Roman û wêne, helbest û bîrkarî (matematîk)

Berê, ango serê herî pêşî, kar, zanyarî û huner bi awayên biyan tev li hev dibûn. Berê, li gelek welatan, berber diranker jî bûn. Ango gava diranê mirovan diêşiyan, diçûn ba berberan, da ku çareyek ji êşa diranê wan re bihata didîtin. Helbet rastiyeke ravekirina vê yekê ya dîrokî heye, lê ew ne mijara me ye.

Berê, helbest û bîrkarî tev li hev dibûn. Malik û rêzên helbestan bi hejmar û pîvan bûn. Ji ber wê yekê, bêşik bû ku yekî/e helbestvan, bîrkarî jî zanîbû. Wilo dihat bawerkirin û hesibandin. Helbestvanan jî hêla xwe ya bîrkariyê xurt dikirin û ew kar jî dikirin. Nedibû ku gava hesab û pîvana tiştekî bihata pirsîn û yê helbestvan nizanîbûya. Ji ber wê yekê li gelek welatan, gava deverek, ya jî navbêra du deveran (wek nimûne navbêra du gundan, a du bajaran) bihata pîvan, ew kar didan ber yekî helbestvan. Hespek jî didanê û digotin de fermo ji me re bipîve. Wî jî dest pê dikir û bi hêz û zanyariya xwe ya helbestvanî û bîrkarî dipîva.

Hin kar û kirinên mirovan, hin şaxên huner ên weha dûrî hev, ji ber nezanî û bêderfetiyê, gelek caran bi wî awayî tev li hev bûne, hevkarî kirine, lê tu caran merevantiya wan a organîk çênebûye.

Di rastî û ravekirina edebî ya organîk û dîrokî de, helbest, roman, muzîk û çîrok merevên hev ên organîk in. Helbest herî kevn e. Ew merev û hevala muzîkê ya seranserê dîrokê ye. Hîna berî ku muzîka bi deng û gotin bikeve jiyana mirovan, helbest derketiye. Muzîk piştî wê derketiye û li ser wê ava bûye. Helbestê, ziman û gotin dane wê. Ev karê wan ê bi hev re, heta îro jî berdewam e, lê di hin deveran de ji hev cuda jî bûne û ber xwe firehtir kirine.

Niha jî, hin caran tê gotin ku merevantiya romanê û hunerê wêneyê bi hev re heye. Ev bawerî ne li ba me kurdan tenê heye, lê demên cuda li gelek welatan derketiye û rû daye. Hebe nebe ji ber ku roman, dîmenên hin cîhên mijara xwe bi reng, taybetî û amajên sirûştî dide naskirin û xuyakirin, ev bawerî derketiye û derdikeve. Lê zanista edebî, vê baweriyê xelet dibîne. Hemû huner, bes tenê ji ber ku huner in, merevantiyeke wan a hunerî heye. Roman û wêne jî bi wî awayî merevên hev in, lê merevantî û wekheviyeke wan a organîk, a elementer tune ye.

Wêne hunereke bêliv e û ji bo her demê xwediya tixûbên xwe yên wek hev e. Ew, zêdî tiştên ku xuya dike, nade mirov û ji mirov re nabêje. Ev hêla wêne, ne xeletî û kêmasiyeke wê ye, lê ew bes tenê xwediya van derfet û taybetiyan e.

Di romanê de, hin dîmenên diyar, ên taybet jî wilo ne, lê roman di tevaya hûnandina xwe de ji wilo firehtir e. Ew ji gelek dem, dîmen û bûyerên cuda pêk tê û dikare mirov bi xwe re bibe nav jiyana xwe, bigerine û bike ku mirov tiştên nehatine nivîsîn jî bibîne, dengan bibihîze û bêhnan bike.

Ev hemû, di romanê de lihevkirinek e, divê li hev bikin. Gava yekî romannivîs bikaribe hemû hêl û stûnên romana xwe li gora pêdiviyên hunerê hûnandina romanê pêk bîne û wê di hev derxe, ew harmoniyekê di nav stûn û fonksiyonên hêlên wê de ava dike. Wî çaxî ew, can û naverokeke rast dide romana xwe û derfeta ku xwendevan bikaribe pê re bijî û bikeve naj mijarê, jê re peyde dike û dide.

