Pîrozî, pêşketin, pêşnîyar

Dema li Pirtûkxaneya kurdî li Stockholmê pirtûkên Enwer Karahan, Hesenê Metê û Bûbê Eser yên çapbûyî raber kirin, piştî şirovekirinan û guftûgoyan, hemû jî (ez jî di nav da) hatine ser wê bawerîyê, ku berhemên wan camêran hêja ne. Îcar eger pirtûka yekî ne hêja bûya, meyê çi bikira? Pirtûk çap bûye, belav bûye, em rexne jî bikin, bergê tiştekî nagire.

Van dawîyan Komeleya nivîskarên kurd pirtûkên sê endamên xwe da nasîn. Ez jî li wir hazir bûm. Bi rastî kêfa min berî hemûyan ji wê yekê hat, ku heta berî sî salan jî civîneke ha nikaribû bihata derbazkirin. Ji ber ku ne nivîskarên kurd yên gelek navdar pir bûn, ne jî kurdînivîsar pir bû (nivîskarên kurdên Ermenîstanê ne nav da). Ev riya, ku nivîskarên kurdan, yên ku kurmancî dinivîsin, di nava sî salan da derbaz bûne, gelek milet di nav sed salan da jî derbaz nabin.

Ez ji bo vî karî, herwiha ji bo karên, ku Komeleya nivîskarên kurd daye ber xwe, hemû endamên wê û xwendevanan pîroz dikim. Malpera komeleyê jî ser xêrê be.

Xênji pîrozkirinê ez ji komeleyê ra pêşketinê dixwezim. Lê bona pêşketinê pêşnîyareke min heye. Ezê wê pêşnîyarê li jêrê bikim.

Dema li Pirtûkxaneya kurdî li Stockholmê pirtûkên Enwer Karahan, Hesenê Metê û Bûbê Eser yên çapbûyî raber kirin, piştî şirovekirinan û guftûgoyan, hemû jî (ez jî di nav da) hatine ser wê bawerîyê, ku berhemên wan camêran hêja ne. Îcar eger pirtûka yekî ne hêja bûya, meyê çi bikira? Pirtûk çap bûye, belav bûye, em rexne jî bikin, bergê tiştekî nagire.

Niha em bêne ser pêşnîyara min:
Di vî karî da li Sovyeta berê edetekî baş hebû. Di komeleya nivîskaran da komîsyoneke qîmetkirina pirtûkên ber çapê dihate sazkirin. Xwedîyê pirtûkê berhemên xwe dida komîsyonê, endamên komîsyonê ew dixwendin, rojek kivş dikirin û bi xwendevanan ra tevayî li ser wê pirtûkê minaqeşe dikirin. Pirsa sereke ew bû, ka îzbat bikin – ew nivîsên, ku xwedîyê wê navê berhemê lê kirîye, di hêla edebî da ser çi derecê ne. Pişt ra her kesî bîr û bawerîyên xwe li ser wan berheman digot û dawî dikaribû çend biryarên ji hev cuda bêne dayîn. An digotin ev berhem hêja ye û gerekê bê çapkirin, an digotin gerekê van-van rastkirinan bikin, paşê bidine çapê, an digotin piştî rastkirinan careke din bîne bira komîsyon lê binihêre. Carna wisa dibû, ku pirtûka yekî 4-5 caran paşda didan û biryara çapkirinê ne didan. Piştî wê ew kes nikaribû pirtûkên xwe bide ber destê komîsyonê, ji ber ku hunurê wî ne yê nivîskarîyê ye. Û gazinên wan kesan jî hema bêje ha bû: “Min bi çewalan helbest nivîsîn, çap ne bû, filankesê kurê bêvankesî çend helbest nivîsîn, bû şayîr”.

Heta pirtûka yekî çap bibûya jî, ew hela nedihate wê maneyê ku ew nivîskar e. Jê ra dihate gotin, va pirtûka te ya pêşin çap bûye, bi wê va rê ber te vebûye, ku tu belkî di paşdemê da bibî nivîskar.

Eva alî me kir, ku qirş û qal û zîwan nekeve nava edebîyeta me. Eger li Awropayê û Kurdistanê jî ha be, ewê gelek alî pêşketina edebîyeta me bike.

Pêşnîyareke min a dinê jî ew e, ku navê Komeleya nivîskarên kurd bikin Komeleya nivîskarên kurdan. Ji ber ku ew komeleya ne ya wan nivîskaran e, ku bi esilê xwe va kurd in, lê ya wan nivîskaran e, ku bi kurdî dinivîsin.

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.