DÎMENEK JI ”DÎROKA RÛREŞ”

Di nav şaxên edebiyatê de hunera herî bi hêz hunera tiyatroyê ye. Di afirandina berhemên edebî de nivîsîna herî zor û zahmet nivîsîna şanoyê ye. Leyistikên şanoyî li pêşberê temaşevanan rû bi rû têne leyistin û lewre jî ji pêkanîna sahneyan re hostatî divê. Li cîhanê berhemên şanoyê hindik têne afirandin. Herweha di nav edebiyata kurdî de jî berhemên herî hindik –ku ji deh tiliyên destan nabûrin- berhemên şanoyê yên bi kurdî ne.

Di nav şaxên edebiyatê de hunera herî bi hêz hunera tiyatroyê ye. Di afirandina berhemên edebî de nivîsîna herî zor û zahmet nivîsîna şanoyê ye. Leyistikên şanoyî li pêşberê temaşevanan rû bi rû têne leyistin û lewre jî ji pêkanîna sahneyan re hostatî divê. Li cîhanê berhemên şanoyê hindik têne afirandin. Herweha di nav edebiyata kurdî de jî berhemên herî hindik –ku ji deh tiliyên destan nabûrin- berhemên şanoyê yên bi kurdî ne.

Edebiyata kurdî ya devkî ji hêla şanoyê ve xurte, lê edebiyata kurdî ya nivîskî ji hêla berhemên şanoyî ve hindike û qels e. Divê nivîskarên kurd vê qelsiyê û hindikbûna hejmara berhemên şanoyî ji holê rakin û di hêla şaxa edebî ya şanoyî de kar û xebat bikin, berhemên şanoyê biafrînin ku şanoya kurdî dewlemend bikin.

Nivîskarê kurd Bubê Eser  dest avêtiye vê hêlê û bi xebateke giranbiha heta niha du berhemên şanoyê afirandiye. Pirtûka wî ya şanoyê a yekem navî ” Zewaca Şaş” bû. Ev pirtûka wî ya şanoyê du car hate çapkirin. Çapa yekem li Stockholmê – Swêdê- û ya duyem li Stenbolê pêk hat. Pirtûka wî ya duyem jî navî ”Dîroka Rûreş” e.

Beriya ku ez pirtûka şanoyî ”Dîroka Rûreş” bidime nasîn, ez dixwazim çend gotinên gelemberî di derbarê bandora şanoyê ya li ser civakê pêşkêşê xwendevanên kurd bikim.

Hunera Şanoyê û Bandora Wê
Di hêla hunerî de girîngîya şanoyê li ser sînemayê ve ye. Tesîra lîstikek şanoyî ji filmek sînemayê pirrtir e. Mirovên ku ewil di tîyatroyê de leyistine û paşê derbasê sînemayê bûne rola xwe gelek xweş bi kar tînin û ji artîstên normal baştir rola xwe dileyizin. Gelek artîstên bi nav û deng derbasbûna wan ji tîyatroyê tê.

Leyistika şanoya Kurdî di nav gel de gelek kevnare ye. Di demên berê de, di dehwetên (dîlanên) Kurdan de şanoya gelêrî dihat leyistin. Ez wexta ku hêj piçûk bûm, tê bîra min di dîlanan de şanoya bi navê “Kose” di dîlanan de dihat leyistin û gel hetanî dawîyê şanoyê gohdarî dikir û lê temaşe dikir. Leyistikek din yên şanoyî jî navê wê “Mîr û Kizîr” bû. Ev leyistik jî wek tîyatroyê di dîlanan de dihat leyistin. Niha dehwetên (dîlanên) Kurdan hatine guhartin, wek berê nînin, modern bûne, di salonan de bi mûzîkê têne çêkirin.

Rewşa “Şanoya Kurdî” hewqas ne baş e. Di hêla şanoyî de pêşveçûnek mezin û berfireh çênebûye. Niha her çîqas ji bo pêşveçûna şanoyî hinek kar û xebat tên kirin jî ev ne bes e. Qelsîya şanoya Kurdî hêj jî berdewam dike. Hinek leyistikên şanoyî tên leyistin, lê ew jî têr nake. Pirtûkên şanoyî jî gelek kêm tên weşandin. Gelek nivîskarên Kurd hene, lê ev nivîskar berhemên şanoyî naafrînin. Tenê çend nivîskarên Kurd bi vê tiştî mijûl dibin û berhemên şanoyî diafrînin. Ew jî têr nake.

