Devrimci Doğu Kültür Ocakları (DDKO) -1-

DEVRİMCİ DOĞU KÜLTÜR OCAKLARI (DDKO)
(Komeleyên Çanda Şoreşgerî yên Rojhilatê)

Piştî cûntaya leşkerî ya 27ê gulana 1960î efûyeke giştî hate derxistin. Ji derveyî girtiyên siyasî yên kurdan ku bi navê 49an dihatin nas kirin, girtîgehên Tirkiyeyê hatin vala kirin; girtîgeh li ser hesabên girtiyên siyasî yên rewşenbîr, xwendekar û welatparêzên kurdan man. Piştî vê efûyê bi demekê, rewşenbîr û welatparêzên kurdan jî ji zîndanê derketin.

Qanûna bingehîn ya 1961ê nisbî be jî di warê azadiya ramanî de, bînfirehiyeke berbiçav anî holê; ji bona tevgera çep ya Tirkiyeyê û xebat û tevgera neteweyî ya rewşenbîr û welatparêzên kurdan rewşeke nû çêkir. Li Tirkiyeyê gelek komele, sendîqa û rêxistinên nû hatin ava kirin.

Di wê demê de, gelek xwendekarên Kurd li metrepolê di zanîngehan de dixwandin. Piştî berdana girtiyên siyasî yên kurdan, rewşenbîr, xwendekar û welatparêzên kurdan hem bi dizî û hem jî eşkere xebat û têkoşîna xwe ya neteweyî û şoreşgerî geş kirin. Pênc welatparêzên kurd, di sala 1965an de, bi awakî îlegal Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkiyeyê (PDKT) damezrandin. Piştî damezrandina vê partiyê, di sala 1967an de jî çend xwendekarên Kurd dîsa bi awakî dizî û îlegal Koma Azadiya Kurdistanê (KAK) damezrandin. Damezrandina PDKT bû destpêkeke nû ya ku welatparêz û rewşenbîrên kurdan bi nasnemaya xwe ya neteweyî rêxistinên xwe yên siyasî û serbixwe ava bikin. Lê PDKT di giranêyê de ji rewşenbîrên ji mederseyên olî û gundiyên welatparêz pêk hatibû. Gelek rewşenbîr, xwendekarên şoreşger û çep di nav vê rêxistinê de cih negirtibûn. Piraniya rewşenbîr û xwendekarên kurdan yên çep û welatparêz di nav Partiya Karker ya Tirkiyeyê (TİP) û Federasyona Qulûbên Ramanê (FKF) de dixebitîn. FKF pişt re bû Federasyona Ciwanên fioreşger (DEV-GENÇ).

Rewşenbîr û xwendekarên kurdan, di nav komele û rêxistinên çepê Tirkiyeyê de jî nasname û pirsa kurdî roj bi roj bêtir dixistin rojeva gotûbêjan. Ne bi awakî programkirî û sîstematîk be jî ew di nav van komele û rêxistinan de ber bi grûbiyê ve diçûn. Di nav xwendekar û rewşenbîrên kurdan de jî, bîr û baweriya avakirina komele û rêxistinên serbixwe bêtir belav dibû. Di warê lênerîna li ser nasneme û pirsa kurdî de, her ku diçû xeta di nav welatparêz û şoreşgerên kurd û tirkan de qalindtir dibû.

Piştî demekê, hinek rewşenbîr û xwendekarên kurd yên ku di nav rêxistin û komeleyên çep yên tirkan de dixebitîn jî gihîştin wê baweriyê ku êdî bi xebata di nav rêxistin û komeleyên çepên tirkan de, wê pirsa kurdî zêdetir pêş ve naçe û loma jî divê ew komele û rêxistinên xwe yên serbixwe ava bikin. Ji bo vê armancê jî rewşenbîr, xwendekar û welatparêzên kurdan dest bi hevdîtin û civînan kirin. Di 5ê gulana 1969an de li salona Komeleya Xwendekarên Akademiya Îktisad û Tîcaretê ya Ankarayê 21 xwendekar û rewşenbîrên kurdan dicivin û ji bona avakirina komeleyek xwendekarên kurd dest bi gotûbêjan dikin. Piştî vê civînê, bi vê armancê çend civînên din jî çêdibin (1).

Di derheqê wê demê û damezrandina DDKOyê de, Ümit Fırat weha dinivîse:
“Piştî damezrandina Cumhuriyetê, kurdan bi nasnameya xwe ya neteweyî di tu rêxistineke siyasî û kulturî yê eşekere de nikarîbûn xebat û çalakiyekê nîşan bidin. Teva ku Qanûna bingehîn ya 1961ê di warê bikaranîna vê nasnameyê tu serbestî neanîbû jî di pratîkê de, salên 1960î bûn salên hejandina van tatbîqatan. Bi damezrandin û hûnandina rêxistinî ya “Türkiye İşçi Partisi” (TİP) gelek rewşenbîrên kurd û siyasetvanên herêmî bi aktîfî ketin nav vê xebatê û dest bi têkoşîneke siyasî kirin. Gelek xwendekarên kurd yên universîteyî hem di nav şaxên rêxistina TİPê de, hem jî di serî de Federasyona Qulûbên Ramanê (FKF) di nav komeleyên ciwanan yên pêşverû û cûrbecûr de cih girtin. Lê van kesan, teva ku di qanûnê de piştek jê re tunebû jî, di pratîkê de û bi taybetî di nav TİPê de bi nasnameya xwe ya neteweyî xebatên xwe dimeşandin. Bê ku ew di nav xwe de xwediyê platformeke siyasî ya alternatîf bin jî, ew ber bi gurûbiyeke jiberxweyî ve diçûn. Ji ber hinek zirarê qanûnî, di dewsa ku ji wan re bibêjin ´gurûba kurdan`, digotin ´grûba Rojhilatiyan`. Ev grûb, ji bo kurdan bûbû navendeke girîng û qada tevgerê”.

