Wan mêrxasan bi kurdî difîkandin

Di wê dema ku bi “kurdîfîkandin” sûç dihate dîtin û rewşênbîrên kurdan bi girtin, îşkence û zîndankirinê re rû bi rû diman, kurdperwerî ne ewqas hêsan û ne barê her “mêrxwasî” bû. Mixabin ew dem û pêvajo ji aliyê gelek kesên cîlên îro zêde nayê zanîn. Loma jî divê em wê demê, wê pêvajoyê ji bîr nekin û bi wesîleyên cihê bi bîr bînin.

Milet û civateke ku dîroka xwe, derbasbûyên xwe baş nizanibe, li wan xwedî dernekeve, wan di bêjinga nirxandineke objektîf re derbas neke û dersên pêwîst jê dernexîne; wê nikaribe pêşeroja xwe jî baş bibîne.

Weke tê zanîn piştî şikestina serhildana Dersimê û zilm, zordarî û terora dewleta Tirkiyê, Bakurê Kurdistanê ketibû nav “bêdengiyekê” ker û lal. Karbidestên tirkan bawer nekirin wê êdî kurd bikaibin û wêribin dengên xwe derxînin.

Lê ev hêviya karbidestên dewleta Tikiyeyê, xewn û xeyalên wan weha derneket. Piştî demeke dirêj jî be, rewşenbîrên kurdan dest bi derxistina hinek kovar û weşanan kirin û careka din îspat kirin ku bêdengkirina kurdan wê ne ewqas hêsan be.

Di sala 1948an de, Musa Anter bi awakî resmî, li Stenbolê bi navê “Dicle Kaynaği”  (Çavkaniya Dîcleyê) dest bi weşana rojnameyeke hefteyî kir. Gelek ronakbîr û welatperwerên kurd beşdarî nav vê hewldan û xebatê bûn. Di 31ê çeleya paşîn ya 1950î de jî Mûsa Anter dîsa li Stenbolê bi navê “Şark Mecmuasi” (Kovara Rojhilatê) dest bi weşana kovarekê kir. Di sala 1958an de, vê carê li Diyarbekirê bi navê “Ileri Yurt” (Welatê Pêşketî) rojnameyekê dest bi jiyana weşanê dike. Xwediyê vê rojnameyê yê resmî Ebdurahman Efhem Dolak û mudûrê kar û barên nivîsan jî Av. Canîp Yildirim bû.

Di hejmara 500î ya vê rojnameyê de  Mûsa Anter bi navê “Kimil” nivîsekê û ji devê keçek swêregî strana Qimil bi kurdî dinivîse. Strana Qimil dibe dilopa talî ya bahozê. Rojnameyên tirkan êrîşek mezin tînin ser rojnameya “Ileri Yurt” û Mûsa Anter. Ji bo vê nivîsê Mûsa Anter tê girtin û mahkeme kirin.

Têkiliyên Apê Şêxo yanî Musa Anter bi malbata me re jî hebû. Teva ku ji aliyê xalê diya min de merivantiyek me ya ji dûr jî hebû, têkiliyên malbatê bêtir ji ber kurdperweriya wî dihat. Ji ber ku karbidestên dewletê Apê Mûsa gelek caran girtibûn û ew jî yek ji wan kurdperwerên wê demê bû ku hejmara wan bi tilikên destan dihatin hejmartin.

Ji bo bîranîna hemû kurdperwerên wê demê, ez dixwazim çend serpêhatiyên wê demê ku min bihîstine, xwendine û dîtine bi kurtayî behs bikim. Herweha bi qasî ku ji destên min bê, ez dê bixwazim dem dema behsa bîranînan weha bikim…

BiKURDÎFÎKANDIN
Apê Mûsa û hevalekî xwe li sûkê dimeşin û bi hev re sohbet dikin. Weke gelek caran du kesên ji îstiqbara dewletê gav bi gav bi dû wan de ye. Edî wan hevdû nas dikirin. Loma jî apê Mûsa û hevalên xwe bi tirkî sohbet dikin. Ji ber ku bi kurdîaxaftin dibû sedemê binçavkirin û lêdana wan.

Piştî demekê êdî Apê Musa xwe nagre û vedigere ser wan û ji wan re dibêje:-Heyran hun ji bo çi belasebeb bi dû me de ne. Em we nas dikin û em dizanin hun kî ne. Bawer bikin, em ê tu kês û firsetê nedin we ku hun îro me bigrin.

Lê herdu peya ji dû wan venaqetin. Piştî qanekê Apê Mûsa zincîra kilîten xwe ji bêrîka xwe derdixîne  û li ser tilîka xwe zîz dike û di ber xwe de jî difîkîne. Herdu peya bi lez tên cem wan, dikevin piyên wan û berê wan didin şûbeya polîsên siyasî. Apê Mûsa ji wan dipirse:- – Xêr e, ma hun ji bo çi me dibin?

