Yazdeh alfabeyên cuda ji aliyê kurdan ve hatine bikaranîn

Berî Împeratoriya Medan, nehatiye peyitandin ku Kurdan kîjan alfabe bi kar anîye! Lê ji zemanê Împeratoriya Medan ve û heta niha, Neteweyê Kurd yazdeh alfabeyên cuda bi kar aniye. Gelo di van 2500-2700 salan de, van yazdeh alfabeyan çi dane zimanê kurdî û çi jê birine? Bi baweriya min, van alfabeyan wisa kiriye ku zimanê kurdî ji aliyê nivîsê ve lawaz bûye, belawela bûye, tê de 4 zarava, 37 devok, gelek tewr, hawa û şêweyên pirtexlît derketine holê. Ew alfabeyên ku ji aliyê kurdan ve hatine bikaranîn ev in:

1- Alfabeya Bizmarî: Ev ji aliyê Medan hatiye bikaranîn. Di serê ewil de 36 tîp bûne, lê piştre 4 tîp lê zêde kirine, bûye 42 tîp. Ev alfabe ji aliyl çepê ve dihate xwendin.

2– Alfabeya Avestayê: Ev alfabe 44 tîp bûne, lê li gor hin çavkaniyan 48 tûp bûne û ji aliyê rastê ve dihate xwendin.

3– Alfabeya Arami: Di hin şkeftên herêma Hewremanê de, hinek berhemên Kurdan yên kevnare ku bi vê alfabeyê li ser çermê xezalan hatine nivîsandin hatine dîtin (Berî Zayînê di salên 88-8an de).

4- Alfabeya Pehlewî: Kurdan bi vê alfabeyê jî nivîsîne û heta pirtûkek ji aliyê Soranî Dînkerd ve bi vê alfaabeyê hatiye nivîsandin.

5- Alfabeya Masî Soratî: Ev alfabe 36 tîp bûne, lê Kurdan şeş tîp lê zêde kirine û ji xwe re bi kar anîne. Îbn Wehşî yê Mêjûnasê Ereb pirtûkeka xwe di 855ê PZ. de kuta kiriye, tê de weha gotiye: Kurd alfabeya  Masî Soratî bi kar tînin. Min sê pirtûkên wan bi vê alfabeyê jî dîtine.

6- Alfabeya Gêzem/Hurujul Sir: Ev alfabeya ku ji rastê ber bi aliyê çepê ve dihate xwendin û ku 31 tîpî bûye,  ji aliyê Kurdên Êzîdî ve hatiye bikaranîn. (Êzîdiyan pirtûka xwe ya pîroz Mishefa Reş û Cîlweyê pê nivîsandiye.)

7- Alfabeya Suryanî

8- Alfabeya Grekî

9- Alfabeya Kirili

10- Alfabeya Erebî

11- Alfabeya Latin

Ez bi lêkolîn û xebata xwe ya li ser berhemên Klasîk û Folklora Kurdî, giham vê baweriyê ku ev çar zaravayên kurdî, tevî van 37 devokên xwe, kêm- zêde ji %80- 90 bi koka xwe yek in. Lê belê devoka Soranî ji van cuda ye. Tê de bêjeyên nêr û mê nînin, uslûba rêzimanî kulek e û daçekên tê de bi formeke şaş cihgirtî bûne.

Çewa ku tê zanîn, hetanî 1991ê jî, Neteweyê Kurd sê alfabeyên cuda bi kar dianî. Lê piştî Yekîtiya Sovyetan peşkilî, alfabe bûn dido. Ya erebî û ya latênî.

Niha çi kesê behsa berhemên kurdî dike, hertim li berhemên bi van  sê alfabeyên ku dawî hatine nivîsandin, disêwire, lê kes li ser wan heşt alfabeyên din ranaweste. Bê guman e ku berhemên kurdî bi wan jî hatine nivîsandin. Lê îro tiştek li holê dayê dîtin. Sedem çi ye)

Va ye hin berhemên bi alfabeya Suryanî bi dest ketine ku bi zaravayê kurmancî hatine nivîsandin.
Eger ew berhem yên Asuriyan bin, çima bi zimanê wan hehatine nivîsandin?

Divê rewşenbîrên Kurd lêkolîn li Alfabeya Bizmarî, Alfabeya Avestayê, Alfabeya Arami, Alfabeya Pehlewî, Alfabeya Masî Soratî, Alfabeya Gêzem/Hurujul Sir, Alfabeya Suryanî û Alfabeya Grekî bikin, bi gumaneke mezin wê berhemên kurdî bi dest bixin. Wê hingê dê gelek tişt bêtin guhertin.

Stockholm 2009-02-09
Zeynelabidîn Zinar
Pencina@zgmail.com
www.pencinar.se

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.