Ümit Fırat, dû re li ser Kemalîzmê, tesîra wê ya li ser çepê tirkan, gotûbêjên siyasî û îdeolojîk yên bi awakî giştî di nav çepê tirkan û bi taybetî di nav TİPê de, helwestên wan yên li ser şîrove û ravekirina serîhildanên kurdan radiweste û weha didomîne:
“Bê guman li hemberî tevgerên çep yên ku xwediyê adet û bîr û baweriyên weha, kurdan jî bê ku bi derengî kevin fêm kirin ku bi vê bîr û baweriyê pirsên wan nayên rave kirin. Bi awakî giştî kurdan û bi taybetî `kurdên 1968îyan` hîs kirin ku pirsên wan di nav rêxistên ku hene de bi qasî ku pêwîst e, nayên gotûbêj kirin û nagihêjin civatê. Ew ji vê rewşê aciz û nerehet dibûn. Ji aliyekî alîgirên Şoreşa Sosyalîst (SD), ji aliyê din jî alîgirên Şoreşa Neteweyî û Demokratîk (MDD) dest bi gotûbêjên sratatejîk kirin. Lê di van gotûbêjan de, wan li ser kurdan û pirsgirêkên wan tu projeyên berbiçav pêşve nedixistin.

Şoreşgerên Sosyalîst, ev pirsa pirseke îqtidarê didîtin. Çareserkirina wê jî davêtin ber deriyê çîna karker. Li gor wan, eger ji bo Rojhilatê Anadoluyê bikaribe programeke têr ya aborî bête meşandin, pêşiya qanûna pêşketina newekheviyê bête birîn, weke hemû pirsên ku hene, wê ev pirs jî bi çareserkirina aborî bête çareser kirin. Mesele bi meşandina siyaseteke dadî û wekhevî ve girêdayî ye.

Li gor Şoreşgerên Neteweyî û Demokratîk jî, eger Komara Tirkiyeyê ji bargehên biyanî yên NATOyê, ji sermayeyê biyaniyan, ji axa û şêxan bête paqij kirin, wê pirsgirêk jî bêne çareser kirin…

Li hemberî bîr û baweriyên ku kês û firsend nedidan îfadekirin û gotûbêjên hemû tiştan û geşkirina hêviyên xweş, ciwanên kurdan teva ku ne xwediyê teoriyeke pêşde bûn jî bi teorî û tecrûbeyên xwe yên ku hebûn têgihiştin ku pêwîstî bi avakirina rêxistiniyeke serbixwe heye. Bi vî awayî, wan dest bi damezrandina DDKO yên ku di dîrokê de xwediyê cîhekî girîng in, kirin” (2).

Li gor agahdariyên ku İbrahim Güçlü dide, piştî rewşenbîr û xwendekarên kurdan yên ku di nav TİPê û komeleyên şoreşger yên tirkan de kar dikirin, li Ankara û Stenbolê gihîştin wê baweriyê ku pêwîstiya rêxistineke serbixwe û eşkere ya kurdî heye, ji niha şûn de bi çep û şoreşgerên tirkan re xebata rêxistinî ya hevbeş wê pirsa kurdî zêde pêşde nexîne; dest bi xebatên damezrandina DDKOyê kirin. Di damezrandina DDKOyê de, rewşenbîr û xwendekarên çep û şoreşger pêşengî dikirin. Piştre, ew rewşenbîr û xwendakarên kurdparêz yên ku di tu rêxistinên tirkan de cih negirtibûn jî beşdarî nav vê xebatê bûn. Ew kurdparêzên serbixwe yên ku di damezrandina DDKOyê de cih girtibûn, zêdetir ji derdora Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkiyeyê (PDKT) û Koma Azadiya Kurdistanê (KAK) dihatin.

Ji bona damezrandina DDKOyê, pêşî li Ankara û Stenbolê komîteyên danûstendinê hatin ava kirin. Komîteyan bi hemû kesên ku dixwestin rêxistineke kurdî bête ava kirin re, peywendî danîn. Ji bona damezrandina DDKOyê damezrîner hatin tespît kirin. Ew kesên ku weke damezrîner hatibûn tespît kirin, li Ankara û Stenbolê di paralelî hevdu de xebat û haziriyên xwe dimeşandin. Ji bona destûra van komeleyan û çarçeweyeke programê bête tespît kirin, komeke taybetî ku piraniya wê ji kesên damezrîner pêk dihat, hate hilbijartin. Vê grûbê, bi hinek kesên çep û şoreşger yên ku bi pirsa kurdî re ji nêzîk ve eleqeder dibûn jî dan û stendin çê kirin. Di encama vê xebatê de, destûra DDKOyê û di çarçeweya programekê de, nivîseke li derdora 40- 50 rûpelan hate amade kirin. Di vê nivîsê de, li ser dîroka neteweyê Kurd, rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn û Dinyê, rewşa civata Kurd ya wê demê, daxwaza gelê Kurd, sedemên damezrandina DDKOyê hatibû rawestandin (3).

Di damezrandina DDKO ya Ankarayê de roleke taybetî ya havalên KAKê çêbûye. Ji bo avakirina komeleyeke xwendekarên kurd însiyatîfek hevbeş hatiye çêkirin. Di nav vê însiyatîfê de hevalên KAKê jî bi aktîfî xebitîne. Ev însiyatîfa hevbeş bingehê xebata avakirina DDKO ya Ankarayê hûnandiye. Ger ew însiyatîfa hevbeş nehatiba çêkirin, dikarîbû DDKO ya Ankarayê nehatiba ava kirin; ya jî têketa bin nîrê hinek kurdên ku di nav  TİPê de dixebitîn. Ji xwe, TİPê dixwest ku xwendekarên kurdan di binê însiyatîfa wê de bimîne (4).

I- DAMEZRANDINA DDKOyê

DDKO ya Ankarayê:
DDKO ya pêşî li Ankarayê hate damezrandin. Destûra DDKO ya Ankarayê di nîvê meha gulana 1969an de hate amade kirin. Di serokatiya Yümnü Budak de daxwaznameya vekirina vê komeleyê bi awakî resmî hate kirin. Li gorî qanûna komeleyan, ev destûr di 24ê gulana 1969an de di rojnameya “Medeniyet”ê ya Ankarayê de hate weşandin. Bi vî awayî DDKO ya Ankarê bi awakî fermî hate damezrandin.

