Çîrokên Şevên Xalî

Swêd welatekî sar e. Zivistanên wî dirêj in. Şevên wî xalî ne. Di van şevên xalî de çîrokbêj çîrokan dibêjin, çîroknivîs çîrokan dinivîsin. Mehên zivistanê û şevên xalî dibin qada xebata afirandina berhemên edebî.

Pirtûka Enwer Karahan “Şevbihêrkên Şevên Xalî” di nav weşanên “Doz” ê de derket. Nivîskar pirtûka xwe wek diyarî da min û min jî pirtûkê bi dilxweşî xwend.

Nivîskarekî nû û berhemeke edebî a nû, divê bê nasîn. Li çîroknivîserên kurd nivîskarekî û li pirtûkxaneya kurdî berhemeke edebî zêde bû. Min hetanî niha li ser berhemên edebî gelek nivîs nivîsî û di kovarên curbecur de weşand. Min li gor zanîn û têgihiştina xwe ya edebî wan berheman nirxand, şîrove kir.

Ez dema berhemeke edebî (çîrok, roman, şano, helbest) dixwînim, notên anku têbiniyên taybetî dinivîsim. Dema xwendina pirtûkê diqedînim, li wan notên xwe yên taybetî dinêrim, heger hêjayê nivîsînê be, ji ber notan, ji nû ve nivîsê saz dikim û dinivîsim. Lê min dema pirtûka Enwer Karahan xwend, min tu notên taybetî negirt. kurteçîrokên di pirtûkê de wisan xweşa min çûn ku, min nexwest ez dev ji xwendina çîrokan berdim û bi nivîsa notên taybetî ve mijul bibim.

Min hemû kurteçîrokan xwend û min bi dil û can pêwîst dît ku ez vê pirtûka hêja a giranbiha bi xwendevanên kurd bidim danasînê. Divê xwendevanên kurd bizanibin ku, ev nivîsa danasînê ye, ne analîz e. Bi min divê lêkolînvanên kurd, edebiyatzan û edebiyathez, bi gelemperî li ser edebiyata kurdî û bi taybetî jî li ser roman û kurteçîrokên kurdî lêkolîn bikin, ji alî teknîk, naverok, herikandina zimên, tema, form û metoda nivîsînê analîz bikin.

Pirtûka Enwer Karahan “Şevbihêrkên Şevên Xalî” sed û çil û neh rûpel e. Têde sêzdeh kurteçîrok hene. Nivîsîna kurteçîrokan bi şêweyeke modern, post-modern, realîst, surrealîst û alegorîk hatine nivîsîn. Temaya çîrokan ji bûyerên ku di nav civaka kurd de hatine qewmandin, hatine wergirtin. Helbet hemû çîrok bi vê şêweyê nîn in. Hinek çîrok bi îmgeyan, bi xewn û xeyalan hatine sazkirin û bi metoda ekolên realîst, surrealîst û romantîk li hevûdu hatine hunandin.

Kurteçîrokên pirtûkê hîtabê hest û ruhê mirov dike. Bi xwendina wan carna mirov xemgîn dibe, carna bi keyf û dilşad dibe. Çîroka yekem, sernavê wê “Rojbûn” e. Çîrokek dramatîk e. Keyf û dram, anku dilşadî û xemgînî di vê çîrokê de bi hevûdu ve hatiye hunandin. Roja rojbûna keça Melûl e. Melûl lehengê vê çîrokê ye. Melûl bi keyf e, dilşad e, lewra dê ev roj roja rojbûna keça xwe pîroz bike. Di malê de xanima wî çend celeb xwarin çêdike, vexwarin dikirin ku wek malbatî bi nas û dostên xwe ve, bi heval û hogirên xwe ve rojbûyîna keça xwe pîroz bikin. Melûl dema ji dikan tiştan dikire û tîne malê, ferq dike ku ji bîr kiriye, mûm nekiriye. Keça wî aciz dibe ku çima mûm nekiriye. Her wekê ku bixeyide, diçe ser balkonê. Melûl jî li pey diçe ser balkonê ku dilê keçikê rabigre, xweş bike.

Melûl diçe ser balkonê, keça xwe dike hemêza xwe, jê hez dike, pê re dilîze. Bav û keç keyfxweş in, dikenin. Melûl keça xwe maçî dike, wê digre ser destê xwe û li ser hesînê balkonê bilind dike û jê re bi henekî dibêje “Ez te bavêjim jêr?” bi gotina wî re keçik xwe ji nav destê bavê xwe vezîtikîne, ji nav destê wî difilite û ji balkonê dikeve xwarê. Kirasê wê di destê Melûl de dimîne.

