Salihê Omerî: Kew û Nêçîrvan

Çend cûreyên niçîra kewa hene, û pêre jî sîfetên kewê. Yek, jê niçîrvan di dema ku kew hêka dike û çêlkewa derdixe. Niçîrvan li girtina çêlkewa digere, çêlkewa digre tîne malê wan çêlkewa xwedî dike, mezin dibin, dibin ferx û piştre dibin kew yan kewê nêr yan jî ya mê.

Di biçûk bûyîna xwe de, yê çêlkewa femdike zane nêre, yan jî mê ye. Wexta ku te rahişt wî çêlkewî, tê wî deynî ser destê xwe, tê tilîya xwe bidî sênga wî û anîya wî çêlkewî, heger sênga wî çêlkewî rast be, heger anîya wî çêlkewî rast be, û pêre tu sênga wî çêlkewî datînî ser kefa destê xwe, û pêre destê xwe lê tînî hevdû, heger çîm û lapûçkê xwe raste, rast berda tê bizanibî ku ew çêlkew nêre, heger ew sîfetên ku li jorên ne li ser wî çêlkewî bin, tê bizanibî ku ew çêlkew mêye.

Niçîra mêkewê di meha nîsanê de dest pê dike, heta serê meha gulan ê. Niçîrvanê kewê nêr di meha tebaxê de dest pêdike, heta meha êlonê dûm dike. Ji ber van mehan çêlkew mezin dibin û dibin ferx. Derbna wexta ku niçîrvan, dire niçîrê di dema ku çêlkew dibin ferx, niçîrvan wexta ku kewê xwe datîne, bi refan têne ser kewê niçîrvan û gelek ji wan ferx dikevin dehfan. Ji ber ferxên kewan ne zexelin, raste, rast êrîşî ser kewê ribat dikin, ew nizaninku dehf li ber kewê ribat heye. Lê kewên bi emir zexelin, zû bi zû nakevin dehfa.

Niçîrvan wexta ku dire niçîrê, ji xwere ji keviran kozikê-zengerkê çêdike, ji bo niçîrvan têkeve kozikê kewê ku bê ji bo niçîrvanî nebîne. Niçîrvan wexta ku dikeve kozika xwe, wexta ku kewê çolê hat ser kewê niçîrvan, pêwîste ku niçîrvan xwe neleqîne, xwe nelebitînin heta çevê xwe jî ne kut kutîne û nekuxwe, kengî kuxuka wî hat, devê xwe divê ku tixe ser cilên milê xwe, ji bo ku dengê kuxika wî nere kewê berî.

Kewê nêr bi koçekin, navbêna lapûşka û hebikikî bijorde, di çîqê kewê de koçek hene, weke hestîkî bi çîqê kewê nêrve heye. Kewa mê bê koçekin. Di çîqê dîkan de jî koçek hen.

Kew ji çêlkewtîyê dibe ferx: Piştre jî dibe kewê ku tu karibî pê herî niçîrê. Di niçîra kewa de, pêwîste ku du kewê te hebin, yek jê kewê serdar û êdinê jî kewê ribat. Kewê ribat xwedîyê wî mewdelê dixe ser çîqê kewê ribad, piştre jî ferşekî fireh tîne, mewdela kewê ribat pêve girê dide û talî kewê ribat li ser wî ferşikî li ser erdê datîne. Der û dora kewê ribat hinik hejikan, darikan û çend  keviran datîne. Piştre jî xwedîyê kew dehfa li pîşî û kêlekên kewê bi cîh dike. Ji bo ku kew bênê di dehfa kevin.

Kewê serdar û yê ribat: Kewê serdar, heger cîhê ku kewê ribat lê datîne, dar ber lê hebe, kewê serdar li ser darike biçûk qesefa wî datîne û der û dora wî di nixumîne, tenê serê kewê serdar vekirî dimîne. Pêşî kewê serdar dixwîne, kewên berî yên çolê bi xwe dihisîne, şerê hevdû dikin heta ku kewê berî tîne ser xwe. Piştre jî kewê ribat dest bi hingumê dike û dekeve hereketê û şerê kewê berî dike.