Yek ji wan bi hêrs bersêva Apê Mûsa dide:- Ma qey hun me ehmaq dibînin;
- Ma ji we heye em nizanin, ku we bi kurdî fîkand.
Apê Mûsa dimizmize û ji wan re dibêje:
- Welleh hun rast dibijên, min bi kurdî fîkand. Eger bi kurdîfîkandin jî qedexe û sûç be, ez “sûçdar“ im.

HILBIJARTIN
Piştî Qanûna Esasî ya 1961î di çerçeweyeke sînorkirî de be jî li Tirkiyeyê hinek guherandin û bînfirehiyek çêbû. Apê Mûsa endamê TIPê (Partiya Tirk ya Karkeran) bû û weke namzetê vê partiyê beşdarî hilbijartinan dibû. Lê di wê demê de dilxwaz û piştgirên çepgir û kurdperweriyê ne zêde bûn. Tu dev ji piştgirî û dilxwaziyê bigre, ji derveyî hejmarek hindik mirov, xelkê newêrîbû xweşikî têkilê bi wan kesan re daniya.

Apê Mûsa ji bo daxwaza dengan hatibû cem me. Bavê min û apê min qîmeteke taybetî didan wî. Di nav sohbetê de diyar kirin ku ew dê ji kesên baweriya wan pê tên û erca wan lê dibûhirin jî bibêjin da ku reyên xwe bidin wî. Lê wan dixwastin hinek reyan ji Şermix jî bi dest bixîn. Ji ber ku têkilî û dostaniya malbata me bi hinek malbatên wê dere re hebûn. Ji xwe Sêîdê Misto jî ji bo karekî weha kês û firseteke baş bû. Seîdê Misto bi eslê xwe ji Şermix bû, lê ji demek dirêj ve li cem me dima. Hinek erdê me di destê wî de bû û çi bigre ew jî weke yekî ji malbatê dihate dîtin. Herweha hayê Seîd jî ji kurdîtiya wî jî hebû. Bavê min pîqaba me ji wan re amade kir; Apê Mûsa, Seîd û şifêrê me Siyamed berê xwa dan Şermixê.

Ew piştînîvro dighêjin Şermix. Di wê demê de Şermix bajarokekî biçûk bû û tenê du qahwe û du aşxane lê hebûn. Ji ber ku li Şermix du eşîrên mezin hebûn û di nav wan de dijminatî hebû. Loma jî Şermix ji du taxên mezin pêk hatibû û têkiliyên herdu taxan bi hevdu re tunebûn. Seîd û Apê Mûsa diherin qahweya taxa mirov û eşîra Seîd.  Kesên li qahweyê ne li wan kom dibin, silavê li wan dikin û çayê ji wan re dixwazin. Mirovên Seîd li hal û rewşa Seîd û malbata wî dipirsin û dû re jî mêvanên bi wî re meraq dikin. Seîd behsa Apê Musa dike û sedemê ziyareta ji wan re dibêje:

- Ev Mûsa Anter e. Kurd e. Ji bo hilbijartinê hatiye. Silavên Hecî Ebdulqadir û Hecî Hesen jî li we hene. Ji dewsa hun reyên xwe bidin bajariyan, ma wê ne baştir be hun bidin yekî kurd. Hun dizanin ku Apê Mûsa di ber kurdan de gelek caran hatiye girtin; tade û îşkence dîtiye. Divê em jî piştgiriya wî bikin.

Gava civat navê Mûsa Anter dibihîsin, weke “cinên çav li hesin kevin”; yeko yeko bi behaneya ku karekî wan heye destûrê ji Seîd û Apê Mûsa dixwazin û qahweyê terk dikin. Taliya taliyê xwediyê qahwê tenê dimîne. Piştî bîstekê, ew jî destûra xwe ji wan dixwaze û ji qahweyê derdikeve. Apê Mûsa rewşê fêm dike û bi henekî ji Seid re dibeje:

- Seîd, heyran ji vê derê em tu dengan nastînin. Ka tu ji kerema xwe re derbasî ocaxê bibî, ji mer re çayek din jî bînî û berî ku zêde bi derengî keve em vegerin…

EM KURD IN, NE STENBOLÎ NE
Apê Mûsa mirovekî ji paqijiyê pir hez dikir. Di dema ew di Zîndana Diyarbekirê de bûn jî wî her roj bi alîkariya çend xortan qawîş paqij dikir û derdor dida hevdu. Canîp Yildirim jî hevalekî Apê Mûsa bû. Lê kêfa wî pir dihat ku behaneyekê bibîne û bi henekan hinekî apê Mûsa biqeherîne.

