Çend gotin li ser lîteraturê û nivîsandina romanê-1

Li ser pirsa nivîsandina edebiyatê her kes bi babetekê difikire. Li gor hinekan; yên dikanin biaxifin, dikanin binivisînin jî. Hinek dikanin bixwînin, ji ber wê yekê jî dikanin binivisînin, yan jî her kes dikane binivisîne. Li gor hinekan jî, divê berê mirov rastnivîsandina zimanê kurdî hîn bibe û dû ra jî binivisîne. Li gora hinekan jî mirov hema ji xwe ra komputurekê dikire û dest bi nivîsandinê dike. Bêguman yên îmkanên wan heye, dikanin ji xwe ra komputurekê bikirin û binivisînin.

Ez ê li ser nirxandina van dîtinan nesekinim. Tenê li ser mijara nivîsandina edebî ez dixwazim cîh bidim dîtinekê nivîskarê danîmarkî Bente Clod.

“Tekstên rast di lîteraturê da tune ne, tekstên “heqîqî” û tekstên “xelet” tune ne. Di edebiyatê da tekstekî bi qusûr û kêmasî jî dikane bibe tekstekî xuya û li pêş be. Quralên dersên zimanê swêdî, ji bo tesktên lîteraturê derbas nabe. Çênabe ku pêşveçûyina zimanê lîteraturî, li gora pîvan û mêzîna gramatîka ziman bê nirxandin. Tekstên lîteraturî, li gora xweşiya xwendinê tê ecibandin.

Di nivîsarên zanistî da mirov li rastbikaranîna ziman dinêre. Di tekstên lîteraturî da mirov li pîvanên din dinêre. Berhemên nivîskar yên berê, zanetiya nivîskar a ziman, miqayesekirina berhemên nivîskar û yên li ser eynî mîjarî, kitaba nivîskar ji navê xwe ra yan jî ji beşa ewlî ra layiqe an na.

Gelek gotin hene ku di axiftinê da tên bikaranîn, lêbelê hêja di zimanê nivîsandinê da cîh negirtine. Gotinên wisa bêguman mirov dikane di tekstên lîteraturî da yan jî di warê şano da bikarbîne. Hinek gotinên besît û sivik dikanin hêz û ciwanî bidin tekstên lîteraturî.”

Ger yek ji min bipirse, ez ê bibêjim; her kî dixwaze bila binivisîne. Binivisîne, li ku derê dibe bila bibe, binivisîne.  Ji xwe ra defterek û pênûsek peyda bike û binivisîne. Di nav derd û kulan da, li hember zilm û zordariyê, ji bo jiyaneke azad û serfiraz, ne ji bo xirabekirin û hêlweşandinê, berevacî ji bo avakirin û afirandinê, helwest û hewldanên posîtîf dayînin ber xwe, avakar û afirîner bin. Tenê binivisînin, çav û deriyên dilê xwe li hember jiyanê vekin. Li dora we û li ber çavê we çi diqewimin û çi naqewimin, bibînin û bizanibin. Hişyar û guhdar bin, hunera xwe ya nivîsandinê bi xwe ra nebin gorê.  Binivisînin, hîna ku hûn sax in, hîna ku destê we penûsê pêdigire, binivisînin. Tu cara ji bîr mekin ku yên ku li ser vê dinyayê hebûna we nexwaze, her gav dikane, dawî li jiyane we bîne, lêbelê ew çi bikin jî nikanin nivîsar û berhemên we ji holê rakin. Lewra binivisînin, ji bo xatirê mirovatiyê, xatirê welat û hemwelatiyan û ji bo xatirê xwe binivisînin. Û bi zimanê xwe binivisînin.

Gava derd û kulên jiyanê bi ser we da tên, li benda tiştên mikemel nemînin. Eger bi rastî hûn dixwazin binivisînin, divê hûn ji xwe ra astengiyan peyda nekin. Ji karê xwe yê nivîsandinê ra hurmet bikin. Atmosfereke mikemel û odeyeke mikemel yan jî komputereke perfekt nepên.

Tiştên mikemel tune ne û dê tune bin. Li gor şert û mercan tevbidin, guherbar bin. Xwe hîn bikin ku hûn bikanibin di hemû şert û mercan da û li hemû ciyan binivisînin.

Di trên û otobosan da, li mitpaxê, li nav daristanê pişta xwe xwe bide darekê, li ber çemekî lingên xwe têxe nav avê, di çolê da li ser kevirekî rûne, li ser piyareyekê, nêrdewanekê, li ser qoltixa erebeyekê, di aşxaneyekê da, li gel duxtorê diranan, li balafirxaneyekê, li Cizîrê, li Diyarbekirê, li Wanê bigere, rûne û binivisîne. Li nav goristanê, di germahiya havînê da li bin siya darekê rûne û binivisîne. Gava te dest bi nivîsandinê kir, êdî li ku derê dibî bila bibî, ji te ra ferq nake. Tu ji dinyaya rastî derbasî dinyayeke din dibî. Li wê dinyayê tenê tu, kaxiza li ser çogê te û penûsa te heye.

Li ser teredud, nerastnivîsandin, nuxte û bîhnokan zêde mesekinin û nefikirin. Gava kela we li tiştekî rabû, gava hisiyat û fikirên we weke ava nav beroşê keliya û sera çû, destê xwe biavêjin pênûsê û li ser kaxizê sipî bineqişînin. Weke siwariyekî ku hespa xwe radike çargaviyan, li paş xwe menêrin, ji dilê we û ji mêjiyê we çi dertê û diherike, binivisînin. Ne têgêhiştin û mentiqa tevayî a xelkê û ne jî ego û sensûra we ya hundurîn bila ji we ra nebin astengî. Xwe ji bin nîrên wan azad bikin.

Bi kêmasî û kêmzanîstiya xwe binivisînin û hîn dibin, xwe hîn bikin û binivisînin.

Ger em ji şert û mercên Kurdistanê derkevin rê, em dikanin bibêjin yên bi kurdî dinivisînin yan jî hewl didin xwe ku bi kurdî binivisînin, ji “mekteba sîyasî” tên. Piraniya wan ya di nav tevgera kurdî yan jî di bin tesîra tevgera kurdî da xwe gîhandine hunera nivîsandinê.

Piraniya vê grûbê û cardin nifşên nû yên ku di wan salên dawiyê da xwe li nivîsandina kurdî gur kirine, bi tevayî li ser siyasetê, civatê, dîrokê û hwd. dinivisînin û lêkolînan çêdikin. Û qismek jî dixwazin li ser lyrîk, epîk û şano binivisînin. Bes tenê xwestin yan jî daxwazkirin pir caran bes nake. Mirov di kîjan warî da dinivisîne, lazim e ku mirov wî warî nas bike. Bingeh, prensîb, têgeh û qaîdeyên wî warî çi ne û çawa dixebitin, divê mirov nas û fam bike. Naskirin û famkirin kilîda zanyariyê dide destê me.

Bi kurdî û di nav kurdan de nivîsandina romanê bûyerekê nû ye. Di nav tunebûyinê de, di bin nîrê zordarîyê de, bi zimanekî ku paşerojên wî tarî xwuya dikin, kurd dixwazin û hewl didin xwe ku di dinyaya edebîyatê de ji xwe re cîhekî çê bikin.

