Xwedê emrê cenabê we dirêj bike.”

“Qasî ku ez têgihîştim, galeriyên  Xanedana Habsburyan pir in. Qesr û qonaxên Îtalyaya a bindestê wan bi tabloyan ve tije ne.” Wî pozê xwe yê terikî bi destmalê şil kir. “Qeralê Avusturyayê dikane her gav li tabloyekê binêre da kalikê kalikê wî çawa xwuya dikir, Reşîd paşa.”

Paşa yê ciwan destên xwe li hev girêda. Gotinên ku sultanî gotibû rast bûn lêbelê di eynî demê da komîk bûn jî. Habsburyan bi nexweşikiya xwe dihatin naskirin, hemû bi hev dişibiyan. Di nav xwe da dizewiciyan û bi her nifşê ve çena wan diha zêde dirêj dibû. Li hemberî wan, li ber destê sultanekî osmaniyan, xanimên herî bedew yên ku her gav amadebûn ku ciyê xwe bi wan ra parve bikin, hebûn.

Reşîd paşa milên xwe rast kir. “Ew kuçikên avusturyayî her dem di eynî ciyê da dimizîn”, bi qerf kenînek got. “Kî yê bixwaze li serçavê yekî wisa binêre?”

Gava ew gotinana ji devê wî derket, li şaşiya xwe hay bû. Ger sultan Mahmûd sax ba dê ew gotinên wî fambikira, lê Mahmûd mirîbû.

Padîşahî eniya xwe qermiçand. “Nuha me behsa kuçikan nakin.”

“Bêguman hûn rast dibêjin, padîşahê min”, got Reşîd paşa û serê xwe xwarê erdê kir.

“Ez qala fatîhî dikim”, got Abdulmecîd bi awayekî pozbilindî. “Ev xwîna ku di van damaran da diherike.” Qevda destên xwe nîşanî Reşîd paşa da, mişawirê ciwan serî li ber xwe xwar kir.

“Eger hebûna wê tabloyê rast e, ez dixwazim wî bi dest bixim”, got padîşahî. “Ez dixwazim wî tabloyê bibînim. Ma Reşîd paşa tu dixwazî resmê fatîhî di destê kafiran da be û ji wan ra bibe ê temaşê?”

Reşîd paşa keserek kişand. “Lê cardin jî sultanê min, em nizanin ew tabloya li ku ye yan jî tabloyek wisa heye ana na.”

Hukumdarê ciwan cardin hilpişkiya û dest avêt destmala xwe, Reşîd paşa gotina xwe domand: ” Ji sêsed salan zêtêre ku, tu kesî ew tabloya ne dîtiye û ne jî pê hesiya ye. Îroroj riwayetek wisa li ortelixê belav bûye. Divê mirov bi dîqet tevbide, padîşahê min. Ma em mehekê din, salekî din sebir bikin dê çi bibe? Rastî mîna miskê ye, bêhna wê tu car naye veşartin.

Padîşahî serê xwe li ba kir. Lêbelê gotinên Reşîd paşa erênî nekir. “Riyekî zûtirîn heye”, got bi dengekî belxemî.

“Bang Yaşîm bike.”

(Jason Goodwin. Bellinis porträtt. Alfabeta Bokförlag 2010)

Sehneya ku li ser diyaloxê avabûye, bi hilpişkîna padîşah Abdulmecid ve vedibe û bi fermana wî ve xelas dibe. Di diyaloxê da mijara herî esasî tabloya Belînî ye. Belînî tabloyeke Fatîh çêkiriye û Abdulmecîd dixwaze wê tabloyê bi dest bixîne. Dawiya diyaloxê da, padîşah dibêje, “bang Yaşîm bikin.”

Ji ber çi sedemi ye em nizanin, Reşîd paşa cangiran xwuya dike. Naxwaze ku padîşah bidestxistina tabloyê da bilezîne. Dixwaze wî sakîn bike. Padîşah şîretên wî diavêje paşguhê xwe. Texmîna me ew e ku li ser wê pirsa tabloyê, di navbera wan da nakokiyek heye. A sêsiyan Reşîd paşa, bi qiyaskirina sultan Mahmûd û Abdulmecîdî, ji me ra nîşan dide ku; ew bi Abdulmecîd qayil nabe, wî kêm û nezan dibîne.

Xwendevan Yaşîm nasnakin. Ew kî ye û padîşah ji bo çi bang wî dike nizanin. Ji ber wê yekê dikevin nav meraqdariyê. Ji bo xatirê wê meraqdariyê, rûpelên romanê diqulibînin da ku heta Yaşîm xwuya bike.

Fermana padîşah tevgerek diafirîne û hemû kes beşdarî wê tevgerê dibin. Reşîd paşa divê ji Yaşîm ra xeber bişîne. Xwendevan divê rûpelan biqulibînin û romannivîskar divê beşên nû binivisîne ku em xwe bigîhînin Yaşîm yan jî Yaşîm derkeve huzûra padîşahî.

Diyaloxa sehneyê pêwestiya xwe bi serkeftî tîne cîh. Rê li ber kirin û bûyerên berhemê vedike û pêş ve dibe. Rewşek nû derdikeve holê, li gora wê rewşa nû karekterên romanê dikevin nav helwest û tevgerên cuda. Hunermendî ev e.

Diyaloxek ji romana Belqitî.
Piştî xanima Tirkan derket, ruyê Satilmiş efendî pê re mîna ribêsê tirş bû. Nizanî bû ji ku dest pê bike.

“Ez ji ku dest pê bikim, nizanim?..”

“Bêje bêje, binê zimanê te şil e. Ez ji xwe qediyame, hima tu ji ku dest pê dikî bike.”

” Ev ket hefteya diduyan. Me bîn li xelkê çikand. Ez bi gizînga sibê re radibim, nîvê şevê diçim mal. Heke berê me rojê sed kes oxleme dikir, niha ez tenê rojê dused kesî digirim. Bi tirkî jî biaxifin, yek gotinek kurdî li navêxin, ez wan ceza dikim. Bîst qasê pere û bazinê te, me li serê rê û dirban çek û cebilxane girtin. Şeş qasê dirav û bazinê te, ji xelkê hat sendin. Lê tewş e, em rastî diz nehatin.”

“Tu dibêjî cin û perî bûn?”