Gava Apê Mûsa paqijî xelas dikir, Canîp bi zanebûn weke ku kuxuka wî hatibe dikir û tû erdê dikir. Apê Musa ji vê hereketa wî tore dibû û bi dengekî ku her kes bibîhîze ji wî re digot:
- Lawo Canîp, te dibistana bilid xwend, tu çû Ewropayê, te li Parîsê xwend, tu bû Avûqat lê tu nebû zilam!

Kekê Canîp bê ku li eynê xwe derxîne ji apê Mûsa re digot:
- Ê em kurd in, em ne Stenbolî ne!

(Ji ber ku malxezûranên Apê Musa teva ku bi eslê xwe kurd bûn, lê li Stenbolê ciwar bûbûn, Canîb bi awakî henekî digot „em ne stenbolî ne“. Weke tê zanîn di nav kurdan de bi îronêkî gava mirov ji xortekî re dipirse „ma tu ji ku yî?“, ew jî dibêje „ez hê nezevicî me“… Loma jî kekê Canîp dixwast Apê Mûsa weke yekî stenbolî bide diyar kirin û bi wî awayî wî hinekî biqeherine…)

HESPIKÊHESINÎ
Kekê Edîp Karahan yek ji wan kurdperwerên wê demê bû. Ew hem ji ber bîr û baweriyên xwe yên çepgir, hem jî ji ber kurdperweriya xwe gelek caran hatibû girtin.

Di wê demê de, li navçeya me ji bisiklêtan re “hespikêhesinî” digotin. Lê mirovên malmezin li xwe danetanîn ku li hespikêhesinî siwar bibin.

Kekê Edîp Karahan ji hepsê nû derketibû. Ji bona tîn û tesîra bêhereketiya hepsê kêmtir bike ji xwe re biskiletekî dikere. Rojê carekê ji Qoserê heta Girê Aqziyaritê bi hespikêhesînî hereket dikir.  Piraniya xelkê sebebê vê yekê fêm nedikirin. Ji bo ku kekê Edîp ji malek xuyanê bû bi wan gelekî xerêb dihat ku yekî mîna wî li hespikêhesinî siwar bibe. Loma jî hinekan ji wan bi awakî “îronik” digotin:
- Lîderê me! Li Hespikêhesinî siwar dibe….!

SEROKATIYA DÎWANÊ
Abdurahman Demir di kovara BÎRê de behsa hinek bîranînên xwe yên bi Edîp Karahan re yên di dema 12ê adara 1971ê dike. Kekê Edîp Karahan berpisiyarê girtiyên siyasî yê Hepsa Diyarbekirê ya Leşkerî ye. Ew dîwanekê ava dike û bi navê „Serokatiya Dîwanê“ bi nav dike. Carekê di salona mahkemeyê de, hakimê bi navê Hamdî Sevinç ji serokê belediyê û welatparêzê kurd Sabrî Vesek re dipirse:
- Erê Sebrî, te îdeaname xwend, tiştekî tu dixwazî li ser bibejî heye?
Sebrî Vesek bersîva hakim dide:
- Ezbenî, îdeaname ji min re nehatiye û loma jî ez nizanim bê ez ji bo çi tê mahkeme kirin.
Hakim lê vedigerîne û dibêje
- Çawa dibe, di dosyayê de belgeya ku ew îdeaname gihaştiye te heye…!
Gava hakimê mahkemeyê weha dibê, girtiyên din di ber xwe de dikenin û yek ji nav wan ji hakim re dibêje:
- Ezbenî ji Serokê Dîwanê bipirse.
Hakim berê xwe dide Edîp Karahan û jê dipirse:
- Erê serok, gelo çi hatiye serê vê îdeanemyê?
Kekê Edîp radibe ser xwe, hinekî difikire dibêje:
- Rast e hakim beg, îdeanemeyeke weha hat. Weke Serokatiya Dîwanê me ew xwand. Weha xuyaye ku me îdeayên di vê îdeanameyê de zêde di cih de nedîtine, loma jî me ew teblîxî Sebrî Vesek nekiriye.
Li ser van gotinên kekê Edîb, hakim bi hêrs jê re dibêje:
- Birêz Serok, hun çawa dikarin biryareke weha bidin? Ma hun xwe çi dibênin?
Li ser vê hêrsbûna hakim, kekê Edîp Karahan bi awakî bi xwe bawer weha bersîv dide:
- Ê hakim beg, ma qey ew dîwana girgire ne li ber kera ye!
Li ser vê devjengiyê hakim navbêneke dirêj dide mahkemeyê….

———————————————————–
Mixabin piraniya wan camêr û mêrxasan ji nav me koç kirine. Ez wekî şagirtekî wê demê ked, xebat, têkoşîn û mêrxasiya wan camêran bi rêz û hurmet bi bîr tînim.

Zinar Soran
zinarsoran@hotmail.com

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.