Çîroka duyem, sernavê wê “dara Bêgul” e. Temaya vê çîrokê balkêş e. Zilamek, jina wî û dostika wî hene. Nivîskar bi çavên jina wî û bi devê wê behsa mêr û hevala mêrê wê dike. Yanê jinik behsa mêrê xwe û hevala -dostika- mêrê xwe dike. Jinik bi pirseke girîng vê rastiyê tîne zimên. Ew dibêje “…. kîjan jin qebûl dike ku mêrê wê bi jineke ciwan re, li hundirê odeyeke derîgirtî, bi tena serê xwe bimîne?” Bê guman gelek jin dê vê tiştî qebûl nekin, lê wê ev tişt qebûl kiriye. Mêrê wê bi hevala xwe re -ku navê wê Xezal e- dimîne. Lê, jina xwe dixapîne, jê re dibêje “Ew hevala min e, ez bi nêta xirab lê nanêrim.”

Di vê çîrokê de, derd, kul û kederê jinê, peliçixandina wê heye. Jinik  li têkiliyên mêrê xwe û hevala wî dinêre û bi gotinên xwe têkiliyên wan şîrove dike, rewşa xwe, belengazî û neheqîya ku hem ji alî mêrê wê ve û hem ji alî xesûwa wê ve lê tê kirin, pêşkêşê xwendevanan dike û wan jî dike şirêkê derd û kulên xwe.

Ev çîrok herçiqas bi xeyalî jî bê afirandin, bi min rastiya zewaca bê dil, zewacên bi derd û kul haniye ziman. Ji sedî heştêyî jin û mêrên kurdan dema vê çîrokê bixwînin dê xwe di têde bibînin. Bi taybetî jî, dema jin bixwînin, dê bibêjin “jinikê rastiya me, derd û kulên me hanîye zimên.”

Ez wek xwendevanekî edebiyathez ji berhemên surrealîst gelek hez dikim. Min ji vê çîrokê jî pir hez kir, lewra çîrok bi şêweyeke surrealîst hatîye nivîsîn. Min gelek çîrokên ku behsa peliçixandina jinan û derd û kulên wan dikin xwendiye, lê tu çîrokek bi qasê vê çîrokê ji min re xweş û manedar nehatiye. Min dema vê çîrokê xwend, bi dehan, bi sedan jinên kurd, hal û rewşa wan wek şerîtê fîlmê di ber çavên min de derbas bûn. Xemgînîya vê jinê xemgînîya piraniya jinên kurd e. Lewra jî, divê jinên kurd vê pirtûkê û bi taybetî jî vê çîrokê bixwînin, ew dê xwe têde bibînin.

Di çîroka sêyem “Şikelî” de rastiya beşek kurdên li Swêdê heye. Kurdên li Swêdê, civînên wan yên bi xirecir û bêberhem, gotinên vala, pesindariyên bê bingeh, quretî, nakokî û dijberî. Ev hemû tişt bûne jiyana hinek kurdên li Swêdê.

Xerîbî, xwe xerîb dîtin û tenêtî jî şêweyek din a jiyana hinek kurdên li Swêdê ye. Hinek kurd, bi taybetî jî kurdên siyasî bi laş û beden li Swêdê ne, lê bi hest û ruh li welêt in. Nostaljî di ruhê wan de bi cih û war bûye. Di heş û eqilê xwe de tim demên çûyî bi bîr tînin. Lehengê çîroka “Şikelî” diçe mala hevalê xwe mêvaniyê, maseya araqê rast dikin ku vexwin, lê ew xwe li Beyogliyê, li Çîçek pasajîyê hîs dike. Wan rojên xwe yên berê bi bîr tîne.

Di vê çîrokê de hunereke edebî heye ku, ev huner forma çîrokê xurt dike û rengeke cuda dide teknîk û naveroka çîrokê. Lehengê çîrokê bi mêvanî di mala hevalê xwe Hesen de li Swêdê ye. Lê ew xwe di mala hevalê xwe Remzî de, li Stenbolê hîs dike. Min di nivîsek xwe de -ku li ser teorî, teknîk û forma edebî bû- de nivîsîbû ku; “Yekî kor di nav hulikeke xerabe de dijî. Lê ew her wekî ku di nav sarayek-qesrek- de dijî, xwe weha hîs dike.” Ev şêwe di edebiyatê de bi navê “Alegorî” tê binavkirin. Ev çîrok tam çîrokeke alegorîk e. Di kurteçîrokên pirtûka Enwer Karahan de, pir curetiya nexşên edebî, dewlemendîya wê ye.

Di şeveke xalî de, hîsên mirov ê edebî çawan radibe, îskeleta çîrokê di serê mirov de çawan çêdibe, daxwaza nivîsînê çawan dikeve dilê mirov? Xeyalên damezrandina çîrokê çawan pêk tê? Ev hemû tişt di çîroka “Şevên Xalî” de hene.