“Na na…”

“Lê?”

“Mezinên me difikirin ku…”

Di vir de tiştek di hinavê Dûrmiş efendî de got ´çirp´ û şikiya. Xwe bi xwe: Ehheh! Ew tiştê ez jê ditirsiyam…

“Mezinên me çi difikirin?”

Bi heyecan got.

“Difikirin ku jina te…”

“Jina min?..”

“Herê jina te!..”

“Yanê dostê jina min?..”

“Nizanim…”

“Difikirin ku dostê jina min heye, ne wisa?”

“Nizanim…”

(Xurşîd Mîrzengî. Belqitî. (Komal 2004)

Ji vê diyaloxê xwendevan têdigihîje ku Satilmiş û Dûrmîş efendî memûrên dewleta Tirkiyê ye. Diz ketine mala Dûrmîş efendî û zêr û pereyên wan dizîne. Di qisma berê diyaloxê da em pêdihesin ku; serda jî derpiyê jina wî dizîne. Ji ber wê yekê Dûrmîş efendî ji qehiran nexweş dibe û dikeve nav ciyan. Hevalê wî Satilmiş efendî ji aliyekî li dizan digere û ji aliyê din jî kurdan ceza dike.

Lêbelê pirs ne pirsa mal û milk e, derpiyê Tirkan xanimê pirsa namûsê ye. Derba namûsê ye ku dest û lingê Dûrmîş efendî şikandiye. Ew jî ne bes e, Satilmiş efendî tiştek din dibêje. Ne ku eşkere eşkere lê ji bin re pirsa dizîna derpiyê bi dostê Tirkan xanimê ve girêdide.

Gava diyalox destpêdike, bi mana çayçêkirinê Tirkan xanimê ji odê derdixin. Piştî derketina wê diyalox destpêdike û Satilmiş efendî şika xwe bi awayekî sergirtî îma dike.

Rewşek nû derdikeve holê. Heta wê gavê Dûrmîş efendî û Tirkan xanim mexdûr bûn. Lê şêka ku Satilmiş efendî diqutîne dilê Dûrmîş efendî, dijberî dixe nav wan. Dostmostê Tirkan xanim tuneye, xebera wê ji vê şikê jî tuneye. Dê nuha çê bibe?

Encama ku diyaloxa jorîn derdixe pêş me ev pirsa ye. Hêcan bi xwendevan dikeve, nikane li ciyê xwe rûne. Di vê rewşa nû da dê Dûrmîş efendî çê bike, Tirkan xanim dê xwe çawa biparêze, xwendevan meraq dikin. Nivîskar divê di vegotina xwe da gavek din pêşve biçe, di navbera Dûrmîş efendî û Tirkan xanimê da dê çi biqewimin, divê ji me ra nîşan bide.

Nivîskarê Belqitiyê jî mîna Jason Goodwin me hemûyan dixe nav tevgerê û di eynî demê da rê li ber çîroka xwe vedike. Ev hunermendî ye.

Mîsala dawiyê ji 3 gav û 3 darek.
“-Qetek zebeş niha hebûya wê hinekî ev tîbûna zalim, şikandibûya.

Şêx Seîd dilê xwe bijande qetek zebeş. Pişt re bi lez vegeriya nav werzên xeyalê xwe ji lemên têr meywe bîranîn çinîn.

Seydayê wî yek caran henek bi feqeyê Melazgirî Rustem dikirin û digot:
-Tu zanî çi ji zebeşên Diyarbekirê mezintir e li van wilayetan?!

Feqe devê xwe ji hev dikir û mijangên xwe nêzîkî hev dikirin weke yekî ji dilê dil li bersîvekê bigere, dawî bi kêf digot:
-Kundir! Kundirê di lema xwe de heta dawiya payizê dimîne.

Seyda dikeniya, sîwaka xwe li milê wî dixist û digot:
-Na welle na. Serê te ji herduyan jî mezintir e. Bes vala ye!

Feqe Rustem him nezan bû, him jî bêcirr bû. Mirîdiya xwe ya Şêx Ubeydullahê Şemzînî dida ser ilm û zanînê. Feqeyên wê hucrê hemî Neqşebendî bûn, lê wî dikir ku ew xelîfeyê şahê Neqşebend bi xwe ye.

Seyda jê re digot:
- Bi Teqlîdê tenê nabe feqe, hinek Qiyas jî lazim e.

Lê wî her digot:
-Sultan Evdilezîz imamê misilmanan e û yê li ber rabe, yan dest bide dijminê wî, bi hukmê şerîetê kafir e, îcar em dê vê yekê li çi qiysa bikin? Hukmê şerîetê kifş e Seyda!

Seyda tizbiya xwe ya Erzerûmî ya reş dikire gulokek, destarê hêrsa di hundurê wî de dihat ku wê tizbiya seddaneyî bihêre. Feqeyan digotin hindik maye ew wê di nav çavên Rustem de wer bike. Lê seyda hefsarê hêrsa xwe dikişand û digot:
-Aqûbeta te xirab e Rustem.

Êdî civat germ dibûn wê buharê, her êvar feqe li wî dibûn yek û ew dorpêç dikirin. Ji hemûyan bêtir Xalisê Bedlîsî qerfên xwe pê dikirin, jê re digot:
-Risto! Hinek tûtina qenc ji bo te li cem min heye, tu nakirî? Rîxa hespa hezretî Padîşah bi xwe ye, tu bikişînî tu yê rast û rast têkevî cenetê.

Yek caran jî bêyî ku ew hay jê hebe, serê sîwaka wî di tûtinê da dikir û vedigerande berîka wî, dema ku wî devê xwe sîwak dikir, gazekê çeng dibû û dibeziya misînên li dora bîra mizgeftê, av di devê xwe werdida û bang dikir:
-Bi serê şêx ez dizanim kî ye! Ji wî Iblîsê Bedlîsî yê tiralê pê ve kes nîne.

Xalis bi sarbûn dikeniya û digot:
-Bi xwedê Risto eger jehra Silêmanî li ba min hebûya min sîwak di tûtinê nedida.

Yek caran jî, ji nişka ve Xalis xarika xwe ji lingê xwe dikir û li o paş stûyê Rustem dixist û digot:
-Ha Risto, cîhad bi çaroxan jî nabe gelo?!

