II- Kurd Teavun ve Terakki Cemiyeti (Komeleya Hevkarî û Pêşketina Kurd)

Di destpêka sedsala 20î de, rewşa împeratoriya Osmanî gelek nexweş bûbû û ketibû nav kirîzek pir mezin. Dewletên Ewropî dizanîbûn ku ew împeratoriya di ber sikrata mirinê de ye. Loma jî, wan hesab û planên  dabeşkirina wê dikirin. “Osmanli ittihad ve Terakki Cemiyeti” jî dixwest ku ji vê rewşê istifade bike û ji Sultan Evdulhemîd daxwaza îlankirina “Meşrûtiyet”ê dikirin.

“Tirkên Civan” di 27-29ê çeleya pêşîn ya 1907an de, li Parîsê Kongreya xwe ya duyem civandin. Nûnerên hemû milan yên partî û rêxistinan, di serokatiya Evdirahman Bedirxan de grûbek kurd ya li derdora rojnameya “Kurdistan”ê, kurd û tirkên ku li Amerikayê jî beşdarî vê kongreyê bûn. Penaberên ku li Amerîkayê diman, organeke wan ya siyasî bi navê “La Yara” hebû. Armanca “Tirkên Ciwan” bi darê zorê Sultan ji ser text bixîne û “meşrutiyet”ê îlan bikin. Ev daxwazên xwe bi belavokekê jî belav kirin. Ji bona vê xebata xwe xurtir û piştgiriyek berfireh ji xelkên din yên di bin nîrê dewleta Osmanî de ne bigrin,  Tirkên Ciwan di vê belavokê de, doza ku hemû milletên din yên di bin destên Osmanî de ne, bi zimanê xwe belavok û broşuran belav bikin jî dikirin (13).

Slogana “Tirkên Ciwan” ya “azadî, wekhevî û biratî” pişgiriyek berfireh ji milletê din yên di bin destên Osmanî de bûn distend. Gelek rewşenbîr û welatparêzên wan milletan hêvî dikirin ku  wê Tirkên Ciwan bikaribin pirs û pisgirêkên neteweyan jî çareser bikin. Ji ber vê yekê jî, “Tirkên Ciwan” bi hêsanî muxalefeta ku hebû li derdora xwe dicivandin.

Di tîrmeha 1908an de serîhildana hêzên çekdar yên Mekedonyayê rewşa dewleta Osmanî xerabtir kir. Di wê rewşa nexweş de, Sultan Evdulhemîd neçar ma ku di 24ê tîrmeha 1908an de, “Meşrutiyeta Duyem”  îlan bike.

Berî ku rewşenbîr û welatparêzên kurdan dest bi damezrandina komeleyên kurdî bikin, hinek ji wan di nav komele û rêxistinên muxalîf yên rejîma Osmanî de cî girtibûn. Weke ku me berê jî bahs kiribû, du damezrînerên “Ittihad-i Osmani Cemiyeti” kurd bûn.

Li gor Profesor Tarik Zafer Tunaya dinivîsîne, di sala 1908an de, bi navê “Osmanlı Kürt Ittihat ve Terakki Cemiyeti” (Yekitî û Pêşketina Kurdên Osmanî) komeleyek hebûye. Ev Komele li Diyarbekirê hatibû ava kirin. Lê em di derheqê damezrîner, program û destûra vê komeleyê de tiştekî nizanin û ne xwediyê belge û agahdariyên têr in. Li ser vê komeleyê, Tarik Zafer Tunaya tenê ev agahdariya kurt nivîsandiye:

“Di sala 1908an de, weke ku li Balkana, di nava “Ittihat û Terakkî” de jî dîtina giregirên kurdan mumkun e. Weke mînak; di binê telgrafek ku ji Diyarbekirê hatiye şandin û hewldanin ji bo girêdana girava Girîtê bi yewnaniyan ve protesto dike de, navê “Osmanlı Kürt ve Terakki Cemiyeti” heye; herweha daxuyaniya damezrandina vê Komeleyê balkêş e û dide îspat kirin ku li Rojhilatê jî kesên li dijî rejîma Ebvdulhemid hene” (14).

Bi îlankirina “Meşrûtiyeta Duyem”, di warê siyasî de rewşeke nû û taybetî derketibû holê. Hinek kurdên rewşenbîr ku li derveyî welêt mihacir bûn vegeriyan welêt. Pêwîstiya rêxistineke kurd bi her awayî xwe derxistibû pêş. Ev tevlihevî û bûyerên li Stenbolê û li nav dewleta Osmanî de çêdibûn, tesîr li ser serokeşîr, paşa û malmezinên kurdên ku ji aliyê Sultan ve hatibûn wezîfedar kirin û nêzîkî Serayê dihatin dîtin jî dikir.

Wan dizanîbûn ku êdî rewşa Sultan û Serayê ne zêde xwurt û qewîn e. Ji ber vê yekê jî, ew ketibûn tatoleka pêşeroja xwe. Gava hinek welatparêz, rewşenbîr û navdarên kurdan xwestin ku ji vê rewşa nû îstifade bikin û ji bo damezrandina komeleyên siyasî û kulturî dest bi xebateke germ kirin, teva nakokî û berberiyên ku di nav wan de serokeşîr, paşa û malmezinên kurdan yên nêzîkî Seraya Osmanî jî, ji bona paye û menfaetên xwe yên taybetî, beşdarî nav van hewldan û xebatan bûn.

