Bikaranîna kurdî li Swêdê çawa dest pê kir?

Swêd welatekî demokratîk e û hembêza xwe ji hemû mirovên bê dewlet, kes û kesayetiyên tade û zilm dîtine û dibînin vedikir û vedike. Lewra jî dema wê hembêza xwe ji kes û kesayetiyên welatê wan ne azad re vekir û ew di hembêza xwe de parast, xwedîtî lê kir ku bijîn…

Swêd baş dizanîbû ku jiyana kesên weha zimanê wan,  orf û adetên wan, ol û baweriyên wan hene lê gelekan nikarîbûn li welatên xwe, wan bi azadî bi kar bînin. Ji ber vê bû ku alîkariya wan kir da ew bi wan hebûnên xwe bijîn. Loma ji bona ew kes û kesayetiyan ji bona  zimanê dayikên xwe baş fêr bibin û wê bi pêşvexîn in, ji bona wan mamosteyên zimanên wan amade kir ku ew bikaribin kursan bidin hemwelatiyên xwe. Ji bona pêşveçûn, ne wandabûna çand û adetên wan, mesrefên komeleyan û pirtûkên bi zimanên wan ji alîyê dewleta swêd ve dihate dayîn. Bi saya vê alîkariyê kurdan jî weke miletên din weke xelk û kesayetiyên din û bi saya wan alîkariyan komele vekirin. Pirtûk, kovar û rojnameye bi zimanê dayikê weşandin. Ji ber ku ev alîkarî û mesrefên dihatin kirin, tenê ji bona zimanê dayikê bûn. Lewra jî kurdên li swêd jî ev baş bi kar anîn û ji bona ku bikaribin alîkariyê bigirin, gelek komele hatin vekirin, gelek rojname û kovar bi kurdî hatin weşandin. Kurtasiya gotine ew e ku dewleta swêd bi xwe bû alîkar ku zimanê kurdî li swêd bingeha xwe ya nivîsandin û axaftinê dîne û ew hate danîn jî.

Aliyê dudan yê vê meselê jî ev e ku piştî li tirkiyê û li bakurê kurdistanê hukmê leşkerî di sala 1980ê de bi derbeyekê hat ser hukum, kes û rêxistinên me mecbûr man ku welatê xwe biterkînin ûÂ  piraniya serok, rêvebir û kadroyên partiyên me yên bakurê Kurdistanê li swêdî bi cih bûn. Loma jî bêtirên wan li swêd dev jî tirkî axaftinê berdan. Ji ber ku wan qadir û serokên partiyên me, xwe berpirsê gelê xwe dizanîbûn û li swêd fêr bûn ku bê zimanê dayikê çiqasî girîng e. Piştî fêrbûn û têgihiştineke weha êdî ew bi xwe jî ketin nava hewldana tenê bi kurdî nivîsandin û axaftinê. Lewra jî her partiyekê li gor vê hewldanê komeleyên xwe vekirin da ku li wir dersên zimên bidin û ji bona newendabûna çand û dîrokê kursên fêrbûnê li komeleyên xwe dane destpêkirin.

Piştî ku xebat û çalakiyên komeleyan pêşve çû, van komeleyên me yên girêdayî partî û rêxistinan biryar dan ku bi hevre Federasyonekê damezrînin. Damezrînîn da ku di bin siwana wê de bêtir kar û xebatên kulturî bi hevre û xurtir bikin. Loma wan vê biryara xwe di 22 Gulana 1981an de xistin jiyanê û Federasyona Komeleyên Kurdistanê Li Swêd hate damezrandin. Ev Federasyon bû navendeke hemû kurdên li Swêdê. Hemû kurdan di bin sîwana wê de dest bi xebatên demokratîk û çandî kirin. Dema ku ev Federasyon bû ya hemû kurdên ji cihanê ku li swêd civîya bûn, ev jî bû sedama sisiyan da ku baştir ji hev tê  bigihêjin, fermîbûna zimanê kurdî bêtir rûnişt. Ev jî bû sedemeke asasî ku  ji bona ji hev fêm bikin û bizanibin kî çi dibêje, wê gavê hemû mecbûr man ku zimanê dagirkeran rakin û di şûna wê de kurdî deynin û tenê bi kurdî qise bikin. Lê di destpêkê de astengiyek derket pêşberî wan, ew jî nejihevtêgiştina zaravayên kurdî bû. Lê piştî ku bi hevre xebat kirin di demeke kurt de ew astengî jî rabû. Ji ber koka zimanê wan kurdî bû, zû ji hev têgihiştin. Li gor min jî sedema herî mezin ev bû ku destpêka tenê bi karanîna zimanê kurdî di bin sîwanê federasyonê û bi saya kovara wê Berbanga tenê bi kurdî dihate weşandinê bû ya serekî. Vê destpêkê kir adet û li seranserê swêdê belav kir ku êdî kurd bi tenê û bi hevre kurdî qise bikin, biaxifin.

Pişt ku Federasyon ji bin bandora komeleyên girêdayî partî û rêxistinên siyasî derket, ew adet ango tenê kurdî bi karanîn geştir bû. Lewra jî Federasyonê di sala 1986an de xwe guherî û êdî ne li gor komeleyên partî û rêxistinan, li gor belediyan rêxistiniya xwe nûjen kir. Yanî li her belediyekê komeleyekê Federasyonê hate damezrandin û endamên wê komelê ji kesên li wir rûdiniştin pêk hat. Wê gavê jî hemû kurdên li wir dibûn endamên komeleya xwe. Û axaftin û nivîsandina kurdî kirin xale serekî. Ji ber ku pişt bi rêxistiniya nû ya Federasyonê wê adeta hêja ango bi kurdî qisekirinê hêdî hêdî xwe ji nava Federasyonê berra nava komeleyan û ji wir jî derbasî nava malan bû. Loma li swêd di hemû malên kurdan de, li şîn û şahiyên wan de, di rojê xweş û nexweş de tenê kurdî hebû û tenê kurdî dihate qisekirin û tê axaftin.

Kesên me wan îmkanên ku swêdiyan ji bona fêrbûna çand û zimên didan, xweş bi kar anîn. Ji bona Federasyonê û gelek komeleyan alîkarî dihat dayîn. Ji bona hemû pirtûk, rojname û kovarên ku bi kurdî dihatin weşandin dewleta swêd alîkarî dida.  Bi saya wan alîkariyên li swêd zimanê me yê şêrîn kurdiya delal bû zimanê rojane. Koka xwe di her komele û malan de berda. Lewra kurdên me yên swêd li ser wê kokê, ziman û çanda xwe pêşve birin. Gelek nivîsakar ji ber wê alîkariyê bûne xwedî berhem. Dîsa bi saya wan alîkariyan bû ku swêd bû yekem welat ku kurdî herî lê xurt e û tenê di qada jiyana kurdên li swêd kurdî tê bikaranîn.

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.