Deyaxa Rustem êdî li Mûşê nema. Roj bi roj navbera wî û feqeyan û Seyda nebaş dibû. Geh diçû mizgefta Eladîn radiza, geh jî diçû mizgefta mezin li cem feqeyên hucreya wê dima. Ku zanîbû êdî Xalis ketiye xew, vedigeriya cîhê xwe. Lê dîsa jî Xalis pê dihesiya û di xew de, dûyê qelûna xwe, pif dikire firnikên wî. Dawî karê xwe kir û bi rûyekî tehl pişta xwe da mizgeftê û bi karwanê ku diçû Bayezîdê re, di şevekê ji kilê subhanî reştir de, berê xwe da Melazgirê.

* * *

-Ev şeva min jî kil e.

Şêx Seîd li biniya sêdarê di dilê xwe da got û xwereke weke girr, kete çavên wî…..”
(Jan Dost. 3 gav û 3darek. Avesta 2007)

Qisma jorîn yek ji xeyalên Şêx Seîd e. Zatî romana 3 gav û 3darek ji sêrî heta dawiyê li ser xeyal û bîranînên Şêx Seîd hatiye avakirin.

Qisma jorîn a ku li ser diyaloxa kevnehevalên Şêx Seîd de hatiye avakirin, tenê bi encamek ve xelas dibe. Risto ji qerf û henekên hevalan eciz dibe û Mûşê terk dike. Ger min xelet nexwendibe, Risto carekî din di romanê da xwuya nake. Di vê diyaloxa jorîn da em Risto nasdikin û wenda dikin, hew. Tu encamekî ku çîroka romanê pêş ve dibe, dernakeve holê.

Bêguman mirov dikane romanek li ser xeyal û bîranînan jî avabike. Bes divê di temamiya romanê da bi hev ra bên girêdan û li hev bikelin, hevdu temam bikin. Hemû sehneyên romanê divê bûyera esasî yan jî yên kêlekîn pêş ve bibe. Sehne ji bo vê pêwestiyê di romanê de cîh digirin, ger vê pêwestiya xwe neînin cîh, ji hebûna wan ra îhtiyacek namîne.

Diyolaxa jorîn wisa xelas dibe:
“Dawî karê xwe kir û bi rûyekî tehl pişta xwe da mizgeftê û bi karwanê ku diçû Bayezîdê re, di şevekê ji kilê subhanî reştir de, berê xwe da Melazgirê.”

Û sehneyan duduyan wisa destpêdike:
“-Ev şeva min jî kil e.
Şêx Seîd li biniya sêdarê di dilê xwe da got û xwereke weke girr, kete çavên wî…..”

Têkiliya ku di navbera herdu sehneyan da heye, tenê ji “şeva kil” pêk tê. Lê mixabin “şeva kil” ji bo diyaloxeke serkeftî bes nake.

Wêna sehneyê:
Nivîskar gava dest bi afirandina romana xwe dike, divê hemî babetên vebêjeriyê bigire ber çavê xwe: Vebêjeriya dramatîk (bi kurtasî yan jî bi babeteke din), sehneyeke bi detay yan jî sehne û vêbêjeriya dramatîk bi hev ra.

Bikaranîna sehneyan reng û zinditî li vegotina romanê zêde dike. Karekterên romanê li ser wan sehneyan derdikevin pêş xwendevanan û beşdarî çalakiyan dibin. Xwendevan weke li sînemayê rûniştibin, kirin, tirs, hêcan, kêfxweşî û tengasiyên wan bi çavê xwe dibîne.

Ger romannivîskar dixwaze di vegotina xwe da sehneyan bikarbîne; berê avakirina sehneyê yan jî gava sehne têavakirin, hewceye ku li ser hinek nuxteyên din jî bifikire. Divê sehneya xwe bi awayekî wisa avabike ku; şexisên romanê di sehneyê da her bi çi awayî tevdidin bila bidin, divê beşdariya wan, kirinên romanê pêş ve bibe yan jî di derheqê beşdaran da înformasyon bide xwendevanan.

Pêwestiya sehneyan ew e ku dramatîk biafirîne, lewra, divê romannivîskar dirûvkirina bûyeran bi awayekî dramatîk pêşkêş bike. Ji bona pêşveçûyina çîroka romanê, divê tiştekî ku dibe sedema pêşveçûyinê di sehneyê da hebe. Înformasyon, eşkerekirin, kişfkirin yan jî guhertinek bêhemdî û hwd.

Ger di sehneyên romanekê da tiştekî wisa tunebe, tiştekî wisa cîh negirtibe, ne hewceye ku romannivîskar sehneyek yan jî sehneyan biafirîne. Şûna sehneyan da dikane çîroka xwe bi vegotinek dramatîk(bi kurtasî yan jî dirêj) bidomîne.

Ger bibêje; na, ez dixwazim sehneyan jî di vegotina xwe bikarbînim, wê gavê mejbûre ku hewcedariyên sehneyan jî bi cîh bîne.

Di sehneyekê da divê nakokî hebe, sehneyên bê nakokî bi sifra bêxwarin dişibin. Ne hewceye ku mirov li dora sifra bêxwarin rûne. Sifre û xwarin çawa bi hev ra girêdayî ye, sehne û nakokî jî wisa bi hev ra girêdayî ne û hevdu temam dikin. Bêguman nakokiya sehneyê ne nakokiya bûyera esasî ye. Nakokiya sehneyê dikane nakokiya a bûyerek duyemîn yan jî a bûyerek kêlekîn be.

Weke hemî nakokiyan, divê nakokiya sehneye jî di herikandina vegotinê da hilkêşe ber bi jor û bigîhîje zîrweya herî bilind. Rêkûpêkên ku di afirandina romanekê da tên bikaranîn divê di avakirina sehneyan da jî bê berçavkirin. Berê jî me gotibû; romannivîskar her çawa ji temamê çiroka romanê ra şikil dide, divê bi wî awayî jî şikil bide sehneyên xwe.

Gava sehne tê lîstikandin, hêcana ku çêdibe gav bi gav zêde bibe, di eynî demê da nakokiya sehneyê jî weke şîreya nav beroşa ser êgir bikele û bipilqe da ku di ser ra biherike.