Di 19ê îlona 1324 /1908an de, li Stenbolê “Kürt  Teavün ve Terakki Cemiyeti” (Komeleya Hevkarî û Pêşketina Kurd) ji aliyê hinek zana, rewşenbîr û malmezinên kurdan ve, hate damezrandin. Navenda vê komeleyê li taxa Gedikpaşayê hate vekirin. Hinek damezrîner û berpirsiyarên vê komeleyê yên ku tên zanîn ev in:

1- Seyîd Evdulqadir,
2- Emîn Elî Bedirxan,
3- Îsmail paşazade Muşîr Ehmed Paşa,
4- Zîhnî Paşayê Baban,
5- Damat Ehmed Zulkuf Paşa,
6- Xelîl Xeyalî,
7- Ehmed Cemîl Begê Diyarbekirî,
8- Ehmed Remîz Begê Licêyî,
9- Babanzade Ehmed Naîm Beg,
10- Dr. Şukru Mehmet Sekban (15).

Ji navên damezrîner û berpirsiyaran jî diyar dibe ku “Kürt  Teavün ve Terakki Cemiyeti”  di giranî û pêşengiya derebeg, serokeşîr û malmezinên kurdan de û ji aliyê hinek kesên malmezin û rewşenbîrên kurdan ve hatibû damezrandin. Di nava Komeleyê de mensûbên ji sê malbatên mezin yên Kurdistanê, Bedirxaniyan, Şemdînaniyan û Baban jî hebûn. Ev ji aliyekî rewşa Komeleyê xurtir û giraniya wê bêtir dikir; lê ji aliyê din jî dibû meydaneke berberiya nava wan.

Yek ji wan rewşenbîr û damezrînerên vê komeleyê jî, Dr. Şukru Mehmed Sekban bû. Berî ku ew li ber destê Mustefa Kemal Atatürk tobe bike, çi di damezrandina vê komeleyê de be, çi jî di avakirina komeleyên kurdan yên din de be, xebatek berbiçav û hêja kiriye. Lê mixabin, dûre ew di sala 1923an de bi nameyeke vekirî poşmaniya xwe dide diyar kirin. Ji bona xwe bi Atatürk bide efû kirin, ew dest bi înkara neteweyê Kurd dike. Nasnameya xwe ya neteweyî bi destê xwe dixe bin qeyd û merbendên koletiya kolonyalîstan.

Dr. Şukru Mehmed Sekban di sala 1933an de, bi fransî pirtûkekê bi navê “La Question Kurde – Deas Problêmes Des Minoritêe”  (Pirsa Kurdî – Pirsgirêkên Eqeliyetan) derdixîne. Di vê pirtûkê de, êdî tu bêhna welatparêziyê ji wî naye. Bi ruhekî koletî înkariya neteweyê Kurd dike û kurdan bi malbatiya Tûraniyê bi nav dike: “Di rastiya xwe de, tirk û kurd ji navekî pêve tiştekî din îfade nakin; navê malbata me Tûranî ye” (16).

Dr. Sekban di vê pirtûka xwe de, hinekî bahsa rewşa  damezrandin û hilbijartina Komîteya Birêvebir ya “Kürt  Teavün ve Terakki Cemiyeti” jî dike:

“Piştî Qanûna Esasî ya Osmanî ya 1918an, di dema damezrandina “Kürt  Teavün ve Terakki Cemiyeti” de, li ser banga hinek xwaneyên kurdan ez bi rev çûm civîna yekem. Ez yek ji wan propogandîstê herî baş bûm. Di hilbijartina Komîteya Birêvebir de, piştî Naîm B. Baban, dengên herî bêtir min girt” (17).

Ev komele, di demek kin de di nav kurdan de belav bû. Ji her çîn û tebeqeyan kurdên welatparêz di nava Komeleyê de cihê xwe girtin. Tevger û xebata komeleyê ne tenê bi Stenbolê sînorkirî bû. Piştî demekê şax û xebatên komeleyê xwe gihandibûn nav bajarên Kurdistanê jî. Li Diyarbekirê, Bedlîsê, Musulê, Mûşê û Erziromê beş û şaxên vê komeleyê hatibûn ava kirin. Di destpêkê de, di wan navçeyan de komîteyên navçeyî yên Komeleyê dihatin ava kirin. Van komîteyan, her weke ku tu peywendî di navbêna wan de tuneye, xwe weke komîteyên serbixwe nîşan didan. Lê di rastiya xwe de, ev komîtena ji aliyê serokatiya “Kürt  Teavün ve Terakki Cemiyeti” ya li Stenbolê dihatin ava kirin û birêvebirin. Di giraniyê de, ew komîte û komik li bajar û mintiqeyên piçûk yên Kurdistanê dihatin ava kirin. Liqên Bedlîsê û Mûsilê yên vê komeleyê, di 17ê çiriya paşîn de hatine vekirin. Serokê liqê Diyarbekirê, Muftî Suphî Efendî bû (18).

Di warê şaxê Bedlîsê yê vê komeleyê de, Dr. Celîlê Celîl ji hinek çavkaniyên Rûsî weha dinivîsîne:

“Kuluba Bedlîsê mezîntirîn û xurtirînê wan kluban bû. Di çiriya dûyem a  sala 1908an de, li vî bajarî kluba Ermeniyan 50, ya Îttîhadiyan 90 û ya Kurdan jî 680 endamên wê hebûn. Cîgirê konsolosê Rusya Akîmovîç di rapora xwe ya 30-ê çirya paşîn de weha dinivîsîne: “Hejmarên endamên kluba Kurdan gihîştiye çend hezaran. Di meha sibat û adara 1909an de, hejmara endamaên klubê bûye 80 hezar” (19).

