I- Kurdistan Azm-i Kavi Cemiyeti (Komeleya Hewldana Bihêz ya Kurdistanê)

Komeleya pêşîn ya kurdan di sala 1900î de, li Stenbolê bi navê ”Kürdistan Azm-i Kavi Cemiyeti” (Komeleya Hevldana Bihêz) hatiye ava kirin. Li gor agahdariyên ku Zinar Silopî dinivisîne; ”Kürdistan Azm-i Kavi Cemiyeti” bi hewldana  Fikrî Efendiyê Diyarbekirî hatiye damezirandin.  Li ser bergê pêşîn yê pirtûkek biçûk ya bi navê ”Emîr Bedirxan” de jî navê vê komeleyê derbas dibe.

Pirtûk li ser secere, jiyan û têkoşîna malbata Bedirxaniyan hatiye nivîsandin. Ev pirtûk li ser navê ”Cemiyeta Kurdan” û ji aliye Lutfî Efendî ve hatiye weşandin. Li ser bergê pêşîn hatiye nivîsandin ku wê hatina vê pirtûkê ji ”Kürdistan Azm-i Kavi Cemiyeti” re be (10).

Yek ji endamên  vê komeleyê ku tê nasîn jî, Kurdîzade Ehmed Ramîzê Licêyî ye. Kurdîzade Ehmed Ramîz Beg ji qeza Licê ya Diyarbekirê bû. Wî tevayiya jiyana xwe di nava tevgera Kurdistanê de derbas kiriye. Ji ber zilm û zordariya  Sultan Evdulhemîd, ew di sala 1904an de  neçar maye ku îltîcayî Misrê bike. Wî li Misrê jî li ser navê ”Kürdistan Azm-i Kavi Cemiyeti” xebata xwe ya siyasî domandiye. Herweha wî li Unîversîteya “El- Ezhar”ê, di beşê kurdî de xwendiye. Têkiliyên wî bi ”Tirkên Ciwan” yên ku li Misrê dixebîtîn re çêbûye. Bi xebat, hiş û şareziya xwe di nava wan de cihekî giring girtiye û nav daye.

Piştî îlankirina Meşrûtiyetê, ew vegeriyaye Stenbolê û gerînendetiya (midûrtiya) dibistana ku ji aliyê “Kürt  Neşr-î Maarîf Cemiyeti” (Komeleya Kurd ya Belavkirina Zanînê) ve hatibû vekirin, kiriye. Kurdîzade Ehmed Ramîz Beg van berhemên hêja jî afirandiye:

1- Xetaya Selef û Xalef,

2- Îxtara Dîcle û Firat Weya Gaziya Hawara Mabeynî Nehran,

3- Paşvemana Kurdan Weya Kurdistan,

4- Hîmayekirina Maarif veya Hîmayenekirina Maarif.

Ehmed Ramîz rojên xwe yên dawîn di nava kurdên Şamê de derbas kiriye. Mezelê wî li Şamê, di nava goristana taxa Kurdan de ye (11).

Li gor Malmisanij dinivîsîne; Ehmed Ramîz Beg di dema ku li Misrê bû, di sala 1324 (1906) an de Mewlûda Kurmancî ya Melayê Batê çap kiriye. Di rûpelê paşîn ya vê çapê de, daye diyar kirin ku ew dixwaze vê carê kîtab û broşurên bi kurdî çap bike û belav bike. Ehmed Ramîz Beg di vê nivîsî de, hêvî kiriye ku li cem kê pirtûkên bi kurdî hebin, ji bona çapkirinê ji wî re bişînin.

Gava Ehmed Ramîz Beg xwestiye ku li Stenbolê di ”Matbaa-i Amedî” de pirtûka ”Dîwançe-i Dehrî” çap bike, karbidestên ”Ittihat û Terakki”yan wî digrin û sirgûnî Kastamoniyê dikin. Dehrî, naznavê Husên Kamî bû. Husên Kamî nivîskarekî Daxistanî bû. Di vê pirtûkê de, hinek helbest û nivîsên Dehrî hatine kom kirin û weşandin. Ji van nivîsên wî diyar dibe ku Dehrî yek ji wan kesên ku di wê demê de di nav ”Hürriyet ve Itilaf Firkasi”de li dijî îqtidara ”Ittihat û Terakki” ku kesên zalim weke Talat Paşa îdare dikirin, têkoşîn dida. Ahmet Ramîz Beg jî li dijî vê îqtidarê dixebitî. Herweha Ehmed Ramîz û Husên Kamil bi hev re di dibistana ”Rehber-i Ittihad-i Osmani” de dixebitîn. Pirtûka ”Dîwançe-i Dehrî” hîn di çapxanê de ye, hêzên îqtidarê digrin ser çapxaneyê û Husên Kamî dişînin ”Divan-i Harb”ê. Kurdîzade Ehmed Ramîz Beg diherê Dîwana Herbê û diyar dike ku tu têkiliya Husên Kamî bi vê pirtûkê re tuneye û hemû berpirsiyartiya weşandina pirtûkê bera sutiyê xwe dide. Bi vî awayî ew Husên Kamî xelas dike, lê Dîwana Herbê wî sirgûnî Kastamoniyê dike. Herweha hukûmetê xwestiye ku dibistana ”Rehber-i Ittihad-i Osmani” jî bigrin.

Ji agahdariyên Husên Kamî xuya dibe ku Ehmed Ramîz di dawiya sala 1911an de, sirgûnî Kastamoniyê bûye. Di wê demê de, Hukûmeta Seîd Paşa li ser îqtidarê bû. Di 18ê çeleya paşîn ya 1912an de meclîs belav dibe û îqtidara ”Ittîhad û Terakki” bi awakî muwaqet dawî lê tê. Di 12yê tîrmeha 1912an de Kabîneya Gazî Ehmed Muxtar Paşa tê ser îqtidarê. Di lîsteya 130 kesên hatinin efû kirin de, navê Ehmed Ramîz jî derbas dibe (12).

Weha diyar dibe ku ji ber zilm û zordariya karbidestên dewleta Osmanî, ”Kürdistan Azm-i Kavi Cemiyeti” nebûye xwediyê jiyanek dirêj. Lê, em bi awakî misoger tarîxa girtina vê komeleyê nizanin.

Zinar Soran
zinarsoran@hotmail.com

TÊBINÎ Û ÇAVKANÎ
(10) Kopiya bergê pêşîn yê vê pirûkê di paşiya pirtûka Celîlê Celîl ya bi navê XIX. Yüz Yıl Osmanlı Imparatorluğu`da Kürtler, Özge Yayınları, Ankara,
  sibat 1992-an de, hatiye weşandin.
(11) Binere: Zinar Silopî, Doza Kurdistan, Öz-Ge Yayınları, Ankara 1991,
  r. 31- 32
(12) Ji bona vê behsê binêre: Malmîsanij, Yüzyılımızın Başlarında Kürt Milliyetçiliği ve Dr. Abdullah Cevdet, Jina Nû Yayınları, Uppsala, gulan 1986, r. 44-50

Ev nivîs di Nivîs de ye.

5 kommentarer till I- Kurdistan Azm-i Kavi Cemiyeti (Komeleya Hewldana Bihêz ya Kurdistanê)

  1. Pingback: psixolog

  2. Pingback: psyhelp_on_line

  3. Pingback: coronavirus

  4. Pingback: PSYCHOSOCIAL

  5. Pingback: rasstanovka hellinger