Dehf ji çi çê dibin: Dehf ji mûyê terîya hespan û ji çîqên kewan çêdibin. Mûyên hespan di hûnînin teqrîben ji deh mûyan dehfik çêdib e. Destîk dehf teqrîben şêst heftê dehf e.

Çend cûreyên Niçîra kewan hene: Niçîra siharê yanî berî ku şefaq lêxe, li çolê  cîhê ku şefeq lê dixe zelal dibe, niçîrvan li wir kewê xwe datine.

-Niçîrvan wexta ku roj hiltê, sibehê wexta ku nuh roj hiltê li serê çayî, yan jî sirtan dixe niçîrvan li wir kewê xwe datine.

-Niçîrvan wextê esir, berî ku roj dire ave, roj cîhê ku lê dimîne, niçîrvan kewê xwe datîne.

-Niçîra mixrubî, piştî ku roj dire ave, ew cîhê ku zelale reş nebûye niçîrvan kewê xwe  li wir datîne.

Niçîra bi mêkewê ve: Meha Adarê ku bû 21ê wê, kew hêkikê dike. Heta ku bîst hêkê xwe dike, piştre jî dikeve ser hêkên xwe kewa mê, wan hêkan diqerimîne.

Di wê dema ku mêkew dikeve ser hêka diqerimîne. Kewê nêr bê mêkew dimîne, wê demê  niçîrvanê mêkewê dest bi niçîra mêkewê dike. Mêkewê dixin nava kewirina, dixwîne kewê nêr tê çiftê berdidin kewê berî niçîrvan. Derbna jî bê ku çiftê berdinê, dehfa li ber mêkewê datînin, ku kewê nêr bê têkeve dehfa. Hinik kew henin ku nakevin dehfa, ji ber ku zexelin dehfa dibînin. Lê yên ku ne zexelin raste, rast têne ser kozika mêkewê û dikevin dehfa.

Têgotin, “kew dijminê qewmê xweye”. Ji ber ku mi jî niçîrvanî kirîye û çêlkew jî girtinin û ew xwedî jî kirine, ez baş dizanim ku çi sûc heye yê însana ye. Serpêhatîyeke xwe û niçîrvanîya xwe dikarim ji were bêjim; Sal 1968 ez wêçaxê xort bûm, mi ji niçîra kewan gelek hezdikir, “ana jî hezdikim” mi û xwarzîyê xwe ku navê wî M. Salih bû, li mixribîyê me kewê xwe danîn. Kewê me xwend. Kewê berî hat yek nêr û yeke mê. Herdûya jî êrîşî kewê me kirin. Lê bîst metre ma ku bighên kewê ribatê me, kewê nêr li mêkewa xwe vegerîya sênga xwe da sênga hevala xwe, “em dibînin” deh panzdeh meter bi paşde vegerand. Me got, êdî çû ew nayê ser kewê me. Lê camêro dîsa li kewê me vegerîya û êrîşî kewê me kir. Kete dehfa û wî û kewê me li hevxistin weke şêran. Em rabûn ji kozika xwe, mi ji xwarzê xwere got; em wî camêrî şerjê nakin, wî jî got; başe xalo. Me ew kew bir malê, xist qesefê. Çend mahan li mala me ma, û derbikê ji qesefê derket û firîya û azad bû çû welatê bav û kalê xwe.

Ez weha nafikirim, ji ber ku rebenên kewan hêka dikin û piştre jî çêlkewan derdixin. Meriv jî dire li çolê li wan çêlkewa digere wan digre û tîne malê, wan çêlkewan xwedî dike û piştî ku çêlkew mezin bûn, bûn ferx û piştre jî bûn kewê qert meriv wana dibe çolê, wana dixe qesefê û dehfa li ber wan datîne, dixwînin kewê çolê têne ser û piştre jî ew kewê çolê dikevin dehfan û meriv wan digre şerjê dike wana dibe malê dixwe.

Perwedikirina kewê dîsa di destê meriva deye, ji ber ku însan hakimê ser her tiştê bi ruhe. Ez dibêjim, şerê dîkan, se-kûçikan yan beranan, teyir û tebayên ku hene, wexta ku perwedibin û ku radibin hevdû sûcê însana ye, ne sûcê teyr û teba û heywanan ne.