Gava nakokiya sehneyê gihîşt nuxteya herî bilind, beşdarên sehneyên şûrê xwe dikşînin û dikevin nav hev. Li wê ciyê bilind gava milet bi şûr, tivang, tomet, buhtan û rexneyan bi hev dikevin, wan serbest berdin û rê li ber wan megirin. Bi serê hevdu da çi tînin bila bînin. Ew û kêfa xwe ne. Yê ji nivîskar ra lazim e, encama wê teşqelê ye. Bi wê encamê ve, dê ew bikanibe temamiya romana xwe pêş ve bibe. Ger sehne, encameke wisa dernexe holê û rê li ber pêşveçûyinê vekeneke, tê wê maneyê ku sehne biserneketiye.

Nuxteyek din ya girîng ew e ku ne hewceye mirov her tim, tenê bi awayekî şikil bide sehneyên xwe. Mirov dikane hinek sehneyan jî bi zîrweyê ve destpêbike û dû ra jî paş ve biçe û hatina wê nuxteyê ji xwendevanan ra îzah bike û sehneya xwe ber bi dawiyê bidomîne.

Herwiha mirov sehneya xwe bi çi awayî dide destpêkirin bila bide, rasterast yan jî berevacî lê divê di her sehneyê da destpêkek, zîrweyek û xelasiyek heye. B.g.d. her sehne ji sê perçeyan pêktê. Destpêk, zîrwe û dawî. Ciyê wan perçeyan guherandin, girêdayiyê romannivîskar e. Li gor dilê xwe, yan jî li gor planê xwe dikane sehneyan romanê bi zîrweyan yan jî bi destpêka bûyeran avabike.

Ji derveyî van herdu babetan, romannivîskar bi fantasî û hunermendiya xwe dikane bi şiklên cuda sehneyên xwe avabike. Gelek romannivîskar carbicar di avakirina sehneyên xwe da teknîka kamerayê bikartînin. Bi vê teknîkê ve sehneyên romanê weke sehneyên fîliman tê avakirin.

Pêşî bi kamerayê ve mirov ciyê sehneyê(em ferz bikin xaniyekî ye) belî dike. Sehneya ku ji aliyê kamerayê ve tê tespîtkirin, ji bûyerê ra dibe bingeh. Bûyer li ser wê sehneyê destpêdike û pêşve diçe.

Romannivîskar bi wasita şexsekî, seyareyek, gemiyek, trenek, balafirek, hespek yan jî bi çûçikek bala xwendevanan dide ser ciyê ku bûyer li diqewime yan jî dê biqewime.

Romannivîskar penûsa xwe dike kamera û dikeve dû şexsekî sehneyê. Bi nivîskar ve tev xwendevan jî dikevin nav tevgerê û didin dû wî şexsî. Xwendevan bi çavê wî, ber bi ciyê bûyerê diçin, bi çavê wî ciyê bûyerê ji nêzîk ve dibînin û nas dikin.

Em bibêjin, ciyê ku şexsê sehneyê nêzîkayî lê dike, xaniyek, mahkemeyek, mizgeftek, qahwexaneyek yan jî nexweşxaneyekî ye. Gava ew dikeve hundurê wê derê, bûyer û diyalox destpêdike. Her cara ku kamera xwe dileqîne, em nêzîkayî li beşdar yan jî beşdarên sehneyê dikin û ji gotên û kirinên wan ra şahid dibin.

Nivîskar bi çi awayî sehneya xwe avadike bile bike, nuxteya girîng ew e ku divê sehne bixebite û fonksiyonê xwe bîne cîh. Ji aliyê din jî tûr û bêrikên nivîskar çuqas bi hacet, teknîk û rêkûpekan ve dagirtibe, evqas jî başe. Pir caran ostatî û hunermendî bes nake, hewceye ku di destê nivîskar da babet bi babet hacet hebin. Hacetek nebû, bikanibe haceteke din ji nav tûrê xwe derxe û bikarbîne.

Di warê sehne avakirinê da ez ê behsa du babetên din bikim û derbasbim.

Deng û wêne. Di vê şiklê da sehne bi diyalox ve destpêdike. Beriya diyaloxê çi qewimeye em nizanin. Weke mînak em dikanin abûqatekî bînin ber çavê xwe. Abûqat sibe zû tê yazixana xwe û ji sekreterê xwe dipirsi; sibe kîjan daweyên mîn heye? Sekreterî wî dosyayên li ber xwe dida aliyekî û teqwîma ser maseyê dikşîne ber xwe.

Abûqat ji bo çi vê pirsê dipirse em nizanin. Berê çi qewimiye haya me jê tuneye.

Romannivîskar sehneya xwe bi pirsekê vedike û nahêle sekreter bersîvê bide. Şûna wê da paşve diçe,  berê diyaloxê çi bûye, kê çi gotiye û çi kiriye, ji me ra îzah dike ku da em bikanibin sedeme wî pirsê fam bikin. Xwendevan mesele têgihîşt şûn da, romannivîskar rê li ber sekreter vedike ku bersîva ebûqatê bide. Êdî vedigerin ser diyaloxê, bi bersîva sekreter ve dîyalox domdike.

Di sehne avakirinê da babetek din jî; nûdem, paşdem, nûdem e. Nivîskar, weke mînaka jorîn lêbelê ne di destpêkê da,lê du navenda sehneya da xwe dide rawestandin û paşve diçe. Tiştên ku heta wê gavê qewimiye û xebera me ji tuneye, ji me ra îzah dike û cardin vedigere dema nû.

Bêguma di şiklên avakirina sehneyan da qaideyek mejbûrî nîne. Her nivîskar dikane li gor terzê xwe sehneyan avabike û bikarbîne. Ya girîng ew e ku sehne fonksiyona xwe bîne cîh û bi temamiya çîrokê ve bikele, serpêhatiya romanê gavek din pêşve bibe yan jî rê li ber pêşveçuyinê veke.

Ger ez fikirê xwe bibêjim, divê romannivîskarên kurdan xwe li ser deman û bikaranîna wan da serê xwe biêşînin. Di sehneyekê da, di beşekê da, mejbûrî nîne, lê mirov dikane sê deman jî bikarbîne. Bes çênabe ku mirov di perçeyek kurt da, du deman yan jî sê deman bi hev ra tev bikarbîne. Divê di navbera deman û bikaranîna wan da planek, dûzanek hebe. Rastgele bikaranîna deman, ji derveyî gêjkirina xwendevanan, gêjiya yan jî ecemîtiya nivîskar jî eşkere dike.

