Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê kongreya xwe ya 17yê çêkir

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê îro (24/11/2012) li aşxaneya xwarinên kurdî ya Şêxmûsî li navenda Stockholmê kongreya xwe ya 17yê çêkir. Kongreyê bi xwarinên xweş yên Şêxmûsî dest pê kir. Paşê dîwan ji aliyê Newzad Hirorî û Serdar Roşanî ve hat birêve birin. Raporên xebatê ji aliyê serokê komeleyê yê berê Paşa Brodrêjî û berpirsiyarê aborî Zinar soranî ve hatin xwendin. Deriyê pêşniyazan vebû û hinek minqaşe li ser pêşniyazeka ku dixwest guhortinê di madeyeka destûrê de bike, bona ku serokê komeleyê dîrekt ji aliyê kongreyê ve bêt hilbijartin hat kirin, lê pêşniyaz qebûl nebû û guhortin di destûrê de çênebû. Paşî endamên komîteya kargêr ya nû hatin hilbijartin; sê esîl û du cîgir. Komîteya Kargêr civîna xwe her li wê derê kir û serok, sekreter û berpirsiyarê aborî di nav xwe de destnîşan kirin û ew jî ev in:

Zinarê Xamo (serok)
Têmûrê Xelîl (sekreter)
Zinar Soran (berpirsiyarê aborî)
Lokman Polat
Şewket Amêdî

Ev nivîs di Kongre de ye.

Kommentarer inaktiverade.