Di vê demên dawî de, çend komên şanoyî yên Kurdan hatine damezrandin. Her wek “Koma şanoya Ehmedê Xanî” “Koma şanoya Roja Welat” û yên din. Gelek komên şanoyî yên ku berê hatibûn damezrandin jîyana wan kin bû. Ji ber sedemên aborî û gelek sedemên din, van komên şanoyî kar û xebat û jîyandina xwe ya şanoyî berdewam nekir in. Di nav navendên çandî yên Kurdan de çend komên şanoyî hatin avakirin, lê ew jî gelek bi amatorî kar dikin. Leyistikên ku ev komên şanoyî li dar dixin, leyistikên ji alî naveroka xwe ve gelek qels in. Hinek komên şanoyî di leyistikên xwe de du ziman (Kurdî û Tirkî) bi kar tînin, li gor min ev tiştekî xelet e. Divê yek zimanekî, ew jî tenê Kurdî bi kar bînin. Ji bo ku ev komên şanoyî yên Kurdan in, û ji bo gelê Kurd tîyatro çêdikin û dileyizin, divê zimanê leyistika wan jî Kurdî be. Di leyistikekî tîyatroyê de du gotin bi Kurdî û du gotin bi tirkî axiftin qet baş nîne. Wek ku min got, pirtûkên tîyatroyê yên Kurdî gelek kêm in. Raste kêm in, lê li gel wan pirtûkên heyî, gelek pirtûkên nivîskarên bîyanîyan bi Kurdî hene. Di dema me de gelek pirtûkên nivîskarên klasîk yên cîhanê hatine wergerandin û bi Kurdî hatine weşandinê. (Weşanên Helwest’ê du pirtûkên Shakespeare bi wergera kurdî weşand –Romeo û Julîet, û Bazirganê Venîsiya – û ew ê ji niha û pêve giranî bide ser weşandina pirtûkên şanoyî.) Komên tîyatroyê van leyistikan dikarin li ser sehnê xwerû bi zimanê Kurdî bidin leyistin. Di leyistina leyistinek şanoyî de sahne gelek mûhîm e. Dekora wê, kostûmên wê, ronahîkirina wê divê baş bê amadekirin.

Tîyatro beşekî, şaxêkî edebîyatê ye. Edebîyat bi xwe îlmêk e, zanîstîyek e. Ji bo îlmê edebî tîyatro obje ye. Di îlmê edebî de rola nivîskarên edebî gelek girîng e. Yên ku hunera leyistikê radixe holê nivîskar e. Nivîskar bi berhemê xwe rê ji leystîkvanan re vedike.

Tîyatro xezîneya hunerê ye. Yên ku rê ji sînemayê re vekirîye hunera şanoyî ye. Di vê hunerê de rolekî girîng jî dikevê ser milên leyistikvanan. Leyistikvan ku di sahnê de rola xwe baş bileyizê, wê gavê dikarê mirovan di sehnê de stîlîze bike. Leyistikvanên tîyatroyê mirovê axaftinvan e. Ew bi rola xwe û bi axaftinên xwe temaşevanan dide fikrandin. Dîyalogên di nav leyistikvanan de ji hemû tiştan girîngtir e. Di axaftina xwe de ji diyalogek derbasî dîyalogekî din bûyin û bi taybetî dîyalogên dramatîk gelek muhîm e û jê re hunerek zanîstî dixwazê.