Eger di warê hejmarên şaxê Bedlîsê yê vê komeleyê de hinek zêdekirin hebe jî, dîsa ji van agahdariyan diyar dibe ku “Kürt  Teavün ve Terakki Cemiyeti” li Bedlîsê gelekî bi hêz bûye û xebatekê piralî daye pêşiya xwe. Endamên şaxê Bedlîsê yê vê komeleyê ji bona karxaneyekê li Bedlîsê ava bikin, di nav xwe de hezar lîre kom kirine ku bikin rastimalê vê karxaneyê. Li ser vê pêşketin û berfirehiya komeleyê, ji bo karyer û menfaetên xwe yên taybetî gelek serokeşîr û malmezinên kurdan jî dibûn endamên komeleyê.

Şaxên “Kürt  Teavün ve Terakki Cemiyeti” divyabû ku li gor nîzamnameya hundurî û bi hilbijartin bihatina ava kirin. Lê gelek caran, şaxên komeleyê bi metodên eşîrtî dihatin ava kirin, rewşa civakî li ser avakirina şaxên komeleyê roleke taybetî dilîst. A. Şahbaziyan li ser vê rewşê mînaka Eşîra Çarikan dide. Li bajarê Xinisê şaxekî komeleyê tê damezrandin. Lê, ji ber dijminatî û berberiya kesên berpirsiyarên vê komeleyê û Eşîra Çarikan, Eşîra Çarikan beşdarî nava vê komeleyê nabin û bi serê xwe komeleyeke din vedikin (20).

Armanca “Kürt  Teavün ve Terakki Cemiyeti”, di xala yekem ya “Nizamname”ya wê de weha hatiye nivîsandin:

“Ji bo kurdên ku hay ji rastiya qaîde û menfaetên Qanûna- Esasî ya ligor hukmên bilind yên îslamî ku bextewariya netewe û selametiya welêt dixe bin garantiyê bahs bike û ligel hergav parastina qedirbilindayiya sifatê Osmanî, bi parastina sîstema parlementeriyê ku sedemê pêşveçûna ol,  millet û jiyanê ye, girêdayiya kurdan bi meqamê bilind yê xelîfet û padîşahiyê bêtir xurt bike; bi hemwelatiyên ermenî, nastûrî û xelkên din yên osmanî re xweş derbas bike û têkiliyên wan pêşdetir bibe; nakokî û dijminatiyên di nava eşîr û êlan de rake û mercên pêşdebirin û geşkirina hemûyan bi yek carê û li derdora navendeke meşrû de pêk bine; perwerdekirin, senayî, bazirganî û cotkariyê belav bike û bi rêk û pêk bike, bi navê “Kürt  Teavün ve Terakki Cemiyeti” komeleyeke xêrê hatiye damezrandin” (21).

Nîzamnameya komeleyê, ji 27 xalên bingehîn û xalek awarteyî pêk hatiye. Nîzamname bi tirkiya kevn (osmanî) hatiye nivîsandin. Ji bo rewş û hinek armancên vê komeleyê bêtir bête zelal kirin, ez çend xalên vê nîzamnameyê li jêr dinivîsînim:

Xal 10: Komele, wê li Stenbolê vê gavê bi kurdî û tirkî rojnameyeke hefteyî çap bike.

Xal 13: Komele wê pir bixebite ku zimanê resmî tirkî di dibistanan û di nav kurdan de bide xwendin.

Xal 14: Wê bi dîqat li ser bê rawestandin ku heta niha çi berhemên kurdî yên çapkirî û neçapkirî hene, bête kom kirin û civandin, bê belav kirin û xwendin. Dîroka edebiyata kurdî weke pirtûk bê weşandin.

Xal 16: Ji ber pêwîstiya perwerdekirina bîr û bawerî û civakî ya kurdan; çi ji bo Meclîs-î Mebusana Yekem û çi jî, ji bo hilbijartinên parlamentoyên pêşerojê be, wê hewl bê dan ku ew nûnerên bikaribin wê huqûka bi Qanûna Esasî hatiye dayin, biparêzin û hewcedariya welêt bi cî bînin, bê hilbijartin. Di vî warî de weşan û programên pêwîst, wê bê weşandin.

Xal 17: Wê şaxên komeleyê li wîlayet, sancaq û qezayên ku kurd lê cîwar in, vebin. Her şax, wê komîteyek wan ya şêwrê û birêvebirinê û endamên wê yên cîgir hebin….

Berdewama xala 7-an ya nîzamnameyê:

“Komeleya me, merhûm berêz Şêx Evdilah Efendîzade Seyid Evdilqadir Efendî serokê yekem û zavayê Xanedaniya Osmanî merhûm berêz Îsmail Paşazade Muşîr Ehmed Paşa jî, serokê duyemîn hilbijartiye. Serokatiya yekem, heta ku sax be, ji payedarê mezin, mîrze Seyid Evdilqadir Efendî re ye. Gava ew ne hazir be, wê payedarê mezin mîrze Ehmed Paşa, vê vatiniyê bi cî bîne.”

Siyaset û armanca “Kürt  Teavün ve Terakki Cemiyeti” ya eşkere, di çarçewa resmî ya Osmanî de sînorkirî bû. Hinek damezrînerên komeleyê bi xwe jî, ew kesên ku nezîkî Sultanê Osmanî û Serayê bûn. Komele bi xwe jî bi awakî resmî û eşkere hatibû damezrandin. Lê teva vê yekê jî komeleyê di warê şiyarbûna neteweyî û pirsa Kurdistanê de, heta ji dest hatiye çarçeweya xebata xwe fireh kiriye.