Serokê DDKOya Ankarayê Yümnü Budak bû. Hinek birêvebir û endamên komeleyê jî Deham Keleş, İbrahim Güçlü, Hikmet Buluttekin, Kemal Cengiz, Ahmet Kotan, Şerif Felekoğlu, Nusret Kiliçaslan, Abdullah Soysal, Ali Beyköylü, Salih Sitki, Mustefa Karacadağ, Nazmi Onur, Halit Çetinyalap, Mümtaz Kotan, Mehmet Demir, Halil Dündar, Nuri Bingöl, İsa geçit, Mehmet Sait Aktaş, İrfan Özen, Bedri Demir û Faruk Aras bûn.

Li gor agahdariyên Mumtaz Kotan dide; di dema damezrandina DDKOyan de komîteyek bi dîzî hatibû ava kirin. Ev komîte di birêvebiriya Mumtaz Kotan ji Mumtaz Kotan, Necmettin Buyukkaya, Halit Çetin Yalap, Yumnu Budak û Umît Firat ve pêk hatibû. Di warê danûstendin, xebata rêxistiniya giştî, pirsên aborî, rahgîhandin, weşan û pêwendiyên ji derve de, di nav komîteye de wezîfe hatiye dabeş kirin. Komîteyê ji bo pêşketina DDKOyan taybetiyek girîng daye pêwendiyên bi Diyarbekirê…

DDKO bi qasî 24 damêzrêneran ve hatiye ava kirin. Damezrîner ji gelek wîlayetên Kurdistanê dihatin û balansa di nav nerînên cihê xweşik pêk hatibû. Bi vî awayî DDKO rêxistineke Kurdistanî bû. Weke prensîb endam divyabû Kurd û Kurdistanî bûna. Damezrandin bi levkirineke neteweyî pêk hatibû. Teva ku giranî ji kesên çepgir pêk hatibû jî, bi kesên din re zemînek hevbeş hatibû avakirin (5).

DDKO ya Stenbolê:
Piştî damezrandina DDKO ya Ankarayê bi demeke kurt, daxwaznameya vekirina DDKO ya Stenbolê hate kirin. Destûra DDKO ya Stenbolê di dawiya gulana 1969an de, di kovara “Türk Solu” de hate weşandin û bi awakî resmî dest bi xebata xwe kir. Serokê DDKO ya Stenbolê Necmettin Büyükkaya bû. Serokê peryoda dudan, Hîkmet Bozcalî û yê peryoda sisiya jî Mehmet Tuysuz bû.

Hinek berpirsiyar û endamên wê jî Hikmet Bozçalı, Ali Haydar Emre, Mehmet Can, Leyla Ejder, Mehmet Tüysüz, Sabri Ünlü, İbrahim Önen, Fevzi Yardımcı, Ömer Bakal, Mahmut Kılıç, Ali Buran, Aydın Yümlü, M.Ali Aslan, Aziz Yılmaz, Sait Bozgan, İbrahim Yüksekkaya, Kadir Akgüneş, Mustafa Doğan Özbay, Fazlı Can, Ahmet Zeki Okçuoğlu, Salih Kaynak, Mehmet Balamir, Sait Pektaş, Agah Uyanık, Şakir Elçi, Ali Yılmaz Balkaç, Kadri Çağlı, Hüseyin Azkan û İlhami Yaban bûn (6).

DDKO ya Erganiyê (Erxenî):
Di 13ê çirya paşîn ya 1970yî de DDKO li Erxeniyê hate damezrandin. Endamên damezrîner yên DDKO ya Erxeniyê ji van kesan pêk hatibûn: Ömer Kan, Mehmet Emin Tektaş, Kemal Vural, Mustefa Gök û Mehmet Sağlamoğlu.

DDKO ya Silvanê (Silîvan):
Piştî damezrandina DDKO ya Erganiyê, di 9ê çeleya pêşîn ya 1970yî de DDKO li Silîvanê hate vekirin. Endamên damezrîner yên DDKO ya Silîvanê ev kes bûn: Bahri Evliyaoğlu, Mahmut Okutucu, Muhterem Biçimli, Vedat Erkaçmaz, Akif Işık, Abdulkerim Ceylan, Yusuf Kılıçer, Mahmut Yeşil, Cüneyt Ceylan, Zeki Bozarslan  û Fikri Müjdeci.

DDKO ya Kozluk (Hezo):
Di 28ê çeleya pêşîn ya 1970yî de, DDKO li Kozlukê hate damezrandin. Endamên damezrîner yên DDKO ya Kozlukê ji van kesan pêk hatibûn: Mehmet Şirin Baltaş, Alaattin Baltaş, Abdi Dizmen, Yusuf Güzel, Mehmet İnal, Halil Kaneş, İrfan Bozgil, M. Tahir Birlik, A. Halim Dinler, Mehmet Asker û Nasir Bağdı.

DDKO ya Diyarbekirê (Amed):
DDKO li Diyarbekirê di 6ê çeleya paşîn ya 1971ê de hate damezrandin. Endamên damezrîner yên DDKO ya Diyarbekirê ji van kesan pêk hatibûn: Yusuf Ekinci, Süleyman Çelik, Fikri Gürbüz Yıldızhan, Ömer Çetin, Mehdi Zana, Nazım Sönmez, Abdurrahman Uçaman, İlhan Aslan, Vedat Hayrullahoğlu, Giyasettin Ayas, Halit Ayçiçek, Hasan Yılmaz, Hüseyin Altan, Tarık Ziya Ekinci, Naci Kutlay, Sadun Kılıç û Mehmet Canpolat.

DDKO ya Batmanê:
DDKO ya Batmanê di 18ê çeleya paşîn ya 1971ê hatiye damezrandin. Ev DDKOya dawî ye û piştî  DDKOya Batmanê tu DDKOyên din nehatine ava kirin. Endamên damezrîner yên DDKOya Batmanê ev kes bûn: Mehmet Yıldız, Ubeydullah Aydın, Sabri Yıldız, Mehmet Durmaz û Sabahattin Saygılı.

Bi vî awayî pêvajoya damezrandina DDKO ku di gulana 1969an de bi damezrandina DDKO ya Ankarayê dest pê kiribû, bi avakirina DDKO ya Batmanê dawî lê hatibû (7).

