Kirasê teng û erotîzm

Ahmedê Xanî sêsed sal berê xwestiye tabûyan bişkîne, eybên di serê xwe de û yên di nav civakê de hene, bavêje, lê hêj jî hinek kurd di serê xwe de eyban dihewînin. Loma jî gava di berhemeke edebî de sahneyên seksî yên erotîk dibînin, bi eyb û şerm lê dinêrin.

Gelo di edebiyata kurdî de rewşa erotîzmê çawan e? Di berhemên kurdî yên edebî de nivîskarên kurd cîh didin sehneyên erotîk û erotîzmê yan na? Ev mijar ji bo lêkolînvanan babeta lêkolînê ye û divê li ser vî tiştî lêkolîn bê kirin.

Di edebiyata kurdî de kêmaniyeke berbiçav jî ev e ku; di berhemên edebî de sehneyên erotîk û erotîzm hindik e. Seks tune ye. Hinek nivîskar roman û çîrokên li ser gundan dinivîsin, lê di wan de jî seks û erotîzm tune ye. Halbukî, jiyana gundiyan, anku gundîtî bê seksê, bê erotîzmê nabe. Seksa herî mezin di şevên şevtariyên gundan de dibe. Di şevbirikên gundiyan de wexta ku çîrokên gelêrî tê qalkirin, di wan çîrokan de seks û erotîzm heye. Hinek kes bi zanîn naxwazin ku seks û erotîzmê têxin nav berhemên edebî. Însan, jiyan bê seksê, bê sahneyên erotîk nabe. Di berhema nemir Mem û Zînê de jî seks û erotîzm heye. Sahneyên erotîk û peyvên seksî hestên mirov geş dike. Di her romanê de dinyayek heye, jiyanek heye. Dinya û jiyana mirovan bê seks derbas dibe? Ji bo zêdebûna nesla însan seks tiştê herî bingehîn yê afirandina însan e. Nivîskarên ronakbîr  nikarin li gorî qedexebuna tabuyên civakî yên seksê xwe bi sînor bikin. Ji bo şikandina tabuyan di serî de divê ew têbikoşin.

Mûrad Ciwan di nivîsa xwe ya bi navê “Di Mem û Zînê de peywendiyên jin û mêran, evîn û erotîzm” ê de dibêje : “Li gora dîtina Xanî, çawa ku merkeza gerdûnê û amaca afirandinê mirov e, cewherê jiyanê jî evîn e; evîn e ku bakutê dide jiyanê; bê evîn jiyan rijî û bêmane ye… Xanî gava ku behsa erotîzmê dike mustehceniya ku em di serê xwe de çêdikin, ew eyba ku li ba me xwe ava dikin, li cem wî nîn e. Ew bi hemî eşkeretiya xwe, teswîra hezkirin û munasebetên navbera her du cinsan dike.” Armanc – Hejmar : 13/14 – Tebax – Îlon – 1996

Ahmedê Xanî sêsed sal berê xwestiye tabûyan bişkîne, eybên di serê xwe de û yên di nav civakê de hene, bavêje, lê hêj jî hinek kurd di serê xwe de eyban dihewînin. Loma jî gava di berhemeke edebî de sahneyên seksî yên erotîk dibînin, bi eyb û şerm lê dinêrin. Lênêrîna eyb û şermê lênêrîneke gelek şaş e. Rexneyeke ji bîr û zanîna edebî dûr e. Di berhemên edebî de hebûna sahneyên erotîk û seksî tişteke normal e. Heger ji bo herikandina çîroka romanê seks pêwîst be, divê hebe.

Belê weke ku di berga paşîn a pirtûka Lorîn S. Dogan ya bi navê “Kirasê Teng” de jî tê gotin “Kirasê ku civakê, an jî mêr li jinê kiriye û dike zêde teng e.” Divê ev kiras bê ferehkirin. Serkêşiya wê jî divê rewşenbîr û nivîskarên kurd yên jin û mêr bikşînin û tabûyan bişkînin, adet û tradisyonên kevn û paşvemayî ji holê rakin. Di nav civakeka paşvemayî de jineka nivîskar pirtûkeka erotîk û herweha pornoyî binivîse, ev bi serê xwe bûyereke girîng e û cesareteke mezin e. Lê çi heyf ku hêj jineka kurd a nivîskar a xwedî cesaret derneketiye holê. Min pirtûka Lorîn S. Dogan ya bi navê “Kirasê Teng” bi çavên ku ez ê berhemeke erotîk û pornoyî bixwînim, xwend. Lê min di pirtûkê de erotîzm û porno nedît. Beriya ku ez pirtûkê bixwînim du dostên min yên nivîskar ji min re behsa pirtûkê kirin û gotin “pirtûkeka porno ye. Tê de dîmenên erotîk û sahneyên pornoyî hene.” Min jî şewqa ku ez ê pirtûkek erotîk û pornoyî bixwînim, pirtûkê xwend. Bi min nirxandina herdu dostên min yên nivîskar şaş e. Pirtûka bi navê “Kirasê Teng” pornoyî nîn e û tê de hunera pevşabûnê û dîmenên erotîk nîn in. Têkiliyên cinsî yên ku di çîrokan de hatine ravekirin têkiliyên cinsî yên hişk in, zûwa ne. Leheng û fîgurên pirtûkê jî di derbarê zanîna têgihîştina erotîzmê de zana nîn in, xwedî hunera pevşabûnê nîn in. Nivîsîna sahneyên erotîk û ravekirina pevşabûnê bi serê xwe hunerek e. Dema pêwîst be, divê ev huner di berhemên edebî de bê bikaranîn.

