Kurdistan Tealî Cemiyetî -2-

NAKOKİYÊN NAVA  “KURDISTAN TEALÎ CEMIYETΔ
Ji ber nerîn û armancên xwe yên siyasî, ”Kurdistan Tealî Cemiyetî” hergav neçar maye, ku xebat û jiyana xwe ya komeleyî di bin tade, zilm û sîtemkariya hukûmeta Osmanî de bidomîne. Gava Komeleyê dest pê kiriyê ku liq û şaxên xwe di nav Kurdistanê de ava bike û di warê xebata dîplomasî de hinek gavên berbiçav avêtiye, ew zilm û zordariya li ser Komeleyê dijwartir û berfirehtir bûye; rêxistinên parastina Osmanî, xebat û tevgera endamên Komeleyê ji nêzîktir ve xistiye bin kontrolê.

Mustefa Kemal jî bi alîkarî û piştgiriya hukûmeta Osmanî xwestiye liq û şaxên Komeleyê yên li Kurdistanê ji holê rake û xebat û tevgera kurdî di nav welêt de bitefîne. Ji ber ku wî, tevgera kurdî li hemberî armanc û planên xwe astenga herî mezîn didît. Hîn di dema civandina “Kongreya Erziromê” û “Konreya Sîvasê” de, wî bi hinek axa û feodalên kurdan re têkiliyên germ daniyê û di bin durûtiya “yekitiya Osmanî”, “muqedesatiya Xelîfetê” û “biratiya tirk û kurdan” de, siyaset û xebatek dijwar li hemberî rêxistin û tevgera kurdî meşandiye. Mustefa Kemal di telgerafên ku ji Hecî Kaya û Şexzade Mistefa Axa re şandiye, wê siyaset û durûtiya xwe weha dide diyar kirin:
“Heta ku kesên mîna we xwedî ol û namûs hebin, wê tirk û kurd wek du birayên heqîqî ku ji hevdû nayên veqetandin bijîn û bê guman wê li dora meqamê Xelîfetê weke wicûdekî ku nayê hejandin û li hemberî dijminên hundur û derve weke kelehek ji hesin bimîne” (31).

Mustefa Kemal di tebaxa 1919an de jî, ji hinek serokeşîr, şêx, axa û feodalên kurdan re telgrafan dişîne. Di gel biryarên Kongreya Erziromê, Mustefa Kemal di  mesajên xwe de, ji şêx, axa, serokeşîr û feodalên kurdan daxwaz kireye ku ew li hemberî ermeniyan û “lîstikên dijminên” din têkoşînê bidin. Telgeraf ji wan kesan re hatine şandin: Di 10ê tebaxa 1919an de ji Mûtkiyê Hecî Mûsa, di 13ê tebaxa 1919an de ji Bitlîsê Şêx Ebdulbaqî Efendiyê Kufrewîzade, Ebdurahman Axayê Şirnaxî, ji Mûşê Ömer Axayê Dêrşewî, Resûl Axayê Mûşarî, mebûsê berê Sadullah Efendî, ji Nûrşînê Şex Mahmûd Efendî, Şex Ziayettin Efendî, ji Xerzan Cemîlê Çeto (32).

Di dema ku Şerîf Paşa û nûnerên ermeniyan hevpeymanekê îmze dikin û pêşkêşî  “Konferansa Aştiyê ya Parîsê” dikin, daxuyaniyekê li ser navê Seyîd Ebdulqadir di rojnameyeke ku li Stenbolê û bi fransî derdiket, “Jornal d`Orient”ê de tê weşandin. Li ser wê daxuyaniyê, hem li “Meclîsî Mebûsan” û hem jî di rojnameyên tirkan de, li dijî serokê ”Kurdistan Tealî Cemiyetî” kampanyek gelek mezin dest pê dike û daxwaz dikin ku Seyîd Ebdulqadir dev ji serokiya “Şûrayî Dewletê” berde:
“Seyîd Ebdulqadir ji aliyekî Serokê Şûray Dewletê ye, ji aliyê din jî serokê komeleyekê ye ku Kurdistanek serbixwe dixwaze. Ya bila ji seroktiya Şûrayî Dewlet îstifa bike, ya jî bila dev ji Kurdistanek serbixwe berde” (33).

