IV- Kurdistan Teşrik-i Mesai Cemiyiti (Komeleya Hevkariya Kurdistanê)

“Kürdistan Teşrik-i Mesai Cemiyeti” (Komeleya Hevkariya Kurdistanê) di sala 1328 / Mîladî 1912an de hatiye damezrandin. Armac û çarçeweya xebatê ya vê Komeleyê, di xalên duyem û sêyem de ya destûra wê de, weha hatiye nivîsandin:
“Xal 2: Ligel her gav parastina rûmetbilindayiya sifatê Osmanî, bi parastin û pêşdebirina sîstema parlamenteriyê ku sedemê berbiçav yê pêşveçûna dîn, dewlet, millet û azadiya jiyanê ye, girêdayiya kurdan bi meqamê bilind yê xelîfet û patîşahiyê xurtir bike; bi hemwelatiyên ermenî, nastûrî û xelkên din yên Osmanî ve xweş derbas bike û têkiliyên wan geştir bike; kîn û berberiyên di nava êl û eşîran de rake û aşîtî û biratiyê bi cî bike; ji bo mercên pêşdebirin û jiyanek bi aheng bi hevdû re, hemûyan bi yek carê li derdora navendek meşrû de pêk bîne; senayî, cotkarî û bazirganiyê belav bike û pêş de bibe; ji bo ketina dibistanên li gor dilê wan, rênîşandaniya xwendekarên ku wê ji Kurdistanê werin bike, hêsaniyê ji bo wan çêbike û mesrefên perwedekirina kesên ku rewşa wan ya aborî ne xweş bin, temîn bike”.

“Xal 3: Heger pêwîstiyek zarûrî çênebe, komele wê ji binî de bi siyaseta giştî mijûl nebe” (43).

Sekreterê Giştî yê “Kürdistan Teşrîk- i Mesai Cemiyeti” Evdullah Sadiyê Paloyî bû. Di derheqê navên damezrîner û berpirsiyarên vê komeleyê de, vê gavê di destên me de tu agahdarî tuneye. Agahdariya ku di warê Sekreterê Giştî Evdulah Sadiyê Paloyî jî, em ji nameyeke Evdulah Sadiyê Paloyî dizanin. Ev name, di 17ê çeleya pêşîn ya 1912an de, ji aliyê Evdulah Sadiyê Paloyî ku li ser navê Sekreterê Giştî yê “Kürdistan Teşrîk-i Mesai Cemiyeti” hatiye nivîsandin. Di vê nameyê de “Kürdistan Teşrîk-i Mesai Cemiyeti” ji “Komeleya Xwendekarên Kurd Hêvî” re pêşneyara yekitiyê biriye:
“Ji ber vatiniyên ku komeleya me ji xwe re weke armanc hilbijartiye û hewldanên pîroz yên ku muhterem Hêvîya me dixwaze pêkbîne hevdû digrin, li gor prensîba ku (biçûk bi mezinan ve girêdayî ye) û di demek weha nazik û girîng de, eger daxwazî û armanc cihê bin jî, ji bo gihaştina armancên ku hatinin tespît kirin, pêwîstiya ku bi hevdû re, bi xûn û yekitiyê, bi navendeke meşrû û hevbeş heye” .

Li gor ku Nesimi Fıratlı dinivîsîne; “li ser vê pêşneyarê, herdu komele dibin yek û di sala 1328 /1912an de, bi navê “Kürt Irşad ve Irtika Cemiyeti” (Komeleya Rênîşandan û Bilindkirinê ya Kurd) komeleyeke nû ava kirine” (44).

Lê, di derheqê vê yekitiyê de, ji derveyî vê agahdariya Nesimi Fıratlı pê ve, ez bi xwe li tu agahdarî, wesîqe û çavkaniyên din rast nehatime. Di Mehkemeya Îstiqlalê ya Diyarbekirê ku bi munasebeta serîhildana Şêx Seîd hatibû li dar xistin de, Evdulah Sadiyê Paloyî jî hate mahkeme kirin. Li gor vê mahkemeyê; Evdulah Sadî îtiraf kiriye ku wî di sala 1329 [1913-1914] de, ji bona otonomiya Kurdistanê bi awakî nivîskî nerînên xwe pêşkêş kiriye, xebatên komeleyî meşandiye û di cemiyetên “Demokrat, Hürriyet ve Itilaf, Ila-yi Vatan, Müsalemet Ittifaki, Kürt Teali, Kürt Irtika, Kürt Hêvi, Kürdistan, Kürt Neşr-i Maarif” de cih girtiye. Herweha wî teşebus kiriye ku “Kürt Teşrik-i Mesai Komitesi” (Komîteya Hevkariya Kurdistanê) damezrîne (45).

Ji van agahdariyan diyar dibe ku Evdulah Sadiyê Paloyî hewl daye ku “Kürdistan Teşrîk- i Mesai Cemiyeti” damezrîne. Eger ew agahdarî rast bin, wê gava dikare bê gotin ku ev komeleya di qonaxa damezrandinê de bû û Evdilah Sadî xwestiye bi “Hêvî” re jî bibin yek. Lê ji ber tunebûna agahdarî û çavkaniyên têr, mirov di vî warî de nikare bighêje encamên misoger.

Evdulah Sadiyê Paloyî, weke endamekî aktîf di nav xebatên “Kürdistan Teali Cemiyeti” (Komeleya Pêşketina Kurdistanê) jî cih girtiye. Piştî şikestina serîhildana Şêx Seîd, Evdulah Sadî jî weke gelek pêşeng û welatparêzên kurd ji aliyê Mahkemeya Îstiqlalê ya Diyarbekirê hate îdam kirin.

ZINAR SORAN
Zinarsoran@hotmail.com

TÊBINÎ Û ÇAVKANÎ
(43) Binere: Nesimi Fıratlı, “Resmi ideolojinin sunduğu gerçekler, Kürt ulusal demokratik hareketleri” Kovara Deng, Stenbol, hejmar: 12 (Heziran 1991), r. 32- 33.
(44) Nesimi Fıratlı, Kovara Deng, Stenbol, hejmar:12 (Hezîran 1991), r.33.
(45) Ji bo vê behsê binere: Malmîsanij, Bitlisli Kemal Fevzi, Stockholm, çeleya paşin 1993, r. 127

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.