II- ARMANC  Û AWAYÊ DAMEZRANDINA DDKO
DDKO ya Ankara û Stenbolê bi eynê armancê, destûrê û di encama xebateke hevbeş de hatibûn damezrandin.
Lê di warê resmî de, ew ne weke rêxistineke navendî (merkezî), weke du komeleyên cihê û serbixwe hatibûn ava kirin. Li gor ku İbrahim Güçlü diyar dike, DDKO ji ber du sedeman weke rêxistineke navendî nehatin damezrandin:

“1- Di wê demê de, gotûbêjekirina pirsa kurdî gelekî zahmet bû. Damezrandina rêxistineke navendî dikarîbû biba sedemên ku hukûmeta merkezî û hêzên dewletê bêtir êrîşê bînin ser komeleyê.

2- Weke proje hatibû qebûl kirin ku pêşî li bajarên Kurdistanê û metropolê DDKO bên ava kirin û bi dû re, ew komele di nav xwe de rêxistineke merkezî û federasyonekê ava bikin. Piştî demekê li çend bajarên Kurdistanê ev proje pêk hat.

Piştî damezrandina DDKOyê li Ankara û Stenbolê, ji bona ku DDKO li bajarên Kurdistanê jî bêne ava kirin gotûbêjan dest pê kir. Kadroyên ku DDKO li Ankara û Stenbolê ava kiribûn, difikirîn ku li Kurdistanê jî dest bi damezrandina DDKOyê bikin û bi dû re federasyoneke ku navenda wê li Diyarbekirê ava bikin. Lê belê, di destpêkê de ew kadroyên rewşenbîr yên ku li Kurdistanê û bi taybetî ew rewşenbîrên li Diyarbekirê di nav TİPê de dixebitîn û derûdora wan, li dij bûn ku DDKO li Kurdistanê bêne ava kirin. Lewra nerînên wan ew bû ku damezrandina DDKOyê li Kurdistanê wê bibe sedemên ku dewlet êrîşên xwe zêdetir bike. Lê demeke dirêj derbas nebû, li Diyarbekirê êrîşên faşîstan dest pê kirin. TİP bi serê xwe nikarîbû li hemberî van êrîşan raweste û bi hewldanên rewşenbîrên ku dixwastin DDKO li bajarên Kurdistanê bêne avakakirin jî, mijarê van gotûbêjan di pratîkê de hate çareser kirin. Ew hevalên ku li dijî damezrandina DDKOyan li Kurdistanê bûn, bi xwe beşdarî nav damezrandinên DDKOyan bûn” (8).

Li ser rewşa dema damezrandina DDKOyan de, Dr. Nacî Kutlay ku yek ji damezrînerê DDKO ya Diyarbekirê bû jî  weha dibêje:
“Di dema damezrandina DDKOyê de, gelek xortên kurd yên xwediyê bîr û baweriyên cûda yên rast û çep hebûn. Hinek ji wan di bin tesîra grûbên çep yên xortên tirkan de bûn, hinek ji wan ne çep bûn, lê ji bona çepîtî populer bû xwe weke çep nîşan didan, hinek kesên kurdperwer hebûn ku zêde fireh nedifikîrîn. Ji ber vê tevlihevî û nezelaliyê, ne diyar bû ku wê çi bibe. Em ew kadroyên kurd yên di nav TİPê de bêtir bi dîqat bûn. Me dixwest ku bi hesab û baqilî bête hereket kirin. Loma jî, me di destpêkê de nedixwest ku li damezrandina DDKOyan ecele bikin; lê me nedixwast ku em wan tenê jî bihêlin. Loma jî, em bi xwe jî beşdarî damezrandinên DDKO yên
  ku li Kurdistanê hatin ava kirin bûn. Herweha me dixwast ku DDKO çizgiyeke ne li dijî çizgiya TİPê bimeşîne” (9).

Li ser federsayona DDKOyan de Mumtaz Kotan weha dinivîse:
“Nedûbû ku DDKO bibûya federasyon. Di xala armancê de tespîtkek federasyonê cih negirtiye. Ji ber ku federasyon bûya û di rewşa girtinê da, wê hemû bihatina girtin. Me hewldanek taybetê dida ku DDKOyan weke serbixwe nîşan bidin. Lê di rastiya xwe de hemû avayî yek bûn. Li hemberî qanûnê hîle hatibû kirin” (10).

Lê li ser armanca di pêşerojê de li derên din jî avakirina DDKO û pêkanîna federasyonekê, di bultena yekem ya DDKO de weha hatiye nivîsadin:
“DDKO du avayiyên ciwanan in ku li Ankara û Stenbolê hêdî hêdî damezrandina xwe temam dikin. Bi van armancan, wê li wîlayetên mezin yên Tirkiyeyê yên din jî rêxistin bêne ava kirin û di nav otoriteyeke navendî de bêne civandin. Wê ev bi awayê federasyonê bibe. Ango, di nav komeleyan de pêwîstiya ahengê heye. Ev jî, pêdiviya di nav prensîbên girêdarî de, li dora navendekê cih girtinê derdixîne holê” (11).

Di destûra DDKOyê de jî li ser avakirina federasyonê xalek heye. Di xala 18an ya destûrê de ji bona avakirina federasyoneke weha hatiye nivîsandin:
“Ji bona bi komele ya jî rêxistinên ku bi eynê armancê hatine damezrandin re, bi lêzêdekirina hinek biryaran an jî bi guherandina destûrê, yekitî ya jî awayê federasyonê pêk bê, dikare li gelek wîlayetên Tirkiyeyê li ser îmkanên xebatê bête rawestandin” (12).

Armanca resmî ya DDKOyê jî, di xala duyem ya destûra wê de, weha hatiye diyar kirin:
“Ji bo pêkanîna pêşdebirin û belavkirina kultura şoreşger ya ku li Tirkiyeyê di derbasbûyina têkiliyên awayê berhemderanîna pêşveçûyî de seratayeke (unsûreke) xwurt e; [DDKO] rêxistina li ser bingehê piştgirî, hevkarî û perwedekirina hevbeş û yekitiya xebat û çalakiyên ciwanên xwendekar û mezûnên dibistanên bilind yên ku gihiştine hunera bi zanyarî fikirandin û hereketkirinê ye.

