Sergêjiya çêkirina navekî bo »kurteçîrokê«

Ez nizanim çima Hesenê Metê belayek bi ser belayên zimanî de li ser me zêde kir û çima wî got: »divê em navekî ji vî navê ”çîrok”ê dûr li vî babetê edebiyatê bikin« De bila wî bes pêşniyara xwe li ser novelê pêşkêş kiriba da Fêrgînî ev zehmet nedaba ber xwe.

Çîrok û kurteçîrok wekî navekî bo çîroka hunerî ya kurt bi dilê Hesenê Metê nînin û wî ev çend diyar kiriye û bi taybetî di hevpeyivîna Enwer Karahanî pê re kirî de ya ku di Nefelê de balvbûyî. Hesenê Metê li wê derê tevliheviyê di navbera navên çîroka hunerî û çîroka gelêrî yan hîkayetê de dibîne û ew bi wê dîtinê ye ku »ji ber vê yekê divê em navekî ji vî navê “çîrok”ê dûr li vî babetê edebiyatê bikin«. Camêrî çi navek ji binê pêyê xwe çê nekir, lê wî navekê berbelav ku ji bo vî tuxmê edebiyatê di gelek zimanan de têt bi kar anîn ku »novel« e pêşniyar kir û ji bilî wê ew wî navî jî li ser kurteçîrokên xwe yên hunerî dinivîse.

Fêrgîn Melîk Aykoçî di nivîseka xwe de »Jînborî/jîrok (novelle) û çîrok« ku di 5/3 2009-ê de, di malpera Diyarnameyê de belav bûye hewlekê dide li gor beşê yekê ji pêşniyara Hesenê Metê navekî ji bo vî tuxmê edebî, li dûrî peyva çîrokê, peyda bike. Diyar e ne navê kurteçîrokê û ne jî navê »novel«ê yê ku Hesenê Metê pêşniyar kirî bi dilê camêrî nebûn, evca senga xwe xist ser beşê yekê ji pêşniyara Hesenê Metê û rabû xwe westand û bi tefşûyê xwe ket ber bejna kurdiyê û di dawiyê de du nav jê çê kirin ku kesê ew heta niha bo vî corê edebî bi kar neanîne û belkî jî ew heta niha bi ber guhên çi kesî neketibin jî. Ne yek nav, lê du nav pêşniyar kirin û ev jî diyar dike ku wî bi xwe, xwe li ser wan herdu navan yekdil û serrast nekiriye û camêr dixwaze xwendevan yekî jê hilbijêrin!

Heger pirsa çêkirina navan bi vî rengî be, heke Fêrgîn Melîk mafî dide xwe ku ew navan ji ne yên heyîn lê ji nik xwe weha çê bike û pêşniyar bike, ev têt wê wateyê ku ew eynî mafî dide her kesî ku wek wî bike û çend navan ji cem xwe çê bike û pêşniyar bike û heger weha biqewime dê kî me bi silametî ji nav vê bêdera navên ji bo kurteçîrokê dê serî hil bidin derbêxe!

Fêrgîn wek peyva yekê »jîrok« pêşniyar dike û bi dîtina wî, wî ew ji »jî(jîn/jiyan)+ro(roj)+k« çê kiriye û ew dîrokê û çîrokê wek mînak ber çav dike. Bi dîtina wî dîrok û çîrok weha çêbûne: dî(dîtin)+ro(roj)+k, çî(çi-çu)+ro(roj)+k.

Ew bi xwe di rastiyê de dîrok û çîrok ji dîr(dûr)+ok, çîr(çêr)+ok çêbûne. Ew «ok»a dawiyê paşpirtik e û demê dikeve pey navdêrekê, navdêreka nû jê çê dike. Keça Kurd ev babet bi dirêjî di nivîsara xwe ya bi navê «Çêrok« di hejmara 14-yê ya rojnameya Avestaya ya online ya sala 2001-ê de behs kiriye û diviyabûya haya Fêrgînî jê hebûya û pê pitir agahdarî li ser babetê paşpirtika »ok«ê û peyva çîrokê wergirtibana. Keça Kurd di wê nivîsa xwe de mînakan jî mîna gerok ku ji ger+ok û devok ku ji dev+ok û serok ku ji ser+ok çêbûne diîne û zelal jî dibêje ku ew »ok« paşgir yanî paşpirtik e.

Ji bilî wê jîr tê wateya mejîtûj, aqildar, hişyar. Evca ku em jîr li ser ok zêde bikin dê bibe »jîrok« û heger em vê peyva nû li gor eynî tuxmê wan peyvan yên di kurdiyê de hene wek serok û gerok û lêbok û revok û htd. rave bikin dê em wateya jîriyê û jîrmendiyê yanî aqilmendiyê bidin wê peyvê. Evca çi peywendiya vê peyva «jîrok«ê bi çîrokê û çîroka hunerî yan novelê heye? Xwe eger ew bixwaze ji peyva jînê û vê paşpirtikê peyvekê çê bike, ew peyv dê bibe »jî yan jîn+ok« û dê bibe jiyok yan jînok.

