Şahê perîyan Newas û çîrokên Girnewas

Nivîskarên kurd birêz Hasan Kaya ji hêla şîrovekirin, gotar nivîsîn û wergerê de gelek jîr e. gelek gotar û nivîsên wî yên şîroveyî, pexşan û çîrokên wî yên edebî di kovar û rojnameyên kurdî de derketin. Wî demeke serokiya Enstîtuya Kurdî ya l Stenbolê kir. Gelek pirtûkên wî yên wergerê hene. Wî antolojiya çîrokên kurdî bi tirkî amade kir û çîrokên gelek nivîskarên kurd wergerand tirkî û di pirtûka antolojiya çîrokên kurdî de weşand. Ji bo danasîna edebiyata kurdî bi xwendevanên tirkîaxif wî gelek kar û xebatên hêja kiriye.

Nivîskarê kurd birêz Hasan Kaya digel nivîsên curbecur, kurteçîrok jî nivîsî û pirtûka xwe ya kurteçîrokan bi sernavê ”Girnewas” weşand. Heta ku min pirtûkê nexwend, navê wê ji min re ecêb hat û ez nizanibûm bê girnewas çîye û herweha ez nizanibûm ku ”Newas” navê şahê perîyan e.

Pirtûka kurteçîrokên Hasan Kaya ”Girnewas” 140 – sed û çil – rûpel e û di nav weşanên ”Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê” de derketiye. Di berga pêşîn a pirtûkê de wêneya jinek kul i ber têlan sekiniye û gelek melûl e, heye. Di pirtûkê de 17 – hivdeh – kurteçîrok hene.

Ez ê di vê nivîsa xwe de şîroveya hemû kurteçîrokan nekim. Ez ê behsa naveroka du kurteçîrokan bikim. Naveroka panzdeh kurteçîrokan jî li benda xwendina xwendevanên kurd dimîne. Bila xwendevanên kurd pirtûkê bi tevahî bixwînin û ji naveroka hemû kurteçîrokan hayidar bin.

Li Kurdistanê gelek cihên, ziyaretgehên pîroz hene ku xelk diçine serdana wir û li wir fatîha dixwînin, dua dikin, qûrban şerjêdikin, ji bo pêkanîna miradê xwe daxwaz dikin. Di kurteçîroka di pirtûkê de ye diyar dibe ku ”Girnewas” ciheke pîroz e. Navê cih di esasê xwe de ”Girê Newas” e. Lê, xelkê ”ê” avêtine û nav kirine Girnewas.

Newas navê şahê cin û perîyan e. Cihê wî li ser gireke û ew cih di nav gel de bûye ciheke pîroz. Kesên nexweş dibine wir û li wir dua dikin ku nexweş xweş bibe. Kesên bêmirad diçine wir û ji bo miradê wan pêk were dua dikin. Behiya jî yek ji wan jinane ku bi pîroziya cihê Girnewas bawer dike. Kurekî Behiya ê kêmeqil heye. Dînîtîya kurik tê zanîn. Behiya ji mêrê xwe daxwaz dike ku ew kurê xwe bibine ser ziyareta Girnewas. Behiya bawer dike ku cinan li kurik xistiye û loma kurik kêmeqil û dîn bûye. Ew bawer dike ku, heger biçine serdana Girnewas dê Xwedê/a dermanekî bide ji derdê wan re.

Navê mêrê Behiya Hemedo ye. Hemedo wek Behiya bi bawer nîn e. Ew bawer nake ku yên nexweş biçine Girnewas û rehet dibin. Lewre jî wî digot ” Ke kîjan nexweş çûye li Girnewas rehet bûye.”

Behiya bi bawere û wê careke xistiye heşê xwe. Divê ew kurik bibe serdana Girnewas. Behiya ji bêbaweriya mere xwe aciz e. Ew ji mere xwe hers dibe û dibêje : “Tu jî wekî telebeyan bêbawerî.” Ji bo ku Behiya biçe ziyareta Girnewas, dive mihek yan bizinek bikire û here li wir şerjêbike ku daxwaza wê bê qebûl kirin. Yanî nabe ku Behiya destvala here wir. Mêrê wê pere nade pê û dibêje “bazina xwe hûr bike, bifroşe û here bizin bikire û bibe Girnewas.”