Di nava Kurda de tê gotin, “kew dijminê qewmê xweye”. Erê ev gotin ne ji berxwe hatîye gotin, hinik bûyer di wextê ber yê derbas bûyî de bûne. Kurdan bi xwe, bi xwe, şerê hevdû kirine, heta meriv bêje ku gelek dema li gel dijminê xwe cîh standinin û li himberî birayê xwe şer kirine. Ji xwe re nabêjin weleh em dijminê qewmê xwe nin, ji kewê reben û ku em wî perwede dikin, dibêjin “kew dijminê qewmê xweye”.

Di bingeha xwe de ez weha nabêjim. Ji ber ku însan di nava tiştê bi ruh de, çi teyr û tûr û çi jî heywanê ku henin, mezinahîyê li wan dike. Însan dikare teyr û tûrên çolê, bi teybetî çêlîk û biçûkên wana rehettir kedî bike. Û heta wana dikarin berdin hevdû jî. Mesele şerê dîka ma kî sebebe ku li hevdixin, ma ne însanin. Şerê kûçika ma kî wan berdidin hev, ma ne însan e. Teyrê baz ma ne însan sebebe ku niçîra teyra û keroşkan dike. Kew jî çêlkewî wî xwedî dikin, û talîyê wî dibin niçîrê dehfa li ber datînin, dixwîne kew tê ser û dikeve dehfa, ma ne însan sebebe. Însan çeka çêdikin û hevdû dikujin jî, dîsa jî sebeb însane, yê vê cîhana ku em lê dijîn însan îdare dike, ne kewê rebene, kew berkurka wî tije bibe, wê rojê êdî tiştek nayê bîra wî. Lê însan çevê wî ji malê dinyê têr nabe, herdem dixwaze ku malê wî zêde be.

Li başûrê Kurdistanê hikumeta herêma Kurdistanê, niçîra tevaya teyir û tûran li çolê qedexeye û bi teybetî jî niçîra kewan. Ev biryara hana wexta ku Mele Mistefa Barzanî li jiyanê bû hatibû standin, hezar rehmet li canê pakê wî û tevaya şehîdê Kurdistanê be. Tê xuyanîkirin ku rehmetîyê Barzanî bixwe jî, ji teyir û tûrên çolên hezdikir û bi teybetî ji kewa. Ez bi hêvîme ku em Kurd wesiyeta Mele Mistefa Barzanî yê mezin pêk bînin. Li herderê Kurdistanê weke herêma Barzan, kuştin û girtina teyr û tûrên çola Kurdistanê qedexe bêkin.

***

Min ev nivîs ji “Kovara rojbaş ya Dr.Cuwan Heqîye girtîye ”, ji ber ku ev nivîs babeta wê girêdayî niçîrê û kewa ye, min xwest disa bêye çapkirin. Hêvîdarim wê xwendevan kêfxweş bibin.

Her kewekî, nesebekî xwe heye, ango ciheke wî yê ku di bin hukmê wî de heye. Her kewek di neseba xwe de mêre, şêrê serê çiyan e. Û her nesebek bo kewê wî cihî weke cihê namûsê yê, weke welatekî azad e bo hemû kewan. Çênabe ku kewek din biçê wê derê, wê lê wê derê bibe şer û pefçûn li ser vî cihî. Ji bo vê yekê jî gava yekî din hate wê derê, hingê divê kewê ku xwediyê wî cihî, wê bi hemû hêza xwe şer bike, xwe bidê kuştin, lê vî cihî ji dest xwe bernede. Bav vî “emanetî”teslîmî kur dikê û kur jî vê yekê derbasî, teslîmî kurê xwe dike…

Lê, mixabin kew dijminê xwe bixwe ye… ji bo vê yekê tê gotin ku “Kew neyarê qewmê xwe ye”… Ango ew dikarin bo vê serhişkî û mêraniya xwe, bikevin xefikên xwe bixwe de, serê xwe bidin… li ser vê, vê yekê gelek çîrok, serpêhatin hene.