Hemo, anku Hemoyê kurd, di trênê de ye. Rêwî ye. Di trênê de keçikek pir rind runiştîye. Hemo lê dinêre. Rindî û spehîbûna keçikê dilê Hemo geş dike, hestên wî yên şehwetê radike. Di ruhê wî de dilşadî, pevşabûna bi keçikek xweşik re pêl dide. Hemo çavên xwe digre, dirame, dikeve nav xewn û xeyalan… Hemo di xeyalên xwe de cil û lîbasên jinika bedew jê derdixe, wê tazî dike, destê xwe li laşê wê digerîne, wê dialêse…. Û telefona wî lêdikeve. Hemo vediciniqe û ji nav kûrahîya xewn û xeyalên xwe şiyar dibe.

Jinika xweşik a porsor, ya ku di xewn û xeyalê Hemo de ye, dibe mijara çîroka nivîskar. Ew hîs û xeyalên xwe yên di derbarê jinika porsor a spehî de dinivîse û bi vê şêweyê çîroka “şeveke xalî” tê afirandin. Ji xwe nivîskar her çiqas dixwaze ku; çîrok bi rastiyê re lihevkirî binivîse jî, dike nake nikare çîrokeke ku ji serî hetanî binî, bi rastiya jiyanê ve girêdayî binivîse. Loma jî, vê çîroka xeyalî bi reng û şêweyeke romantîk dinivîse.

Qeder, qedera kurdan û bi taybetî jî qedera jinên kurdan… Heger qeder hebe, rast be û bê nivîsîn, qedera kurdan, qedera jinên kurd çiqas xirab hatiye nivîsîn. Di esra bîstûyekan de jî, hêj mêrên kurd du, sê jin dikin. Jinên kurd bi hewîya xwe ve dijîn. Di çîroka “Qeder”ê de, Gozê û Herbîye, du jinên hewîyên hev in. Ebas jî mêrê wan e.

Herdu hewî ji hevûdu re hesûd in, çavnebar in, dilreş in. Li ber mêrê xwe li hemberê hev paşgotiniyan dikin, fesadiya hevûdu dikin. Hewîtî zor e, zehmet e. Rewşa malbata Ebas, têkilî û nakokîyên di nav herdu hewîyan de, rastîya gelek malbatên kurd -ku mêrekî xwedî du jinan e- datîne ber çavan. Rewşa sosyal civakî a malbateke bi vê şêweyî di çîroka bi navê ”Qeder” de xweş hatiye pêşkêşkirin.

Di vê çîrokê de tiştê herî balkêş û bi mane ev e ku; keçeka ciwan bi yekî navsal ê zirteboz re bê dilê xwe, bi zora malbata xwe dizewice û piştê zewacê di xwe de hîs dike ku zewaceke bê dil kiriye, ji mêrê xwe hez nake û bi xwe bi xwe muhasebeya xwe ya wijdanî dike.

(Min vê nivîsê hetanî van rêzên jorîn li malê nivîsîbû. Nivîsîna min hêj dom dikir. Biroj ez çûm qahwê. Çîroka bi navê “Qeder” di heş û eqilê min de mabû. Ez li qahwê runiştim. Keçikek pir rind, xweşik, spehî, bedew, wek kihêlê narîn li wiyalînê min, li ber masê runiştîbû. Wek gotina ku dibêjin “Li rindan mêzekirin sewab e” bê hemdê xwe min jî lê mêze kir. Wê jî li min mêze kir. Li hevûdu mêzekirina me çend car dubare bû, keçikê ji min re got “Tu çima ewqas li min mêze dikî? Dixwazî tiştek bipirsî?” Min jî bersîv da pê, min got “Tu pir rindî, loma ez li te, li spehîtî û xweşikbûna te mêze dikim.” Wê got “Gelek spas dikim ku te ez rind dîtim.” Min got “ Madama ku te got”tu dixwazî tiştek bipirsî?”, ka ez ji te pirsek pirs bikim.” Wê got “Kerem bike, hema tu çi dipirsî bipirs.” Min jê pirs kir ku; “Heger malbata te, te bide yekî zewicandî ku jina wî jî hebe, tuyê pêre bizewicî?” Wê got “Na, ez nazewicim.” Min got “ Mêrikê zewicandî yekî navsal be, ji te panzdeh, bîst sal mezintir be, tu jî weha ciwan, rind û xweşik, lê malbata te zorê bide te ku îlla tu bi wî zilamî re bizewicî, tuyê çi bikî?” Wê got “ Ez ê qiyamet rakim. Dinê li ser serê min rabe jî, ez tiştek weha qebûl nakim.”

Belê, ferqa wê keçika Swêdî û keça kurd Herbîye ev e. Herbîye û gelek keçên wek wê bextreş, feqîr, belengaz, peliçixandî – ji ber sedemên aborî- qurbanên qedera xirab, bi zewacên bê dil, di nav ezabê jiyanê de her rojên wan xemgînîye, mirin e. Di berhemên edebî de, temayên weha sosyal civakî, edebiyata gelêrî dewlemend dike. Nivîskar Enwer Karahan gelek baş kiriye ku di vê çîrokê de, adet û tradîsyonên kevnare ên xirab wek birîneke xidar danîye holê û xençereke li birînê xistîye, xwîn, nêm û pîsîtîya birînê kiriye der. Bi muhasebeya wijdanî vê adet û tradîsyona kevnare a ne baş li ber çavên xwendevanan mehkeme kiriye û mehkûm kiriye.