Behiya bazineke xwe difroşe û bi birayê xwe re diçe ziyaretgeha Girnewas. Behiya, birayê wê û kurê wê diçine wir. Çi bibînin!… Çavên Behiya çû nav sere wê. Ew ma ecêbmayî. Laşê wê cemidî. Darên li ser gir – ku ew der ziyaretgeh bû – hatibûn birîn. Gir hatibûn kolandin û bûbû weke çaleke.

Ev cihê pîroz, cihê bi tilsim û efsûnî niha bûbû çalek. Darên pîroz ku bi terîşên rengîn dihatin xemlandin nemabûn. Behiya û birayê wê bizin şerjêkirin û ew şev li wir man. Birayê Behiya û kurê wê ji xwe re razan, lê Behiya raneza û ma li benda cin û perîyên dilovan.

Kurteçîroka bi sernavê “evîna di dilan de mayî” jî li ser evînên şkestî, êş û birîna evîna platonic û herweha evînên evîndarên bemired ku miradên wan naçine serî û evîna wan di dilê wan de dimîne.

Dema mirov dibe evîndar mirov digehure. Di mirov de guhertineke berbiçav pêk tê. Lehengê çîrokê Remo yekî kêyfxweş û bi ken e. Dema ew bû evîndar, herwekî ku ew Remo çûbû û yekî din hatibû şûna wî. Dilê Remo katibû Eyşê. Evîn êşa dil e. Yên evîndar êş dikşînin. Tu êşek wek êşa evînê zor nîn e. Remo pir difikirî ku ew çawa êşa dilê xwe ji evîndara xwe Eyşê re rave bike. Evîn di dilê Remo de bûbû kul û birîn. Ev birîn divê were kewandin.

Remo û Eyşê, herdu jî karkerên pembû bûn, ew di nav erdê pembû de dixebitiyan. Karkerên pembû heta êvarê li ser zeviyan, di nav erd de diman û êvarê li terektorê siwar dibûn û ji nav erd dihatin. Li malê diya Eyşê ji newiyê xwe re çîroka Mîrze Mihemed digot û Eyşê jî gohdariya çîrokê dikir. Eyşê di xeyalên xwe de xwe dixist şûna evîndara Mîrze Mihemed.

Remo dixwest ku evîna xwe ji Eyşê re bibêje, lê dema diçû cem Eyşê çokên wî dişke, dest û lingên wî diricifin, dilê wî dike kute kut û nikare pê re biaxife. Rojeke Remo serê sibê zû radibe û tê ber terektorê ku biçe nav erdê pembû. Lê, dinêre kul i ber terektorê kes tune. Yekî ku navî Xelîl e, tê jê re dibêje : ”Talebe – şoreşger – hatine û nahêlin ku karker biçin nav erdê pembû. Ew dibêjin heta heqê daneheva kîkoyek pembû nebe banqonotek neçine kar.”

Piştî çend rojan xwedîyên pembûyan daxwaza karkeran qebûl dikin. Remo biryara xwe a qethî dide ku vêca dilê xwe ji Eyşê re veke, evîna xwe jê re rave bike. Remo, Eyşê û kedkar li terektorê siwar dibin ku biçine nav erdê pembû. Romorka terektorê tijî mirov bû. Di rê de qeza trafîkê pêk tê û karker dikevin nav qanala avê û pirên wan dimrin. Remo û evîndara xwe jî dimrin. Û evîna wan dikeve bin qenala avê.

Kurteçîrokên nivîskarê kurd Hasan Kaya çîrokên realîst yên civakî ne. Hunandina çîrokan li ser bûyerên rasteqîn yên civakî û jiyana rojane a civakê hatine pêkanîn. Nivîskar bi nivîsîna çîrokên civakî weke vakanûserekî bûye şahidê bûyerên welatê xwe û pêkanînên dema xwe.

Weke ku nivîskar bi xwe jî bi çend gotinên ku di berga paşî a pirtûkê de rêz kiriye; ”ev çîrok hinek not in ji bo nivîskarên pêşerojê re.” Bûyerên ku di salên ku ji bo kurdan salên herî zor û zahmet bûn, di wan salên reş û tarî de, di wan rojên agir dibariya de hatibûn qewmandin, hem bala nivîskar kişandiye û hem jî dê bala nivîskarên pêşerojê bikşîne.

Ma kî dizane, belkî nivîskarên pêşerojê bûyerên van salên zahmet ji bo nivîsîna romanên xwe bikin bingeh û romanên xwe li ser temaya van bûyeran biafrînin.

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.