Di tîyatroyê de cîh, dem û bûyer jî gelek girîng e. Trajedîya grekî  hevgirtina cîh, dem û bûyerê dixwazê. Trajedîya grekî, hevgirtina qaîdên Arîstoteles bi cîh anî ye. Ev qaîdekî estetîkî ye. Em bêjin ku nivîskarekî şanoyî bûyerek dinivîsînê ku di nav du saetî de ev bûyer di eynê cîh de dest pê dike. Lê divê rewşa berîya vê bûyerê jî bê nivîsandin. Waxta ku nivîskarekî şanoyî leyistikek şanoyî dinivîsînê divê pêşî bide xwîyakirin ku ev leyistika şanoyî di kîjan cîh de derbas dibe, wê  bide fêmkirin. Di leyistikekî şanoyî de bûyer ji bo ku pêwîst e dibe ku li Londonê, Berlînê, an jî di herêmek çîya de, yan jî di nexweşxaneyek de derbas bibe. Xwîyakirina van cîh û waran di sehnê de derbas dibe. Ji bo vê yekê divê têkilîya nivîskar û sehnê bi hevre xurt be. Nivîskar cîhê bûyerê di şanoyê de li ser sehnê wek Madrîd, Stenbol, an jî Amed bide nîşandan, divê daxwazîya Îllusîonê xwe ve girêdayî be, bizanibe ku bê Îllusîonan –bê sihir- teatr nabe. Ji bo ku Îllusîon baş bê fêmkirin, ez livir mînakek bidim: Şêxzadeyekî kor bawer dike ku di qesra xwe ya nexirabkirî de dijî. Lê bi eslê xwe di xanîyekî xirabe de dijî. Ew dibêje qey ji Kral re serî xwar dike, çok dide erdê, lê di eslê xwe de ew ji reşikek re çok dide erdê. Bûyera şanoyî ya ku derbas dibe wek cîh eynê ye, yek cîhek e, lê bi Îllusîonê –sihrê- ew cîh bi leyistika di pêşberî Şehzadê kor de dibe du cîh. Cîhek cîyê ku temaşevan dibînin, cîhê din, cîhê ku Şexzadê kor pê bawer dike ye. Wek her hunerî hunera şano (tiatr) jî cîhanekî bi şekl e, cîhanekî çêkirî ye. Lê her cîhana çêkirî wisan hêsan nayê çêkirin, nahê bi şekilkirin. Her çiqas nêzî eqil be jî, qaîdên estetîkî sînorên xwe hene. Her huner ji çêbûyîyên teknîkên yên dema xwe feyde dibîne.

Piştê ku bi kurtahî be jî, ez li ser cîh sekinîm, vêca dixwazim li ser demê (wext-zaman-kat) bisekinim. Leyistikek şanoyî tenê bi cîh-mekan- ve girêdayî nîne. Têde dem-wext- jî heye. Sahne hem cîh û hem jî demê dide dîyarkirin. Cîh û dema bûyerê, ji bo leyistika şanoyî girîng e. Lê di hinek leyistikên trajedî de demê nadin nîşandan. Di vir de dem wek naturalîstî bi hev ve girêdayîye, hev du teqîp dike. Lê, hewce nîne ku her dem jî weha be. Wek mînakek: leyistina şanoyî ya ku Nestron nivîsandîye “Roja Dîlanê, Mirin” leyistikek pêkenokî ye. Di vê leyistikê de di eynê demî de, di eynê wextê de du perde heye. Bûyera di perda duyemîn de û ya perda yekemîn bi hawayekî westatî bi hevdu re hatîye girêdan. Û bi hevre yek demî hatîye çêkirin. Di şanoyê de dem dikarê bê kinkirin, dikarê hêdî bê meşandin û dikarê zû jî bê meşandin, dikarê bê seknandin, û dikarê bê nûhkirin.

Rewşa Fîguran jî gelek girîng e. Di hunera şanoyî de lehengên (qehramanên) tradejiyê û lehengên komedîyê bi her awayî ji hev cûda ne. Ferqîyek berbiçav di nav herduwan de heye. Lehengê trajedîyê xwedîyê kêrhatî û xisûsîyetên taybetî ye.  Divê ew bi hunera xwe ya leyistikvanîyê, bi xisûsîyetên hunerî dilêşîya temaşevanan zîz bike. Sucdarîyê û bê sucîyê lihevûdû bixe û li gor qaîdan pêşkêş bike. Em bêjin ku lehengê leyistika şanoyê mirovekî xirab e. Divê nivîskarê şanoyê piçekî rih bide vê xirabbûyîna wî. Di şanoya Almanî de mirovekî sempatîk di cîde dibe şeytan. Hîkariya, anku bandora (tesîra) hunerê jî jivir tê.