Ezîz Yamûlkî, di bîranîn xwe de dinivîse ku “Kürt  Teavün ve Terakki Cemiyeti” ji hukumdarê îngilîstanê re telgrafekê dişîne û hêviya alîkariyê dike. Ev hukumdar ji bona vê agahdariya kurdan, bi pîrozbahî û spasiyên xwe bersîva vê telgrafê dide (22).

Di hinek çavkaniyan de hatiye nivîsandin ku di sala 1909an de, şaxê Bedlîsê yê “Kürt  Teavün ve Terakki Cemiyeti” li dijî Meşrutiyetê meşek li dar xistiye. Şaxê Bedlîsê yê  “Kürt  Teavün ve Terakki Cemiyeti” yek ji wan şaxê herî bi hêz bû. Gelek endamên vî şaxî hebûn û hejmara endaman roj bi roj bêtir dibû.

Hevalbendên “Ittihat û Terakki” ji vê rewşê gelek aciz dibûn û pêşketina vê komeleyê ji bo berfirehiya  xebata xwe astengeke mezin didîtin. Ji ber vê yekê jî li Bedlîsê, di nav hevalbendên vê komeleyê û yên “Ittihat û Terakki”yan de berberî û reqabeteke gelek mezin hebû. Li ser belavbûna dengûbahsa xwepêşandana Bedlîsê, wîlayeta Bedlîsê daxuyaniyeke resmî belav dike û vê bûyerê înkar dike. Dengûbahsa daxuyaniya wîlayetê di “Takvim-i Vekayi” de jî hatiye weşandin. Di “Takvim-i Vekayi”yê de hatine nivîsandin ku ew dengûbasên ku dibêjin  liqê Bedlîsê yê “Kürt  Teavün ve Terakki Cemiyeti” li dijî Meşrutiyetê xwepêşandan li darxistiye, ne rast e. Li gor nivîsa wîlayetê, ev komele bi “Ittihat  ve Terakki”re bûye yek (23).

Di “Takvim-i Vekayi” de, xeberek din ya balkêş jî li ser lihevhatina eşîrên kurdan û sertewandina wan hatiye belav kirin. Di binê vê nivîsê de navê “Kürt  Teavün ve Terakki Cemiyeti” tuneye, lê hejmarek zêde îmzeyên li ser navê eşîran hene (24).

Di sala 1909an de “Kürt  Teavün ve Terakki Cemiyeti”, “ji bona lêkolîn û îsleha xelkên Anadoliyê” muhtirayekê ji hukûmeta Kamil Paşa re dişîne û ji bona tedbîrên acîl daxwaz dike ku çend heyetan bişînin van navçeyan. Patrîkxaneya ermeniyen jî di vê çarçeweyê de, ji hukûmetê re ultîmatomek şandibû. Li gor dengûbahsên çapemenîyê, wê sê komisyon bihatina vê navçeyê. Komeleyê ji ber vê yekê, razîbûna xwe daye diyar kirin (25).

Kamil Paşa, li ser vê pirsê bi awakî ciddî radiweste û ji bona di serokatiya Galip Beg de heyetek bê ava kirin, biryarê dide. Herweha biryara avakirina heyetek din jî ji bona pirs û pirsgirêkên di nav ermenî û kurdan de çareser bike tê girtin. Di nav desthilatdariya heyetê de, guherandin û avêtina memûrên sivîl û leşkerî, kesên zordariyê dikin di cih de bên girtin û mahkemekirin, di nava xelkên birçî yên wîlayetên Wanê, Bedlîsê, Kozanê û Sancaxê belavkirina xwarinê jî hebûn. Ji xwe daxwazên di muhtirayê de hatibûn diyar kirin jî ev bûn.

ROJNAMEYA “KURD TEAVÜN VE TERAKI”
Li gor ku Celîlê Celîl dinivîse; di warê xebatên kulturî de, “Kürt Teavün ve Teraki Cemiyeti” gelek hewldan û gavên girîng avêtiye. Endamên vê komeleyê, di nava kurdan de pêşdebirin û belavkirina xwendinê weke wezîfeyeke xwe ya bingehî qebûl kirine. Ji bona vê armancê, “Komîteya Kurdan a Weşanî û Rewşenbîrî” hatiye ava kirin. Armanca vê komîteyê çapkirina kitêbên kurdî û vekirina dibistanan bû. Endamên vê komîteyê bi Wezîrê Rewşenbîrî yê hukûmetê re peymanek çêkirine û gelek hewldan û xebatên hêja kirine. Di van hewldan û xebatan de, Xelîl Xeyalî roleke gelek mezin dilîst.

Alîkariya aborî ya vê komîteyê, ji kurdên dewlemend, kurdên ku di daîreyên dewletê de dixebitîn û hinek jî ji dewletê hatiye girtin. Gava li Stenbolê dibistan hate vekirin, Evdurehman Bedirxan 30 lîreyan alîkariyê dide û soz dide ku wê her meh alikariya vê dibistanê bike. Ev dibistan li taxa Dîvan Yolu, kuçeya Hace Paşa hatibû vekirin. Dibistanê roleke mezin di jiyana çandî ya kurdên li Stenbolê de dilîst.

Rojnameyên wê demê bi dirêjayî li ser vebûna vê dibistanê nivîsîne. Li gor ku di rojnameya “Horizon”ê de hatiye nivîsandin; “Navê vê dibistanê Dibistana Meşrutiyetê bû. Herçend mirov nikare bêje ku li wir tenê meşrutiyet dihate xwendin, lê belê xwendina bi dil û germî meşrutiyet bû”. Serokê dibistanê Evdurehman Bedirxan bû. Di destpêkê de tenê 30 zarokên kurd diçûn vê dibistanê. Lê piştî demekê, hejmara zarokan gelekî zêdetir dibe (26).