Yek ji xeyalên nivîskarên kurdan ew e ku; romana gerdûnî a kurdî binivisînin. Xeyaleke baş û bi rûmet e, li dû xeyalên mezin  bazdayin, ne tiştekî xirab e. Dibe ku yek ji sedemên newendabuyina kurdan a ji tarîxê ew e ku; tu car ji xeyalên xwe yên mezin dev bernedane. Li pey her têkçûyinê, li pey her pelaxtinê, rabûne ser piyan û daxwaza Kurdistaneke serbixwe kirine. Ji aliyê din jî li pê xeyalan meşandin û bazdayin jî ne bese, ji bo gîhaştina wan xeyalan divê mirov ji xwe ra rêkûpêkan jî hîn bibe û ava bike.

Ji bo romana gerdûnî a kurdî; divê nivîskarên kurd dev ji temrîna nivisînê bernedin. Bi temrîna nivîsînê ye ku mirov form û kondisyona xwe avadike û diparêze. Bezkarekî çawa her roj xwe bi temrîna bezê ve amade dike, divê nivîskar jî her tim bi temrîna nivîsê xwe ji romana gerdûnî ra amade bike.

Sê tiştên girîng hene ku yên dixwazin binivisînin divê ji bîr nekin. Xwendin, guhdarîkirin û nivîsandin.

Gava mirov dixwaze tiştekî fam bike, divê mirov wî tiştê nas bike. Ger mirov dixwaze fêkiyek nasbike, divê mirov wê fêkiyê tam bike. Ger mirov dixwaze bibe helbestvan, hewceye ku mirov helbestan bixwîne, guhdarî bike, form û rîtmên wan hîn bibe. Romannivîskarî jî wisa ye. Ger mirov dixwaze romanan binivisîne, hela hela ger mirov dixwaze romaneke gerdûnî binivisîne, divê mirov romanan bixwîne, avakirin, afirandin, hûnandin, pêşveçuyina wan hîn bibe.

Rêkûpêkên ku di afirandina romanan da bikarhatine fam bike û hîn bibe.

Loma em dikanin bê mibalaxa bibêjin ku yên guhdarî bikin, bixwînin û binivisînin dê gav bi gav nêzikayî li wê xeyala xwe ya mezin bikin.

Bivênevê “nexweşiyên zarokatiyê” dê biqewimin. Her çuqas mirov hêvî û daxwazî bike û têkeve nav hewldanan jî romanên hêja û bi rûmet di şevekê da çênabin. Û ji aliyê din jî ne hewce ye ku her romana ku tê nivîsandin divê mikemel bibe. Di edebiyata kurdî da, romanên hêja û yên nehêja, baş û nebaş dê her tim hebin. Ji ber wê yekê, li hember romanên ne hêja, ne hewce ye ku mirov qiyametê rake.

Bi bawerîya min, her kî çi dixwaze bila binivisîne. Kurteçîrok, helbest, şano, roman, hema çi hat ber wan, hema dikarin çi binivisînin, bila binivisînin. Bila qisûrên van berheman hebin, bila kêmasiyên wan hebin, bila kêmzanistiyên wan hebin. Qisûr û kêmasiyên wan berheman bixwe, dê bibe sedemên mineqeşeyan, sedemên hewldanên nû yên bi zanistî û şîyarî, ev yek.

Ya dudiyan: xwendevanên ku wan berheman dixwînin, dê wan li bêjingê bixin. Berhemên hêja dê bijîn û yên din jî dê bêdeng û seda winda bibin û bên ji bîr kirin..

Di warê romannivîsandinê da miletên din yên serdest pir û pir pêş da ne. Êdî li mektebên xwe rêkûpêkên romannivîsandinê hîn dibin û hîn dikin. Romannivîskarên navdar û yên nenavdar bi kursên taybetî, bi riya înternetê û li unîwersîteyan dersên romannivîsandinê didin.

Di vê nivîsara xwe de, ez dixwazim hinek fikir û dîtinên romannivîskarên cuda bi cuda bi xwendevanan re parve bikim. Hêvîya min ew e ku perspektîfên  nivîskarên kurd, bi wan dîtinan re hêj zêde, fireh û kûr bibe, da ew çêtêrîn binivisînin û çêtêrîn biafirînin.

Berya her tiştî, piraniya romannivîskaran li ser nuqteyekê hemfikirin. Nuqteya ku ew li ser  hemfikir in ev e:
Li gorî prensîbên bingehîn, gelek mirov dikarin romanekê binivisînin. Lê nivîsandina romanekê û zindîkirina wê, du tiştên cuda ne. Gelek mirov dikarin romanan binivisînin lê pirr hindik mirov dikarin ruh bidin romanên xwe.

Li gor dîtina jorîn pirseke wisa derdikeve pêşberî mirov:
Gelo mirov çawa dikare romaneke bi ruh binivîsîne?

Dîsan gelek romannivîskarên navdar dibêjin; ji pirseke wisan re bersîv dayîn ne hêsan e. Hinek ji wan dibêjin, romaneke bi ruh nivisîn, ne karê herkesî ye. Tenê mirovên hunermend dikarin romanên bi ruh binivisînin û bi perwerde nikane kesekî bibe hunermend. Yanê bi gotinek din dibêjin ku, hunermendî divê di ruh û mêjiyên mirovên nivîskaran de hebe.

Hinek nivîskarên din jî li hemberî vê dîtinê derdikevin û dibêjin:
Mirov dê ji ku bizanibe ku hunermendî di ruh û mêjiyên kê da heye yan jî tune ye û didomînin.

Helwesta rast ew e ku divê mirov xwe li ser karê nivîsandinê hûr û kûr bike. Bi rêkûpêk, bi sebir û bi înad binivîsîne û biceribîne. Tenê bi nivisandin û cerebandinê, kî dikane binivisîne û kî nikane binivisîne, derdikeve holê.

Di edibiyatê da ciyê romanê li ku ye?

Nuxteya hevbeş a ku Epîk, Lyrîk û Dramatîkê bi hev ra girêdide ew e ku; her sê xal jî teqabilî edebiyatê dikin. B.g.d. edebiyat ji epîk, lyrîk û dramatîk pêktê.

Epîk; hunermendiya vegotinê, Lyrîk tarîfkirin yan jî taswîrkirina subjektîf a tiştekî û Dramatîk jî şano ye.

Roman û novel di nav çarçova epîkê da cîh digrin.

Çend xalên romanê:
1) Romana perwerdeyî
2) Romanname
3) Romana rojkitabî
4) Romana pîkaresk : Serpêhatî û şemaya wextê yên berhemê li doraliya şexsekî  sereke tê hûnandin.
5) Romana serpêhatîyan
6) Romana krîmînal
7) Trîler
8) Romana dîrokî

Bi kurtasî roman çi ye?

Bi tevayî, ji vegotinên dirêjan ra dibêjin roman. Vegotinên bi tekst û serpêhatî, bi destpêkê û dawî û tiştên ku di navbera wan herdu nuxteyan da diqewimin, naveroka romanê pêktînin.