Hevok, perçe û bihevgirêdayina perçeyan:
Di ziman da hevok xwediyê ciyek girîng û bingehî ye. Bi wasitaya hevokan e ku em dikanin ji hev du fam bikin û ji hev du ra bidin famkirin. Em çawa di axiftinên xwe da hevokan bikartînin, kirin û serpêhatiyên romanan jî bi hevokan têne afirandin û vegotin. Bi zanîna bingeha zimanê xwe ye ku nivîskar dikane; li gor şert û mercan bi pîvan û balans hevokan avabike, bixemilîne yan jî şût û tazî bike. Hevok bi çakûça destê necarekî dişibe. Yekî necar her cara ku çakûça xwe dişerqîne ser bizmaran, hêza xwe bi pîvan û balans bikar tîne. Bikaranîna hêza bêpîvan û balans dikane ji şikandina textan yan jî xwarbûyina bizmaran ra bibe sedem.

Bi têgihîştina avakirina hevokan, nivîskar dibe siwariyê hespa xwe. Hînbûyina avakirina hevokan, kilîta guhertinan dide destê wî. Bi wê kilîtê ve, li gora hewa û atmosfera bûyer û kirinan hevokên xwe diguherîne yan jî bi awayekî cuda formile dike. Bi guhertin û şiklên curbe bi cur formilekirinê ve, nivîskar hewa û atmosferên ku ji bûyer û kirinan ra teqabul dikin, diafirîne û bi wî awayî xwendevanan kaşî nav bûyeran dike. Wan dixîne nav tevgerê, di bûyer û kirinên romanê da wan difitilîne û digerîne.

Hinek diwarên xaniyan bi qermîtan û hinek jî bi keviran tên avakirin, di warê nivîsandinê da jî perçeyên sehneyan û beşên romanan bi hevokan tên avakirin. Cîh, rewş, bûyer yan jî kirinên romanê, bi perçeyên ku ji yekî zêtir hevokan pêkhatiye, ji xwendevanan ra tên taswîr û îzah kirin. Hevokên ku di nav perçeyekî da bi hev ra tên girêdan, di nav sînorên wî perçeyî da hevbîrî, yekbûyî û ahengî nîşan didin. Înformasyonên ku bi wasita perçeyan tên pêşkêşkirin, li ser mîjarekî ye û bi wî mijarî ve girêdayî ye. Bi gotinek din, her perçe li ser elementekî tê avakirin. Gava mijar yan jî element diguhere, pereçeyek nû destpêdike.

Hevokên ku di perçeyekî da cîh digrin, divê hevdu berfireh bikin. Hevoka dawî, lazim e ku hevoka pêşiya xwe di warê înformasyonê da berfireh û tije bike yan jî di bin re ji me xwendevanan ra qesda mijarekî giştî bike. Eger hevoka dawiyê, ji hevoka pêşiya xwe zêtir înformasyon nede me, yan jî înformasyona ku hevoka pêşiyê dide me, dubare bike, tê wê maneyê ku tu fonksiyonekê tije nake û loma jî ne hewce ye di perçeyê da cîh bigire.

Di perçeyekî da cîhgirtina hevokên bi vê babetê, yanê hevokên ku înformasyon nade me yan jî înformasyonên ku berê gihîştiye me, dubare dike,  ji herikîna xwezayî ra astengî çêkin.

Di vegotinekê da perçe çi ye, kêm zêde em têgihîştin. Nuha jî em piçek li ser bi hev ra girêdayina perçeyan bisekinin.

Terziyek çawa caw dibire em dizanin. Pêşî pîvana mirovan digirin û li gor wê pîvanê cawê xwe dibirin û dû ra jî didirûn. Nivîskar jî kêm zêde bi vê babetê perçe, sehne, bûyer û kirinên romanê bi hev ra girêdide. B.g.d. di nav perçeyan da piran avadike ku em xwendevan ji ser wan derbasî aliyê din bin. Bê guman, ger pirên ku tên avakirin mezbût û ewlekar xwuya nekin, em ê ji ser wan derbasî aliyê din nebin û romanê heta dawiyê nexwînin. Bi tevayî, hevoka dawî a perçeya pêşîn û hevoka pêşîn a perçeya duyemîn, pêwestiya piran digrin ser milê xwe û tînin cîh.

Weke mîsal em bibêjin, dawiya perçeyek bi gotinek wisa xelas dibe.

-”…rûnişt û fikirî.”

Perçeya ku li pey vê were divê ji me xwendevanan ra behsa fikrên wî/ê bike. Ew çi fikirî, çi hîs kir ji me ra bibêje.

-”… êzêngên xwe li kerê kir û berê xwe da ber bi bajêr.”

Gava perçe bi gotinek wisa xelas dibe, êdî yê ku berê xwe daye bajêr ne tenê xwediyê barê êzênga ye, xwendevan jî berê xwe dide ber bi bajêr û dimeşe. Loma divê di perça din da, nivîskar bûyerên ku li ser rê yan jî li bajêr diqewimin, ji me ra bibêje. Gava em berê xwe didin bajêr, ew rabe ji me ra behsa tiştên din bike, çênabe.

Mijar:
Piraniya romanan li ser mijarekê, yan jî di der heqê mijarekî da ye. Bûyer û kirin û şexsên romanê ji ber wê mijarê ye ku di nav temamiya romanê da bi hev ra tên girêdan. Mijar dikane dîtînek yan jî fikreke nivîskar bi xwe be. Nivîskar fikra xwe yan jî dîtina xwe bi serpêhatiya romanê ji me ra pêşkêş dike. Ji ber sedema mijarane ku şexsên romanê di nav nakokiyan da tevdigerin, li hember astengiyan hewldan û helwestên cuda bi cuda nîşan didin.

Mijarên ku roman li ser tên afirandin, rastiyên bingehî yên jiyanê ne, lê rasterast kopiya jiyanê nîne. Azadî, bindestî, evîndarî, mêrkujî, bêbextî, bêwîcdanî, neheqî, edalet hwd., ji mijaran qevdek e.