Hemû endam di nav sînorên Qanûna Bingehîn ya Komara Tirkiyeyê û daxuyaniya mafên mirov ya gerdûnî de, bê ku tu sînorkirinike din qebûl bikin, baweriyê bi azadiya ramanî tînin.

Ji bona ku rêxistina me bigihêje armanca xwe wê civînan, musabeqeyan amade bike, pêşangehan veke, hemû cur perwerdekirin û xebatên hunerî yên ku bi qanûnan nehatine qedexekirin, bike” (13).

Lê bêguman, DDKOyê xebat û çalakiyên xwe li gor armanca destûra xwe ya resmî bi sînor nedikir. Di wan konferans, civîn, semîner, mitîng û şevên ku dihatin çêkirin de, berpirsiyar û endamên DDKOyê zilm û zordariya li ser gelê Kurd bi awakî eşkere dianîn zimên û mafên neteweyî û demokratîk yên gelê Kurd diparastin. Ew li ser ziman, edebiyat, çand û dîroka kurdan radiwestiyan û ji bona geşkirin û şiyarkirina gelê Kurd hewldaneke berbiçav dikirin.

Gelek damezrîner û berpirsiyarên DDKOyê xwedî bîr û baweriyên çep û şoreşger bûn. Ji bo wê jî, di van xebat û propogandayan de, giraniyeke berbiçav ya nerîn û perspektîfên çep û şoreşgerî dihate dîtin. Ji bona şikenandina hinek nerînên ku li Tirkiyeyê weke ziyaret dihatin qebûl kirin û li dijî nerînên nîjadperest û şovenîst ku çavkaniya xwe ji îdeolajiya resmî ya dewleta Tirkiyeyê digirtin, xebat û têkoşîneke berfireh dimeşandin. Herweha DDKO ji aliyekî bi komele û rêxistinên çep û pêşverû yên tirkan re di hinek waran de hevkarî dikirin û ji aliyê din jî li ser mafên neteweyê Kurd bi wan re têkoşîneke îdeolojîk û siyasî didomandin. Li hemberî siyaseta kolonyalîst û asîmîlasyonî ya dewleta Tirkiyeyê bi tundî radiwestiyan û ev siyaseta şovenîst û gemarî deşîfre û şermezar dikirin.

Di nav DDKOyê de, di gel kesên serbixwe hinek endamên rêxistinên siyasî jî hebûn. Hinek kesan jî dixwastin ku di nav van komeleyan de kadroyên siyasî amade bikin û piştre rêxistineke siyasî damezrînin. Herweha di nav endamên DDKOyê de, di warê çareserkirina pirsa kurdî de,  bîr û baweriyên cihê hebûn. Hinekan ji wan serxwebûna Kurdistanê diparastin, hinekan di nav sînorên Tirkiyeyê de federasyon rastir didîtin û hinekan jî qîma xwe bi mafên demokratîk, ziman û çandî dianîn. Loma jî, mirov dikare bibêje ku di nav DDKOyê de pirdengî û pirrengiyeke dewlemend hebû. Di vî warî de İbrahim Güçlü weha dibêje:
 “DDKO rêxistinên demokratîk, qanûnî, kîtlewî û pirrengî bûn. Nerînên kurdî yên rast û çep di nav DDKOyê de lihevhatinek pêk anî bûn. Di birêvebirina DDKOyê de, ew nerînên cihê tu caran nebûn sedemên nakokiyên mezin. Hemû bîr û baweriyên cihê yên di nav DDKOyê de, hurmet ji hevdû re dikirin. Di destpêkê de berjewendiya gelê Kurd di ser her pirsê re dihate girtin. Lê mixabin piştî demekê, bi riyên ne tabiî, ew konsesusa xweş û delal
  ya ku hebû, dest pê kir ku ji holê rabe” (14).

Musa Antar di warê resmî de ne endamekî damezrîner yê DDKOyê bû. Lê yek ji wan rewşenbîrên kurd bû ku di damezrandina DDKOyê de alîkarî û piştgiriyeke hêja kiriye. Ew li ser hinek nexweşî û nakokiyên di nav DDKOyan de weha dinivîse:
“Min ji serî de, bi madî û manewî piştgiriya rêxistinê, yanî DDKOyê kir… Ez çend caran jî ji bona civinên wê hatim vexwandin. Min ev dawet qebûl kir û ez çûm. Li vê derê, ji bo cihê wê hatiye ez dixwazim li ser hinek şaşiyan rawestim ku ji bêtecrûbetiya DDKOyê dihatin.

[DDKOyan] çiqas kesên kurdnîjad hebûn û di komeleyên xwendekarên Tirkiyeyê de kevnare bûbûn û hatibûn avêtin, di nav xwe de vehewandibûn. Di nav demê de, ew kesên  fêlbaz yên bi timtêla bizansî û terbiya Kemalîzmê ji bo ku gotin ´Kurd in`,  li vê derê civandin ser hevdû. Kesên ku ez destnîşan dikim, ew xwe baş nas dikin. Ez li vê derê naxwazim navan bijmêrim ku kês û firseteke xweparastinê bidim wan. Ev, îro li Tirkiyeyê jî hene û li Ewropa jî bi tumenan mirovên weha, bi sedema ´kurdayetiyê` dimînin.

Şaşiyeke din ya DDKO, teva hemû balkêşiyên min û teva ku rêxistineke legal bû, kirina hinek hereketên zarokî yên bê feyde û ne pêwîst bû. Ev hereket li fakulteyan, li Ankara û Stenbolê ew qas vekirî û bi nezanî dihatin kirin, weke ku bingehê behaneyekê ji hukûmetê re dihate çêkirin” (15).

III- HINEK XEBAT Û ÇALAKIYÊN DDKOyê
Berî damezrandina DDKOyê, di nav tarîxa 1967.08.13 û 1967.11.18an de li Farqînê, Diyarbekirê, Sêwrekê, Batmanê, Dersimê, Qerekoseyê, Surûcê û Ankarayê ji aliyê rewşenbîr û welatparêzên kurdan mitîng (xwepêşandan) hatibûn çêkirin. Van mitîngan dengekî bilind derxistibûn û şiyarbûna neteweyî ya gelê Kurd geştir kiribûn. Piştî wan mitîngan, di adara 1968an de li Diyarbekirê bi navê “Hürriyet Mitingi” (Mitînga Azadiyê) mitîngek din hate çêkirin. Di vê mitîngê de gelek pankartên bi kurdî jî dihatin ditîn. Mehmet Emin Bozarslan, sekreterê TİPê Tarik Ziya Ekinci, ji sekreteriya FKF ya Erziromê M. Ali Güzel û li ser navê “Komeleya Xwendekariya Dibistana Bilind ya Erziromê”  Demir Pekol axaftin kirin.