Roman û novel ji rastîyan azad e. Bikaranîna her tiştî di romanê da mimkun e. Ji ber wê yekê jî, ne tenê heq, pêwesitiya her nivîskarekî ye ku azadî û fantasiya xwe bikarbîne. Di derheqê vê nuxteyê nivîskarê kolombî Gabrîel Garcîa Marquez wisa dibêje;”Di rojnamevaniyê da agahdariyeke xelet dikane tevayiya berhemek xira bike, lêbelê di warê fîksiyon da agahdariyeke piçûk û rast ji tevayiya berhemê ra meşrûtiyet dide.”

Rastiya ku roman pê ve mijûl dibe, rastiya berhemên dukumenterî nîne. Rastiya romanan li ser psîkolojî, hîsiyat û mirovatiyê tê avakirin. Romannivîskarê emerikî John Gardner di vê warê da wisa dibêje:
-”Roman, deriyê xewn û xeyalan li ber me vedike. Lîstikeke dewlemend û zindî di hafiza me da lidardixe. Em di destpêka romanê yan jî çîrokê da çend gotinan dixwînin û bi carekê ve em li xwe hay dibin ku; tiştê ku em li ser pelê romanê dibînin ne gotineke, şûna wê da em dibînin ku trenek ber bi Rûsyayê ve diçe, zilamekî îtalî rûniştiye û digirî yan jî baranek li ser holikeke nav rezan dişidîne.

Em xwendin û xewna xwe ne bi awayekî pasîf, berevacî bi awayekî aktîf domdikin.

Şexsên romanê gava biryar didin ku, gelo ew dê kîjan riyan hilbêjirin, em bêhuzûr dibin, gava dengên li paş wê deriya fîktîf digîhîje me, xof dikeve dilê me, bi serkeftina wan dilşad û bi têkçuyina wan em xemgîn dibin.”

Roman û novel herdu jî li ser taswîrkirina mirov, cîh, dijberî û hwd. tên afirandin yan jî avakirin.

Mîna xwûçik û birayê hev in. Ji  hucre, kromoson, skelet û xwînê çêbûne, bi ferqa ku jiyan û fikirên wan cuda ye.

Derveyî îstisnayan novelên tîpîk li ser bûyerek, roman li ser pir bûyeran tê afirandin.

Di herdû vegotinan da, destpêk, navend û dawî heye. Yanê herdû jî li ser vegotinên bi destpêk û bi dawî tên avakirin.

Di novelê da mirov berê xwe dide zîrweya çiyayê Nemrûdê û hildikêşe jor, di romanê da mirov li dora çiyê difitile û hildikêşe jor. B.g.d. mirov bi fitilandinê ve hildikêşe ber bi jor. Bi vê şiklê rêgirtin, riya mirovan dûr û dirêj dike. Di vê riya dûr û dirêj da gelek bûyerên kêlekîn yên bi hev ra girêdayî, yên li ser hev tesîr dikin û yên di nav têkiliya sedem-encam da rê li ber bûyerên din vedikin, diqewimin. Ferqiyata ku di navbera novel û romanê da heye ev e.

Roman ji çîrokan pêktê, çîrokên romanê weke xelekên zincîrê bi hev ra girêdayî ne. Her çîrok bi ser ê xwe, vegotineke bi destpêk, navend û dawî ye. Çîrokên kêlekîn, paralel yan jî kêlekîn û parelel bi hev ra, li doraliya çîroka esasî dibin yek û hevdu temam dikin. Ji ber wê yekê jî di romanekê da, ji derveyî zirweya romanê, mirov rastî zîrweya çîrokan jî tê.

Mirov dikane wisa jî bibêje, ger mirov 4-5 novelan bi hev ra girêbide, dibe roman. Bi şertê ku serpêhatiyên wan novelan bi hev ra girêdayî bin û bi hev ra tev hevgirtinek, temamiyek pêkbînin.

Di romanê da mirov; rindî û xirabiyek, zilamekî baş yan jî xirab di nav kirinan da nîşan dide. Ger nivîskar dixwaze xwendevan baweriya xwe bîne ku yek ji karekterên romana wî qatil e, divê xwendevan bi çavê xwe qatilî û zalimtiya wî ya bibîne û şahid bibe. Bes nake ku nivîskar ji xwendevanan ra bibêje, ev qatil û yê din jî diz e. Gava xwendevanan bi çavê xwe dît ku qatil bi kêra xwe serê yekî jêkir, êdî wê gavê îkna dibe.

-”Mebêje, nîşan bide!” prensîbeke girîng e. Bikaranîn yan jî nebikaranîna vê prensîbê nivîskarên ecemî û ostayan ji hev cuda dike.

Di navbera zanetî û nivisandinê da têkiliyek girîng heye. Olof Lagercrantz der heqê vê nuxteyê da wisa dibêje.

- “Gava min dest bi nivîsandinê kir, ez têgihîştim ku di navbera nivîsandina min û zanetiya min da pêwendiyeke girîng heye. Dereceya zanetiya min a derheqê tiştên ku ez li ser dinivisînim çuqas zêde û fireh dibe, zimanê nivîsandina min jî evqas baştir dibe.

Ji ber wê yekê ye  ku gava yek ji yekî ra yan jî ji min ra dibêje, zimanekî te yê xweş û herikbar heye, ez ji xwe û nivîsandina xwe dikevim gumanê. Gelo ma va zimanê ku hûn dibêjin, xweş e, ka ji me ra çi dibêje? Zimanê ku agahdariyan û zanetiyê nagîhîne me, dê çawa xweş bibe?”

Ji van gotinên Olof Lagercrantz encama ku em dikanin derxin ev e:
- Zanetiya romannivîskar di derhqeqê karekter, cîh û bûyeran da çuqas zêde be, nivisandina wî jî dê ewqas hêsa û baştir bibe. Bi serê xwe “zimanekî xweş” tune ye, xweşbuyina zimanê bi zanetiyê ra girêdayî ye.

Teknîk:
Teknîk, metod, awa û riyên praktîk in. Di pêkanîna karûbar, avakirin û afirandinê da şiklê tevgera me ye. Bi wî şiklî em karekî biserdixin, tiştekî avadikin yan jî diafirinîn. Ger teknîkeke me ya taybetî, yan jî yeke me bi xwe kişfkiribe, tune be, em teknîka ku di wî warî aktuel da heye, bikartînin.

Di her babet prokdiksiyonê da teknîkên cuda bi cuda tên bikaranîn. Weke mînak; teknikên ku yekî hesinger û yekî necar bikartînin ji hev cuda ne.

De îcar di warê roman nivîsandin û afirandinê da em bêmibelexa dikanin bibêjin, li riyê dinyayê çuqas nivîskar hene, evqas jî teknîkên roman nivîsandinê hene. Her nivîskar li gora zanyarî, heweskarî û fantasiyên xwe teknîkên cuda bi cuda bikartînin.

Hinek romannivîskar tenê bi hîsekî yan jî bi fikrekî derdikevin rê û dest bi romana xwe dikin. Hinek tenê bi bûyerek ewlî destpêdikin, hinekên din bi encamek dawî û hinekên din jî; berê ku dest bi nivîsandinê bikin, pêşxebatek bi rêkûpêk tînin cîh û dû ra dest bi nivîsandinê dikin.