Pirtûka Lorîn S. Dogan “Kirasê Teng” di nav weşanên “Avesta” de li Stenbolê hatiye weşandin. Pirtûk 106 rûpel e. Di pirtûkê de bîst kurteçîrok hene. Li dawiya pirtûkê jî ferhengoka peyvên herêmî heye. Pirtûk di esasê xwe de ji du beşan pêk tê. Sernavê beşa yekê “Kêl”e û ya beşa duyem “Kul” e. Qada cihê çîrokan bi giranê sînor e, anku serê hidûd e. Bûyerên gelek çîrokan li navçeyeka serê sînor û li derdora sînor diqewime. Di pirtûkê de hinek kurteçîrokên qels û hinekên xurt yên serketî hene.

Dema mirov di hêla sahneyên erotîk û hunera pevşabûnê li kurteçîrokên pirtûkê binire, tê de nexşên erotîk û hunerî nabîne. Di pirtûkê de, di beşa “Kêl” de neh kurteçîrok hene û naveroka wan dişibe hev û di hemûyan de kuştin û mirin hene. Wek mînak, li kurteçîroka yekem binêrin; çîroka yekem sernavê wê “Bêhna Miriyan” e. Di nîvê kolanê de laşê xortekî mirî dirêjkirî ye. Du zarok li ber cendeke mirî bi hevûdu re diaxifin. Kes li yê mirî xwedî dernakeve û ji bo wî nagrîn, “jinên ku bi lorînên dilşewat, li singa xwe dixin xuya nakin.” Paşê dengê teqînê tê, mirî zêde dibin û ji kolanan bêhna miriyan tê. Di vê kurteçîrokê de û di heşt kurteçîrokên din yên vê beşê de yek gotineke seksî, yek sahneyeke erotîk û ravekirineke pevşabûnê tune. Ev beş bi kurteçîroka “Bêhna Miriyan” dest pê dike û bi kurteçîroka “Kirasê Mirinê” dawî dibe.

Di beşa duyem ya pirtûkê de -ku navê vê beşê “Kul”e -yanzdeh kurteçîrok hene. Ev beş bi kurteçîroka ku sernavê wê “Erqîna dil” e dest pê dike. Bi şev e. Zarokên Hemîdo razane, lê xew neketiye çavên Hemîdo. Hemîdo jina wî û zarokên wan di yek ode de radizin. Hemîdo dixwaze bi jina xwe re pevşabûnê pêk bîne lê jinê cihê xwe û wî li dûrê hev raxistiye. Hemîdo ji nav livîna xwe radibe û diçe cem jina xwe. Kurtedialogeke hişk di navbera wan de derbas dibe. Hemîdo ji jinê daxwaz dike ku derpî ji xwe bişemitîne. Jina wî Sosê derpî ji xwe dişemitîne û ew karê xwe dikin. Hemîdo karê xwe temam dike û ji ser sosê radibe û diçe nav livîna xwe. ¨ Dema Hemîdo bi jina xwe re pevşabûnê pêk tîne keça wan şiyar e û paşê keçik vedireşe.

Di vê çîrokê de hunera pevşabûnê û erotîzm tune. Jin û mêr di tarîtiya şevê de, di bin lihifê de bi hevre ewk bikin û bêyî ravekirineke şadimaniyê û bêyî dîmenên erotîk, bi şêweyeke hişk mêrik karê xwe biqedîne û ji ser jinikê rabe û here, ev erotîzm û hunera pevşabûnê nîn e.

Lê divê kurteçîrokê de tişteke balkêş ê din heye.
Di vê çîrokê de têkiliyeke cinsî ku navbera dê û bav de bi hişkî tê jiyîn, çawa tesîreke nebaş li ser zarokeke dihêle, heye. Ji ber  ku zarok bi vî tiştî dihise û herweha li ewk kirina dê û bavê xwe temaşe dike, li dawiya çîroke, zarok vedirêşe. Di nav civaka kurd de hinek adet û toreyên nebaş û bandora têkiliyên nebaş hêj jî didome. Di nav civakê de dê û bav hîna li nav kufletê xwe, têkiliyeke cinsî dijîn û ev yek gelek caran tiştên nebaş, li ser psikolojiya zarokan dihêlin, lewre jî nivîskara pirtûkê vê rewşê bi şêweyeke edebî xwestiye raxe ser kaxezê.