Navê din yê ku Fêrgînî pêşniyar kirî »jînborî« ye. Ez nizanim ka bi çi ravekirinekê mirov dikare xwe qayil bike ku ev nav »jînborî« bêtir ji navê »kurteçîrokê« bi kêr binavkirina vî corê edebî têt! Bi dîtina Fêrgînî »bê van herdu peyvan tu peyveke din nikane bersiva peyva novelle bide«. Gelo ev ji xwe piştrastbûn ji hindê têt ku bi dîtina nivîskarî zimanê kurdî hind hejar e ku mirov neçar e yekê ji van herduyan hilbijêre yan haya nivîskarî ji termên edebiyatê yên bi hemî zaravayên kurdî nîne?

Ez nizanim çima Hesenê Metê belayek bi ser belayên zimanî de li ser me zêde kir û çima wî got: »divê em navekî ji vî navê “çîrok”ê dûr li vî babetê edebiyatê bikin« De bila wî bes pêşniyara xwe li ser novelê pêşkêş kiriba da Fêrgînî ev zehmet nedaba ber xwe.

Serhatiya paşeroj û pêşerojê û encam li ber çavên me ne. Min di sala 1996-ê de di Roja Nûyê de û paşî di havîna 2003-yê de di Nefelê de bi sernavê »Paşeroj yan pêşeroj« li ser hindê nivîsî û xwest ku kurmancîaxêv li şûna peyva paşeroja heyî ku di kevin de li başûrê Kurdistanê di nava soranîaxêv û kurmancîaxêvan de bi wateya rojên bihên yên hêj nehatî yan ayindeyê de têt bi kar anîn, peyva nûçêkirî pêşerojê bi kar neînin, lê kesên ku hez ji wê peyva nû kiribû û ew bi kar anîbû dev jê ber neda û ne di xema hindê de bûn ku ew çend tevliheviyekê di zimanî de peyda dike. Niha êdî pêşeroj bûye paşeroj û berûvajî wê û sergêjî dê bo berebabên piştî me jî be.

Çîroka hunerî li başûrê Kurdistanê bi »kurteçîrok«ê têt nav kirin û li wê derê bi sedan pirtûk bi navê kurteçîrokê derketine û vî navî di nav soranîaxêv û kurmancîaxêvan de bi salan cihê xwe girtiye. Êdî li wê derê û li gel derbasbûna wextî û rewşenbûna xelkî kes hîkayetê, serhatiyê, meseleyê û çîroka folklorî tevî kurteçîrokê nake. Êdî li wê derê malûm e ku kurteçîrok tuxm û rengekê edebiyatê ye. Bê şik ew navkirina bi kurdî dibe ku ji ya erebî »el-qisse el-qesîre« û îngilîzî »short story« hatibe ku manaya herduyan jî çîroka kurt e û kurdan ew bes wergerandiye û kiriye kurteçîrok.

Heger ji ber paşveman û nerewşenbîriyê kes hebin nikarin ferqê bêxin di navbera çîroka hunerî û çîroka galêrî de, ku nizanin pêşbirkiya çîrokê tê wateya pêşbirkiya çîroka hunerî yan kurteçîrokê divê ew fêr bibin û bizanin. Pirsa ziman û edebiyata bi kurdî her çi qas kevn e lê ev nav û termên edebî yên wekî kurteçîrokê li bakurê Kurdistanê nû ne û wext pê divêt heta xelk hînî van navên corên edebî bibin û wan jêk vavêr bikin. Romanê û kurteçîrokê di kurdiyê de cihê xwe girtiye û pêwîst nake em wan biguhorin û bikin novel û jîrok û nizanim çi, lê pêwîst e em xwe hînî wan bikin.

Yekbûna nav û termên tuxmên edebiyatê di zimanî de giring e û hêvî dikim em vê baş li ber çavê xwe bigirin û ne hema ji bo her tiştî ji nik xwe navekî çê bikin.

Çavkanî:
– Enwer Karahan, Hesenê Metê: Ez di dojehê de dijîm, Nefel, 22/6 2007
http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=7&ArticleNr=2251
– Fêrgîn Melîk Aykoç, Jînborî/jîrok (novelle) û çîrok, Diyarname, 5/3 2009
http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=1944
– Keça kurd, çêrok, Avesta Online, hejmar 14, îlon 2001
http://www.avestakurd.net/arshiv/avesta14/keca%20kurd.htm
– Sidqî Hirorî, »Paşeroj« yan »Pêşeroj»
http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=10&ArticleNr=62

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.