Lêbelê hacet û perçeyên(komponent) ku ew bikartînin hevbeş in. Her çuqas teknîkên cuda bi cuda  bikarbînin jî sê perçeyên ku ji karekter, cîh û bûyer pêktên, di avakirin û afirandina romanan da sê stûnên girîng û bingehî ne.

Ev sê stûn di eynî demê da hacetên jî. Bi van her sê hacetan û hacetên din yên wekî; diyalox, nakokî, dijberî, perspektîf û dengê vebêjeriyê, wêna sehneyê, hevok, perçe û bihevgirêdayina perçeyan, nuxteyên zivirandinê, mijar, hêcan, hîs û fikrên ewlî û bi detay nivîsandin, romannivîskar berhemên xwe diafirîne û ji me xwendevanan ra pêşkêş dike.

Gava ez dixwazim romannivîskarekî bişibînim zenaetkarekî, bê necariyê zenaetekî din naye heşê min. Sedem her çi ye ez nizanim, lê ji bo min necarî û romanniviskarî bi gelek aliyan dişibin hev.

Ji bo çêkirina tiştekî, necarekî osta bes nake. Ji derveyî başbûyin û ostatiya wî hewce ye ku li ber destê wî hacet û malzemeyên rast û pirbabet hebin ku ew bikanibe li gora plan û pîvanê xwe tiştekî mezbût û hêja çêbike. Weke em dizanin îroroj, bizmarên hundur û der hene. Xusûsiyeta bizmarên der ew e ku li ser wan baran û berv bibare, yan jî bi ser wan da av were jî, zengarî nabin. Gava li ber destê necarê me yê osta bizmarên der tunebe, ew ê rabe bizmarên hundur ji bo tiştên der bikarbîne. Bizmarên hundur, gava temasa wan bi avê ve çêbibe, dê zengarî bibin. Lewra tiştên derveyî yên ku ostayê me bi bizmarên hundur ve çêbike, dê demekê şûn da ji hev bikevin û belawela bin.

Romannivîskarî jî wisa ye. Li ber destê romannivîskar çuqas zêde hacet û teknîkên cuda bi cuda hebe dê ewqas baş bibe.

Romannivîskarî zenaet e, zenaetkarî ye. Ji ber wê yekê jî divê nivîskar zenaeta xwe fam bike, ji bo bikaranîna wê zenatê hewcedariya çi hacetan heye bizanibe, bikaranîna wan hacetan hîn bibe.

Dewlemendiya fantasî, serpêhatî û bûyeran ji bo romanekî hem hewce û hem jî zarûrî ye. Lêbelê ne bese. Ger di ber destê nivîskar da hacet û teknîkên hûnandinê tûnebin, yan jî hay û baya nivîskar ji wan hacet û teknîkan tunebe, dê nikanibe biserkeve.

Di romanê da karakter:
Li gora serpêhatiya romanê, lazim e ku romannivîskar, karekterên minasib, karekterên ku ji çîroka wî ra misaîd in, peyda bike. Di derheqê xusûsiyet û dîroka wan da înformasyonan bi dest bixe û analîz bike. Kar, nav, rabûn û rûniştina wan, cil û caw, dîtîn, xûy, mal, erebe, ker, hesp, ode, hewş, cînsiyet, seqetî û qisûrên fîzîkî, şekal, xelk wan çawa dibîne û ew bi xwe, bi çi çavî li xwe dinêrin, divê nivîskar bizanibe.

Teferûatên ku naveroka wan bi mesajan dagirtî ne, divê neye ji bîr kirin. Destên bi belalûk, bêçiyên ku bi dixana cixaran zer bûne, lingên textîn( ger em behsa bajarê Sirûca kevn a salên 1960 û 1970an bikin, divê lingên protez yên textîn neye ji bîr kirin. Di wan salan da, sirûciyên ku bi qaçaxçîtiyê mijûl dibûn car bi car li mayinan diqelibîn û lingekî xwe wenda dikirin. Yên bê ling diman, ji xwe re lingekî textîn çêdikirin.), diranên qirêj û kurmî(nîşana xizantiyê yan jî nezantiyê), kumên sipî yên dîndaran, pêşnavên weke hecî, axa, beg û hwd.

Karakterên romanê çawa xwuya dikin, ne bes e. Divê nivîskar, resmên hundurê wan jî bikşîne. Psîkolojiya wan çawa ye? Fikir û hîsên di mêjî û dilên wan de çi ne, divê nivîskar bizanibe û behsa van bike.

Dibe ku, karakterekî romanê, radibe axayê gund dikuje yan jî xwe dikuje. Ger haya xwendevan ji psîkolojiya  karakter tunebe, dê bûyera kuştinê ji wan re bêmane were. Fikir û hîsên ku mirovan dike qatil, aşiq, diz, parsek û hwd. girîng in. Yên tewr û tevgeran didin ber mirovan ev in, yên mirovan dikin bi cazîbe, balkişandî, sirdar û yan jî xwîntehl ev in.

Nifûsa dinyayê ji şeş mîlyarî zêdetir e. Lê yek bi yekî namîne, her mirov di xwuyakirin û hundurê xwe de xweser in. Û dîsan di nav şeş mîlyar mirovan de ne mumkin e ku mirov rastî yekî mikemel were. Tiştê ku ez dixwazim bibêjim ew e ku; di vê dinyayê de bi her awayî mirovê mikemel tune ye. Loma ne rast e û ne jî mentiqîye ku karakterên romanê ji mirovên mikemel pêkwerin.

Divê qisûr û kêmasiyên karakteran hebin, divê xeletî bikin, ji bîr û baweriyên xwe têkevin şikê, ji xeletiyên xwe dersan derxin û xwe biguherînin. Nivîskar divê karakterên xwe têxe nav dijberîyan, têxe nav teşqele û şeran û wan bicerîbîne.

Karakterên bi ruh û can, li ser xwendevanan tesîrekê mezin çêdikin. Karakterên bi ruh û can reaksîyonên xwendevanan dileqînin û wan dixin nav tevgerê. Kelecana ku li gel xwendevan çêdibe, wan dixe meraqdariyê. Gelo wê çi bi serê wî/ê karakterê de were? Wê çawa xelas bibe? Wê çawa xwe biparêze? Bi pirsên wisa ve xwendevan bi karakterên romanê ve tê girêdan. Êdî tu ebdekî Xwedê  nikare têkeve navbera xwendevan û karakterê romanê. Heya roman xelas dibe, xwendevan û karekter dibin yek.

Karekterên romana xwe tespît kirin û wan naskirin, awantejeke mezin dide nivîskêr. Bi saya naskirina wan, nivîskar dizane ku karekterên romanê, wê li hember bûyeran, çawa tevbigerin, çi bibêjin û çi bifikirin. Êdî hewce nake ku nivîskar ji gotin, serpêhatî û tecrubeyên xwe derkeve rê û wan ji karekterên romanê xwe re mal bike.

Mîsal: Nivîskar di romana xwe da behsa mehkûmekî dike. Navê mehkum çîye, li ku hatiye dinyayê, li ku mezin bûye, mala wî, bira û xwûngên wî, derbasiya wî, çima bûye mehkûm, çawa xwe ji ber eskeran vedişêre û diparêze, çawa debara xwe dike, di derheqê rewşa xwe de û jîyana mehkûmiyetê de çi difikire, ji bo çi bûye mehkûm, xwe poşman hîs dike yan nake, di der heqê mirovan de çi difikire, bi çi çavî li xwe dinêre, fikir û hîsiyatên ku wî nerehet dikin çine û hwd.