Berê ku dest bi romana xwe bike, divê nivîskar li ser mijaran bifikire, berhema wî dê di derheqê kîjan mijarî da be tesbît bike. Bi tesbîtkirina mijarê ye ku nivîskar armanca xwe zelal dike. Bûyer, kirin û nakokiyên romanê li gor wê armancê avadike û dixebitîne.

Bes divê neye ji bîrkirin ku yekcaran di nîvê romanê da yan jî di dawiya romanê da mijarek din yê ku nivîskar hesab nekiribe derkeve holê. Qewimandina îhtimaleke wisa her dem mimkin e û dikane li serê her kesî biqewime. Ji ber vê yekê, hinek dikanin bibêjin; ne hewceye ku ez destpêkê da li ser mijara romana xwe bifikirim. Gava berhema min xelas bibe, dê mijarê jî derkeve holê. Bes, di destpêkê da li ser mijarê fikirandin awantajek dide niviskar. Eger nivîskar mijara xwe bizanibe, dê bikanibe bi hêsanî, bûyer û kirinên kêlekîn yên serpêhatiya romanê, gora mijara xwe plan û avabike. Yan na, îhtimala ku ew bûyer û kirinên kêlekîn, weke goşiyên ku li ser darmiwan bên ji bîrkirin û biçilmisin, mezin e.

Bûyer û kirinên ji mijarê ra xizmet nakin, dê weke zêdeyîkî bilasedem li ser milê berhemê bibin bar.

Ji derveyi mijar, divi niviskar li yekineyên(enheter) romanê jî binêre ku hemû li hev dikelin û hevdu temam dikin. Li ser hemû sehneyên ku nivîsiye yan jî dê binivisîne, bisekine û bifikire. Divê ji bîr neke ku hemû sehneyên romanê, bûyera esasî yan jî yên kêlekîn pêş ve bibe. Sehneyên ku vê fonksiyonê naîne cîh divê bê avêtin. Sehne ji bo pêwestiyeke di romanê da cîh digire, ger ew pêwestiya xwe ya pêşvebirinê neîne cîh, ji hebûna wî ra hewcedarî namîne.

Ger em gavek din paş ve biçin, divê nivîskar perçeyên her sehneyî jî yekoyek ji ber çav derbas bike. Perçeyên ku sehneyê pêş ve nebe, perçeyên ku di derheqê mijarekî de bi awayekî eşkere yan jî di bin re înformasyonan nede, divê di nav tekstên sehneyê da cîh negirin.

Cîh, karekter, bûyer, sehne, diyalox, mijar û hemû perçeyên din yên ku di romanê da cîh digirin, divê di temamiya romanê da fonksiyonên xwe bînin cîh û bi perçeyên din ra tev, tevgerek tevayî derxin holê. Eger nivîskar gihîştibe vê encamê, tê wê maneyê ku ew biserketiye. Êdî ew dibe xwediyê çîrokeke bi destpêk, zîrwe û dawî.

Hêcan:
Di derheqê hêcanê da her kes bi babetekê difikire.  Li gor hinekan hêcan, bi kuştin, şer, teşqele û reqînûteqînê ve tê afirandin. Li gor wan, ger di romanekê da bombe neteqin, serê mirovan bi kêra ko ve neye jêkirin û mirov neye daliqandin, hêcan çênabe.

Gava mirov li ser hêcana romanê difikire, di eslê xwe da mirov dixwaze ku xwendevan kitabê ji destê xwe bernede û rûpelê biqulibîne. Gava nivîskar dixwaze hecanek biafirîne, mexseda wî ew e ku xwendevanan bi romanê ve girêbide.

Di romanekê da, bi taybetî jî di destpêka romanê da, hewceye ku nivîskar bi rûpelek yan jî di rûpelên ewlî li gel xwendevanan meraqdariyek biafirîne û bala wan bikşîne ser romanê. De îcar ew jî bes nake, divê balkêşî û meraqdariya xwendevanan heta dawiya romanê pêbigire û bernede.

Weke dahfikên çûçikan, ji bo qefaltin û pêgirtina xwendevanan, haceta hêcanê tê bikaranîn. Bi afirandina hêcanê, nivîskar xwendevanan zevt dike. Bi rabûna hêcanê, di eynî demê da li gel xwendevanan daxwaz û hêvî jî çêdibin. Ji ber wan daxwaz û hêviyan, xwendevan dixwaze; dê çi bi serê şexsên romanê were, bûyerên ku ew beşdar dibin dê çawa pêş ve biçin û serpêhatiya romanê dê bigîhîje çi encam yan jî encaman, fam bike û bizanibe. Eger xwendevan romanê heta dawiyê nexwîne, dê çawa ji pirsên xwe ra bersîv bibîne?

Li pey berketinê, eleqederbûyin tê. Berketin hîs e, eleqederbûyin praktîk e. Gava mirov bi ber tiştekî dikeve yan jî bi ber halê yekî dikeve, mirov dixwaze eleqeder bibe, alîkarî û piştgirî bike. Bi rabûna hêcanê ve, xwendevan dikevin nav tevgerê. Tevgera wan, yanê pratîka wan, ji xwendina romanê pêktê.

Ji hacetan yek jî karekter in. Nivîskar di nav kirinan da karekterên romanê ji me xwendevanan ra pêşkêş dike yan jî nîşanî me dide.  Xwendevan di şexsiyet û tecrubeyên wan kareketeran da xwe nas dikin, xususiyet û tecrubeyên wan û xwendevanan bi hev dişibin. Di jiyana rastî da jî wisa ye. Gava em rastî mirovên ku derbasî, rewş, serpêhatî û jiyana wan bi ê me dişibin, tên, di navbera me da sempatiyek çêdibe. Em bi wan ra diaxifin, hevaltî dikin, ji hevdu ra sempatî nîşan didin. Em ji hevdu ra alîkarî û piştgirî dikin. Durustî, nefspiçûkî û fedakariya wan em texdîr dikin û ji ber wê yekê jî em rûmet û qîmet didin wan. Gava ew dikevin tengasiyê, em dixwazin ji wan ra alîkarî bikin, da ku bi serkefin. Em bi têkçûyina wan xemgîn dibin, dilê me bi wan dişewite û hwd. Di romanê da jî gava sempatiya xwendevan ji bo karekterekî çêdibê, êdî ew bi romanê ve têgirêdan.