Ez dixwazim ji wan çîrokên ku di nava gelê û miletê me yê Kurd de bi nav û deng e binivîsin…

Dibê rojekê Mîrê Cizîra Botan bi Niçîrvanê xwe re diçe kewan. Hê du saet ji berê sibehê re mabûye. Wan dixwestin ku zû biçin, kewên xwe vedin, berî ku kew “bikevin” ango ji nesebên xwe bifirin û ber bi cihên din ve biçin, biçin ser avê…

Niçîrvan jî, kewê xwe veda-Ribat danî erdê, sikehê wî taze di erdê de kir xwar, li pêşîya wî dafik veda. Piştre celebê-serdarê xwe, hema danî li ser darê li pişt Ribat. Dûv re, ew û Mîr, çûne ketin kozika xwe li pişt nizîkî kewên xwe, xwe veşartin û mane li benda  kewan…Celabî-serdar jî nemerdî nekir di cih de bi dest xwendina xwe kir. Wî nav di xwe da ku “ew mêrê bi sed mêran e û îro hatiye ku fermana kewên wî cihê bidê! Kewê ku ji xwe bawer wê bê meydanê!”

Kewê xwedîyê wî cihê. Ango nesebî, di cih de bersiv da û got:

-Ez Hemê Korim, mêrê bi sed mêram e; îro yê ku fermana te bîne wê ezbim! De ka xwe bigir e, nereve, va ye ez hatim!.

Û şerê wan her diçû xurt û germ dibû. Ji xwe ribatê erdê, yê ku di esasê xwe de wê sing bi sing şer bike jî xwe avê te di nav vî şerî de û wî ji dil û can nav di xwe da û got:

-ji xwe yê ku fermana serê te bide ezim, tu ewilî were min, vaye ez li virim, li benda te me, ger tu mêrî hema niha were!

Mîr û Niçîrvanî xwe bes bêdeng dikirin!.

Hemê kor di cih de hat û hema qet nesekinî, xwe li nava dafa da û xwest biçe ku “ serê Ribatî zû jêbike!”…  lê mixabin ew di cih de li hev qulibî û kete defan…

Ji nişkê ve, Mêkewa (jina) Hemê kor zanî ku çi qewimîye û gazî Niçîrvanî kir:

-Hey Niçîrvano, ez di bextê te de, ku tu Hemê kor ji min re berdî, ez soz didim ku saleke din, di eynî vî çaxî de, ji te re 12 ferxan (lawan, kuran) bînim.

Yê Niçîrvan, li gor çîrokê, ji zimanê kewan fêhm dikir. Lê ew bes di ber xwe de kenî…

Mîr di cih de, jê pirsî:
De ka bêje, xêr e ku tu diber xwe de kenîya?, Niçîrvan got:

Mîrê min, ne tiştek e. Lê Mîr lê şidand. Wî jî rabû ew gotina mêkewa Hemê kor jê re got;

Mîr jî got:
-Emê biçin, binêrin, heger ew kew ne kor be, ezê te ceza bikim!.

Gava çûn, dîtin ku va ye keweke bi çavekî kor e.
Mîr jî got:
-Bi xwedê emê vî kewî ji mêkewa wî re berdin û sala bê jî di vî wextî de emê dîsa bên vê derê û vê yekê biceribînin.

Wan Hemê Kor berda û sala din, eynî wextî hatin dîsa neseba Hemê Kor, kewên xwe vedan.

Piştî qebqeba kewan, dîtin ku vaye refek kew bi hev re firîn û hatin danîn li pêşîya Ribatê wan refê kewan danîn… Mîr ew hejmartin ku ew rastî 12 kewên ferx, Hemê kor û bi mêkewa xwe ve bûn… Wan 12 kewên bira baskên xwe dan erdê û bi vî awayî dafik ji erdê rakirin û bi vê re hûcum dan kewê Ribat… Wan ser û çavên kewê Ribat bi niklên xwe ququlkî kirin di cîh de, bi hev re firin û ji wê derê dûrketin….

Ji wê rojê heya roja îro jî wî cihî re tê gotin “Neseba Hemê Kor “ û ew li serê çiyayê Dêra, nêzikî Cizîra  Botan dimîne…

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.