Ew û hin înformasyonên zêdetir, mehkûmê romanê serbixwe dike. Ew dibe xwediyê derbasiyekê, xwediyê tarîxekê ku di wê derê da hemû înformasyon heye. Êdî ew mehkûm dê bikaribê bi tecrube û gotinên xwe beşdarî romanê bibe. Di diyalogan de, wê dîtin, fikir û hîsiyatên xwe bîne zimên, tewrên xwe deyne û têkeve nav tevgeran.  Êdî karê nivîskar jî rehet dibe. Ji ber ku mehkûmê wî dikare li ser lingê xwe bisekine û rola xwe bilîze. Bi saya wan înformasyonan, sînorê ku di navbêra nivîskar û mehkûm de heye ji holê radibe. Nivîskar bê astengî dikare bi mehkûmê xwe re bibe yek û tecrubeyên wî ji xwendevanên xwe re pêşkêş bike.

Cîh, sehne:
Di jiyana rastî û rojane da buyerên xwezayî, mirovî, ciwakî, şexsî û hwd. li ser ciyekê, warekê, navçeyek, herêmek, welatek û hwd. diqewimin. Di romanan da jî wisa ye. Di romanekê da karekterên bi ruh û can afirandin bes nake. Divê ciyên ku karekter li ser dijîn, tevger dikin, û beşdarên bûyeran dibin jî bi awayekî wisa bê afirandin ku xwendevan karekterên romanê baştirîn nas bikin.

Her mirov berhemê, mal, bajar, gund û welatê xwe ye. Her mirov berhemê ciyê xwe ye, ciyê ku ew li ser dijî û dixebite. Di şikilgirtina mirovan da taybetiyên(xusûsiyetên) wan deran rolekê mezin dilîze. Bi lêkolîn û analîzkirina wan cîyan mirov dikare taybetiyên mirovên wan deran jî li ber çavan raxe. Nimûne; li Kurdîstanê li nav çavên jina mizekirin eyb e, li Ewrûpayê li nav çavên mirovan nemizekirin eyb e. Mirov dikare bi rehetî bibêje, mirov cîh e, cîh mirov e. Romannivîskarê jêhatî û baqil, vê nuxteyê tu car ji bîra nake.

Her cîyê ku li ser bûyerek diqewime sehneyek e û her sehne jî li cîyekê ye. Mesela em bibêjin, lawikekî di kuçeyekê da di bin kamyonê da dimîne. Cîyê ku lawik di bin kamyonê da dimîne, sehneyek e. Taswîr û atmsofera wê sehneyê, bi gotinek din taswîr û atmosfera wê kuçeyê divê wisa bê afirandin ku xwendevan bikanibe ji xwe ra resmê wê kuçeyê  derxe û li binêre.

Sehne û cîh divê mirov li nav hev nexe. Cîyê ku bûyer li ser diqewime sehne ye. Bûyerên romanê yên cuda li ser sehneyên cûda bi cûda diqewimin. Û ew sehneyên ku li ser bûyer diqewimin jî li ser cîyekê yan jî li ser hinek cîyan cîh digrin. Cîh ji sehneyan mezintir û firehtir e. Di romanê da cîh cîyekî coxrafîk e. Romannivîskar, sehneyên romanê li ser wê coxrafyayê tespît dike û ji ser wan sehneyan bûyerên romanê pêşkêşî xwendevanan dike.

Riya herî baş ew e ku nivîskar, cîh û sehneyên romanê bi çavê xwe bibîne û nasbike. Li wan deran çi heye û çi tuneye, şiklên çiya û baniyan, bajar û gundan, avûhewa, çanda kevnar û jêmayîyên wan, şev û roj, ezman, stêrk, ewr, flora, deng, bîhn, heywan, tiştên ku mirov pê mijûl dibin û nabin û hwd. divê nivîskar ji nêz bibîne ku bikanibe wan deran di romana xwe da ji nû ve biafirîne.

Nivîskar, bi taswîrkirina sehneyan, karekterên xwe ji xwendevanan ra dide naskirin, beyî ku pêçiya xwe têxe çavên xwendenan û deqe carê ji wan ra bibêje; ew zilamekî xurt, mêr, tirsok, pîs, pîntî ye.

“Mebêje, lêbelê nîşan bide” di romannivîsandinê da prensîbek girîng e. Bi taswîrkirina ode, mal, nîvîsgeh yan jî erebeya ku karekterê romanê bikartîne, nivîskar rê dide xwendevanan ku ew bi xwe di der heqê karekterê romanê da biryar bidin û wî/wê şîrove bikin.

Çi babet roman dibe bila bibe, taswîrên cîh û senheyên romanan, moral û fantasîya xwendevanan dixe nav tevgerê û ji reaksiyonên wan ra rê vedike. Bi saya wan taswîran, dê xwendevan bikanibe li hember ew deran, kêfxweşî, xemgînî, hêrs û bêhntengiya xwe nîşan bidin û tewr bigrin.

Taswîrên serketî dibin sedem ku gava xwendevan romanê dixwîne û xelas dike, dikeve nav hîsiyatekê ku wekî ew bi xwe çûbe wir û li wir jîyabe.

Ji bo prensîba “mebêje, lêbelê nîşan bide” ez dixwazim ji romana Xurşîd Mîrzengî a bi navê Belqitî, mîsalek bidim.

“…Dema gihîştin ber minareya Çarling, Şîrêz Feso li pêşî, Kunêr Şefo li dû wî û Virik Cemo li pey wî bû. Şîrêz Feso qeda xwe nefirota kesî, bela xwe di kî bida, îflah nedibû. Kunêr Şefo bi kîn û buxd bû, tişt ji bîr nedikir, welê birîn di canê neyarên xwe de çêdikir ku şopên kunêran di cendekên wan de diman. Sed sal jî dused sal jî bijiya, ew şopa wê birînê xuya dikir. Kî ji Virik Cemo, çuqas dûr buya, ewqas nêzî Xwedê û pêxwember bû. Xwedê tu beniyê xwe nexista tor û dawa Virik Cemo. Zêde qursaxteng bû. Heke li ciyekê bi şaşî meriv bi terqa wî biketa û biketa virika wî, tobe tobe, qiyametê de meriv nikarî xwe bi heft qalib sabûna rihayê jê bişo. Ne pak dibû û ne herê. Dondila diya wî li himama Qadî jinên karbidestên dewletê lûfik dikir û dikir fena vilikê. Lê wê jî nikarî virika kurê xwe pak bikira. Her siyan jî xwe ji qeda û belayan nedida alî, xincerên wan di ber wan de, ew li qeda û belayan digeriyan. Yê her siyan jî pêrêzeyên wan hebûn. Çend roj berê li ser birina derpiyên jina rexder, her sê jî hatibûn girtin û her yek sê roj bin darên polîs de mabû. Polîsan beden bi Virik ve nehîştibû, can lê kiribû boyaxa reş û tarî. Dema derket, Dondilê deh fitîr kişandin ser şûna derbên masyayî û bi zorê şûna wan reng vekirin.

