III- Kurd Neşr-i Maarif Cemiyeti (Komeleya Belavkirina Zanînê ya Kurd)

Piştî girtina ”Kürt Teavün ve Teraki Cemiyeti”, di sala 1326 /1910an de, li Stenbolê ji aliyê rewşenbîr û welatparêzên kurdan “Kürt Neşr-i Maarîf Cemiyeti” (Komeleya Belavkirina Zanînê ya Kurd) hate damezrandin. Li gor Tarık Zafer Tunaya dinivîse, damezrîner vê komeleyê ev bûn:

1- Bedirxanzade Emîn Elî Beg
2- Dr. Ebdullah Cevdet Beg
3- Bedirxanzade Mîthat Beg
4- Seyfullah Beg (mebûsê Erziromê)
5- Taha Efendî (mebûsê Hekarî)
6- Tevfîq Beg mebûsê Wanê)
7- Bedirxanzade Evdurahman Beg
8- Mehmed Efendî (mebûsê Gencê)
9- Mîr Seyfetînzade Huseyin Ewnî Beg
10- Mîralay Mahmûd Samî Beg
11- Mehmed Faiq Efendiyê Diyarbekirî (memûrê Mahkema Şeriyê ya Misrê)
12- Bedîuzzeman Saîd Efendî
13- Xelîl Xeyalî Efendî yê Mutkî
14- Kurdîzade Ahmed Ramîz (40)

Di “Nîzamnameya Kürt Neşr-i Maarif Cemiyeti” de, armanc û hûnandina vê komeleyê hatiye diyar kirin. Nîzamnameya vê komeleyê, weke nîzamnameyên komeleyên din yên di wê demê de hatine damezrandin, hem program û hem jî destûra wê ye. “Nîzamnameya Kürt Neşr-i Maarîf Cemiyeti” ji 34 xalan pêk hatiye. Tarik Zafer Tunaya di pirtûka xwe ya “Türkiye de Siyasal Partiler” de, bi navê “Talimnameya Kürt Neşr-î Maarif Cemiyeti” belgeyek weşandiye. Li gor vê belgeyê, “Talimnameya Kürt Neşr-i Maarîf Cemiyeti” ji 15 xalan pêk hatiye. Nîzamnameya ku di destên min de ye, di sala 1326/ 1910an de, di ”Matba-i Amedi” de hatiye çap kirin. Xala ku Tarik Zafer Tunaya weke ya 15an û ya dawîn nîşan dide, di nîzamnameya li cem min de, weke xala 34an ya dawîn hatiye nivîsandin. Xalên di derhêqê rêxistiniyê de yên ji 4an heta 14an jî di pirtûka  Pirtûka Tunaya de nehatiye nivîsandin.

Ji bo armanc, karekter, rêxistinî û birêvebirina vê komeleyê bidim diyar kirin, ez çend xalan ji nîzamnameya wê li jêr dinivîsînim:

“Xal 1: Li Stenbolê bi navê Kürt Neşr-î Marîf Cemiyeti komeleyek ilmî, edebî û sinaî ya navendî hatiye damezrandin.

Xal 2: Armanc û heviyên komelê yên pîroz; di nava ewladên ku ji nimetên perwerdekirinê herî bêpar yên kurdan de, perwerdekirin û senayiyê belav bike û pêş de bibe.

Xal 3: Komele wê vê gavê hewl bide, ku li Stenbolê dibistanên pêşîn yên taybetî ji bo zarokên kurdan veke û pêş ve bibe; gava bi alîkariya endamên komelê û alîkarxwazan rewşa aborî bê qonaxek têr, wê li bajar û gundên ku piraniya rûniştevanên wan kurd in û bi taybetî di nava êl û eşîrên mazlûm de, dibistan bêne vekirin û stewandin ku paşdemayina wan ji holê bêne rakirin.

Xal 11: Heyetek ji 33 damezrîner û endamên şêwrê pêkhatî, wê di nav xwe de bi piraniya rayên veşartî serokekî û du cîgirên serok hilbijêrin.

Xal 13: Navenda giştî ya komeleyê vê gavê li Stenbolê ye. Wê li wîlayet, sancax û qezayan kulubeyek, li nehiye û gundan jî şûbeyek komeleyê hebe.

Xal 14: Divê şûbe bi qezayan re, qeza bi sancaxan re, sancax bi wîlayetan û rastûrast bi navenda giştî re danûstendinê bikin. Di rewşên pîwîst de, şûbe û kulub dikarin sererast danûstendinê bi navendê re bikin.

Xal 21: Gava rewşa aborî dest bide, divê her cins karxane û tîcaretxaneyên sanaî û tîcarî bêne ava kirin.

Xal 23: Mesrefên avakirinê û yên din yên dibistanên ku werin ava kirin, wê ji alîkariyên damezrîner, kurdan û hemwelatiyên kulturperwer bêne temîn kirin.