Li ser vê kampanyayê û êrîşan, Seyîd Ebdulqadir daxuyaniyeke dide rojnameyan. Di vê daxuyaniyê de, ew diyar dike ku “Kurd serxebûnê naxwazin, wan ji bo Kurdistanê daxwaza îdareyek Otonom kirine”.  Di vê derheqê de, hevpeyvînek Seyid Ebdulqadir di rojnameya “İkdam” ya 27ê sibata 1920î de hatiye weşandin (34).

Ew daxuyaniya dibe sedemê nakokî û cûdatiyên nerînên nav Komeleyê bi awakî eşkere derkeve ser rûyê erdê û herweha destpêka cihêbûna nav wê.

Li gorî Zinar Silopî dinivîse, piştî wê daxuyaniyê, beşek endamên Komîteya Birêvebir ji ”Kurdistan Tealî Cemiyetî” vediqetin û bi navê “Teşkilat-i İçtimaiye Cemiyetî” (Komeleya Tevgirêdana Civakî ya Kurd) rêxistinekê ava dikin (35).

Bêguman ev veqetandin û gûrbûna nakokiyên di nava Komeleyê de, tevger û xebata wê gelekî hejar dike û di xebat û hewldanên dîplomasî û civînên navneteweyî de, tesîrek ber biçav ya neyînî çêdike. Ev rewşa, ji bo hêzên Mustefa Kemal jî dibe kês û firsetek gelekî mezin. Ji xwe gava em li wan konferansên piştî “Konferansa Sevrê” dinerin, em êdî nûner û delegasyonên kurdan nabînin.

Di 21ê sibata 1921ê de, gava “Konferansa Londonê” dest pê dike, di dewsa kurdan de, vê carê bi riya hukûmeta Stenbolê, hukûmeta Ankarayê tê dawet kirin. Li ser dawetiya resmî ya dewleta Îtaliya, Hukûmeta Ankarayê bi delegasyonek xalis-muxlus ji nîjadperestên tirkan pêkhatî beşdarî vê konferansê dibe.

Bi wî awayî careka din derket holê, ku pirsa kurdî ji bo dewletên hevpeyman  ewqas ne girîng bû. Nêzikiya wan ya demekê jî, ne ji bo çavên reş yên kurdan bû; ew, hew ji bo plan, dabeşkirin û kontrola wê navçeyê bû. Ji bo plan û berjewendiyên wan çi pêwîs ba, ew dikirin û kî bêtir xurt û nêzîkî berjewendiyên wan bûna, “hevalbendiya” wan dikirin. “Prensîbên Wîlson, “Mafê Neteweyê Bindest û Mirovî” jî, her di nava wan sînorên plan û menfaetên wan de, tuxûbkirî diman û ew ji perçakî hesabên dabeşkirana nû pê ve, ne tiştekî din bû. Nisbî be jî, gava Dewletên Hevpeyman û Hukûmeta Ankarayê li ser parvekirina Kurdistanê li hevdû kirin, peymana dabeşkirina Kurdistanê jî di 23ê nîsana 1923an de, bi awakî “resmî”, li Lozanê hate îmze kirin.

Di hilbijartina giştî ya sala 1919an de, weke “Hurriyet ve İtilaf Fikrasî”, ”Kurdistan Tealî Cemiyetî” jî beşdarî hilbijartinê nebûbû û hilbijartin veto kiribû. Di vê hilbijartinê de, gelek hevalbendên “Kuvayî Millîye” (Hêzên Neteweyî) jî wek parlementer hatibûn hilbijartin. Di vê meclîsa dawî ya dewleta Osmanî de û di 20ê çeleya paşîn ya 1920î de, “Misak-i Millî” (Sûnda Neteweyî) hate qebûl kirin.

 Di vê Meclîsê de, giraniyek berbiçav kete destên hevalbendên Mustefa Kemal. Vê Meclîsê, di 19ê sibata 1920î de, li ser pirsa kurdî civîna xwe ya yekem pêk anî. Di giraniyê de parlamenterên nêzîkî Mustefa Kemal, gelek êrîş û rexneyên giran ji ”Kurdistan Tealî Cemiyetî” û serokê wê Seyîd Ebdulqadir re anîn. Hukûmeta Osmanî, hebûna ”Kurdistan Tealî Cemiyetî” û xebatên wê êdî ji xwe re tehlûkeyek berbiçav didît. Ji ber vê yekê, êrîşên li ser komeleyê roj bi roj dijwartir kir û dest bi hewldanên taybetî kir ku wê ji holê rake.