Virik Cemo li devê deriyê beqal rawestiya. Şîrêz Feso û Kunêr Şefo ketin hundur.Xwediyê dikanê li pişta maseyeke şerpeze, tereziyek kevink li ser masê. Bi hundirketina wan re, rabû ser piyan. Heya rabû, Şîrêz jî gihîşt pêş masê. Bilî tiştek bibêje, bi pehniya lepê welê li binê çena dikandar da ku pîyên wî ji erdê biriyan, pişta wî li reflikên bi dîwar ve ket û ket xwarê. Ew qutî û paketên di refik û qebalikan de ketin, bi ser serê wî de wer bûn. Şîrêz li dora masê fitilî û qet sar nekir, weşandin. Li kuyê wî ketiye, ne girîng bû, bi piyan, bi destan, gurmîn bû lê dida. Mêrik li erdê dirêj bû, firsend neda ku ji erdê rabe. Fena bilûlika misînê xwîn ji pozê dikandar dipijiqî.”Ez ê te geber bikim, seyê beratan.” Feleka mêrikê dikandar ji binî ve çep ziviribû. Ne tiştek wisa hatibû serê wî û ne jî fikirîbû. Hewar hewara wî bû, lê Şîrêz ew firsenda hewar hewarê jî jê sendibû. Biyokekî di devê wî da qirase kiribû û nedihîşt ku awaz jê derkeve. Dikandar gir bû, lê girbûna wî li miqabil xurtiya Şîrêz nedikir bi manqirekî. Nikarîbû xwe du qasik jî ber bide. Li erdê, di binî de her du destên xwe bilind kiribûn, bi devê dagirtî fena bibêje:”Hewaro, hûn çi dixwazin ez ê mîna we bikim.”

Kunêr Şefo jî dikan sero bino kiribû. Ard û şeker, nok û şekirê bi qulpik li nava hev dabûn. Şûşeyên nokdanik, şekirdanik, îsotdanik û çi danik û çi danik hemî perçe perçe kiribûn. Elbikên aqîta Dîlokê li şerbikên zeytûn û tirşiyê dabûn, hebanên toraq û tulixên penîr li nava hev ketibûn û kafirkeretî çê bûbû. Dikan kiribû xana Dîlawer û hîştibû. Deh kes nikaribûn wan tiştan di hefteyek de ji hev derxin. Li ser refik û qebaliqan tiştek nehîştibû, hemî anîbû xwarê. Dikan ji dikaniyê derxistibû.

Tiliyên Misto û Biro di devên wan da bûbûn bilûr. Nikaribûn bikevin navê û bibêjin:”Bes e guneye, lê nedin. We mala wî wiran kir.” Biro wisa mizmizî:”Teres, hêjabû ku te xwe wisa kepeze kir?”

Di dawiyê da Şîrêz bi defa sînga wî girt, ew rakir ser pîyan, pişta wî da refikên dîwar, çend kulmên dijwar jî avêtin tengalên wî û jê re got:
“Tu yê careke din guyek wisa bixwî? Kerseleyê qûşfilitî.”

Bi zorê ew biyok ji devê xwe deranî û bi heyecan got:
“Na na, min kiriye hûn nekin. Hûn çi dibêjin bila fena we be.”

“Alçax! Tu careke din tiştek wisa bikî, ez ê paldimê jina te bikim hefsar, qûşê wê bikim berwêr û derpiyên wê jî ji te re bikim tûr û bidim serê te.”

Şîrêz fitilî ser Biro û jê pirsî:
“Biyokên we çend kîlo bûn?”

“Barê maya min heftê û yê kerê jî pêncî.”

We çiqas bazar kiribûn?”

“Kîlo deh quriş!..”

Fitilî ser dikandar:
“Navê te çi ye qebrax?”

“Mehemed.”

“Tu qurbana wî navî bî. Tu bi eslê xwe ji ku yî, zirto?”

“Ez stewrî me.”

“Tu ji wan etarên qûnde yî?”

“Herê, ez benî.”

“Kurê kelarzê. Bavê te jî welê qûnde bû ne wisa?”

“Belê ez benî.”

“Dîyar e! Bavê te qûnde nebuya, tu wisa qûnde jê nediket!”

Dikandar di şûna “herê” de stuyê xwe xwar kir.

“Ji îro û pê ve tu tiştek wisa bi yekî bikî, tu dizanî dê çi were serê te?”

“Çima ez ji kerê ketime? Ev ders besê min û heft bevê min e.”

“Tu dê çar qatê mafê wî bidî!”

“Hûn çawa bibêjin, hûn çawa bibêjin. Min gû xwar, min gû xwar. Hewaro, hewaro min malik li xwe şewitand. Min gû xwar. Min mala xwe bi destên xwe viritand.”

“Ji îro û şûn de, tu dê mehê pêncî panot bêj bidî! Te seh kir, teremuyê qûnde?”

“Ser serê min, hûn çawa bixwazin. Hûn dixwazin ez sedî bidim?”

“Baş e qebrax. Bila sed be. Tu teşxelekî piçûk derînî, çêlikek li dû te namîne!”

“Qey ez ji kerê ketime, ez teşxele derdixim? Na babo, ez ê her mehê sed panotê xwe bidim. Hûn ewareyê li vir nebin, zarûkek bişînin bes e, ez benî.”

Dema her çar ji dikanê derketin, ku Virik Cemo tiştek li pêş dikanê sax nehîştiye. Ew sindoqên fêkî û zerzewatan gis belawela kirine. Nava kuçê ji firingî, zebeşên şikiyayî, qawinên nava çem, biyok, hinar, gîzer, tivir û kartolan hatiye dagirtin. Tirî buye helfa avêtinê û şîre jê dinisile. Kes nikare, di kuçê de derbas bibe. Di nava kuçê de hinek zarûk û çend kesên ku di wir de derbas dibûn bûbûn qirdik û li Virik Cemo mêze dikir.

(Xurşîd Mîrzengî. Belqitî. Komal 2004)

Belqitiyê me ji gund tê Diyarbekirê û li wê derê dibe qebedayî, lê qebedayiyek bi wîjdan û edelat. Navê xwe jî kiriye Keko. Şîrêz Feso, Kunêr Şefo û Virik Cemo pêyê wî ne. Li ser navê Keko, ew dersekî xweş didin dikançiyekî sextekar û li gor prensîbên xwe edaletê tînin cîh.

Weke ku mirov dibîne, di qisma jorîn a ku min bi renga reştarî nîşan kiriye da, vebêjer ji me xwendevanan ra behsa Şîrêz Feso, Kunêr Şefo û Virik Cemo dike. Li gor gotina wî, ew her sê camir weke agir in, bela ne, gava mirov têkeve tora wan, heft qalib sabûna rihayê jî bes nake ku mirov xwe ji wan xelas bike.

Lêbelê weke xwendevan em qîma xwe bi wan gotinên vebêjer naînin. Berê her tiştî em dixwazin wan camiran bi çavê xwe bibînin, ji helwest û kirinên wan ra şahid bibin. Wê gavê em dê bikanibin biryara xwe bidin, wê gavê em dê bikanibin ji xwe ra qeneatek avabikin.