Li ser damezrandina vê dibistanê nerînên cihê hene. Di hinek çavkaniyan de hatiye nivîsandin ku ev dibistan ji aliyê “Kürt Neşr-i Maarîf Cemiyeti” (Komeleya Belavkirina Zanînê ya Kurd) de hatiye avakirin (27). lê, li gor agahdariyên ku Zinar Zilopî dide; damezrînerekî “Kürt  Teavün ve Terakki Cemiyeti” Xelîl Xeyalî, Mîrî Katîpzade Cemîl û Kurdîzade Ehmed Ramîz ji bona xwendina zarokên kurdan dibistanekê vedikin û bi komeleyê ve girêdayî çapxaneyek kurdî ava dikin. van kesan, bi navê “Kurdistan” rojnameyek derdixistin. Bi girtina “Kürt  Teavün ve Terakki Cemiyeti” ji aliyê hukûmetê ve, ev dibistan hate girtin û weşandina rojnameya “Kurdistan”ê jî hate rawestandin (28). Bazil Nikitin jî dinivîsîne ku “Tirkên ciwan” di sala 1909an de, komeleyên kurdan û dibistana kurdî ya li Çemberlitaşê digrin (29).

Rojnameya “Kurdistan” ya ku Zinar Silopî behs dike, navê wê yê rastî “Kürd  Teavün ve Terakki” ye. Zinar Silopî di warê vekirina vê dibistanê de, behsa “Kürt Neşr-i Maarîf Cemiyeti” nekiriye. Bi qasî ku mirov ji agahdariyên Zinar Silopî têdigihêje, ev dibistan di dema “Kürt  Teavün ve Terakki Cemiyeti” de hatiye vekirin û bi qedexekirina  vê komeleyê, ev dibistan jî hatiye girtin. Lê ji aliye din, Zinar Silopî di behsa Ehmed Ramîz Beg de dinivîsîne ku piştî îlankirina Meşrutiyetê, Ehmed Ramîz Beg di dibistana ku ji aliyê “Kürt Neşr-i Maarîf Cemiyeti” hatibû vekirin de, mudûrtî kiriye (30).

Gelo ev dibistana ku berî niha me behs kiribû û ev dibistana ku Ehmed Ramîz Beg mudûrtiya wê kiriye eynê dibistan bû, ya jî ew du dibistanên cihê bûn? Di vî warî de zelaliyek xweşik tuneye. Em dizanin ku “Kürt Neşr-i Maarîf Cemiyeti” di sala 1326 /1910an de hatiye damezrandin. Eger agahdariyên ku Bazil Nikitin dide rast be, wê gavê ew dibistana ku hatiye girtin, berî damezrandina “Kürt Neşr-i Maarîf Cemiyeti” ye û ev dibistan di dema “Kürt Teavün ve Teraki Cemiyeti” de hatiye avakirin. Mixabin, vê gavê ji derveyî van agahdariyan, çavkanî û agahdariyek din di destê me de tuneye ku em bikaribin vê pirsê bêtir zelal bikin.

Bi qasî ku tê zanîn, “Dibistana Meşrutiyetê” dibistana pêşîn ya kurdan bû ku bi awakî resmî hatibû vekirin. Xelîl Xeyalî û hevalên xwe xwestine ku li Kurdistanê jî dibistanên kurdî vekin, lê di vî warî de negihaştinin armanc û miramên xwe. Di wê demê de, li Kurdistanê ji derveyî hinek medreseyên dînî pêve tu dibistanên kurdî tunebûn.

Yek ji wan xebatên girîng û hêja yê “Kürt Teavün ve Terakki Cemiyeti” jî,  bi navê “Kürd Teavün ve Teraki” (Hevkarî û Peşketina Kurdan) weşandina rojnameyekê bû. Li gor agahdariyên Dr. Celîlê Celîl dide; hejmara yekem ya vê rojnameyê di 29ê çirya pêşîn ya 1908an de derketiye. Lê di van agahdariyan de, navê rojnameyê “Kurd” hatiye nivîsandin (31).

Zinar Silopî jî, di pirtûka xwe de, navê vê rojnameyê, “Kurdistan” nivîsandiye. Dîsa li gor Dr. Celîlê Celîl dinivîse; “Yê ku ev rojname derxistiye navê wî Tewfîq bûye û xelkê Silêmaniyê bûye. Di rûpelê rojnamê ya yekem de wiha hatiye nivîsandin: “Rojname organa Komeleya Hevkarî û Pêşketin a Kurd e û armanca wê ya bingehîn jî belav kirina bîr û baweriya Komelê ye.” Heftê carekê derdiket û her rûpelek çar sutûn bû. Wê rojnama hanê tenê neh meh derketiye…” (32).

Di lêgerîna xwe ya li ser “Rojnamegeriya Kurdî” de, Malmîsanij û Mahmûd Lewendî jî li ser vê rojnameyê weha dinivîsin:

“Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi, di sala 1908an de li Îstenbolê dest bi weşanê kiriye û bi Kurdî (Kurmanciya Bakur û Başûr) û tirkî derketiye. Li gor ku li ser qapaxa wê hatiye nivîsîn organa belavkirina fikrên Kürt Teavün ve Taraki Cemiyeti ye.

Xwedî îmtiyaz, mudir û nivîskarê wê Tewfîqê Silêmaniyeyî (Süleynayeli Tevfik) yê ku ji alî Komelê ve hatiye hilbijartin” (33).

