Ez çima bi kurdî dinivîsim?

Pêşî divê ez bidim xûyakirin ku ez wek nivîskarekî ku karê nivîsînê ji xwe re kiribe karê rojane li xwe nanêrim. Lê di wextên xwe yên vala de heta ji min tê ez bi karên nivîsînê re jî mijûl dibim û lewre ez vî karê xwe dikarim wek karekî amatorî (xeşîmî) bi nav bikim.

Ev demek e ku xebatên li ser teknîka malpera Komela Nivîskarên Kurd li Swêdê hatibûn kirin, giha merhaleya dawîyê ya xilasbûnê. Temambûna vî karê teknîkî rastî 21ê sibatê hat ku ev roj di qada navneteweyî de wek roja zimanê dayîkê (zikmakî) tê pîrozkirin. Ez hêvîdar im ku vebûna malpera me û roja zimanê zikmakî bibe xwedî teşwîqek û  helwesteke pozîtîf ji bo pêşketin û xurtbûna zimanê me.

Wek endemekî Komîteya Karger a Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, bi minasebeta vebûna malpera komeleyê wek nivîseke pêşî ez dixwazim di çarçeweyeke teng de piçekî bahsa xwe û kurdînivîsînê bikim.

Pêşî divê ez bidim xûyakirin ku ez wek nivîskarekî ku karê nivîsînê ji xwe re kiribe karê rojane li xwe nanêrim. Lê di wextên xwe yên vala de heta ji min tê ez bi karên nivîsînê re jî mijûl dibim û lewre ez vî karê xwe dikarim wek karekî amatorî (xeşîmî) bi nav bikim.

Heta nuha du pirtûkên min çap bûne. Lê mixabin her du jî bi tirkî bûn. Pirtûka min a pêşî di derbarê Dîroka Kurdistanê de bû ku ewil di nav jimareyên Kovara Hêvîya Gel de di bin sernivîsa ”Çend Rûpel ji Dîroka Kurdistanê” û bi naznavê Botan Amedî derçûbû û paşê min ew li Stenbûlê di nav weşanên Firat-Dîcle de di 1991ê de bi navê ”Dîroka Kurdistanê û Kurdan, Cild Yek” da çapkirin. Pirtûka min a duyê jî li Stockholmê di nav weşanên Jîna Nû de di 1996an de çap bû ku navê wê ”Pirsa Serxwebûnê di Kurdistanê de û Pirsa Demokrasîyê di Tirkîyeyê de” bû ku min li wir navê xwe yê rastî wek Siddik Bozarslan bi kar anî. Bê gûman ji ber ku ew nivîs bi awayeke hêsa di nav xwendevanên bakûrî de bên xwendin û mesajên sîyasî werbigrin, bi tirkî hatibû nivîsîn. Bi awayekî din sedemên sîyasî yên wan deman bûn egerên nivîsîna wan a bi tirkî. Wek xwendevan û bi taybetî jî yên bakûrê welatê me pê dizanin; piranîya sîyasetên me yên bakûrî zimanê tirkî ji xwe re kiribûn zimanê yekemîn û zimanê dayîka xwe jî kiribûn zimanê duyemîn. Em bi çi awayî li meselê binêrin; em dibînin ku ev sîyaset şaş bûye û nîyet çi dibe bila bibe bûye sedemê alîkarîkirina asîmîlasyona Dewleta Tirk. Bi hin awayan ev sîyaseta şaş mixabin hê jî berdewam e.

Di derbarê wan du pirtûkan de min ji hin nas û dostan rexne wergirtin ku min çima ew  bi kurdî nenivsîne. Bi ya min, reyneyên wan di cîyê xwe de bûn. Piştî demekî ez careke din bi awayeke kûr li ser vê meselê fikirîm û min biryara xwe da ku êdî tenê bi kurdî binivsîm. Li vir pêwist nîn e ku ez li ser xeterên li pêşîya zimanê me rawestim. Yên ku eleqederên ziman û welatperwerîyê dibin, van xeteran ji nêzîk ve dibînin. Lewre divê em bi înat û bi îsrar bi kurdî binivsîn, biaxivin, bixwînin, guhdarî bikin, bifikirin, sîyasetê bikin; bi awayekî din, heger gotin di cîyê xwe de be,  rabûn û runiştina me divê xweser bi kurdî be.

Qarekterên netewebûnê ji bo me kurdan ez dikarim bişibînim vicûdê (laşê) însanekî ye. Her organên laşekî xwedî fonksîyonekê ye û li gorî wê fonksîyonê xwedî girîngîyekê ye. Dema ku fonksîyona çav an guh ango zimanê însanekî wenda dibe; ew wek kor an  kerr ango lalan tê binavkirin. Lê kesên ku fonksîyona wan a dil xilas dibe (dema dil disekine); êdî vicûdê însên bi tevayî dimire û ji wan re jî em dibêjin mirî. Lê wek neteweyê kurd heger zimanê me mir; êdî em ne tenê lal dimînin; digel wê jî wê dilê me jî bisekine û jîyan raweste. Lewre bi karanîna kurdî ji bo her kurdekî/e welatperwer vatinî û berpirsîyarîyeke bingehîn a jîyanê ye.

21.02.2009- Swêd

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.