Di qisma duduyan da, hunermendiya nivîskar bi her babetî derdikeve ber çavan. Li ser sehneyeke zindî em temaşeyî Şîrêz Feso, Kunêr Şefo û Virik Cemo û kirinên wan dikin.

Li hember dikançî şîdeteke bêpîvan bikartînin, heqeretên mezin li wî dikin. Lê cardin jî li hemberî wan sempatiyek me çêdibe, di eynî demê da qeneate me çêdibe ku heqîqeten jî ew bela ne. Divê mirov xwe ji wan dûr bigire.

Qisma duduyan hunermendiya nivîskar li ber çavê me radixe. Nivîskar karekterên berhemê li gor prensîba “mebêje, lêbelê nîşan bide”, di nav kirinan da pêşkêşî me dike. Lewra gotinên qisma yekê dibin tiştên zêdeyî ku; ne hewcedariya çîrokê û ne jî ê xwendevanan ji wan gotinan ra namîne.

Min romana Belqitî bi tevayî nenirxandiye, lê ez dikanim bibêjim, ew berhemek zindî û bi ruh e. Ji ber wê yekê ye ku; weke xwendevan em ji ser qusûr û kêmasiyên wê gav dikin. Yên ew nexwendiye bila bixwînin.

Bûyer:
Ger em bûyerên xwezayî li aliyekî bihêlin, di warê civakî da bûyer, kirinên şexisan e. Ji kerê werbûn bûyerek e. Bi destê xwe ve zarokên xwe kuştin jî buyerek e.

Her bûyer di nav proseseke mantiqî da destpêdike, diherike û dawî tê. Her bûyer, li dû xwe encamek yan jî encaman derdixe holê. Ew bixwe jî dibin sedemên bûyerên nû.

Mînak: Di qezeyekê trafîkê da dê û bavekî dimirin. Qîza wan a deh salî û lawikê 15 salî bi birînên sivik ji mirinê xelas dibin.

Encamên ku ev bûyera derdixe holê ev in:
- Du zarok, bê dê û bav dimînin. Bi gotinek din bêxwedî dimînin.
- Dê çawa bi êşa bê dêûbavmayinê bijîn?
- Kî yê li wan xwedî derkeve?
- Ew dixwazin çi bikin yan jî dikanin çi bikin?
- Hebûna ku ji dêûbavê wan dimîne dê çawa bibe, û hwd?

Bi kurtasî; bi qezaya trafikî rewşa mewcûd, yanê statuko têguhertin. Rewşeke defakto derdikeve holê.

Di vê rewşa defakto da ji yekî zêtir encamên ku naveroka wan bi bûyerên potansiyel ve dagirtiye, di jiyana herdu zarokan da cîhê xwe digrin. Ji ber wan encaman(sedeman) her çi gavê biavêjin, dê xwe di nav bûyerên nû da bibînin. Roman li ser hal û ahwalê wisa û yên mîna vê têafirandin.

Ji derveyî hinek istisnayan, di her romanî da bûyerek esasî û li doraliya wê jî bûyerên din cîh digrin.

Hemî bûyer divê li ser pêwendiya ku di navbera sedem û encam da heye, bê hûnandin. Hemî bûyer bi hev ra girêdayîne, çê yan jî xirab li ser hev tesîr dikin. Hem hewceye û hem jî zarûriyeteke ku xwendevan di derheqê sedeman da bê agahdarkirin. Qet çênabe ku romannîviskar bûyeran li pê hev rêzbike, bêyî ku sedemên wan nîşanbide. Bûyerên bê sedem û encam tenê ji teqwîm û ansîklopediyan ra dibe.

Her bûyer, weke kevirên domînoyê divê kevira din bileqîne û biqulibîne. Bûyera ewlî kevira ewli ye. Bi ketina kevira ewlî, divê kevirên din jî li dû hev bikevin. Ger kevira ewlî, kevirên din neleqîne û nexîne erdê; tê wê maneyê ku romannivîskar di pêwendiya sedem û encaman da biserneketiye.

Roman ne tenê li ser çîrokek, li ser pirçîrokan tên avakirin. Her çîrok di nav xwe da xwedî nuxteyeke bilind e. Li gor termonolijiya edebeyatê ev nuxteya bilind, bi “klîmaks” tê navkirin.

Weke mînak mirov dikane îmamên mizgeftan nîşan bide. Di tarîxa nêzîk da li ser minareyên mizgeftan operlor tunebûn. Îmamên mizgeftan wexta ezanê ji nerdiwanên hêldikişiyan ser minareyan û li wê “nuxteya bilind” da ezana xwe dixwendin û dadiketin jêr. Hem çîroka novelê û hem jî çîrokên romanê bi avayî tê hûnandin. Li ser wê “nuxteya bilind” çîrok digîhîje “klîmaksa” xwe. Piştî klîmaksê êdî îmam ji ser minareyê dadikevê jêr. Avaşêlî zelal dibe, sedemûencamên bûyeran, kê, ji bo çi, çi kir, çi got û çawa kir, di şexsiyetên karekteran da çi guhertin çêbû yan jî çêdibe li ber xwendavanan tê eşkerekirin.

Ji bo romanan tenê bûyer ne bes e. Hewceye nakokî jî hebin. Bi saya nakokiyane ku; romannivîskar dikane çîroka xwe bi awayekî balkişandî û hunermendî ji me ra pêşkêş bike.

Bûyer divê dramatîk be. Dramatîk, xwendevanan bi çîrokê ve girêdide.

Vê qisma “bûyer”ê dixwazim bi dîtinek Elîzabeth George ve girêbidim.

-”Di romannivîsandinê da tenê qaîdeyek heye ku; tu qaîde tuneye.

Ez bi xwe tenê li pê qaîdeyeke dimeşim. Lewra ew qaîdeya min bi xwe afirandiye. Ez mîna hinek romannivîskaran bêhazirî dernakevim ser riyan û hêviya xwe li karekterên romanê girênadim ku dê ew karûbarên min biserbixînin.

Berî her tiştî, ez çîrokeke gor dilê xwe, cîyekê rast, rewşekê misaîd û temayek rast tespît dikim. Ev ji bo min dibe gava destpêkîn.”

Perspektîfa vebêjeriyê:
Romannivîskar divê berê her tiştî biryar bide dê bi çavê(perspektîf) kê çîroka xwe vebêje.

Bi mîsalekê ve em pirsa perspektîfê zelal bikin.

Em bibêjin; zarokek ji mektebê diçe mala xwe, gava ji ser riya seyaran derbasî aliyê din dibe, seyareyek li wî diqelibe.

Li gel şoforê seyarê, du hevrêwiyên din û du dikançiyên li ser rê jî, dibin şahidê vê bûyerê.

