Sê daxuyanî û heqaretek

Di derbarê çareseriya pirsa kurd û hewldanên hukumeta Akpartiyê de welatparêz, şoreşger û sosyalîstên kurd sê daxuyaniyên cuda belav kirin û di derbarê pêvajoyê de dîtin û ramanên xwe pêşkêşê raya kurd û raya cîhanê kirin.

Daxuyanî anjî banga yekem ji alî 8 , ya duyem ji alî 92 û ya sêyem ji alî 119 sexsiyetên kurd yên welatparêz ve hatibû îmzekirin.. Xwezî wan ne sê daxuyaniyên cuda, bi hevre yek daxuyaniyek derbixistana. Diyare ku tenggrubî ji bo daxuyaniyeke hevbeş jî dibe asteng û lewre jî ew bi sê meyanên cuda derdikevin pêşberê rayagiştî ya gelê kurd û rayagiştî ya cîhanê.

Di beyana yekem a 8 sexsiyetên kurd de (yên ku vê beyanê îmze kirine ji tradisyona Kuk, Rizgarî, Ala Rizgarî û Riya Azadî tên) diyar dikin ku ” neteweya me di pêvajoyeke girîng re derbas dibe û li ser neteweya me lîstikên girîng tên lîstin.” Û herweha dibêjin ”kareseta peymana Lozanê dubare dibe” û li dijê parêzvanên ku siyaseteke Tirkiyeyî diparêzin dengê xwe bilind dikin.

Di daxuyaniya duyem de (bi piranî ji tradisyona DDKD-ê tên) dibêjin ku; ew ” …normên gerdûnî yên hiqûqî û nirxên hevbeş yên civata navneteweyî refernas digrin. Pêvajoya YEyê û demokratîkbûna Tirkiyeyê girîng dibînin.” Di vê beyanê de tê ravekirin ku; ” Di vê pêvajoyê de vebûna kurd çiye ya jî dixwazin çi bên kirin, konkret nehatiye diyarkirin.” Ev beyan pirsa kurd di çerçeweya mafê çarenûsî de diparêze. ” Pirsa kurd pirseka wekheviyamaf e û li ser pêşeroja xwe biryara tayinkirina mafê çarenûsî ye.” Di dawiya daxuyaniyê de jî dibêjin : ” Eger di pêvajoyê de wekhevîmaf bê hedefkirin û ew gav bi gav bi baweriyê bê xemilandin û normên navneteweyî nexin Tirkiyeyeyî  wê gavê mirov dikare bi hêvî li pêşerojê binêre.”

Daxuyaniya sêyem daxuyaniyeke berfirehe û ji alî sexsiyetên kurd yên ku ji tradisyonên temamê partî û rêxistinên kurdan tên ve hatiye îmzekirin. Ji tradisyona Kîp – DDKD, Îzmîr DDKD, Rizgarî, Ala Rizgarî, Kdp, Kuk, Kuk – Se, Kawa, Kkp, Tsk,Pysk, Yekbûn, Têkoşîn, Riya Azadî, û Mesop sexsiyetên kurd yên kurdperwer, şoreşger û sosyalîst bi îmzeyên xwe vê daxuyaniyê ji raya giştî re belav kirine.

Di vê daxuyaniyê de jî dibêjin ku; ” Bêyî ku qet proje yan pêşniyareke çareserîyê bête pêşkêşkirin, xaleke bi navê “Vebûna Kurd” xistin rojevê û ba û bahoz li dora wê hat rakirin.”Hewayeke ku herwekê pirsa kurd tê çareserkirin hate dayin lê ev hewa pûç û vala derket. Fermandariya artêşa tirk bi beyaneke eşkere kir ku tu heq, meq nayê dayin û dê herwek berê polîtîka înkar û îmhayê bê domandin.

Di beyanê de bal tê kişandin ku; li gor siyaseta dewleta tirk a niha ”…. yek bi yek Kurd hene, lê netewa Kurd, Kurdistan tuneye. Heke meriv bibêje, erê Kurd hene, lêbelê netewa Kurd, Kurdistan tuneye, ev dibe sextekarî. Referansa hebûna yek bi yek Kurdan Kurdistan e. Gelê Kurd, gelê otokton ê welatê xwe ye. Di van şertan de welatparêzî ew e ku meriv rastîya netew-welat bide pêş û li dijî çareserîyên sexte raweste.”

Hevokeke daxuyaniyê jî di derbarê dîtinên Tirkiyebûn û tirkofonan de ye. Gelek kesên kokkurd ku Xwedêgiravî rewşenbîrin, nivîskarin, siyasetmedarin di Tv û rojnameyan de dîtinên Tirkiyebuyinê diparêzin. Di daxuyaniyê de ji bo wan weha tê gotin . ” Hinek rêxistin û xwendayên Kurd ku xwe wek rewşenbîr didin xuyakirin jî pişta vê sîyasetê digirin; ji bo rasyonalkirina sîyasetên ku bêstatubûn û teslîmîyetê ferz dikin di nav hewldanan de ne; şikandina nîrê kolonyalîzmê û serxwebûnê wek bi zirar û ne mumkin didin xuyakirin; ev yek jî bi îbret tê şopandin.” Ev hevok bû sedema êriş û heqaretên M. Ciwan. Weke ku ev daxuyanî li hemberê M. Ciwan bê belavkirin ew bi tundî li dij derket û li ser navê rexneyê heqaret li sexsiyetên îmzevan kir.