Di şanoyên dema qedîm de û bi taybetî jî di şanoyên Shakespeare de leheng (qehraman) ji qada çîna herî bilind e, ji nav asîlmendan e, ji nav arîstokratan e. Temaşevan dibîne ku mirovek  ji çîna wî bilindtir wek wî bi dilêş e, bi kul û keder e. Ev tişt jî ji bo temaşevanan tesîrekî xwe heye. Bandora wê leyistika şanoyî li ser temaşevan heye. Temaşevan di sehnê de di şexsîyeta lehengê leyistikvan de xwe dibîne.

Di leyistika şanoyî de û di leyistikvanîyê de ziman gelek girîng e. Di esasê xwe de zimanê şanoyî pirr û pirr girîng e. Bi kar anîna ziman û bi rolekî hunerî leyistikvan dikarê hemû temaşevanan bixe nav heyecanê. Bûyerê dikarê dramatîze bike. Ferz bikî hanîna xeberêk (nûçeyek) dikarê bi girîngî bala temaşevanan bikşîne. Karanîna zimanê şanoyî jî bi serêxwe hunerek mezin e.

Pirtûka Bubê Eser ya şanoyê
Di pirtûka nivîskarê kurd Bubê Eser ya şanoyê de mirov vê hunerê dibîne. Pirtûka wî ya şanoyê a bi navê ”Dîroka Rûreş” ji hêla hemû xisûsiyetên xwe ve li dîtin û ramanên ku min li jorê aniye zimên diqunce. Yanî ev berhem li gor pîvanên şanoyî berhemeke serketî ye.

Pirtûka Şanoyê ”Dîroka Rûreş” hem li Stenbolê û hem li Stockholmê hatiye çapkirin. Pirtûk li Stockholmê di nav weşanên ”Sara” de û li Stenbolê di nav weşanên ”Doz”ê de derketiye. Berga pirtûkê rengîne. Di berga pêşîn de wêneya cenazeyên şehîdên kurd yên operasyona Anfalê heye. Tabuteke li ser milê Serokê Kurdistanê Rêzdar Kek Mesûd Barzanî ye. Nivîskarê pirtûkê Bubê Eser pirtûka xwe pêşkêşê Serokê Kurdistanê Rêzdar Kek Mesûd Barzanî kiriye.

Pirtûka şanoyê bi perda yekem dest pê dike. Nivîskar bi devê vebêj bal kişandiye ser hişmendiya dîrokî. Şanoya ”dîroka rûreş” ji du beşan pêk tê. Naveroka şanoya li ser bûyera Anfal ya di dema Saddamê xwînxwar de pêk hatibû hatiye afirandin. Lehengê şanoyê –ku navê wî Dilêr e – dixwaze biçe çiya û têkeve nav refên hêza pêşmergeyên qahraman. Vebêjê şanoyê gelek gotinên manedar û balkêş pêşkêş dike. Di gotinên vebêj de rastiya dîrokî û rastiya rewşa kurd û Kurdistanê heye.

Belê, Dîlêr dixwaze bibe pêşmerge û li dij dagirkeriyê şer bike, têbikoşe. Ew li gund mêvanê Şêxe. Ew ê bişev li wir raze û roja din here çiya, xwe bigîne hêza pêşmergan. Dîlêr xwedî hunere, hozane. Bişev gundî têne serlêdana wî û di mala Şêx de dicivin, bi hevre sohbet dikin û Dîlêr ji wan res tran dibêje. Direngê şevê gundî radibine diçine mala xwe û Dîlêr jî di mala Şêx de radize. Destê serê sibê leşkerên Saddam tên dora gumd digrin û dikevin nav gund.