Xal 32: Komele bi nîzamnameya xwe ya zanînê ve girêdayî ye. Ne di bin tu tesîr û nifûsan de ye. Programa dersên ku wê li dibistanê bê xwendin, wê li gor rizaya Heyeta Damezrîner bête amade kirin.

Xal 34: Ev nîzamnameya bi yekitî ya jî piraniya dengên endamên damezrîner dikare bête guherandin”  (41).

Ji nîzamnameya vê komeleyê diyar dibe ku komeleyê xwestiye li wîlayet, sancax, qeza, nehye û gundan, lokal û şûbeyên xwe damezrîne û di nava wan de tevgirêdanek navendî pêk bîne. Herweha, li gor rewşa komeleyê ya aborî, fabrîqe û tîcaretxaneyên senayî û tîcarî veke. Lê armanca vê komeleyê ya herî girîng ji bona zarokên kurdan avakirina dibistanan bû. Ji ber vê yekê jî xalên 1, 23, 24, 25, 26, 27, 28 û 29an yên nîzamnameya vê komeleyê li ser avakirin, birêvebirina dibistanan û perwerdekirina xwendekaran ne.

Di beşê “Kürt  Teavün ve Terakki Cemiyeti” de, ez hinekî li ser “Dibistana Meşrûtiyetê” ya ku li Stenbolê hatibû avakirin, rawestiyabûm. Weke min li wir jî diyar kiribû ku li ser damezrandina vê dibistanê nerînên cihê hene. Di vî warî de hinek tevlihevî û nezelalî heye. Lê, ji bo ku berê ez li ser vê meselê rawestiyabûm, ez naxwazim wan agahdarî û çavkaniyan dubare bikim. Li gor ku Robert Olson dinivîse jî; “Kürt Neşr-i Maarîf Cemiyeti” weke baskekî kulturî yê “Kürt Teavün ve Terakki Cemiyeti” hatibû damezrandin.  Ev komele, li Stenbolê bi navê “Kurdistan” dest bi weşana kovareke dike. Ev kovara berdewama rojnameya “Kurdistan”ê  ya ku li Kahîrê ji aliyê Sureya Bedirxan  hatibû derxistin bû. Sureya Bedirxan li Stenbolê jî nivîskarekî eslî yê kovara bû. Komeleyê li Stenbolê ji bona kurdên ku li Stenbolê cîwar dibistanek vekir. Di sala 1908an de, li Stenbolê 30 hezar kurd hebûn. Seîd-î Kurdî yek ji wan kesên ku diçûn vê dibistanê (42).

Di derheqê xebat û çalakiyên “Kürt Neşr-i Maarîf Cemiyeti” de, em vê gavê ne xwediyê çavkanî û zanestiyên têr in. Ji agahdariyên ku hene diyar dibe ku karbidestên “Ittîhad ve Terakki”yan tehamulî xebatên edebî û kulturî yên kurdan jî nekirine û piştî demeke kurt ev komele jî danin girtin.

ZINAR SORAN
Zinarsoran@hotmail.com

TÊBINÎ Û ÇAVKANÎ
(40) Tarik Zafer Tunaya, Türkiye’de Siyasal Partiler, Cild 2,
  Hürriyet Vakfı Yayınları, Stenbol, sibat 1986, r. 214- 215.
(41) Ji Destûra vê komeleyê.
(42) Robert Olson, Kürt Milliyetçiliğinin Kaynakları ve Şeyh Said Isyani 1800-1925, Özge Yayınları, Ankara, çiriya paşîn 1992, r. 37.

Ev nivîs di Nivîs de ye.

30 kommentarer till III- Kurd Neşr-i Maarif Cemiyeti (Komeleya Belavkirina Zanînê ya Kurd)

  1. Pingback: psixolog

  2. Pingback: psyhelp_on_line

  3. Pingback: coronavirus

  4. Pingback: PSYCHOSOCIAL

  5. Pingback: rasstanovka hellinger

  6. Pingback: Cherekasi film 2020

  7. Pingback: film doktor_liza

  8. Pingback: djoker film

  9. Pingback: viagra

  10. Pingback: generic viagra

  11. Pingback: viagra online

  12. Pingback: buy viagra online

  13. Pingback: gidonline-filmix.ru

  14. Pingback: koronavirus-v-ukraine-doktor-komarovskiy

  15. Pingback: viagra generic

  16. Pingback: over the counter viagra

  17. Pingback: Canadian Online Pharmacies

  18. Pingback: Canadian Pharcharmy Online

  19. Pingback: t.me/psyhell

  20. Pingback: Ïñèõîëîã îíëàéí

  21. Pingback: bitly.com

  22. Pingback: viagra 100mg

  23. Pingback: viagra price

  24. Pingback: viagra coupon

  25. Pingback: cheap viagra

  26. Pingback: cialis

  27. Pingback: cialis coupon

  28. Pingback: canadian pharmacy cialis

  29. Pingback: cialis 5mg

  30. Pingback: rlowcostmd.com