Herweha; di 16ê sibata 1969an de, li Entabê amadekirina “mitînga şerê li dijî emperyalîzmê”, di 22ê sibata 1969an de li Meletê “mitînga bêkarî, birçîbûn û şerê li dijî emperyalîzmê”, di 17ê adara 1969an de li Qersê amadekirina “meşa gundiyan”, di 13ê nîsana 1969an de li Diyarbekirê “mitînga protestokirina pêşneyara parastina nîzama qanûna bingehîn û azadiyê”, di 19ê nîsana 1969an de li Agriyê amadekirina “mitînga li dijî bêkarî û şerî” encamê pêkanîna potansiyela mitîngên Rojhilatê bûn. Piştî damezrandina DDKOyê, mitîngên weha li gelek bajarên Kurdistanê dîsa hatin amade kirin. Piraniya van mitîngan, rast û rast ne li ser navê komele û partiyan dihatin amade kirin. Lê gava mirov li komîteyên amadekar û kesên ku di van mitîngan de axaftine dinêre, diyar dibe ku pêşengiya van mitîngan welatparêz û rewşenbîrên kurdan yên ku ji derdora TİPê, DDKOyê û PDKTyê dihatin, dikirin. Di hinek mitîngan de endamên DDKOyê bi xwe beşdar bûne û axaftin kirine, lê ji hinek mitîngên ku beşdar nebûne jî telgrafên piştgiriyê şandine.

Mitînga Culemêrgê (Hakkarî):
Ev mitîng piştî damezrandina DDKOyê hatiye amade kirin. Berî vê mitîngê bi rojekê, DDKO di 7ê hezîrana 1968an de li ser zîvarî û perîşaniya Culemêrgê bi sernavê “Ma em dê hê jî bêdengb bimînin” belavokekê li Ankara û Stenbolê belav dike. Di 8ê hezîranê de jî bi navê “Mitînga sefalet û birçîbûnê” meşek li bajarê Culemêrgê çêdibe. DDKO telgrafekê ji vê mitîngê re dişîne û piştgiriya xwe dide diyar kirin.

Mitînga Surûcê:
Ji agahdariyên rapora xebatê ya DDKOyê diyar dibe ku piştî mitînga Culemêrgê, li Surûcê “Mitînga Hewarê” hatiye amade kirin. DDKO jî ji bona mitîngê hatiye dawet kirin. Ji ber tatîla havînê endamên DDKOyan beşdarî mitîngê nebûne, lê li ser navê DDKOyê ev telgraf hatiye  şandin:
“Ji ber tatîla havînê endamên me beşdarî mitînga we nebûn.
Hawara gelê me ya bi salan êdî bila raweste. Bi hemû dilê xwe ve em li cem we ne. Em hêvîdar in ku mitînga we ji rizgarkirina gelê me re bibe ronahî. Bi hurmetên me”.

Mitînga Hîlwanê:
Ev mitîng di 27.07.1969an de hatiye çêkirin. Li derdora 400 kesan beşdar bûne. Gelek axaftinên bi kurdî hatine kirin. Komîteya amadekar ya mitîngê ji Ramazan Paydar, Fethî Kaya û Mehmet Tüysüz pêk hatibû. Kesên ku di mitîngê de axaftin kirine jî Mehmet Tüysüz, Fethi Kaya, Veli Oflaz, Abdullkerim Ceylan, Kemal Bingöllü, Ramazan Paydar, Zeki Tekeş, Sait Elçi, İhsan Yavuztürk, Feridun Yazgan, Mehdi Bilici (Zana) û İbrahim Babacan bûn.

Di vê mitîngê de, gelek axaftin bi kurdî hatine kirin û digel helbesteke Faik Bucak, gelek helbestên bi kurdî hatine xwendin. Beşdarek jî li ser zilm û zoradriya li ser zimanê kurdî weha radiweste:
“Birayên me yên kurd hê nikarin bi zimanê xwe bipeyivin. Mafên radiyo nadin wan, mafên weşan û dibistanan nadin wan. Gelo ji bo çi?.. Kesên mekanîzma dewletê di destê wan de ye, kurdî qedexe dikin. Ji bo çi?.. Ev diyar wê muheqeq bibin yên me”.

Mitînga Vartoyê:
Ev mitîng di 2.08.1969an de hatiye çêkirin. Kesên di vê mitîngê de axaftin kirine Mecid Öztan, Emin Topelli, M.Emin Fırat, Kemal Özer, Vahap Palaoğlu, Raif Bingöl, Süleyman Çınar, Mehmet Tekir, Ağa Karacadağ, Giyasettin Eren, İsmet Tekir bûn. Di vê mitîngê de, gelek kesan di axaftinên xwe de pirsa kurdî jî anîn zimên.

Mitînga Swêrekê:
Mitînga Swêrekê di 2.08.1969an de hatiye çêkirin. Komîteya amadekar ji İbrahim Yüksekkaya, Fahri Ergin û Eyyüp Uzun pêk hatibû. Di mitîngê de gelek axaftin bi kurdî hatine kirin. Hinek kesan di axaftinên xwe de, daxwaz kirine ku weşanên kurdî di radyoyê de bêne weşandin. Kesên axaftin kirine ev bûn: İbrahim Yüksekkaya, Zeki Tekeş, Fethi Kara, Fahri Ergün, Mehmet Can, Muhterem Biçimli, Ali Karatepe, Akan İnce, Hikmet Bozçali, Fevzi Dağlı, Ahmet Kaynak, Sami Şahin û İhsan Yavuztürk.