Di çîroka “jan” de, jan û derdûkulên mirovekî welatparêz heye. Hecî Sîyamed însanekî miletperwer e. Kurekî wî di zindanê de ye, kurekî wî li çîya ye, anku gerîlla ye. Kurekî wî ê din jî dibe “Xizbil kontra”. Ev ê kontra, kesên welatparêz û hevalê Hecî Sîyamed ê herî nêzîk dikuje. Hecîyê kezebşewitî jî mecbûr dimîne kurê xwe ê kontra dikuje û dikeve hepisê. Hecî çend sal di hepisê de radize, dema ji bo pênç rojan îzîn didin pê û Hecî diçe malê, keça wî jî wî dikuje.

Ev çîrok çîrokeke realîst e. Lewra bûyerên weha di Kurdistana bakur de, li heremên cuda pêk hatine. Li navça Licê jî keçikek kontra bi destê xwe bavê xwe ê welatparêz kuşt. Bavê keçikê hevalê min ê sîyasî bû. Beriya sala 1980’yî ez û ew, em di nav yek rêxistineke kurd de bûn. Di salên 1990î de ew hevalê min bi aktîfî di nav partîyên legal HEP û DEPê de xebitî. Paşê jî bi destê keça xwe ya kontra ji alî dewleta tirk ve hate kuştin.

Di çîroka “Gûzcî” de rewşeke trajî-komîk heye. Lehengê çîrokê Hemê dikeve hepisê. Piştê pênç salan ji hepisê derdikeve û tê mala xwe. Baxçe û darên wan ên gûzan hene. Rojek Hemê diçe ser dara gûzê ku gûzan biweşîne. Hemê hêj li ser dara gûzê ye, li derdorê di nabeyna leşkerên tirkan û gerîllayan de şer derdikeve. Dibe teqe reqa G3 û keleşkofan. Hemê li ser guliya dara gûzê ye, şaş maye, nizane çi bike. Paşê Helîkopter jî tên beşdarê şer dibin û demeke kin derbas dibe, şer disekine. Leşker dikevin nav dar û berî û baxçeyan, li derûdorê digerin. Li ser dara gûzê kuxika Hemê tê û dikuxe. Deng diçe leşkeran. Leşkerekî wî dibîne, bangê hevalên xwe dike, dibêje “Werin vaye terorîstek li ser darê ye.” Leşker tên binê dara gûzê, berê çekên xwe didin Hemê û jê re dibêjin “Ka hevalên te li ku nin?” Hemê ji leşkeran re dibêje ku “Tu heval mevalê min tune ne.” Hemê navê gûzê bi tirkî ji bîra dike û dibêje “Ez gûzcî” me. Ev peyv jî bi tirkî tê maneya yê ku çavdêrî dike, yê ku li derûdorê binêre, nobedarî bike. Leşkerên tirk wî wek nobedarekî gerîllan dihesibînin û dibêjin “Binêre, dibêje ku ez çavdêr im. ji xwe, wî tam cih ji xwe re helbijartîye.”

Hemê ji ser dara gûzê tê xwarê. Leşker gelek lê dixin, kufrê wî dikin, gotinên nebaş jê re dibêjin, çêran dikin. Fermandarê leşkeran dibêje “Bênamûs kurê bênamûs! Gûzcî ha! Tuyê ji terorîstan re çavdêrîyê bikî, ha!” Û lê dixin. Hemê çîp tazî dikin û di nav dirî û histirîyan de dibin, li erdê kaş dikin, wî dibin tabûra leşkerî.

Di vê çîrokê de çavsorî û kirinên leşkerên dewleta tirk, trajedî û komedîya bûyerê rastîyek tîne zimên. Ew jî komedîya bûyerên ku ji alî leşkerên tirk ve tên pêkanîn e. Bavê min kalepîrekî heftê salî ye. Leşker wî digrin. Bavê min ji wan re dibêje “We çima min girt, sucê min çiye?” Jê re dibêjin “Di nav baxçê te de darên gûzan hene. Terorîst diçin ser daran, xwe berşê didin û li derûdorê çavdêrî dikin. Heger tu temamê darên xwe yên gûzan ji binî ve jêbikî, em te berdidin, têkilê te nabin.” Bavê min jî ji wan re dibêje “Ez darên xwe jênakim. Hûn dewlet in, li gor keyfa dilê xwe her tiştî dikin, her derî pê dixin, dişewitînin. Hûn herin daran jêbikin, ez jê nakim.” Paşê leşker diçin darên me yên gûzan ji nav baxçe jêdikin.