Ji xwe, Mustefa Kemal ji destpêkê de, li dijî tevgera kurdî ya neteweyî bû. Hîn ew li Amasya bû, di 15ê hezîrana 1919an de, vê telgrafa bi şîfre ji waliyê Diyarbekirê re dişîne:
“Her komeleyek ku dixwazin fesadiyê derxînin, divê di cîh de bê belav kirin…Girtina tedbîrên weha, wezîfeyek welatperwerî ye. Ji ber vê yekê, ez bi her awayî  bi wan tedbîrên ku we li hemberî Komaleya Kurd girtiye re me”  (36).

Di 16ê hezîrana 1919an de jî Mustefa Kemal  li ser tevgera kurdî û ”Kurdistan Tealî Cemiyetî”, ji Kazim Karabekir re nivîsiye, ku armanca vê Komeleyê, serbixebûna Kurdistanê bû. Ji bo vê yekê jî hate girtin. Gelekî balkêş e, ku piştî wê nivîsa Mustefa Kemal bi du rojan, di 18yê hezîrana 1919an de, li Stenbolê civîna “Lijneya Wezîrên Hukûmeta Osmanî” li ser pirsa Kurdistanê û ”Kurdistan Tealî Cemiyetî” û tedbîrên li hemberî wê dicive. Di vê civînê de, “Lijneya Wezîran” biryar digre, ku divê li Kurdistanê tevgirêdana leşkerî ji nû ve bê hûnandin û berfirehtir bibe; ji Kurdistanê re, memûrên kurdan bête şandin; nîşan û paye li serokên eşîrên kurdan bê belev kirin û bi rutbeyan bête xelat kirin; kurdên ku wê ji Kurdistanê bête koç kirin, li Ankara û Konyayê bê cîwar kirin û heywan û çadir li wan bête belav kirin; lijneyek şêwrê bê ava kirin ku ew herin Kurdistanê û propoganda û pesnê dewlete Osmanî bidin. Ji derveyî wan biryar û tedbîran, “Lijneya Wezîran” li ser ”Kurdistan Tealî Cemiyetî” jî radiweste û ji bo  “nepêwîstiya” wê biryar digre (37).

Ev bûyera jî bi awakî eşkere dide diyar kirin, ku bê çawa armancên Mustefa Kemal û hukûmeta Osmanî, li heberî tevgera Kurdistanê û xebatên ”Kurdistan Tealî Cemiyetî” dibûn yek û ji bo tefandina wê tevgerê û rêxistiniya Komelê, piştgirî û alîkariya hevdû dikirin.

Teva wê biryara “nepêwîstiya Kurdistan Tealî Cemiyetî” û teva ku hinek liq û şaxên komeleyê yên li Kurdistanê ji aliyên berpirsiyarên navçeyî ve hatibûn girtin jî, navenda Komelê ya li Stenbolê hebûn û xebata xwe domandiye. Di 11ê çiriya pêşîn ya 1920de, vê carê hukûmeta Osmanî biryara girtina Komeleyê daye. Ew biryara jî di pratîkê de neketiye jiyanê û ne bi xurtî be jî, Komeleyê hebûna xwe demek din jî domandiye. Li gorî Behcet Cemal dide diyar kirin, ”Kurdistan Tealî Cemiyetî” ne bi hêz be jî hebûna xwe heta îlankirina “Komara Tirkiyeyê” domandiye… (38).

Di wê dema ku nakokiyên nava Komeleyê gurtir û êrîşên hukumeta Osmanî û Mustefa Kemal li ser Komeleyê dijwartir bûbûn, serîhildana Koçgirî dest pê kiribû.  Ji agahgariyên Dr. Nûrî Dersimî em dizanin ku ”Kurdistan Tealî Cemiyetî” beriya serîhildana Koçgîrîyê, ji bo avakirina şaxên Komelê û xebata neteweyî hewl daye ku mîralayekî leşkerî bikin qaymiqamê Egînê û Dr. Nûrî Dersimî  jî bike Veterînerê qezayên Zara, Dîvrîg û Kangalê ku bikaribe bi hêsanî di nava eşîrên Sîwasê yên kurdan de bixebitin. Daxwaza tayinkirina mîralayê kurd nehatiye qebûl kirin, lê Dr. Nûrî Dersîmî bi wê wezîfeyê di çiriya pêşîn ya 1918an de, dihere navenda Koçgîrî. Di wê demê de mudurê nehiya Umraniyê jî Alîşan bû (39). Wan herdu niştimanperwerên kurd, gelek xebatên hêja û giranbiha kirine û li gelek deverên wê navçeyê şaxên Komeleyê damezirandine. Lê weha xuya yê ku dûre têkiliyên wan û navenda Stenbolê bi awakî rêkûpêkî  nehatiye domandin. Ji xwe gava mirov li serîhildan û Tevgera Koçgirî dinere, hebûn û pêşengiya ”Kurdistan Tealî Cemiyetî” zêde nayê dîtin. Gava Dr. Nûrî Dersîmî li ser sedemên biserneketina Tevgera Koçgirî radiweste û di derhaqê rewşa Komeleyê de weha dinivîsîne:
“Gava tevger dest pê kir, Kurdistan Tealî Cemiyetî belav dibû û ji bo hinek endamên wê ji îhmalkarî û guhnedanî, hinek jî reviyabûn derveyî Stenbolê û ji beşdariya tevgerê bê par mabûn; îmkanên ku tevgerê bi awakî plankirî û bi aheng li derdora navendekê bimeşîne nemabû”
  (40).