Ji ber ku harmonî ye tiştê can û hêzê dide romanê, ew herî bêtir mereva muzîkê ye. Bala xwe bidinê ku di muzîkê de divê dengên cuda li hev bikin, di hev derkevin û bi dorê û rêzê bin. Divê çi înstrumenta ku heye, di wextê xwe yê diyar de û bi qasî ku destûr jê re heye derkeve pêş û dengan derxe. Ev, harmonî ye. Bidin aqilan ku çi înstrumenta di orkestrayekê de heye, bêser û wext dengan derbixe, bê wê çi derkeve. Ew ê  ji bedêla muzîkê ve, bibe çingîn û xuşîna ku wê serêşê derxe.

Bêguman dîtina wan hêlên ku divê romanek pê bê avakirin, ne wek dîtin û bihîstina deng û înstrumantên muzîkê hêsan e, lê disa jî divê bê zanîn ku ewqasî girîng û pêwîst in. Ew elementên ku romanekê pêk tînin, kes, cîh, wext, bûyer û ziman in. Heger ev elementên romanekê di hev dernekevin, ango heger harmoniyeke hunerî bi hev re ava nekin, roman dibe wek orkêstra ku her înstrumenteke wê, dengekî bêser û wext derbixe.

Wekheviyeke din a elementer a romanê, helbestê û muzîkê, rîtm e. Di muzîkê û helbestê de, rîtm, di dengan û herka mijara wan de jî heye, lê herî bêtir di dengan de eşkere ye. Deng, li gora sîstemekê bilind dibin û dadikevin. Ew bi wî awayî ew bedewiya xwe ya hunerî derdixin pêş û xwe bêtir didin famkirin. Di romanê de rîtma herî eşkere, ne di dengan de ye, lê di herka vegotina mijarê de ye. Herka vegotina mijarê, li gora sîstema ku ji romanê re hatiye danîn, bilind dibe û dadikeve, germ û sist dibe. Û ev taybetî ye tiştê ku romenkê ji monotoniyê rizgar dike û can dide wê.

Taybetiyeke din a ku romanê û hunerê wêneyê ji hev cuda dike heye. Ew jî hewldana xwestina fêmkirindana mijarê ye. Her çi wêne ye, ew xwediyê awayekî avabûna xwe ya spehî, ya jî balkêş e. Ew bi spehîbûn û balkêşiya xwe, mijar û mebesta xwe dide nîşandan. Tê famkirin ya jî nayê famkirin, ew karê temaşevanan e. Ji bo ku temaşevan bikaribin mijar û mebestê fam bikin, berpirsyariyeke wê ya peydekirina rê û derfetên hêsankirinê tune ye û dernaxê ber wan. Ji alîkariya famkirindanê bêtir, ew gelek caran dikeve nav hewldana veşartina mebestê. Ev yek di hin ekolan de eşkeretir e.

Lê di romanê de, famkirindana mijar û mebestê, armanc e. Ji bo ku roman bikaribe xwe bide famkirin, li rê û defetên xwe famkirindanê digere, peyde dike û dide xwendevanan. Ew ji bo vê armancê hewl dide û zimanekî xweş û hêsan hildibijêre, bi ravekirinê dikeve nav xwestina xwe famkirindanê û eşkerekirinê. Romana surrealîst hinekî guhertiye, lê ew, vê taybetiya romanê kêm nake.

NOT: Tê gotin ku gotina muzîk û muze, ji yek gotinê tên û ketine zimanan. Ew bi esil yûnanî ne, ji gotina musa tên. Musa, navê neh keçên Zeus û Mnemosyne yê hevbeş yê payedariya wan a xwedayî ye. Ew, Kallîope, Erato, Polyhymnîa, Clîo, Euterpîa, Thalîa, Melpomene, Therpsîchore û Uranîa ne.

sileman.demir@hotmail.com

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.