Ger kirin  yan jî bûyerên romanê destbide, mirov dikane karekterên romanê rûberî rîskan jî bike. Bi taybetî jî karekterekî ku xwendevan xwe lê girêdide û eleqeder dibe, gava rûberî rîskan dibe, hêcan radibe. Gava qehremanê me rûberî rîskekî dibe, bi wî ra tev weke xwendevan em jî dikevin hêcanê; gelo qehremanê me yê ku ji ber eskerên tirkan direve, gava gîhîşt ber kendalakî bê serî û bê binî dê xwe çawa xelas bike?

Ji bo afirandina hêcanê, ne tenê rîskên fizîkî, niviskar dikane rîskên psîkolojîk jî bikarbîne. Di bikaranîna rîskan yan jî fenên din da divê nivîskar bi pîvan û balans tevbigere. Pirî zêde bikaranîna vê teknîkê, dikane talûka deformekirina vegotinê derxe holê.

Hinek caran jî xwendevan dikane bi wasita kirinan li romanê bên girêdan. Çi fantasî û çi rastî ferq nake, bes e ku kirin yan jî bûyerên romanê qabilê baweriyê bin ku xwendevan, bîr û baweriya xwe bi wan kirinan bîne. Her çuqas şêkên xwendevanan hebe jî, kirin û bûyerên romanê ji wan ra “rast” û “logîsk” werin. Mesela romanên science fiction wisa ne. Xwendevan dizanin ku kirin û bûyerên romanê ne rast in, lê cardin jî kitabê ji destê xwe bernadin.

Di romanan da hêcana tradîsyonel li ser lêgerînê tê afirandin. Weke mîsal; qolçî li qaçaxçî digere, cendirme li mahkûm digere, polês û cendirme li kurdperwer û kominîstan digere, qehremanê romanê li sûcdaran digere, kurdperwerê kominîst li axa û begên kurd yên ku hevkarê dewleta tirk in, digere.

Kuştin û şîdet jî ji bo afirandina hêcanê pir caran tê bikaranîn. Ne tenê di romanên krîmînel û dedektîvî da, di romanên din da jî ev faktorana tên bikaranîn. Gava mirov nexwaze di vegotina xwe da kuştin û şîdetê bikarbîne, mirov dikane weke alternatîf pevçûn û bihevketinan bikarbîne. Herwiha bi şîdet yan jî êrişek verbal mirov dikane di bûyer yan jî sehneyekê romanê da hêcanê biafirîne. Kişfkirina tiştekî, tometkirina yekî, eşkerekirina tiştekî dizî an veşartî  jî dikane hêcanê biafirîne.

Bi tevger û wext jî mirov dikane hêcanê biafirîne. Romannivîskar karekterê romanê beşdarî tevgerek dike. Di wexta xwe da gîhaştina ciyekê, tiştekî, şandina xeberek yan jî biryarek ji bo afirandina hêcanê tê bikaranîn. Qehremanê romanê li hember wextê dikeve xarê. Eger ew di wexta xwe da negîhîje ciyekî yan jî kesekî dê felaketekê mezin biqewime. Hinek roman hene ku ji sêrî heta dawiyê bi vî awayî tên hûnandin.  Romannivîskar xezîneyek, gustîrek, şûrekî efsûnkirî li ciyekî vedişire û şexsên romanê beşdarî  lêgerîna wî tiştî dike. Lêgerîn û kişfkirina wî tiştî dibe, bûyera esasî. Li doraliya bûyera esasî bûyerên kêlekîn û paralel diqewimin. Bi encamên wan bûyeran, bûyera esasî gav bi gav pêşve diçe û digîhîje encamê xwe.

Bêguman afirandin û bilindkirina hêcanê da mirov dikane pir tiştên hêsa jî bikarbîne. Bi bikaranîna îma û elemetan, bi bicîhkirina nîşanên mîna, kêrek, tifingek, tîrkuvanek, bêr û bivirekî jî mirov dikane hêcanê bilind bike. Gava xwendevan kêrekî yan jî bêrekî di sehneyekê da dibîne, dê kêmasî texmîn bike ku di sehneyên pêş da ew ê bên bikaranîn.

Herwiha ji bo afirandina hêcanê çi tê bikaranîn bila bên, nuxteya girîng ew e ku, divê romannivîskar pêwestiyên zeneatkariya xwe bîne cîh ku bikanibe hêcana romanê biparêze. Bi nuxteyên zivirandinê ye ku romannivîskar hem hêcana romanê diparêze û hem jî çîroka xwe pêşve dibe. Di nuxteyên zivirandinê da pêşveçûyina bûyerê/an berê xwe dide aliyekî din, înformasyonên girîng derdikevin holê yan jî eşkere dibin, hinek tiştên girîng kişf dibin, lêhevkirin yan jî biryarên girîng tên girtin. Bi nuxteyên zivirandinê; romannivîskar çîroka xwe dehfî pêş dike û rê li ber sehneyekî nû vedike. Lewra mirov dikane bi hêsanî bibêje, romanên bê nuxteyên zivirandinê, berhemên ne temam in û nikanin hêcana romanê biparêzin.

Haceteke din. Bi detay binivisînin!
Gotinên xwe bi detay îfade bikin. Her mirov xwedî navekî ye. Ji ber wê yekê, em bi navên hev ji hevdu ra hîtab dikin.  Fêkî, sewzî û kulîlk û tiştên din jî wisa ne. Her tişt xwedî navekî ye. Eger tu qala henaran dikî, navê henaran bikarbîne. Tama sêvan û porteqalan ne weke hev e, bêhna nêrgizan û gulbuharan cuda ye. Şûna ku tu yê bibêjî fêkî yan jî sewzî, navê fêkî yan jî sewziyê ku tu qesd dikî, bibêje. Gava em navê tiştekî dizanin û di tekstên xwe da bikartînin, nezelaliya ku di tekstê da xwuya dike winda dibe û têkiliya me ya dîrekt bi wî tiştê ve çêdibe.

Helbestvanê navdar  yê emerekayî Williams Carlos Williams dibêje;”tiştên ku li ber pozê te ye binivisîne.”

Weke nivîskar divê mirov bizanibe ku li ber pozê me çi heye û çi tuneye. Hewce ye ku niviskar kapasiteya xwe ya lênerînê pêşve bibe û xurt bike. Bi xurtkirina vê kapasiteyê ye ku mirov dikane înformasyonên diha zêde bi dest bixe û diha zêde tiştan hîn bibe.