Li gor Dr. İbrahim Etem Gürsel dinivîse, serokê komîteya birêvebir yê TİPê M. Ali Aslan, sekreterê giştî yê TİPê Tarik Ziya Ekinci, damezrînerên DDKO ya Stenbolê Zekî Tektaş û Hikmet Bozcalı jî beşdarî vê mitîngê bûne. Beşdarekî bi navê Îhsan jî, beşekî axaftina xwe bi kurdî kiriye. Di rapora xebatê ya DDKOyê de jî hatiye diyar kirin ku endamên DDKOyê yên li Diyarbekirê beşdarî vê mitîngê bûnin û wan jî ji Ankarayê telgrafek şandine mitînga Swêrekê. Di vê telgrafê de, DDKO piştgiriya xwe weha dide diyar kirin:
“Em şerê we yê jiyanê yê di nav lepên zordaran, sefalet û birçîbûna ku bi salan li Rojhilatê dom dike, pîroz dikin. Em mizgînê didin ku di vî şerê ku em mil bi mil bi hevdu re ne de, tu hêz nikare pêşiya serketina birayên me yên şiyar yên Swêrekê bibirin. Bijî  biratî û wekheviya gelan”.

Mitînga Liceyê:
Ev mitîng di 24.08.1969an de hatiye çêkirin. Komîteya amadekar ji Haydar Çelik, M. Sait Sıtkı, Mahfuz Aytekin, Tahsin Erdoğan û Yusuf Ekinci pêk hatibû. Ji derdora Diyarbekirê, Swêrekê, Silîvanê, Batmanê û Qulpê bi qasî 200- 250 kesan beşdarî vê mitîngê bûne. Kesên di mitîngê de peyivîne ev bûn: Tahsin Erdoğan, A. Hemit Karakoç, Mehmet Sözer, Ahmet Kaynak, Sait Elçi, Muhterem Biçimli, Mehdi Bilici û Tarık Ziya Ekinci.

Mitînga Diyarbekirê:
Ev mitîng di 29ê nîsana 1970yî de hatiye çêkirin. Pêşiyê, ji derdora Deriyê çiyê meşek dest pê dike û pişt re li pêşiya heykelê Atatürk mitîngek tê li dar xistin. Di vê mitîngê de 2-3 hezar kes beşdar dibin. Pêşî ji Xarpêtê Hıdır Almak dipeyive. Bi dû re Fevzi Yılmaz, endamê DDKOya Diyarbekirê İhsan Arslan, ji Meletê Cebrail Uçar, ji Fakulteya Tipê ya Diyarbekirê Mustefa Yurttaşan û İsmail Can, ji Swêrekê Nadir Yektaş û ji Qulpê Mehmet Sözer axaftinên xwe dikin. Giraniya axaftinan li ser paşdehiştina “Rojhilatê”, feqîrî û perîşaniya xelkê, zilm û zordariya komando ya li navçeyên Kurdistanê bûn. Hinek şîar û durişimên ku li ser pankartên mitîngê hatibûn nivîsandin, ev bûn: “Divê gelê bindest li ber xwe bidin”, “Şoreşger dimrin, dimrin vedijîn”, “Derd birçîbûn, derman komando”, “Yên dixwazin gel pipelçiqîne, gelê wan bipelçiqîne”, “Ji Rojavayê re fabrîqe, ji Rojhilatê re cendirme”, “Wê kî hesabê zilma komando bide?”, “Lêxin lawo lêxin, em zû bi zû namrin”. Li gor îdeaya dadgir ev mitîng bi tahrîk û lêsorkirina berpirsiyarên DDKOyê yên Ankara û Stenbolê hatiye amade kirin.

Mitînga Kozlukê (Hezoyê):
DDKO ya Kozlukê di 28ê çeleya pêşîn ya 1970yî de, tê damezrandin. Di vekirina vê komeleyê de ji wîlayet, qeza û gundên cîran jî gelek welatparêz û rewşenbîrên kurdan beşdar dibin. Kesên diaxifin, li ser zilm, zordarî, kul û derdê kurdan û daxwazên wan radiwestin. Hinek mele û feqeyên welatparêz axaftinên xwe bi kurdî dikin. Li ser vê rewşê, karbidestên dewletê û hevalbendên wan zilm û zordariyeke mezin li komeleyê û kesên welatparêz dikin. Ji bona protestokirina vê zilm, zordariyê û van êrîşên hov, DDKO ya Kozlukê biryar dide ku mitîngekê li dar xîne. Teva hemû tade û astengiyên karbidestên dewletê, ev mitîng di 8ê adara 1971ê de çêdibe. Ji Stenbolê, Ankarayê, Erxeniyê, Batmanê, Farqînê, Swêrekê, Baykanê û wîlayet, qeza û gundên din bi hezaran kes beşdarî mitîngê dibin. Di axaftinan de, zilm û zordestiya karbidestên dewletê û hevalbendên wan tê protesto kirin û li ser sedem û rastiya zordariya komando tê rawestandin.  Hinek kes axaftinên xwe bi kurdî dikin û piştgiriya xwe ya bi xelkê Kozlukê re didin diyar kirin. Beşdarekî ji Batmanê jî di beşekî axaftina xwe de, li ser hebûna gelê Kurd weha dibêje:
“… Li Tirkiyeyê gelê Kurd heye. Û mafên Kurdan jî heye ku weke mirovan bijîn. Gava ku em dixwazin hemû neteweyên dinyê û hemû gelên Tirkiyeyê vê rastiyê bizanibin, em dibin kurd; em kurdayetiyê bi serbilindî qebûl dikin…”

Di mitîngê de, durişmên “Bimre Faşîzm”, “Ji Gelan re Azadî”, “Ji Rojhilatê re Azadî” û “Bimrin Zalim” tên avetin. Piştî mitîngê, ji bona çavên millet bitirsîne, deh cemse komando dikevin nav Kozlukê û çavsoriyê li xelkê dikin.

Li gor agahdariyên Dr. İbrahim Etem Gürsel dide; ev tevger, piştî mitînga Kozlukê, di 24ê çeleya paşîn ya 1971ê de bi mitînga Batamanê û di 8ê sibata 1971ê de jî bi mitînga duyem ya Kozlukê berdewam kiriye. Ev pêla mitîngan ku li ser bingehê neteweperweriya grûbî dihate çêkirin, ancax bi muhtiraya 12ê adarê, bi girtinan hinek kesan û qedexekirina van rêxistinan, herweha bi îdareya awarte ya li vê navçeyê, dawî lê hatiye (16).