Gava bûyer diqewime her şahid ji nuxteyek cuda li bûyerê dinêre. A duduyan; gava bûyer diqewime her şahid di nav şertên cuda da ye û bi tiştekî cuda mijûl dibin. Ji ber vê yekê, her şahid; ji cîh û mercên cuda bi cuda derdikeve rê û di mêjiyê xwe da resmekê bûyerê çêdike. Îfadeyên wan, tarîfkirina wê resmê ye. Û bi îhtimala mezin her şahid, dê wê resmê bi awayê xwe tarîf bike. Ji vê yekê ra em dibêjin, perspektîf. Di romannivîsandinê da perspektîfên ku tên bikaranîn ev in:
1-Perspektîfa objektîf
2-Perspektîfa ku hertiştîzane
3-Pespektîfa şexsên romanê
a) Perspektîfa yek kesî(ez)
b)    -//-
         pir kesî (ew)
4-Perspektîfa observator

Perspektîfa objektîf:
Gava romannivîskar biryar dide ku bi perspektîfekî objektîfî berhema xwe biafirîne, tê wê maneyê ku ew dê bi çavê rojnamevaniyê binivisîne.  Ew ê xwe li derveyî mêjî û derûniya karekterên romanê bigire. Di vê perspektîfê da, xwendevan nikanin derûniya karekteran bibînin û bizanibin. Kêmasî û qusûr, heviyên wan çi ye, planên wan çi ye, nizanin. Fikir û hisiyatên karekterên romanê nagîhîje xwendevanan.

Ev perspektîfa bi aliyekî rê li ber xwendevanan digre û ji aliyê din jî rê li ber fantasî û xeyalên xwendevanan vedike.

Ger romannivîskar di vê perspektîfa xwe da biserketîbe, xwendevanên bikanibin karekterên romanê, bi hêvî, hisiyat û planên xwe dabigrin. Bi gotinek cuda, romannivîskar “nîvê” romanê dinivisîne û nîvê din jî ji aliyê xwendevanan tê nivîsandin.

Perspektîfa hertiştîzane:
Em bi hêsanî dikanin navê vê perspektifê bikin perspektîfa xwedê. Di vê perspektîfê da romannivîskar her tiştî dibîne, her tiştî zane û nas dike. Tiştê ku ji ber çavê wî/ê bireve tuneye.

Dilê wî, kêfa wî çawa bixwaze wisa dike. Ji mêjiyê karekterekî derdikeve û dikeve ê yekî din. Çi jin û çi mêr, di romanê da çi karekter hebe, ew dikane qalibê wan bigire û der û hundurê wan li ber çavê xwendevanan raxîne.

Ev karekî ne hêsane, biserketina vê perspektîfê girêdayiye nivîskare. Divê terzê wî yê edebî bi hêz be, karekterên berhema xwe, mijara wê, cîh, bûyer û kirinan pir xweş bizanibe.

Perspektîfa şexsên romanê:
Di vê perspektîfê da romannivîskar çîroka xwe bi çavê karekterên romanê vedibêje.
Karekterên romanê aktîf in. Hem beşdarî bûyeran dibin û hem jî çîrokê ji xwendevanan ra dibêjin.

Gava romannivîskar bi vê perspektîfê tevdide, hewceye ku sînorek daîne ber xwe. Di navbera wî û karekterên romanê da ferqiyet hene. Dîrok, tecrube û bîrûbaweriyên wan cuda ne. Helwest û hewldanên wan yên di nav bûyeran da, li ser dîrok, tecrube û bîrûbaweriyên wan têavakirin. Weke mirovên serbixwe tiştan dibînin, zanin, difikirin û hîs dikin.

Perspektîfa şexsê yekê:
Romannivîskar xwe di mêjiyê şexsê yekê da vedişire û ji wê derê çîroka xwe vedibêje.

Perspektîfa şexsê sisiyan:
Romannivîskar çîroka xwe bi çavê şexsê sisiyan vedibêje. Şexsê sêsiyan di hemî sehneyan da aktîf cîh negire jî divê li wê derê be ku bikanibe bûyeran û tiştên ku diqewimin bibîne. Ew hacetekî girîng e. Loma divê li her derî hazir û nazir be. Ew ne tenê vebêjer di eynî demê da di navbera romannivîskar û xwendevanan da wezîfeya pêrekê jî tîne cîh.

Perspektîfa obserwator:
Yê ku bi vê perspektîfê çîrokê ji me ra dibêje, tu car nakeve nav bûyeran. Ji derve li bûyeran temaşe dike û ji me ra vedibêje. Di qewimandina bûyeran da rolekê wî/ê tuneye. Bûyerên dê ber bi kîjan aliyê biçe, têkil nabe. Tiştên ku ew zane û ji me ra vedibêje, ya ji yekî/ê pêhesiyaye yan jî bi xwe şahid bûye.Weke mîsal em dikanin romanên Şerlok Holmes nîşan bidin. Hevalê Şerlok Dr. Watson bi vê perspektîfê tevdigere. Bi agahdariyên Şerlok û şahidbuyina xwe ji xwendevanan ra çîrokê vedibêje.

Dengê vebêjeriyê:
Em qala awayê bilêvkirina serpêhatiya romanê dikin. Qesta lerza(ton) deng dikin. Lerza ku gava vebêjerê romanê li sehneyê cîh digire û ji wê derê, serpêhatiya romanê ji me xwendevanan ra pêşkêş dike.

Ger romannivîskar bixwe ne vebêjer be, dengê vebêjer ne ê wî ye, Vebêjer mîna romannivîskar naaxife û nafikire.

Gava vebêjer ne romannivîskar be, lê cardin jî rabe mîna romannivîskar biaxife û bifikire, wê gavê em dikanin bibêjin, nivîskar di hunermendiya xwe da biserneketiye.

Baş e, gava dengê vebêjer ji romannivîskar dernaye, gelo ew dengê kê ye?

Ev denga ji şexsên ku romannivîskar afirandiye tê. Ger çîroka romanê bi perspektîfên pirşexisan ve hatiye vegotin, dê deng û lerza vebêjeriyê jî li gor şexisan biguhere.

Nivîskar karekterên romanê xwe di destpêkê da tespît bike û di derheqê wan da lêkolîn û analîzan çêdike. Ew kî ne, li ku hatine dinyayê, li ku mezin bûne, rewşa mal û malbata wan, têkiliyên di nav malê da, ehleq, bîrûbawerî, ol, dîtên û fikrên sîyasî, civakî û sosyal, ji çi hez dikin, ji çi hez nakin, cil û caw, cixarekişandin yan na, têkiliya wan û alkol, esrar, afyon, eroîn, kar û bar, erebe, kompitur, kitab xwendin, hevaltî û hwd.

Bi saya wan analîzan şexisên romanê û xusûsiyetên wan bi her aliyê ve derdikevin pêş. Ew dibin şexisên zindî, serbixwe û di romanê da jiyana xwe dijîn. Dengê wan, devokê wan, şiklê axiftin û îzahkirina wan ji hev cudaye. Yekî abûqat, yekî cotkar, mêrekî, jênekî, zarokekî mîna hev naaxifin, dengê wan mîna hev nîne. Hevokan bi awayê xwe avadikin û peyvên cuda bi cuda bikartînin.

Bi analîzkirina şexisên romanê, romannivîskar ji xwe ra bingehek mezbût avadike. Şexisên romanê êdî dikanin bixwe bifikirin, têkevin nav hewldanan û bi dengê xwe biaxifin. Weke her mirovê zindî, dengekê wan ê taybetî çêdibe. Û di vebêjeriya berhemê da jî wê dengê xwe bikartînin.

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.