Gelek rewşenbîr û niştimanperwerên kurd di vê rojnameyê de, li ser pirsên civakî, siyasî û kulturî nerîn û pêşneyarên xwe dinivîsandin. Lê li gor Garo Sasuni; naveroka wan weşanan di warê siyasî de hejar bûn. Ew ji çarçeweya gotinên Meşrûtiyetê, daxwazên otonomiyê û nesîhetên medenîbûnê dernediketin. Behsa avakirina dewletek serbixwe, belavkirina bîrûbaweriya damezrandina partiyek xwedî armanca serxwebûniyê û xebateke ku gelê Kurd ber bi şerekî şoreşgerî bibe, nedihate kirin. Weke nimûneyên nerînên rewşenbîrên kurdan jî, çen perçe nivîsandin yên ku di rojnameya “Kürt Teavun ve Teraki” de nivîsandiye:

“Di sernivîsa hejmara 2an ya rojnameya “Kürt Teavün ve Teraki” ya bi navê “Kurd û Kurdistan” de, weha tê gotin:

“Hemû netewe mezin in, yên ku wan nizim dikin mirov in. Kurd ji her alî de, ji cihên girîng yên dewleta Osmanî bêpar hatibûn hiştin. Ev 450 sal in ku ew li sînorên rojhilatê wezîfeyên dewleta Osmanî  pêk anîne û maf û emniyeta dewletê bi dilsozî parastine.

Divê neteweyê Kurd yê qehreman, tekeve rêza neteweyên girîng yên welatê Osmanî. Wan hem ev yeka heq kirine û hem jî layiqî vî tiştî ne “ (34).

Seîdî Kurdî jî, di wê rojnameyê û wê hejmarê de weha nivîsandiye:

“Ji bo kurdan çi pêwîst in? Ev 15 sal in ku ez li ser vê pêwîstiyê difikirim û ji dervî van herdu fikrên ku wê qedera Kurdistanê di bin garantiyê xîne pêve, tiştekî din nabînim.

1- Yekitiya Neteweyî.

2- Di gel zanyariya dînî, ji bo gihaştina qonaxa şarezatiyê ya herî kêm, hînbûn û pêjdebirina senetên teknikî” (35).

Dr. Celîlê Celîl jî bê ku navê Seîdî Kurdî bibêje, ev nivîsa li jor nivîsandiye û bi dûre dibêje ku Seîdî Kurdî jî weha dibê: “Ji bo azadbûna Kurdistan, pêwîstî bi damezrandina eskerekî kurdî yê mezin heye” (36).

GIRTINA KÜRT  TEAVÜN VE TERAKKI CEMIYETI
“Osmanli Ittihad ve Terakki Cemiyeti” ku di wê demê de li ser hukum bû, di 17ê nîsana 1909an de, bi hinek rêxistin û komeleyên xelkên din yên ku di bin destên Împeratoriya Osmanî de bûn, bi navê
  “Heyet-i Muttefika-i Osmaniye” (Heyeta Hevgirtina Osmanî) hevkariyekê pêk tîne. Bi navê wan rêxistinên beşdar daxuyaniyek tê belav kirin. Di wê daxuyaniyê de, sedem û armancan wê hevkariyê tê diyar kirin. Yek ji wan komeleyên ku îmzeya wê li binê vê daxuyaniyê heye, “Kürt
  Teavün ve Terakki Cemiyeti” ye (37).

Lê hevalbendên “Ittihat ve Terraki” ne li gor wê hevkarî û peymanê siyaseta xwe dimeşandin. Piştî demeke kurt, wan rûyê xwe yê rastî derxistin holê. Li gor siyaseta xwe ya nîjadperest ü Tûranî dest bi girtina komeleyên kurdan kirin. Ji ber ku wan, “Kürt  Teavün ve Terakki Cemiyeti” û şaxên wê yên li Kurdistanê ji bo pêşketin û xurtbûna xwe astengeke mezin didîtin. Berberî û nakokiyên di nava pêşengên “Kürt  Teavün ve Terakki Cemiyeti” yên malmezinan, bi taybetî reqabet û berberiya di nava Seyid Evdilqadir û Bedirxaniyan kês û firsendeke baştir xistibû destên “Tirkên Ciwan” ku ew hêsantir êrîşê bîne ser vê komeleya kurd.

Ji ber siyaseta nîjadperest ya “Tirkên Ciwan” û zilm û zoradariya li ser Komeleyê û herweha ji ber bêtifaqî û nakokiyên di nava pêşengên komeleyê, ev komeleya yekem ya kurdî ku piştî Meşrûtiyeta Duyem hatibû ava kirin, nebû xwediyê jiyanek dirêj û di sala 1909an de, ji aliye “Tirkên Ciwan” ve hate girtin. Bi girtina komeleyê, Dibistana Kurdî ya ku ji aliyê Xelîl Xeyalî û hevalên wî ve hatibû vekirin û rojnameya “Kürd Teavün ve Teraki” jî, hate girtin. Bazîl Nikitin jî di vî warî de dinivîsîne ku “Tirkên Ciwan di sala 1909an de, komele û dibistana Kurd ya li çemberlitaş dan girtin” (38).