Di çîroka “Bêbextî”yê de, jiyan û têkilîyên gundîtîyê hene. Navê gund Şermê ye. Li gor leheng û fîgurên vê çîrokê di gundê Şermê de kurd û fileh hene. Ji xwe li gelek gundên Kurdistanê kurd û fileh (Asurî/Suryanî/Keldanî û Ermenî) bi hevre dijîn. (Di vê çîrokê de navê mêrik Êlês e û ji malbata Sormikiyan e. Êlês navê filan e û Sormikiyan jî navê malbateke filehan e.)

Têkilî û jiyana gundîtiyê xweş e. Zarokên gundîyan ji biçûkahîyê ve bi hevûdu re mezin dibin, di nav gund e, li derûdora gund bi hevre dilîzin, dilê keç û xortan dikeve hev. Lê carna miradê wan nahê cih. Her wekî Eyşê, dilê wê ji Xelo re heye, lê bavê wê ew dide pismamê wê.

Xelo ji Eyşê hez dike. Her çiqas Eyşê destgirtiya pismamê xwe be jî, dilê wê di Xelo de ye. Rojek ew û Xelo di axûrê de pevşadibin. Û paşê Xelo Eyşê direvîne. Malbata Eyşê pê dihese ku Xelo, Eyşê revandîye. Ew jî diçin bi bêbextî birayê Xelo, Osman dikujin.

Ev çîrok, adet û tradîsyonên gundîyan, jin revandin û mêrkujiya ji bo jin revandinê taswîr dike. Bûyerên weha hêj jî li gundên Kurdistanê diqewimin.

Nivîskarê pirtûka “Şevbihêrkên Şevên Xalî” Enwer Karahan di çîroka “Bêbextî”yê de me -anku xwendevanan- biribû gundan, vêca jî di çîroka “Kul” de me tîne bajêr. Seydoş û jina wî Zero di mal de ne, li ser nan in, nan dixwin. Derî lêdikeve. Seydoş radibe ku biçe derî veke, jina wî dibêje “Tu neçe, ez biçim derî vekim.” Herdu bi hevre diçin pey derî, pirs dikin “Hûn kî nin?” Yên ber derî dibêjin “Em heval in.”

Derî vedikin. “Heval” dikevin hundir. Jina Seydoş, Zero nan dide wan, şîva xwe dixwin û dema ku radibin ku biçin, dibêjin “Em ê Seydoş bi xwe re bibin.” Her çiqas Zero nahêle mêrê wê bibin jî, lê wî dibin.

Bozo xortekî xwendevan e, anku telebe ye. Dev ji Fakultê berdide û diçe çîya, dikeve nav refên hêza çekdaran. Piştê demeke dibe qumandarê gerîllan û berpirsiyarê herêmê. Ji ber mêrxasîya wî, di mintîqê de navûdeng dide, Serbazê gerîllan Bozo, çend car davêje ser bajêr. Carek beriya ku bavêjin ser bajêr ji beşê îstixberata rêxistinê agahdarîyên şaş distîne û loma jî hevalên wî têne kuştin. Ew jî berpirsiyarê beşa îstixberatê bi kuştinê dide cezakirin.

Serbaz Bozo, ji bo pirsgirêkên di nav beşa mamosteyan de heye hel bike, dixwaze bi Seydoş re biaxife. Lê, hercar Seydoş vê daxwaza wî ya hevûdu dîtinê red dike.

Seydoş serokê sendîqeya mamostan a bajêr e. Gelek caran tê girtin û berdan. Ji ber girtin û lêdanê bi gurçikekê dijî, anku dibe mirevekî nîv însan. Her çiqas dewletê zorê dabû pê ku ji bajêr bireve here, lê wî bajêr terk nekiribû.

Hersê gerîlla, anku “Heval” Seydoş bi xwe re dibin. Şeş saet rê diçin, digihîşin qonaxa xwe. Cih li pişta şkeftek e. Li derûdorê nobedarên çekdar hene. Qumandarê Gerîllan Bozo li benda wan e. Seydoş dibin hundirê şkeftê, wî derdixin hizûra Fermandar Bozo.

Fermandar Bozo bi Seydoş re diaxife, lê nikare wî îqna bike. Vêca wî tehdît dike û wî dide girtinê. Çekdar, Seydo digrin davêjin zîndana gerîllan. Li bajêr herkes pê dihese ku yên çîya hatine Seydoş revandine û birine. Polîs tên jina Seydoş, Zero  digrin binçav, lê piştê bîstûçar saetan wê berdidin.

Tevliheviya ku li bajêr çê dibe, digihîje guhê Fermandar Bozo. Ew jî Seydoş ji zindanê derdixe, tîne cem xwe û jê re dibêje “Divê tu di wê sendîqayê de bi me re kar bikî, yan jî vî welatî terk bikî.” Seydoş vê daxwaza Qumandar Bozo qebûl nake. Gerîlla jî têr û tijî lê dixin û ber bi êvarê wî dibin li ber bajêr berdidin.