Bileheq nabêjin;”di hebekê qûmê da dinyayê û di kûlîlkekê mêrgan da ezmanê bibînin…”

Lewra hewce ye ku nivîskarekî navê her tiştî bizanibe, ger nizanibe divê hewl bide xwe ku hîn bibe. Navê çûçikan, kulîlkan, fêkiyan, xaniyan û hwd.

Nivîskarekî ne tenê gundî yan jî bajarî ye, di eynî demê da ew her tişt e. Hewceye ew ku pir alî be, di her warî de zanîna xwe pêş ve bibe û zêde bike.

Hîs û fikrên ewlî:
Li gor Natalie Goldberg, di nivîsandinê da hîsa ewlî, fikra ewlî girîng in. Gava di der heqê tiştekî da hîsek yan jî fikrek li gel nivîskar çêdibe, divê wan pêbigire û bernede. Fikrên ewlî bi enerjîyek gûr ve dagirtî ye. Ger mirov di wexta xwe da wan zeft neke û li ser kaxiz nenivisîne, enerjîya ku di navoraka wan da heye winda dibe. Sensura hundurîn û lêberçavgirtina têgîhîştina giştî yê ku kêm.zêde li gel hemî mirovan heye, weke taqozan dikeve nabera nivîskar û wan fikrên ewlî û dibin sedema têkçûyina wê enerjiyê.

Di fikrên ewlî da enerjîyek nefambar heye. Mirov dibêje qey têgîhîştina mirovan bi ruh û can dibe.  Censura me a hundurîn bi piranî fikra ewlî a ku li gel me çêdibe, difetisîne. Şûna wî da em mejbûr dibin ku bi fikira duduyan, sêsiyan yan jî çaran razî bibin. Mentiqa tevayî a li ser me hukum dike, her tim ji me ra dibêje, yek û yek dike dudu.  Ji ber vê fikirandina logîsk û mentiqî ye ku em her carîn kêlek û goşeyên tûj yên fikir û hîsiyatên xwe rende dikin ku li qalibên yên mentiqa tevayî bên.

Gava em bibêjin û binivisînin ku;”ker li hespê siwar bû”, yan jî “hesp li axê siwar bû”, mentiqa tevayî dê wekî jendirmeyê dewleta tirkan li me rabe xezebê.

Ji ber ku em nekevin ber xezeba wî, em gavek paşve diçin û dinivisînin.

-”Zilam li kerê siwar bû”. Wilo ha!

Jendirmeyek din jî ego ya me bi xwe ye. Gava em fikir û hîsiyatê xwe ê ewlî di wexta xwe da îfade nekin, egoya me mîna talazê doraliya me digire û naxwaze em tiştên derveyî kontrola wî bikin yan jî bibêjin. Ji me ra şîretên xwe yên her demî yên wekî; ev dinyaya domdar e, ne ecib e û mantiqî ye, dubare dike. Weke em dizanin ev dinyaya hîç ne domdar e, îroj heye sibe tuneye. Ev dinya herdaîm diguhere û dê biguhere û ev dinya bi êş û jana mirovî dagirti ye.

Ger mirov weke nivîskar bikaniba fikirên xwe, gotinên xwe ji bin hukma sensûra hundurîn û egoya xwe azad bike, enerjiya ku di nav fikiran da heye dê derkive holê. Wê gava nivîskarê bikanibe ji me ra rewşa rast çi ye bibêje. Wê gavê nivîskar dê bikanibe siwarî pêla zanistiya mirovî bibe û bi îmakanên xwe yên şexsî serpêhatiya xwe ji me ra vebêje.

Bi çend gotinan dawiyê vê nivîsarê girêdidim. Roman li ser sê stûnên bingehîn tê avakirin. Karekter, cîh û bûyer. Ev sê stûnana di eynî demê da hacetên roman avakirinê ne jî. Karekter, cîh, bûyer, sehne, hêcan, mijar, diyalox, nakokî, hevok, perçe, perspektîfa vebêjeriyê, dengê vebêjeriyê, nuxteyên zivirandinê, teknîka bihevgirêdana perçeyan, gotinên bi detay û hwd. qevdek  ji komponent û hacetên romanê ye.

Hacetên roman avakirinê ne tiştên mitlaq û bi sînor in. Mecbûrê nîne ku hemû nivîskar wan hacetan bikarbîne û li gor wan berhema xwe biafirînin. Di afirandina xwe da, nivîskar azad û serbest e. Gelek nivîskarên osta û hunermend di avakirina berhemên xwe da teknîk û hacetên nû diafirînin û bikartînin. Yan jî hacetên ku hene bi awayekî taybetî bikartînin.

A girîng serkeftin e. Yekî nivîskar dikane berhema xwe li ser diyaloxekî ku du navbera karekterek û dîwarekî da diqewime, biafirîne. Eger berhema wî serkeftî be û xwendevan rûpelan li pey hev biqulibîne û bixwîne, êdî mesele xelas dibe.

*****

Lîteratur:
George Elîzabeth. Skriv på! (Prisma 2004)
Augustsson Lars Åke. Att skriva romaner och noveller. (Ordfront 1999)
Stolpe Jan. ARISTOTELES Om diktkonsten. (Anamma Böcker AB 1994, 2000)
Lagercrantz Olof. Om konsten att läsa och skriva. (Walström & Widstrand 1985)
Clod Bente. Skriv-en bok om att skriva. (Alfabeta Bokförlag AB 1984)
Natalie Goldberg. Skriva med kropp och själ. (Norstedts Förlag 1986)
Göran Hägg. Författar skolan. (Wahlström & Widstrand 1993 )
Marie Louise Ramnefalk. Författaren, världen, språket (Ordfronts Förlag 1996 )
Staffan Björk. Romanens formvärld (Natur och Kultur 1983)
Jason Goodwin. Bellinis porträtt. (Alfabeta Bokförlag 2010)
Xurşîd Mîrzengî. Belqitî. (Komal 2004)
Jan Dost. 3 gav û 3darek. (Avesta 2007)
————————————
Ji bo redaktekirina vê nıvîsarê, ji Serdar Roşanî ra spaziyên xwe pêşkêş dikim.
Paşa Uzun /Adar 2010

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.