Li ser êrîşê “Ittihat ve Terraki”yan û girtina vê komeleyê Dr. Celîlê Celîl jî weha dinivîse:

“Îttihadiyan sebebê lawazî û jarbûna xwe, wan kulubên kurdan dizanîn. Ji bo vê yekê, ketin bizav û xebatê û xwe amade kirin ji bo wan ji nav hildin. Sala 1909an di meha gulanê de wê kulubê girtin. Gelek endamên wê naçar man bibin endamê Îttîhadiyan…”

“Mesela ku kurd dibûn endamê kuluba Îttîhadiyan, bayekî wê yê aborî jî hebû. Ji ber ku her kurd yekemîn serokaniya butça kuluban bûn. Konsolosê Rusya yê Bitlîsê li ser vê weha gotiye: ‘Kuluba Îttîhad û Terakkî zêdetir xebitiye ku Kurdên dewlemend û yên bi nav û deng li der û dorên xwe bicivîne’. Ev nayê wê manê ku Îttîhadiyan armanca wan ne ew bû ku di hêla siyasî ve tesîr li ser kurdan nekin. Girtina kuluba Kurdan di Bitlîsê de, nerazîbûnekî mezin xiste nav gelê Kurd…”

“Havîna sala 1909an de, dema Tirkên Ciwan dest avêtin siyaseta Osmanîzmê, hêdî hêdî klubên kurdan girtin. Îttihad û Terakkî ji bo firehkirin û xurtkirina îktidara xwe, pêwîst dît ku kurd bibin endamê klubên wan. Lê belê, kurdan bi dil di nav partiya tirkan ya Îtîlaf de kar dikirin…”

“Li gor wan deng û behsên ji Mûşê gihiştine redaksiyona rojnama Horîzon a ermeniyan, piştî girtina wan klubên, Kurd li der û dorên hicrên dînî diciviyan û dest bi xebatek pir bi dizî kiribûn. Li navça Bilanix, Melazgird û ciyên din civîn dikirin û li ser mesela programa xebatê û babetên din yên kar û bar diaxivîn…” (39).

Ji van agahdariyan diyar dibe ku piştî girtina “Kürt  Teavün ve Terakki Cemiyeti”, li navçeyeke teng de be jî di nava kurdan de hewldan û bîrûbaweriya rêxistineke îllegal dest pê dike. Ji ber wê siyaseta nîjadperest ya “Tirkên Ciwan”, zilm û zordariya li ser welatparêz û rewşenbîrên kurdan ku pêşiya riya xebateke eşkere û legal ya siyasî, kulturî û komeleyetî digirtin, ev hewldan û nerîn dest pê kiriye. Lê weha diyar dibe ku ew tovê xebat û rêxistineke îllegal bê av maye û zêde şîn nebûye.

Teva ku “Kürt Teavün ve Terakki Cemiyeti” nebûye xwediyê jiyanek dirêj û teva wan berberî û nakokiyên ku di nav pêşengên malmezinên kurdan jî, komeleyê di warê şiyarkirina neteweyî, ziman û kultura kurdî de, xebateke gelek hêja û giranbiha kiriye. Herweha ew xebatên siyasî û kulturî yên vê komeleyê, ji bona xebat û damazrandina komeleyên din yên kurdan jî bûye bingeh û pêlikek girîng û berbiçav.

ZINAR SORAN
zinarsoran@hotmail.com

TÊBINÎ Û ÇAVKANÊ
13) Yê ku “Şepul” (Pêl) 11 Îlon 1908, hej: 7 û Kanûna duyem 1908, hej: 5- 9an neqil dike: Celîlê Celîl, b.n.d, r. 71.
(14) Binere: T. Zafer Tunaya, Jiyana Rewşenbîrî û Siyasî ya Kurdan, r.404.
(15) Ji bona vê behsê, binêre: T. Zafer Tunaya, b.n.d, r. 404; Dr. Celîlê Celîl, b.n.d,
  r. 74.
(16) Dr. Şükrü Mehmet Sekban, Kürt Sorunu,
  Menteş Basimevi, 1970, r.28.
(17) Dr. Şükrü Mehmet Sekban, b.n.d, r. 19.
(18) Ji bo vê behsê binere: Celîlê Celîl. b.n.d, r. 82. Yê ku ji rojnameya “Kürt Teavün ve Teraki” hejmara 5-an ya 2-ê çirya naşîna 1908-an neqil dike: Tarik Zafer Tunaya, b.n.d, r. 404.
(19) Yên ku ji
  A.V.R.F, ji konsolosxana Stenbolê, 1908, r. 58; M.S. Lazeriyev, Kurdistan û Mesela Kurd, r.141 neqil dike: Dr. Celîlê Celîl, b.n.d,
  r. 83.
(20) Ji bona vê behsê binere: Celîlê Celîl, b.n.d, r. 83.
(21) Ji Nizamnameya “Kürt
  Teavün ve Terakki Cemiyeti”.
(22) Yê ku ji Ezîz Yamulkî, Kurdistan û Serîhildanên Kurd, 1946, r. 55-an neqil dike: Celîlê Celîl, b.n.d, r. 75.
(23) Yê ku ji Takvim-i Vekayi, 1325(1909), hejmar 230, r.14 neqil dike: Tar›k Zafer Tunaya, b.n.d, r. 405
(24) Yê ku ji Takvim-i Vekayi, 1325(1909) hejmar 308, r.13 neqil dike: Tar›k Zafer Tunaya, b.n.d, r. 405
(25) Yê ku ji Tanin, 23 Teşrin-i evvel 1324. r. 3-4 neqil dike: Tarik Zafer Tunaya, b.n.d, r. 405
(26) Yê ku ji “El-Teaxî”, 10-ê tîrmeha 1967-an, Revue Du Monde Musluman, 1910, T.10, N.4, p.578 û Rojnameya Horîzon 1900, 9-ê sibatê, hej 30 neqil dike: Celîlê Celîl, b.n.d, r. 86- 88.
(27) Binere: Dr. Naci Kutlay, ‹ttihat Terakki ve Kürtler, Beybûn yay›nlar›, 3. bask›, Ankara, 1992, r.139
Malmîsanij, Yüzyılımızın Başlarında Kürt Milliyetçiliği ve Dr. Abdullah Cevdet, Jina Nû Yayınları, Uppsala, gulan 1986, r.42.
Dr. Kemal Mazhar Ahmed, Birinci Dünya Savaşı Yıllarında Kürdistan ve Ermeni Soykırımı, Kürdistan Yayınları, Stockholm, nîsan 1986, r.30
(28) Binere: Zinar Silopî, b.n.d, r. 29
(29) Binere: Bazil Nikitin, Kürtler, Özgürlük Yolu Yayınları, Stenbol, tîrmeh 1986, r. 344
(30) Binere: Zinar Silopî, b.n.d, r.31
(31) Dr. Celîlê Celîl, b.n.d, r. 76
(32) Dr. Celîlê Celîl, b.n.d, r. 76- 78
(33) Malmisanij – Mahmûd Lewendî, Li Kurdistana Bakur û Tirkiyê Rojnamegeriya Kurdî, Weşanên Jîna Nû, Swêd 1989, r. 33.
(34) Garo Sasunî, “Kürt Ulusal Hareketleri ve Ermeni- Kürt Ilişkileri, Weşanên Orfeus, Stockholm 1986, r. 142- 143.
(35) Garo Sasonî, b.n.d, r. 143
(36) Dr. Celîlê Celîl, b.n.d, r. 79.
(37) Tarik Zafer Tunaya, b.n.d, r.206- 207.
(38) Bazil Nikitin, Kürtler, Özgürlük Yolu Yayınları, Ankara 1976, r.334.
(39) Dr. Celîlê Celil, b.n.d, r. 85- 86.