Seydoş diçe malê. Sibehtirînê polîs tên wî digrin bin çav. Jê cihê gerîllan dipirsin, lê ew ji wan re cih nabêje. Seydoş dibêje “Şev bû, çavên min girtibûn, ez nizanim wan min kê derê de birin.” Polîs, Seydoş berdidin.

Piştê çend mehan, hilbijartina sendîqayê çê dibe. Seydoş û hevalbendekî hêza gerîllan dibin namzet ji bo serokatîya sendîqayê. Fermandar Bozo, anku hêza gerîllan pisûlayek ji Seydoş re dişînin ku ew xwe ji hilbijartinê vekişe. Seydoş bi gotina wan nake, dibe namzet û bi ser dikeve. Paşê gerîlla tên êrişê ser mala Seydoş dikin, malê didin ber gulan, jina wî Zero birîndar dikin. Roja din jî hêza gerîllan belavok belav dikin û Seydoş bi ajantîyê îtham dikin. Li dijê Seydoş qampanya vedikin û derdûdorê lê teng dikin.

Qumandarê gerîllan Bozo, ji jina Seydoş, Zero re telefon vedike, wê tehdît dike. Dema Seydoş tê malê, Zero jê rica dike, lava dike ku ji vî bajarî bar bikin û biçin. Seydoş qebûl nake, dibêje “Ev deh salin ku ev dewleta bênamûs di min de dixebite û nikare min ji vî welatî derbixe, îcar ev Bozo dê min ji welatê bav û kalan derbixe.” Lê, qumandarê gerîllan ultîmatoma xwe dide; “Divê Seydoş dev ji serokatîya sendîqayê berde û vî bajarî terk bike… Heger ew vî bajarî terk neke ew ê wî bikujin.”

Seydoş li ser daxwaza jina xwe û heval û dostên xwe ji serokatîya sendîqayê îstîfa dike. Ev îstîfa jî li hemberê wî tê bikar anîn. Di nav xelkê de tê gotin ku“ew ajanê dewletê ye û ajantîya wî ji alî hevalên wî ve hatîye tespît kirin.”

Bi vê şêweyê Seydoş di nav însanan de tecrît dibe, ji taqet dikeve. Belê, Seydoşê ku bi salan li hemberê zilm û zordariya dewletê li berxwe dabû, dikeve rewşeke weha xirab ku kesek silavê lê nade. Di vê halê weha de, êdî Seydoş mecbûr dimîne ji bajêr bar dike û diçe Mêrsînê.

Seydoş piştê ku koç dike diçe Mêrsînê, hêza gerîllan li wir jî wî rehet nahêlin û li wir wî dikujin. Pisûlayek jî datînin ser cesedê wî û dibêjin “Ajanê dewletê bi ku de herin bila herin, ew nikarin xwe ji destê me xilas bikin.”

Ev çîrok dide xuyakirin ku, kurdên welatparêz yên li welêt di nav Xelîl û Celîl de mane. Bibin alî dewletê dibin xaîn, nebin alî rêxistina çekdaran dîsa bi xaîntîyê tên îthamkirin, tên sucdarkirin. Mirovên weha, herwekî Seydoş ku di çîroka “Kul” de tê qalkirin, hem ji destê dewletê û hem jî ji destê rêxistina çekdar kul û keder dikşînin, zilm dibînin.

Di çîroka “Begê Min” de, Reşo yekê birîndar dike û tê girtin. Ev çîrok li ser bûyera birîndarkirinê, girtina Reşo û helwesta qereqola polîsan ya li dijê kurdan hatiye hunandin. Di vê çîrokê de du temayên girîng ku hemû kurdan eleqeder dike, hene.

Yek jê; dema Reşo mêrikekî birîndar dike, jina mêrikê birîndar pê dihese û demançe dide destê kurê xwe, ew jî diçe gule bera birayê Reşo dide û wî birîndar dike. Ev tema heyfê, tolhildanê ye. Kurd ji hevûdu re heyfa xwe nahêlin, di cîde heyfa xwe distînin. Di vê çîrokê de û di gelek bûyerên weha de tê xuyakirin ku jin ji bo tolhildanê zarokên xwe teşwîk dikin ku di cîde biçin heyfa xwe helînin.

Temaya din jî; dema bûyerek biqewime û kurdekî bê girtin, bikeve destê polîsan, bê çi tê serê wî. Çawan lêdan dixwîn, polîs nahêlin ku ew kes biaxife, xwe biparêze, an bi şêweyeke azad bûyerê rave bike.

Di vê çîrokê de hêleke mîzahî jî heye ku, Reşo bi demança patpat bera mêrik dide, ji bo ku ji nêzve bera wî dide, patpat zikê wî dişimitîne û xwîn ji zikê wî tê. Lê kurê mêrik bi demança rasteqîn bera birê Reşo dide û wî birîndar dike.