Di hinek belgeyên Îngilîzan de jî, li ser wê nakokî û cihêbûna ”Kurdistan Tealî Cemiyetî” hatiye rawestandin. Di wan belgeyan de, hatiye diyar kirin ku Bedirxanî û hinek ronakbîrên kurdan li dijî serokê Komeleyê Seyîd Ebdulqadir û bîrûbaweriyên wî yên di derheqê otonomiyê de derketine û diyar kirine ku êdî Şerîf Paşa nûnertiya Komeleyê nake. Li ser wan bûyeran  Şerîf Paşa jî telgerafekê dişîne û ji Serokiya Delegasyona Kurdan îstifa dike.

Bê guman ew cihêbûn û nakokiyan di nava kurdan de, ji bo tirkan bidestxistinek gelekî mezin bû. Di dema ku pirsa kurdî di nava raya giştî ewqas pêş de çûbû,  bi awakî eşkere derketina wê nakokî û cihêbûnê, Ji bo tevgera Kurdî jî, bêşansiyek gelek mezin bû (41).

Erîşên ji aliyên Hukûmeta Osmanî, Mustefa Kemal û hevalbendên wî, nakokiyên di nava Komeleyê de û bi taybetî veqetandina hinek pêşeng û endamên wê, tîn û tesîrek mezin li ser xebat û tekoşîna ”Kurdistan Tealî Cemiyetî” kiriye; her ku çû ye xebat û tevgera wê hêjar bûye û di nav pêvajoyê de ji holê rabûye.

Di destê me de, tarîxek bi roj û meh tuneye, ku  bê ew  Komelê heta kîja demê  jiyana xwe  domandiye.  Lê em dizanin ku piştî “Kuvayi Milliye” (Hêzên Neteweyî) yên Mustefa Kemal, di îlona 1922an de, di şerê nava tirk û yewnaniyan de bi ser ketine; tade, zilm, zordarî û êrîşên xwe yên li ser mûxalefeta xwe û her weha li ser pêşeng û tevgera kurdî jî  girantir û dijwartir kirine. Li gorî agahdariyên ku Zinar Silopî dinivîse; Piştî serketina “Kuvayi Milliye” (Hêzên Neteweyî) li hemberî yewnaniyan, Dewletên Hevpeyman çavên xwe ji tirkan re girtine. Ji ber wê yekê jî, teva ku Stenbol di binê dagerkirana Dewletên Hevpeyman de bû, serleşkerekî  “Kuvayi Milliye” Rafet Paşa tê Stenbolê û ji aliyên  qelebalixek pir mezin ya hezkerên “Kuvayi Milliye”  tê pêşîwaz kirin. Rafet Paşa bi dengê bilind ji xelkê Stenbolê re dide diyar kirin ku wê hêzên “Kuvayi Milliye” têkevin Stenbolê.

Hevalbendên “Kuvayi Milliye”, Wezîrê Kare Hundur rojnemavanê bi nav û deng Alî Kemal ji Stenbolê direvînin û wî li Îzmîrê lînç dikin. Ev bûyera çavên muxalîfên “Kuvayi Milliye” gelekî ditirsîne û nizanin bê çi bikin. “Kurd Teşkilatî İştimaiye Cemiyetî (Komeleya Tevgirêdana Civakî ya Kurd) di civîna xwe ya talî de, digheje wê baweriyê ku êdî mercên xebatê li Stenbolê û Îzmîrê nemaye û biryar digre ku endamên navendî ji Stenbolê derkevin. Lê ji ber hinek sedemên taybetî, hinek ji endaman neçar dimînin ku li Stenbolê bimînin. “Kurd Millî Fikrasi” (Partiya Neteweyî ya Kurd) jî, bi “Komeleya Tevgirêdana Civakî” re hereket dikir. Ji xwe, ”Kurdistan Tealî Cemiyetî”, çalakiyên xwe ji binî de rawestandibû (42).

