Ciyê Mihemed Şêxo li ba me cûda ye

Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê Silêman Demir bi minasebeta bîst (20) saliya wefata hunermendê nemir Mihemed Şêxoyî beşdarî şeva bibîranînê bû û fikir û hisên xwe bi beşdaran re par ve kir.

Êvar baş û silav li we,
Ji bo min kêfxweşî û serbilindî ye ku ez di şeva bîranîna M. Şêxo de dipeyivim û wî di bîr tînim. Ji ber ku M. Şêxo, yek ji egît û navdarên me yên seranserê Kurdistanê yê nemir e.

Mixabin ez M. Şêxo wek kes nas nakim, ez ê li vir ji we re pesnê şexsê wî nedim, lê ez ê bi çend rêzan bahsa rol û biserketinên dengbêjiya wî bikim. M. Şêxo hinermendekî welatperwer bû. Wî ji çar aliyên Kurdistanê hez dikir û ji bo tevî digot. Ji ber vê hêla xwe, ew ne hinermendê herêma xwe tenê bû, ew, ê hemû kurdan bû.

Me kesên ku dengê gotin û gaziya wî bihîst, me zû tê derxist ku ew dengê êş û evîna me ye, ê rabûn û şiyarbûna me ye, ê gaziya azadiya welatê me ye, û lewra me zû jê bawer kir û jê hez kir.

M. Şêxo, deng û awazekî nû bû, bi awayekî nû û ji dil digot. Ew xwestina wî ya ji dil, dibû lerza êş û evîna dilê wî û diket dengê wî. Ew lerz digihişt lebt û lêdana dilê mirov û dengê wî yê lêhatî, ji bo mirov dikir dengekî efsûnî yê ku mirov li ser pêlên stranan, li çar aliyên welêt digerand, dikir ku mirov xwestina azadiya welêt bibihîze, germa agirê dilê azadîxwazan û pêşmergan, bêrîkirina dayîk û bûkan, evîna keç û xortan his bike, spehîbûna çiya û newalên welêt bibîne, bi bêhna gul û çîçekan mest bibe.

Gava min û nifşê dema min, me nav û dengê M. Şêxo bihîst, me derfeta sebrê, bilindragirtina hêviyê, peydekirina xweşiyê û fêrbûna jînê peyde kir. Me ji Nisêbînê ew zû bihîst û nas kir û ew bû ozanê me yê yekta.

Li Nisêbînê, hinên ku çûbûn binxetê, ew dîtibûn û ew ji nêzîkayî ve nas dikirin hebûn. Em li dora wan diciviyan û me her dixwest ku ji me re bahsa wî bikin. Em ji guhdarkirina gotinên di derbarê wî de têr nedibûn.

Me kasêtên wî zû ji hev zêde kirin û şandin vî alî û wî alî. Nav û dengê wî zû di Diyarbekir û Stenbolê re derket û hat hezkirin. Ew zû bû hozanê hemû kurdên Tirkiyeyê.

Ev, hisên me yên wan deman bûn. Niha jî gava em li M. Şêxo guhdar dikin, em wan hisan ji nû ve his dikin. Lê bi min M. Şêxo ji wilo mezintir e, ew bûyerek e, ew dengê doz û xwestinên netewî ye, ew dengê pêhisandina şerma bindestiyê ye, ew dengê demeke welêt e, ew lawekî egît yê azadîxwaziya Kurdistanê ye. Her wilo wî rê û derfetên nû ji muzîka kurdan re peyde kirin. Bi qasî ku wî awazên folklora kurdan xurt kirin û parastin, wî rêyên gihiştina modernbûnê jî şanî kurdan kirin.

Em îro M. Şêxo wilo di bîra xwe de tînin. Wek ku min di serê gotina xwe de jî got, min ew wek kes nas nekir, lê ez çûm mala wî, min malbata wî nas kir û ez bûm dostê mala wî. Dostê min û birayê wî yê hêja Beha Şêxo, zaro û maliyên din, di kulîneke camkirî ya jûra rûniştinê, hemû tiştên wî yên şexsî, wek keman, berçavk, tizbî û seetên wî li ber çavan raxistine. Bi wî awayî ew li wê malê nemir e, hîna bêhn û bandora wî li malê, li tenişta mirov e. Gava min cara pêşî ew hêjayî dîtin, lerz û kelecanekê girt laşê min. Hema ez rabûn û ez çûm min ji nêzîkayî ve lê nerî û nerî. Pê re dengê wî ji wê kulîne derket û hat min. Hemû ji ber bandora xweşiya stranên wî û efsûniya dengê wî bû.

Spas ji bo wî deng û wan stranên xweş.
Heta M. Şêxo sax bû, em ji guhdarkirina wan stranên xweş têr nebûn. Ev îsal bîst sal in piştî wî jî em lê guhdar dikin, lê em hîna jî têr nebûne. Hîna jî nûjen e, ew ê di bîst û sîh salan de kevn nebe. Ew bû nav û bûyereke neteweyî û ma di bîr û dîroka me de.

Em wek komeleya nivîskarên kurd li Swêdê, em rûmetê didin hemû stranbêj û hinermendan. Lê bi destûra we be, ez ê bibêjim ku cîhê M. Şêxo li ba me cuda ye, em nirxekî dîrokî yê cuda li wî dikin. Ez li ser navê komeleya nivîskarên kurd li Swêdê, wî bi rûmetdarî di bîr tînim û dibêjim cihê wî bihişt be.

Spas ji bo Qamîşlo, Binxetê û Kurdistanê ku M. Şêxo ji me re mezin kir, gihand û da me. Spas ji bo we.

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.