Navê sernivîsa çîroka “Begê Min” ji peyva gotina Reşo tê. Reşo ji qomserê polîsan re dibêje “Begê Min.” Ev şiklê hîtabê di nav kurdan de heye. Gelek kurd ji karmendên dewletê re dibêjin “Begê Min” yanê bi vî şiklî hîtabê wan dikin. Helbet  ev şikil hîtab ji xwebiçûkbûyîna psîkolojîya kesên welatên kolonî-somurge- tê. Dagirker, gelên bindest biçûk dixin, wan biçûk dibînin. Gelên bindest jî ji ber vê psîkolojîyê, dagirkeran di çavên xwe de mezin dibînin. Loma jî dema hîtabê karmendên wan dikin, ji wan re dibêjin “Begê Min.” Ev tişt ne tenê di Kurdistanê de, herweha di Hîndîstanê, Cezayîrê û gelek welatên kolonî de weha bûye. Li wan welatan jî, ji dagirkeran re bi peyvên ku tê maneya “Begê Min, Efendîyê Min” hîtab kirine.

Di çîroka “Li Bayê Bezê” de, ravekirina kultureke kurdî heye. Ev tevgera kulturî ji dema qedîm ta îro di gundên kurdan de hatîye pêkanîn. Ev kultur hal û rewşeke civakî a kurdan dide nîşandan ku, ev xisûsîyet belkî di nav tu mileteke din de tune ye.

Wek tê zanîn, li gundan nan bi tenûrê tê pijandin. Jin diçin ber tenûrê, li hevûdu kom dibin -wek ku civîneke jinan a tebiî, sportane ji ber xwe ve çê bibe- li ber tenûrê, li cem hevûdu dicivin û dest bi sohbetê, paşgotinîyê  dikin. Dibe gale gal û leqleqa wan. (Bila jin min bibexşînin, lê hinek jin jî pir leqleqo ne, gelek diaxifin û behsa gelek tiştan dikin, gelek paşgotinî, gilî û gazin dikin.)

Jin li ber tenûrê li hevûdu civiyane. Di nav jinan de, lehenga çîroka “Li Bayê Bezê” Zero jî heye. Zero’ya rind û çavbikil ji jinên din re behsa bûyera ku hatîye serê wê dike. Rojek Zero bi kera qul diçe nav erd. Di rê de rastê Şêxo tê. Bi hevre hinek dimeşin. Şêxo dixwaze ku li pey wê siwar bibe. Lê zero vê tiştî qebûl nake. Hinek diçin, dibînin ku waye du kîso bi hevre temasa cinsî dikin. Zero vê temasa pevşabûna kîsoyan a cinsî bi hawake xweş, bi şehwet ji jinên ber tenûrê re qal dike. Jin bi meraq guhdarîya wê dikin. Paşê çi dibe? Paşê ji ber vê şehweta cinsî a pevşabûna kîsoyan, şehwet tê Şêxo û ew jî bi kerê qule re temasa cinsî dike.

Di vê çîrokê de adet û kulturekî din ên kurdan heye ku ji neteweyên din cuda ye. Yek, kurd, bi taybetî jî xort û civawên kurdan bi keran re gelek pir temasa cinsî pêk tînin. Du, mesela çima Şêxo bi Zero’ya xweşik û çavbikil re temasa cinsî nake, di irzê wê de naçe û çima bi kerê re ewk dike?

Di nav kurdan de xort, zû bi zû irzê keçan xirab nakin. Keçên bakîre sembola namûsê ne. Dema xortekî keça bakîre xirab bike, ev dibe sebebê şer û pevçûnê. Carna ji ber bûyerên weha di nav malbat û eşîrên kurdan de bi dehan mêr têne kuştin.

Hinek îstîsna ne têde, bûye adet û tradîsyonek civakî, di nav kurdan de zû bi zû keç nayên xirabkirin, keç hetanî ku bizewicin bakîre ne. Ev adet û tradîsyon di nav gelek gelên cîhanê de û bi taybetî jî li Ewropayê, di nav Ewropîyan de tune ye.

Dema min kurteçîrokên pirtûka Enwer Karahan “Şevbihêrkên Şevên Xalî” bi dilxweşî xwend û ez hatim rûpela 129an û min kurteçîroka bi sernavê “Mûdî” xwend, min ji xwe re got “ev çiye?” Ez maneya peyva “Mûdî” nizanibûm. Loma jî min ji kurteçîrokên din pirtir bi meraq vê kurteçîrokê xwend. Lê, ez fêr nebûm ku maneya peyva “Mûdî” çi ye? Di vê kurteçîrokê de zarokên biçûk hene. Seleh û Biro du hevalên hev in. Herdu jî zarok in. Çetelastîka Biro heye, pê çûkan dikuje.