Di daxuyaniyê de dîtin û ramanên ku tê rexnekirin dîtin û ramanên gelek kes û rêxistinanin. Altan Tan, Umîd Firat, Mehmet Metîner, Aysel Tugluk, S. Demîrtaş û gelekên din heroj di Tv û rojnameyan de dîtinên weha pêşkêş dikin. Beriya ku nivîsa M. Ciwan derkeve dîtinên Tirkîyebûyinê, bêstatuyiyê diparêzin û ” şikandina nîrê kolonyalîzmê û serxwebûnê wek bi zirar û ne mumkin didin xuyakirin” Yanî mucîdê vî karî M. Ciwan nîne û  heta dor were wî dibe êvar.

Min bi xwe vê daxuyaniya sêyem îmze kir. Dema min vê beyanê îmze kir M. Ciwan qet di bîra min de nebû. Ew dîtinên ku di vê beyanê de tê rexnekirin netenê dîtinên M. Ciwan in, di parêztina van dîtinan de ew di rêza dawî de ye. Nexwe ku M. Ciwan van dîtinên di daxuyaniyê de tê rexnekirin diparêze, bila wî jî li dîtinên ku di beyanê de tê zimên rexne bigirtana, neku li sexsiyetên îmzekiran heqaret bikira. M. Ciwan li hemû kesên ku beyana sêyem îmze kirine heqaret dike. Lewre jî divê ev 119 kurd li hemberê heqareta wî derkevin, bêdeng nemînin. Belê, Murad Ciwan heqaret li 119 sexsiyetên kurd yên siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr û hwd, yên ku bangê îmze kiribûn heqaret dike. Ew bi wan tinazê xwe dike, wan biçûk dibîne.

M. Ciwan Ji bo wan kesan weha dibêje :” ….pirraniya wan ji analfabetên xwenezan, hin alfabetîzebûyiyên asosyal û mejiyên bermayiyên şerê sar, hin sermiyanxawariyên ku kî bûk be ew berbûrî ne, hin cemaetên dost û ehbab û yar, hin pîjkir û tûjkirên xirabkar û mixabin hin ronakbîrên ku meriv digot qey xwedan aqlê selîm ê ji xirs û hissiyetê bêpar in.”

Ew kesên ku bangê îmze kirine kêmê Murad Ciwan nînin. Di nav wan de yên ku bi qasê M. Ciwan nivîskarin, lêkolînvanin, zimanzanin, siyasetmedarin, xwedî kovar û malperanin, avukatin, doktorin, mihendisin, sekreterin, jîr in, zanane û kêrê hertiştî tên hene. M. Ciwan hertim di polemîkên xwe de rexne û xeqaretê tevlihev dike û li ser navê rexneyê heqaret dike. Nivîsên wî yên polemîkê ku di kovara Jîna Nû, Pêşeng, Nûdem û hwd, de derketine li holê ne û wî di wan nivîsên xwe yên polemîkî de heqaret li yên hemberê xwe kiriye. Wî rexne û heqaretê tevlihev kiriye û bi uslubeke xirab êriş kiriye. Li dîtineke rexnegirtin tişteke û heqaret, tasnîfa kesayetîyê, sîfat –navlêdayin û tinazî tişteke dine. Berê ku M. Ciwan rexne li kesên din bigre bila pêşî li xwe bigre. Hesabê sî salên siyaseta xwe ya bêîstîqrar û têkçûyî bide.  Bila ji bo dema çûyî ji gelê kurd doza lêborînê bixwaze û hêj ji bo pêşerojê bi “xeyalên” kurdperweran henekê xwe bike.

Hinek rewşenbîr zilamên herdemî ne. Ew herdem dibine dûvika tişteke. Doh M. Ciwan di Roj Tv-ê de bejna xwe nîşan da, îro di Tv 6-ê de, sibê kî dizane likur bejna xwe nîşan bide. M. Ciwan û kesên wek wî yên bêîstîqrar û di siyasetê de têkçûyî nikarin ji doza netewa kurd re çareserî bibînin. Ew di siyasetê de têk çûn, bêbawer bûn û niha dixwazin bi baweriya welatparêzên kurd re bilîzin.

Divê 119 siyasetmedar, nivîskar, lêkolînvan, rewşenbîr û hemû kurdperwerên ku îmzeya wan di binê bangê de heye, bersîveke mişterek bidine M. Ciwan û ji bo heqaretên wî rexne lê bigrin.

Têbinî – Min car caran di kuncika binnavê ”Nivîskarên Mêvan” de di malpera Netkurdê de nivîs/gotar diweşand. Li ser vê heqareta M. Ciwan êdî ez di Netkurdê de nivîs/gotar naweşînim.

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.