Ji wan agadariyan diyar dibe ku ”Kurdistan Tealî Cemiyetî” jî li hemberî êrîş û terora “Kuvayi Milliyê” di ber xwe de nedaye û ew jî weke komeleyên din neçar maye ku xebat û çalakiyên xwe rawestîne. Li gor agahdariyên ku Zeki Saruhan dide, Kurdistan Tealî Cemiyetî di 11ê hezîrana 1920î de ji aliyê hukûmetê ve hatiye girtin (43).

Piştî îlankirina “Komara Tirkiyê” gelek endamên komeleyê ji ber xebat û çalakiyên xwe yên berê, ji aliyê Hukûmeta Tirkiyê ve, bi cezayên mezin hatin ceza kirin. “Dadgeha Îstiqlalê ya Şerqê” (Şark İstıklal Mahkemesi) ku piştî şikestina serîhildana Şêx Saîd li Diyarbekirê hatibû li dar xistin;  di 23ê gulana 1925an de, ji bo serokê ”Kurdistan Tealî Cemiyetî” Seyîd Ebdulqadir, kurê wî Seyîd Mihemed, Kemal Fewzî, Sadiyê Paloyî, Xoce Eskerî û awûqat Hecî Ahtî  biryara daliqandinê dide û di 27ê gulanê de, li gorî wê biryarê ew tên daliqandin…(44).

Zinar Soran
zinarsoran@hotmail.com
—————————————————————————————–TÊBINÎ Û ÇAVKANÎ
(31) Dr. Salahi R. Sonyel, Türk Kurtuluş Savaşi ve Diş Politika, Weşanxana Türk Tarih Kurumu,  Ankara- 1967, cild 1, r. 121- 122.

(32) Biner: M. A. Gasaratyan, Yeni ve yakın ça€da Kürt Hareketleri, Weşanên Jîna Nû, Swêd- Îlona 1991, r. 126- 127.
Binere: Gazi M. Kemal Atatürk, Söylev cild: 3, belgeyên 47,48,49,52 û 53.
(33) Zinar Silopî, b.n.d, r. 60- 61.
(34) Ji bo vê hevpeyvînê binere: İsmail Göldaş, b.n.d, r.282- 283.
(35) Zinar Silopî, b.n.d, r. 61.
(36) M. A. Gasaratyan, b.n.d, r. 125- 126.
(37) İsmal Göldaş,b.n.d,  r. 216, 222.
(38) Binere: İsmail Göldaş, b.n.d, r. 217, 227.

(39) Binere: Dr. Nûrî Dersîmî, b.n.d, r. 121- 122.
(40) Dr. Nûrî Dersîmî, b.n.d, r. 170.
(41) Binere: Belgeya FO 371/ 5068, nr: 5063, 20- ê Gulana 1920. Ji pirtûka Ahmet Mesud ya bi navê İngiliz Belgelerinde Kürdistan, r. 133- 134
(42) Binere: Zinar Silopî, b.n.d, r. 104.
(43) Zeki Saruhan, Kurtuluş Savaşı Günlü€ü 3, r. 82; yên neqildike: N.Kutlay, r.137

(44) Binere: Aziz Aşan, Şeh Sait Ayaklanması,  Stenbol- Çeleya Pêşîna 1991, r. 34.
Di 28ê hezîrana 1925an de jî, ew “Dadgeha Îstiqlalê” biryara îdama serokê serhildanê Şex Saîd û 47 kesên din dide. Ji nava wan, cezayên qaymeqamê Çapakçûrê Huseyîn Hilmî, “ji bo xizmetên wî yên kevn” û yê Hasanê kurê Salih Beg jî, “ji ber biçûkbûna emrê wî” tên sivik kirin. Şêx Saîd û kesên din jî, di şeva navbêna 28 û 29ê hezîrana 1925an de tên daliqandin. Azîz Aşan lîsteya wan
  kesên ku biryara daliqandinê ji bo wan hatibûn girtin, di wê pirtûka xwe de weşandiye. Binere: Azîz Aşan, b.n.d, r. 39- 40.

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.