Ev nivîs di Nivîs de ye.

83 kommentarer till II- Kurd Teavun ve Terakki Cemiyeti (Komeleya Hevkarî û Pêşketina Kurd)

  1. Pingback: discount vivienne westwood outlet

  2. Pingback: sale on north face jackets

  3. Pingback: fitflop outlet online

  4. Pingback: michael kors outlet

  5. Pingback: jimmy choo outlet online store

  6. Pingback: vivienne westwood singapore online shop

  7. Pingback: arcteryx boxing day sale

  8. Pingback: berghaus jackets store

  9. Pingback: moncler jacket womens sale

  10. Pingback: buy fjallraven jackets

  11. Pingback: just cavalli sneakers sale

  12. Pingback: lk bennett sale uk

  13. Pingback: belstaff mens jacket sale

  14. Pingback: patagonia sale items

  15. Pingback: millet聽shoes price

  16. Pingback: prada buy

  17. Pingback: true religion jeans outlet

  18. Pingback: oakleys on sale

  19. Pingback: order canada goose online

  20. Pingback: cheap callaway golf clubs for sale

  21. Pingback: football jersey sale

  22. Pingback: true religion belt

  23. Pingback: stuart weitzman sale nordstrom

  24. Pingback: canada goose store montreal

  25. Pingback: buy millets in bangalore

  26. Pingback: cavalli dresses on sale

  27. Pingback: mammut online shop deutschland

  28. Pingback: patagonia jackets on sale

  29. Pingback: sale merrell

  30. Pingback: pierre hardy loafers

  31. Pingback: mountain hardwear聽pants

  32. Pingback: north face nuptse jacket women's sale

  33. Pingback: barbour for sale

  34. Pingback: prada wallet online

  35. Pingback: womens north face jackets on sale

  36. Pingback: ralph lauren factory outlet

  37. Pingback: really cheap uggs for sale

  38. Pingback: ugg boots sale

  39. Pingback: chanel totes for sale

  40. Pingback: michael kors shoes

  41. Pingback: arcteryx uk shop

  42. Pingback: oakley store

  43. Pingback: mountain hardwear聽outlet locations

  44. Pingback: nfl europe store

  45. Pingback: belstaff outlet usa

  46. Pingback: vivienne westwood outlet store

  47. Pingback: where to buy barbour

  48. Pingback: pink outlet

  49. Pingback: parajumpers jackets outlet

  50. Pingback: parajumpers long bear sale

  51. Pingback: cheap nfl jerseys online

  52. Pingback: mammut store z眉rich

  53. Pingback: lk bennett bath store

  54. Pingback: sandals birkenstock outlet

  55. Pingback: where can i buy vibram five fingers in stores

  56. Pingback: sergios online ordering

  57. Pingback: official canada goose outlet

  58. Pingback: mammut factory outlet

  59. Pingback: goose feather jacket sale

  60. Pingback: arcteryx uk shop

  61. Pingback: parajumpers parka

  62. Pingback: oakley outlet

  63. Pingback: really cheap uggs

  64. Pingback: moncler jacket sale mens

  65. Pingback: yves saint laurent bonello torrent

  66. Pingback: just cavalli on sale

  67. Pingback: balmain outlet

  68. Pingback: parajumpers sale canada

  69. Pingback: ecco usa outlet

  70. Pingback: vibram five fingers stores

  71. Pingback: lk bennett store finder

  72. Pingback: lafuma聽jacket price

  73. Pingback: where to buy cheap hunter boots

  74. Pingback: outlet moncler

  75. Pingback: buy prada

  76. Pingback: ugg outlet prices

  77. Pingback: barbour online

  78. Pingback: michael kors shoes outlet

  79. Pingback: marmot jackets mens sale

  80. Pingback: cavalli bags outlet

  81. Pingback: cheap uggs sale

  82. Pingback: Fitflops Sale Clearance UK

  83. Pingback: arcteryx outlet store hours