Leşkerên Saddam mal bi mal digerin û hemû gundîyan tînin di meydana gund de dicivînin. Vebêj di pêşkêşkirina vegotina xwe de behsa ayeta Anfalê ku di Quraana pîroz de ye dike. Saddamê dîktator li gor vê ayetê û bi vî navî li dijê kurdan qetlîam, jenosît pêk tîne. Heta min pirtûka Kek Bubê Eser nexwend ez nizanibûm ku anfal navê ayeteke Quraanê ye. Nexwe xwînxwar xwîn dirjînin, zilm û zordarî dikin û xwe dispêrin olê û olê ji xwe re dikin alet.

Leşkerên Saddam hemû xortan, mêran, kalepîr û nexweşan kom dikin û dibine dikine seyareyên cemseyên leşkerî. Jin û zarokên gund êrişê leşkeran dikin. Leşker jî gule bera wan didin û çend zarok dikujin.

Perdeya duyem a şanoyê ji beşeke pêk tê û ev beş gelek dirêje. Di vê beşê de jî vebêj gotinên girîng pêşkêş dike. Gundiyên kurd ku hemû jî ji herêma Barzanin û hatine anfal kirin bi zindî di nav agir de ne. Tiştên ku hatiye serê wan, nayê gotin û nayê tehemul kirin. Beşeke Kurdistanê di bin lingên leşkerên Saddam de hatiye peliçiqandin. Kurdên vê beşê di bin zilm û zordariya dîktatoriya Saddam de dizarin, dinalin. Anfal kirina Barzanîyan dîmeneke rûreşe ku di dîroka kurd û Kurdistanê de hatiye pêkanîn.

Nivîskar Bubê Eser şanoyê bi şêweyeke wisa nivîsiye ku, dema mirov dixwîne dilê mirov diêşe, mirov xemgîn dibe û digrî. Kuştina xortê ciwan ku navî ”Xazî” ye û welidandina zarokekî nû, rewşa keç û jinên ku piştî anfalê bi tena serê xwe li gundan bêmêr mane û herweha gelek dîmenên jiyana zahmet û sahneyên din yên şanoyê mirov xemgîn dike. Ev şano hêjayê xwendinê ye û herweha hêjaye ku li ser dîkê bê leyistin û di demên pêş de senaryoya wê bê çêkirin û weke fîlm bê kişandin.

Pirtûka şanoyê ya nivîskarê kurd Bubê Eser, bi naverokeke dewlemend û bi mijareke girîng hatiye afirandin. Dîroka rûreş dîmeneke ji dîroka kurdên başurê Kurdistanê ye. Di pirtûkê de trajedîya jenosîta ku li hember kurdên başur hatiye pêkanîn, tîne zimên. Mijara pirtûka şanoyî li ser qetlîama Barzanîyane. Wek tê zanîn di dema dîktatoriya Saddam de bi navê operasyona Anfalê qetlîam û sirgûna kurdan çêbû. Hêzên Saddamê dîktator û partiya Baas a faşîst bi hezaran kurdên ji aşîra Barzan kuştin û birine sirgûnê û yên ku birin jî venegeriyan hemû hatin kuştin û bûn şehîdên Kurdistanê.

Dema mirov pirtûkê dixwîne dil û kezeba mirov dişewite. Zilm û zordariya ku li kurdan hatiye kirin, şkence û wahşeta ku dagirkeran li hemberê gelê kurd pêkanîne di pirtûkê de tê rave kirin. Girîna mirov bi halê kurdan û trajediya ku hatiye serê wan tê.

Ez rexnegir û analîzvanekî edebiyata kurdî nînim. Lêbelê ez xwendevanekî baş ê pirtûkên kurdî me û di jiyana xwe ya xwendinê de giranî didime xwendina pirtûkên kurdî û lewre jî ez herî pir pirtûkên kurdî dixwînim. Ez car caran ji bo danasîna pirtûkên kurdî li ser pirtûkan gotar, nivîsên danasînê dinivîsim. Ez hêvîdarim ku analîzvan û rexnegirên edebiyata kurdî digel helbest, roman û çîroka kurdî, şanoya kurdî jî analîz bikin û bi çavên rexnegirî, bi şêweyeke îlmî zanîstî berhemên edebiyata kurdî binirxînin.

Lokman Polat

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.