Herçiqas min bi çavên ku di pirtûkê de pevşabûn, erotîzm û heta porno hene, pirtûkê xwend jî, lê min dît ku nivîskara pirtûkê kurteçîrokên xwe bi nîyeta ku ew ê erotîzmê di nav hevokên çîrokê de bihone û dîmenên erotîk pêşberê xwendevanan bike nenivîsiye. Wê bi riya hin çîrokên xwe xwestiye pirs û pirsgirêkên sosyal civakî û herweha gelek şêweyên problemên civakê û jiyandina têkiliyên cinsî yên ters, raxistiye ber çavan. Min mînaka çîroka “erqîna dil” dabû. Di vê çîrokê de têkiliya cinsî ya hişk tesîreke nebaş li ser zarokeke – li ser keçikê – dihêle, heye.

Nivîskara pirtûkê bi naverokên kurteçîrokên xwe dîmenên berbiçav yên nexweşiyên ku di nav civatê de hene pêşkêşê xwendevanan kiriye. Belê di naveroka kurteçîrokan de hinek dîmenên şabûnê jî hene, lêbelê ev dîmen hişk in. Dibe ku ji bo temamkirin û lihevûdu hunandina çîrokan pêwîstî bi van dîmenên hişk hebe. Ji xwe dema mirov bi şêweyeke zanyarî, hûr û kûr li ravekirina çîrokan binêre, pêwîstiya hişkiya pevşabûnê heye. Di kurteçîroka “erqîna dil” de heger têkiliya cinsî ya hişk nebana, nedibû ku keçik vereşe. Ji xwe bi pevşabûneke xweşik nedibû ku keçik vereşe yan jî nedibû ku nivîskar keçikê bide vereşandin. Bêyî vereşandina keçikê jî maneya vê çîrokê nedima û herweha nedibû ku naveroka çîrokê weha bihatana hunandin. Loma jî hişkbûna pevşabûnê ji naveroka çîrokê re xizmet kiriye.

Pevşabûnên hişk û dîmenên cinsî yên tersomerso ku di hinek çîrokan de hene, ne ji bo hunera bevşabûnê û erotîzmê ne, ew ji bo lihevûdu quncina naverokên çîrokan in. Di nav civakên paşvemayîn de gelek têkiliyên cinsî yên nebaş û ters hene. Ravekirina van têkiliyên cinsî yên hişk, ters û nexweşik nabe erotîzm û eleqeya wê bi hunera pevşabûnê re tune. Dema nivîskarekî/a kurd di berhemên xwe de tiştên weha di nav ristên hevokan de binexşîne û hinek bibêjin ev “erotîzme” , “porno”ye, ev li nivîskar nehekiye. Lênêrîna civakê ya li hemberê erotîzmê şaş e, fedîkirin e û di serê wan de tabûya qedexekirinê heye. Lê, kesên zana, pêşverû û bi taybetî rewşenbîr û nivîskarên civakên paşvemayî divê li hemberê nezanînê û tabûyan têbikoşin.

Di edebiyata kurdî de nexşên erotîk û hunera pevşabûnê hebe, ev tişteke tebiî ye, normal e û bi min divê hebe jî. Heta netenê nivîskarên mêr, divê nivîskarên jin jî di berhemên xwe de dîmenên erotîk pêşkêş bikin. Gelek nivîskarên jin hene ku ji çand, ziman û edebiyata kurdî re xizmetên hêja dikin, lêbelê hêj jinên kurd yên nivîskar dest bi nivîsîna çîrokên erotîk û vegotina hunera pevşabûnê nekirine.

Min bi çavên ku di pirtûkê de pevşabûn, erotîzm û heta porno hene, pirtûkê xwend. Lê, bi min di vê pirtûka Lorîn S. Dogan de sahneyên erotîk û hunera pevşabûnê û têkiliyên seksî yên pornoyî tune. Ez hêvîdarim ku di pirtûka wê ya duyem de ev tişt hebin. Helbet di pirrtûkê de hêlên din yên xurt û serketî hene. Hêla wê ya civakî, têkiliyên mirovî, hezkirinên xapînok, evînên têkçûyî û gelek hêlên din yên pirtûkê serketî ne. Ji bo ku min tenê ji hêla erotîzmê ve li pirtûkê nêriya loma jî min behsa hêlên wê yên din nekir. Ez hêvîdarim ku li ser vê pirtûkê hêj gelek nivîsên danasîn û nirxandinê bêne nivîsîn û kurteçîrokên pirtûkê bêne analîzkirin.

Di rewşeke ku berhemên nivîskarên jin yên kurd kêmin de, keçeka kurd a nivîskar xwerû bi kurdî pirtûkeke edebî dinivîse û pêşkêşê xwendevanên kurd dike. Ev bi serê xwe hêjayê pesnê ye.

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.