Gotinên ji dil

05 April, 2009

Seranserê dîrokê mirovan xwestine çîrokên balkêş bibihîzin û bixwînin. Ev hêla mirovan a sirûştî (xwezayî), tiştekî naskirî ye. Lewra her rojê di rojnameyan de çîrok û bûyerên balkêş, ên dramatîk hene, bi awa û gotinên cuda, wek nûçe tên ragihandin û tesîr li mirovan tê kirin.

Di dema me de ev yek pir heşkeretir e. Lê her çîroka balkêş, a ku tê nivîsandin û tesîrê li mirovan dike, ne edebiyat e. Edebiyat ve/gotin e, lê çîrokên di rojnameyan de, ragihandina bûyeran in. Ew babet nivîs û çîrok, bi gotinên abstrak ên komunikatîv tên ragihandin. Lê di edebiyatê de ve/gotina bi hevok û gotinên metaforî yên ji dil heye. Ew gotin û hevokên ji dil in tiştê ku xweşiya edebî dide nivîsekê.

Ez ê di vê nivîsê de, vê hêla romanê wek mijar bigirim û bi kurtî mebesta xwe bibêjim.
Sisê elementên romanê yên bingehîn ku divê li hev bikin û di hev derkevin, hene: wext, cîh û bûyer. Gava ev her sê element rast bên avakirin û rast li hev bên edilandin, mantiqek û rastiyek ji romanê re tê peydekirin û avakirin. Romaneke ku li gora van pîvanan hatibe nivîsîn, heger ne pir ”xweş” jî be, romaneke baş û rast e.

Ev pêdiviya romanê ya sirûştî, di herka jiyana rast jî de ev wilo ye. Bûyerek, di demekê de, li cîhekî dibe. Pêdiviya bûyerekê bi wextekî û cîhekî heye. Gava mirov bûyerekê dike çîrok û dibêje, ev pêdivî nayê guhertin. Û çi bûyer û çîroka ku heye, pêdiviya wê bi wextekî li gora xwe heye. Divê her carê ew û bûyer di hev derkevin. Hêkek di hefteyekê de nabe çîçik. 21 roj di germeke dor 37-38° jê re divê.  Em nikarin şeş mehan jî bikin dema wê ji bo ew bibe çîçik. Her wilo em nikarin wê deynin devereke sar jî û li bende bin da ew bibe çîçik. Ji bo ku hêkek bikaribe bibe çîçik, em nikarin van pêdiviyên wê û wext biguherin. Heger çîrok û nivîsa me li ser vê yekê be, divê em bala xwe bidin van pêdiviyan.

Hûn ê bibêjin, ma yên ku van pêdiviyên hêkê yên sirûştî nizanin hene. Na, helbet tune ne, lê avakirina çîrokeke ku dibe mijara romaneke li gora van rastî û pêdiviyan, her demê ne hêsan e.

Yekî/e ku bala xwe dide van pêdiviyan û çîroka xwe dibêje, piştî demek gotinê, çîrok xwe ji wî/ê rizgar dike, ji destên wî/ê derdikeve û ew bi xwe ji hev fireh û zêde dibe. Jixwe yek ji taybetmendiyên romanê yên bingehîn jî ev e. Gava roman vê rêya xwe ya bingehîn digire, mirov mantik, bênhfirehiya sirûştî û xweşiya lihavhatinê di gotinan, hevokan û çîrokê de dibîne. Mirov wî çaxî bi herka bûyeran û dîtina dîmenan qane dibe û bêhnên xweşiyên ku ji cîhê bûyerê difûrin, his dike.

Gotin û hevokên romeneke wilo, gotin û hevokên metaforî yên ji dil in. Xwendevan xweş tê derdixin ku nivîskar ne di hewla xapandinê ye. Xwendevan tê derdixe ku ew bi dilovanî çîrokekê dibêje û xwendevanan vedixwîne dinya çîroka xwe.

Lê heger nivîskar di rewşeke wilo de bikeve pêşiya herk û firehbûna çîrokê û bixwaze wê kontrol bike, ya jî li gora xwe rast bike, xwendevanê baş perwerdebûyî, bi hêsanî tê derdixe ku nivîskar xwe dixe nav çîrokê, berê wê dide vir û dera han. Wî çaxî çîrok dibe wek gava yekî nezan piskilêt (duçerx) dajo. Duçerx ditewtihe, bi vir de û wir de diçe û heger rêya li ber wî deh metroyan fireh jî be, têra wî nake. Lê yekî zana, dikare destê xwe jê berde jî, bêyî ku ew bikeve şikê û bitewtihe, ji ber xwe ve diçe; heger rê şifîleyeke teng jî be, têra wî dike.

Gava nivîskar xwe tev li herk û vegotina çîrokê dike, li gora xwe dixwaze wê xweştir û balkêştir bike. Dibe ku bi gotin û hevokên xweş, di wê yeka xwe de bi ser bikeve û bêyî ku xwendevan tê derbixin, çîrokê balkêştir bike. Lê wî çaxî rîsk û metirsên ku nivîskar ji pîvan û pêdiviyên edebî dûr bikeve, ya jî wan binpê bike, mezintir dibin. Gava nivîskarek rêyeke wilo hilbijêre û çîroka xwe dixe wî halî, çîrok nema bi herka xwe ya sirûştî diherike, leheng û rolgir nema azad in û nema karin rola xwe ya esasî bilîzin, bûyer, cîh û wext nema li hev dikin.

Wî çaxî çîrok bi gotin û hevokên abstrak ên komunikatîv, rê û formeke populîst digire. Ew wilo, ji bo xwendevanên ciwan, ên kêmezmûn û xwendina xurt, xweş e û heta radeyekê tê pejirandin jî. Çîrok bi wî awayî balkêşiyeke ne rast bi dest dixe.

Nivîskarekî hostayê gotinê, dikare çîrokê wilo, bi wî awayî, wilqasî xerab bike, lê xwendevan dîsa tê dernaxin. Li welatên li paşmayî, gava çîrok wilo tên gotin û bi hisên neteweyî jî tên hûnandin, xwendevan bi carekê re bêmefel tên hiştin. Gelek caran rexnegir jî nema karin rola xwe bilîzin.

Romanek, bes tenê bi xweşî û balkêşiya çîrokekê nabe berhemeke biserketî. Ev bi xweşiya ve/gotineke edebî ya ku pîvanên edebî ji berhemê re dike stûnên vegotinê, dikare bibe berhemeke biserketî. Ez li vir bahsa xweşiya nermî û bêhnfirehiya herka gotina çîrokê ya sirûştî dikim.
Bi min, tiştê ku divê mirov ji hemû tiştan bêtir bala xwe bidyê, ev e.

Silêman Demir
sileman.demir@bredband.net

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.