Em çima dinivîsînin?

Em dinivîsînin ku dîroka xwe, hebûn û hêjayiyên xwe, kes û kesayetiyên xwe di qada navneteweyî de bidin nasîn. Ji bona ew jî me û welatê me binasin. Bila binasin ku me kurdan di dîroka xwe ya dagirkirî de, çiqasî berxwedan û serîhildan kirine û hîn jî ji bona azadiya gelê xwe em di nava tekoşînê dene. Ev tekoşîn dê heta ku miletê me bindest û dagirkirî be wê berdewam be.

Em dinivîsînin ji bona nivşê li dû me, ji dîroka xwe heydar bin. Bila nebiyên me jî bizanibin ku  bav û bapîrên wan, dê û xuşkên wan çi cefa, zehmetî û wêranî dîtin in. Bila fêr bibin ji bona ku ew jî weke me şaşiyan nekin. Loma divê em binivîsînin da ku tim ji bona azadkirina welêt û demokratîkbûna wî li hev bin.

Em dinivîsînin ku dîroka xwe, hebûn û hêjayiyên xwe, kes û kesayetiyên xwe di qada navneteweyî de bidin nasîn. Ji bona ew jî me û welatê me binasin. Bila binasin ku me kurdan di dîroka xwe ya dagirkirî de, çiqasî berxwedan û serîhildan kirine û hîn jî ji bona azadiya gelê xwe em di nava tekoşînê dene. Ev tekoşîn dê heta ku miletê me bindest û dagirkirî be wê berdewam be. Li gor vê jî wê dost û dijmin ji me re peyde bibin.

Em dinivîsînin ku zimanê xwe biparêzin, edebiyat û toreyên xwe pêşve bibin, da ku ew karbidestên înkara ziman û edebiyata me dikin, şerm bikin. Bila bibînin zimanê ku ew înkar dikin çiqasî ji yên wan pêşdetir û şêrîntir e. Bila bê dîtin ku çiqasî berhemên hêja bi vî zimanê şêrîn û xweş hatine weşandin.

Em dinivîsînin ku dîrok, tore û edebiyata xwe bi cihanê bidin nasin, berhemên gelê xwe di nava pirtûkxanên welatan de bi cih bikin. Da ku ew ji derewên dagirkeran bawer nekin.

Em dinivîsînin, ji bona dîroka gelê me neyê wendakirin. Li gor van nivîsanana wê rastî derkeve holê û şaşî jî bêne tawanbarkirin. Nivşê pêş wê dersên baş ji vê dîrokê bigirin.

Em dinivîsînin ku xebatkarên gelê xwe, pêşevanên wî bi dilsozî bidin nasîn. Ji bona nivşê bê, ji şaşiyên me dersan derxin da ku ew jî weke me her tiştekî tevlihev nekin. Bila ew jî bizanibin, ziman esasê herî girîng e û ew jî bi nivîsandin û xwendinê dibe.

Belê li gor vê, kesên ku destên wan pênûsê digirin, divê xwe ji ber karekî weha pîroz nedin alî. Miletek bi nivîsandina li ser wî, bi dîroka xwe ya nivîsandî dijî. Me kurdan di vî warîde qelsî kirine, an jî ew îmkan tunebûne ku bapîrên me jî binivîsînin. Hinan heta ji wan hatine ev kar kirine. Loma jî em dibêjin mala wan hezar carî avabin ku em îro gelek tiştên xwe, zanyarî û hêjayiyên xwe ji ber wan nivîsandinên hatina weşandin digirin.

Îro hin ji nivîskar û  rewşenbîrên me di şertên dijwar de dinivîsînin, loma jî car-caran aciziyên xwe rê didin û dibêjin: ”Em dinivîsînin lê kes naxwînin” belê ev dikare rast be. Lê hûn bawer bin, neku bi tevayî nayên xwendin. Têne xwendin lê dibe ku ne weke daxwaze mirov e. Ew jî ne xem e, divê em vî karê xwe berdewam bikin. Ez di wê baweriyê de me, wê nifşên pêş bi qazmên zêrin erdan veqelêşin û li van nivîsên ku îro têne nivîsand bigerin. Wê bi kolan kolan, bi pirtûkxanên welat û bajaran kevin da ku berhemên me yên îro bibinin, derxin û bixwînin. Wê fêr bibin ku ka me di vê dema xwe de, çi kirî ye, çi gotine, bêtir em li ser çi rawestiyan in.

Loma jî divê em bê hêvî nebin, bila di vî warî de reşbînî nebe karê me yên kesên destên wan pênûs digirin. Divê em erkên xwe bînin cih û kêmasiya miletê xwe ya di vî warî de temam bikin. Bila êdî zarok û nebiyên me, dost û dijminên me jî bizanibin me çawa kar dikir. Li ser çi esasê doza gelê xwe bi pêşve dibir û me ji wan re çi berhem û avayî hiştine.

Eger em di warê nivîsandinê de ji bona biçûk û nebiyên xwe, ji gelê xwe re hebûnên hêja,  rêyên rast, nenivîsînin, ma mirovên me dê çawa bi pêşkevin. Eger di salên berî 80ê de em ew kesên wê demê dijanin me jî dîroka xwe di warê nivîskî de zanîbana. Me rêber û zanên yên berî xwe bi awayekî rast û durust nasîbana, dê rewşa me û bi taybetî ya zimanê me wê ne weha ba. Haya me ji edebiyata me a ya berî me hebûya, dibe ku îro me ewqasî di vî warî de şaşî nekiribana. Lê ew jî  demek bû. Loma divê em wê demê û vê dema ku em têdene, ji nebiyên xwe re binivîsînin. Ji gelê xwe re wan şaşî, başî, xerabî, kêmanî û hemû hêjayiyan bi nivîskî bihêlin da ku em û xebatên me baştir bêne naskirin.

Ya herî giring ew e ku dîrok nayê ji bîr kirin. Di vê dîrokê de wê mafê kesekî nayê xwarin ku kê çi kirin in. Wê weke genimê tu li bêjingê xe, herkesên li gor xebat û ne xebatên xwe wê ji nivşê pêş re bimîn in û bêna nasîn. Wê nakokî û nelihevkirinên me yên vê demê bi rehetî bêne dîtin. Ev ê jî bibe pîvanek ji bona nivşê pêş ku me binasin. Li gor vê pîvanê êwên li hev bikin. Ji bona azadiya gel û demokrasiya wî kar û xebatên xwe, bi awayekî gelemperî, bi rê û olaxên demokratîk bikin.

Ji ber vê ye; divê em, heta ji me tê binivîsînin. Eger xwendavanên me îro çiqasî ne bi dilê me bin jî, sibê wê bi awayekî berfireh xwendevan peyde bibin. Divê em ji bîr nekin; pêşketina miletan bi nasîna dîrok û bi karanîna zimanê xwe ye. Ew dîrok û ziman jî di warê nivîsandinê de tê parastin…

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.