Beriya avakirina DDKOyê jî xwendekarên ji bajarên Kurdistanê hatibûn û li dibistanên bilind dixwendin, bi navê bajarên xwe şevên şahiyan çêdikirin. Di nav salên 1966 û 1968an de, yazdeh şevên weha hatine amade kirin. Lê armanca van şevan ya bingehî hevnaskirin, şahî û alîkariya komeleyên xwendekaran bûn. Piştî damezrandina DDKOyê jî hem li ser navên bajarên Kurdistanê û hem jî bi navên cihê şevên weha hatin amade kirin. Lê di şevên piştî damezrandina DDKOyê de, pirs û pirsgirêkên siyasî, helbest, stran  û folklora kurdî bêtir cih girtine. Ji bona alîkarî û piştgiriyê, gelek rewşenbîr û welatparêzên kurdan yên ku ne endamên DDKOyê bûn jî beşdarî van şevan bûne.

Xebat û çalakiyeke berbiçav ya DDKOyê jî amadekirina konferans, panel, semîner û civînên sohbetê bûn. Di van panel, semîner û civînan de li ser mijarên siyaset, felsefe, ziman, dîrok û pirsgirêka kurdî dihate rawestandin; di warê îdeolojîk û siyasî de gotûbêjên piralî dihatin kirin. Ew panel û civîn ji bo xwendekar û ciwanên kurdan dibûn weke dibistaneke siyasî; di warê têgihiştina pirsên siyasî, felsefeyî û belavkirina nerînên welatparêzî, çep û şoreşgerî de rolên girîng dilîstin. Ji aliyekî xeteke çep û şoreşgerî di nav xwendekarên kurdan de şax vedida, ji aliyê din jî têkoşîn û gotûbêjên siyasî û îdeolojîk yên bi çepên tirkan û kurdên di nav partî û komeleyên tirkan de roj bi roj geştir û berfirehtir dibûn. Pêvajoya veqetandina ji komele û partiyên tirkan her ku diçû xurtir dibû û tovê avakirina partî û grûbên siyasî yên serbixwe, hûrik hûrik dihate çandin.

Ji bona deşîfrekirina zilm û zordariya dewletê  DDKOyê gelek belavok, afîş û neh bultenên taybetî belav kirine. Di van bultenan de, li ser rewşa Dinyê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn, li ser zilm û zordariya gelê Kurd, ziman û çanda wî, li ser bûyerên girîng yên li Tirkiyeyê û Kurdistanê û çavsorî û sîtemkariya karbidestên dewleta Tirkiyeyê, li ser pirsên rêxistiniyê, xebat û çalakiyên DDKOyê û bi taybetî li ser operasyonên komandoyan yên li navçeyên Kurdistanê  dûr û dirêj hatiye rawestandin.

Zinar Soran
zinarsoran@hotmail.com
—————————————————————————————–
TÊBINÎ Û ÇAVKANÎ
(1) Ji bo behsa van civînan û kesên ku besdarî civînan bûnin, binêre: Devrimci Dogu Kültür Ocaklari Dava Dosyasi, Komal Yayinlari, r. 40.
(2) Ji bo tevayê nivîsa Ümit Firat binêre: Sosyalizm ve Toplumsal Mücadeleler Ansiklopedisî, Iletisim yayinlari, Stenbol, 1988, cild: 7, r. 2118- 2119.
(3) Ji agahdariyên taybetî yên Ibrahim Güçlü. Hevalê Ibrahim Güçlü, hinek gahdariyên ku li ser damezrandina DDKO min jê xwestibû, di 28ê çeleya pasîna 1995an debi awakî nivîskî amade kir.
(4) Ji agahdariyên taybetî yên hevalakî KAKê.
(5) Kovara BÎR, zivistan 2007, hejmar 6, r.37-41.
(6) Tarîxa damezrandina komeleyên DDKO, serok û endamên destpêkê li gor agahdariyên Dr. Ibrahim Etem Gürsel hatiye nivîsandin; lê di vî warî de, ji hinek hevalên ku di wê demê de endamên DDKO bûn jî hatiye pirsîn. Li gor agahdariya ku Eyyüp Alacabey dide, Emin Karasin jî yek ji wan endamên damezrîner yê DDKO ya Stenbolê bû. Eyyüp Alacabey di kongreya sêyem ya DDKO ya Stenbolê weke endamekî komîteya karker hatibû hilbijartin û sekreterê dawî yê vê komeleyê bû.
 Ji bona behsa damezrandina DDKO binêre: Dr. Ibrahim Etem Gürsel, Kürtçülük Gerçegi, r. 88- 91.
(7) Ji bo behsa damezrandin û hinek xebatên DDKO binêre: Dr. Ibrahim Etem Gürsel, Kürtçülük Gerçe€i, r. 85- 99. Vedat ?adili, Türkiye`de Kürtçülük Hareketleri ve Isyanlar, Kon yayinlari, Ankara, 1980, r.274- 288.
(8) Ji agahdariyên taybetî yên Îbraim Güçlü.
(9) Ji agahdariya Dr. Nacî Kutlay ya 9-ê çirya pasîn ya 1995-an.
(10) Kovara BÎR, zivistan 2007, hejmar 6, r.37-41.
(11) DDKO Dava Dosyasi, r. 481.
(12) Dr. Ethem Gürsel, b.n.d, r. 87.
(13) DDKO Dava Dosyasi, r. 27- 28.
(14) Ji agahdariyên taybetî yên Ibrahim Güçlü.
(15) Musa Antar, Hatiratim, Doz yayinlari, Stenbol, çirya pêsîn 1990, r. 224- 225.
(16) Dr. Ibrahim Etem Gürsel, b.n.d, r. 96.
Tarîx, amadekar, hejmara besdaran û kesên ku di mitîngên Diyarbekir, Hîlwan, Varto, Swêrek û Liceyê de axatin kirine, li gor agahdariyên îdeanameya dadgirên doza DDKO hatine nivîsandin. Ji bo dirêjayiya behsa van mitîngan binêre: DDKO Dava Dosyasi, r. 32,33, 575,576,588. Dr. Ibrahim Etem Gürsel, b.n.d, r. 96-99.

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.