Di çîrokê de kûp heye ku hema bibêj temamê çîrokê li ser valakirina kûpê hatiye pêkanîn. Kurd di kûpan de bastex, meşlûl û dims heltînin. Yanê dims, bastex û meşlûllan dikin kûpan ku xirab nebin û zivistanan devê kûpan vedikin, dims, bastex û meşlûlan jê derdixin û dixwin.

Bi min, navê vê kurteçîrokê “Kûp” bana hîn baştir bû. Nivîskar ji bo çi sernavê “Mûdî” li kurteçîrokê danîye û ev peyva “Mûdî” tê çi maneyî, ez bi xwe nizanim. Di nav hemû kurteçîrokên pirtûkê de kurteçîroka herî bi qels û bê mane, bi min ev kurteçîrok e.

Kurteçîroka dawîn a pirtûkê “Nêçîr” e. Dema çavên min bi peyva nêşîrê ket, biçûkayî û xortanîya min hat bîra min. Bavê min tim diçû nêçîra kew û kiroşkan. Carna ez jî pê re diçûm. Me gelek kew dikuşt. Goştê kewan pir xweş bû. Di nav hewnanan de goştê tu heywanek bi qasê goştê kewê bi tehm û lezet nîn e. Ev bîst sal e ku min goştê kewan nexwariye, lê tehm û lezeta goştê kewê hêj jî di devê min de ye.

Tiştên ku di kurteçîrokan de tên qalkirin, xeyalî jî bên afirandin, di rastîya jiyana me de hene û pêk hatine. Dema min dest bi xwendina çîroka “Nêçîr”ê kir û min hinek xwend, min ji xwe re got “eynê tiştê ku bi serê mirov de bê, bi serê yekî din de jî tê. Eynê tiştê ku mirov dibîne, dikare yekî din jî bibîne.”

Lehengê çîrokê, Ferman di binê sîya darê de dirêjketîye, razaye. Mozikek tê bi çavê wî ve dide, berçavê wî diwerime. Ferman diçe nav bostanan, ji lema firîngê firîngek jê dike, ducî dike û di ser werma çavên xwe de dide. Paşê di nav daran de wirve diçe, keç û xortek ku bi hevre dilîzin, xort keçikê maçî dike û destê xwe li laşê wê digerîne, dibîne.

Ez dema panzdeh, şanzdeh salî bûm, carek ez jî di bin sîya darê de, di nav baxçe de razabûm û mozika ku navî Zembûr e, ber çavê min ve da, di cîde ber çavê min werimî. Ez jî çûm nav bostanan, min firîngê ji lemê jê kir, qelaşt û di ser werma çavê xwe de da. Ez ji nav bostanan derketim çûm nav baxçeyek din, min dît ku waye keç û xortekî -ku min herduyan jî nas dikir û wan ji hevûdu hez dikir- di nav baxçe de pevşadibin.

Ferman û Heyho saet çarê serê sibê radibin û diçin nêçîrê. Herdu diçin dikevin kozikê û li benda hatina kewan disekinin. Kozik li ber kanîyê ye. Dê kew bên ser kanîyê, dema av vexwin, ew jî dê kewan bikujin. Du kew tên ser kanîyê. Heyto bi tifîngê nîşanê wan digre û tetikê dikşîne, lê fişek qelb derdikeve, nateqe.

Di çîroka “Nêçîr” de, bi kurtahî be jî, zewq û heyecana nêçîrîyê -seydvanîyê- heye. Ji xwe dema Heyto û Ferman ji nêçîrê vedigerin, kewên ku kuştine bi xwe re tînin. Ferman li ber diya xwe rûnî dike û bi “kelecaneke” mezin jê re serpêhatîya nêçîrê dibêje.

Min di vê nivîsa danasîn û şîroveya pirtûka Enwer Karahan “Şevbihêrkên Şevên Xalî” de behsa tema, naverok, teknîk û forma çîrokan kir. Min behsa zimanê wê nekir. Ez zimanzan nînim. Hinek peyvên herêmî -lokal- tê de hene. Bi min karanîna van peyvên lokal tişteke normal e. Zimanê pirtûkê giran nîn e, bi hêsanî tê xwendin. Herîkbar e. Lê, bi min, nivîskar navên nêr bîlasebe tewandîye. Pêwîst nedikir ku “î” û “yî” li pey navên nêr ve bike. Bi min, pêwîst nake ku, ew peyvên ku dema tên guhertin û mane digehurînin, mirov bitewîne, yanê divê peyvên weha neyên tewandin.

Min li gor zanîn û têgihiştina xwe, li gor pîvanên edebî çîrokan şîrove kir. Li gor zanîna min a edebî, nivîskar di hêla metoda nivîsîna kurteçîrokan de bi ser ketîye. Divê ew bi vê şêweyê afirandina berhemên xwe yên edebî bidomîne. Xwendevanên kurd li benda berhemên wî ên nû ne.

Lokman Polat
Sibat 2002

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.