Romana kurdên Anadoluya navîn

Bi piranî ji bo kurdên Anadoluya navîn dibêjin ”Kurdên Konyayê”. Lê kurd ne tenê di bajarê Konyayê de hene, ew di gelek bajar, navçe û gundên Anadoluya navîn de hene. Her weke li Ankara, Polatlî, Kirşehîr, haymana û gelek cihên din de kurd hene.

Kurdên Anadoluya navê di salên curbecur de ji Kurdistanê koçê Anadoluya navîn kirine. Sedemên koçkirina wan pircure be jî, di esasê xwe de ji alî Împaratoriya Osmanî ve hatine sirgûnkirin, anku ew sirgûnê Anadoliya navîn bûye. Sirgûniya kurdan hetan dawiya têkçûna serîhildana Dêrsimê domîye û piştî serîhildana Dêrsimê jî 12 000 – duwanzdeh hezar malabatên kurd bi jin, zarok û kalepîran ve ji Dêrsimê sirgûnê Anadoliya navîn bûne.

Kurdên Anadoluya navîn di nav pêvajoya demê de bi piranî asîmîle bûne. Lêbelê gelekên wan jî asîmîle nebûne û ew hêj jî bi kurdî diaxifin. Di van bîst, sî salên dawîn de kurdên wir li nasnameya xwe anku li kurdîtiya xwe xwedî derketin. Xortên kurd yên Anadoliya navê di nav partî û rêxistinên kurdan de cih girtin û li doza netewî xwedî derketin. Di dema şerê çekdarî de jî bi dehan xortên kurdperwer yên fedaîyê gel û welatê xwe li çiyayên Kurdistanê şehîd ketin.

Ji nav kurdên Anadoliya navîn gelek siyasetmedar, rewşenbîr, lêkolînvan, helbestvan û nivîskarên ku di hêlên cure de dinivîsin derketin. Rewşenbîr û nivîskarên kurd yên Anadoliya navîn bi navê ”Bîrnebûn” û ”Veger” du kovarên taybetî ji bo kurdên Anadoliya navîn weşandin. Kovara ”Veger” niha dernakeve, lê kovara ”Bîrnebûn” hêj jî jiyana xwe ya weşanî didomîne.

Digel pirtûkên lêkolînî yên birêz Memet Bayrak, Şoreş Reşî, Hesenê Alê û hwd, niha jî romaneke kurdên Anadoluya navîn bi kurdî derket. Navê romanê ” Sêwiyên Rojhilat” e. Nivîskarê romanê Hesenê Alê ye. Roman 224 rûpele û di nav weşanên ”Stîl Offset” de li Stockholmê – Swêdê derketiye.

Nivîskarê romanê Hesenê Alê, berê jî bi navê ”Stranên Gelêrî” pirtûkeke bi kurdî ya lêkolînîç û berhevkirinê weşandibû. Ev pirtûka wî ya duyem e. Ev pirtûk romana kurdê Anadoliya navîn ya ewil e. Ez hêvîdarim ku dê hêj gelek pirtûkên çîrok û romanên romannivîserên kurd yên Anadoliya navîn derkevin.

Nivîskarê zimanê tirkî Seît Alp jî li ser Kurdên Anadoliya navîn romaneke nivîsiye, lê romana wî bi tirkîye û lewre jî aîdê edebiyata kurdî nîn e. Di romana wî de li ser eşîrên kurd yên Anadoliya navîn û edet û toreyên wan ragihandinên balkêş hene.

Di romana nivîskarê kurd ê Anadoliya navîn Hesenê Alê de kurdiyeka hêsan heye. Devoka Kurdên Anadoliya navîn heye. Roman ji aliyê bêjan/deyim ve jî gelek dewlemend e. Wî gelek bêjeyên herêmê bi kar anîye. Gotinên orijinal di kitebê de hene.

Vebêjê romanê di romanê de behsa seferberiyê kiriye, behsa ola kurdên Zerdûşt kiriye, behsa devokên kurdî kiriye. Û herweha behsa eşiretê kurda, Reşiya kirye, behsa bandora dewleta Tirka li ser ziman û torê Kurda kiriye.

 

Di romanê de hunandina evînê heye. Vebêj bi şêweyeke edebî û hunerî behsa evînê kiriye. Behsa pir zewacê kiriye. Behsa zewaca gava bira dimirê bira bi jina birê dizewace kiriye. Ev edet û tore, tradisyoneke gelek xirabe, kevneçopiyeke pir pîse ku di nav kurdan de hêj jî didome û tê bikaranîn.

Di romanê de sê leheng û gelek fîgur hene. Hersê lehengên romanê, navê yekî Memo û yekî Alo û yê din Uso ye. Ew hersê hevalan dixwazin herin der bixebitin. Lê ew bi tirkî nizanin. Yek ji wan Uso hindik bi tirkî dizanê. Ji bazarvanê/çerçî yên ku dihatî gundê wan ferî tirkî bibû.

Ew hersê heval didin dûv hev û diçin Edenê ku li wir kar bikin. Memo bi dilsarî bi wan re diçû Edenê, ji ber ku ew zewicî bûye û wî ji jina xwe pir hezdikiriye. Ne dixwast ku jina xwe bi tenê li cîh bihêle. Yê duemîn Alo bi dergist bû, Uso bêkar bû. Ew li bajarê Edenê pergî gelek hevalên Kurdîstanî tên, rastî mirovên ji eşîra xwe Ga Westiya û Reşiya tên.

Memo ji kar tê avêtin û li Edenê nexweş dikeve bi nale nala jina xwe Zeynê li wê derê dimire. Uso wekî bajariya hinî jîyana bajariya dibe. Li kerxana û meyxana digere. Araqî vedixwe. Alo perê xwe qezenç dike tê gundê xwe. Daweta xwe dike û ji gundiyan re behsa Kurda dike, behsa eşîrên wan ê li Edenê û Kurdîstanê dike.

Bi hêviya ku nivîskarê romanê romannivîseriya xwe bidomîne û ew bi romaneke din derkeve pêşberê xwendevanên kurd.

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.