Dema terez bariya!

Sînoyê bi henek û tinazên xwe, bi ken û şahiyên xwe, bû bû gula gundê Xozberiyê. Him ew mêrxwasekî tam û him jî henekçiyekî delal bû. Wî tim hay ji gotinên xwe hebû, ew ê li ku çi bêje. Lewra jî him bi henekên xwe û him jî bi gotinên xwe wî xwe li gund dabû qebûlkirinê.

Ew jî weke hemû gundiyan, her êvar li oda gund bû. Êvaran dema oda gund digeriya û kesên li wir behsa hin kiryar û bûyerên xwe yên leşkeriyê dikirin. Behsa ku wan çawa leşkerî kirine, çawa lêdan û îşkence didîtin, dikirin. Kesên ku bi Tirkî nizanîbûn, gelek zehmetiyên mezin didîtin. Loma şevbihurikên wan gelek caran li ser demên leşkeriyên wan derbas dibû. Her weha gundî fêr bû bûn ku carna bi wan serpêhatiyan dikeniyan û carna jî ji ber wê zulma leşkerên romê keser dikşandin.

Lê çi dema behsa leşkeriyê dihat kirin. Hema yekî gotin ji devê ê din digirtin û qala leşkeriya xwe dikirin. Êvarekê dîsa ode gund geriya bû. Cihê rûniştinê têde nama bû. Gundiyan him çayên xwe vedixwarin û him jî gotin digerandin. Wê şevê weke gelek şevên bihurî, gundiyan behsa leşkeriyên xwe dikirin. Bi gerandina gotinan li ser leşkeriyê, hema yek car bûyereke leşkeriya Sîno jî hate bîra wî. Berê di berxwe de mizmigî lê vê mizandina wê bala gelekan nekişandibû. Piştî ku xalê Şêx Evdo axaftina xwe qedand, hema Sîno yek ser xwe hinekî berbi pêşde da  û got:

-Ka hela, hinekî rawestin! Ez jî îşev weke bi çûkekî we serpêhatiyeke xwe ya leşkeriyê bêjim. Eger bi destûra we be! Her çîqasî dengê nerazîbûnê bi hin gundiyan ket jî lê dîsa piraniyan wan bi serî hejandin in xwe, weke bêjin: belê dor dora te ye.

Loma rîsîpiyakî li Sîno nerî û got:
-De ka bêje! Tu îşev napeyîvî ye. Ka em binêrên bê  çi hat bîra te ku te jî çekala xwe avêt nava çekalên cemaatê

-Bî xwedê dema we behsa mêranî canfîdayî ya leşkeran kir, Serbazekî min yê leþkeriyê hate bîra min. Çîroka wî gelekî xweþ e. Her weha mirov bi saya wî tê digihêje ku Serbazê Tirkan çiqasî mêrxas in!

Kesekî din bi meraqdarî got:
-De ka zêde dirêj nek Sîno! dest pê bike û bêje!

-Ma ne hûn mirov rehet bernadin ku me re jî bi rehet bêje yabo. Û Sîno yê me dest pêkir.

-Weke hûn dizanên di dema min de leşkerî 24 meh bûn. Hîn 11 mehên min li leşkeriyê qediya bûn. Ji îzna min re mehek mabû ku ez ê li welatê xwe vegeriyama, biçûma dîtina dê û  bavê xwe…

Di vê navberêde Bedrano xwe negirt û got:
-Ji bona xatirê xwedê Sîno, zêde dirêj neke û ka wê mesela xwe û çîroka Serbazê xwe bêje lo, bes e, weh te em anîn ga.

Sîno mirovekî zane, tê gihiştî, henekçî û zana peyv bû. Bi temenê xwe yê biçûk wî gelek newalên asê derbas kiri bû. Dema wî dixwest titşekî bêje, diviya bû ku wî serî de destpê bikira da ku di gotinên wî de her kesek tê bighên. Loma wî xwe hinekî ji ber gotina Bedrano aciz kir, serê xwe hejand û got:

-Heyran me ne hûn nahêlin ku mirov bêje. De, serê we neêşînim. em di meha adarê de bûn. Wê rojê hinekî ewr hebû. Ji rewşa ewran dihate fêmkirin ku wê tiştek bibariya. Me talîma xwe qedand. Vêca dor hatibû ku mirovê çawa bi dijmin re şer bike. Dema dijmin êrîşê bîne ser me re, divê parastina li hember wan çawa be, didît. Serbazê me di nava me leşkerên feqîr de weke dîkekî dixuya. Tim behsa mêraniya leşkerên Tirk û li hember dijmin mêrxasiya Serbaz dikir û digot: `binêrin dema dijmin êrîş anî ser we, divê hûn qet ji wan netirsin û hûn jî êrîşî wan bikin da ku ew ji ber we birevin. Leşkerê Tirk bê tirs e. Leşkerên Tirkan ji bona welatê xwe sînga xwe ji dijmin re vedikin. Natirse lê dijmin ditîrsîne`.

Bi wan gotinên wî porê serê mirov gij dibû. Hûn bawer bikin ku wê demê dijmin bi tank û topên xwe jî êrîşê me bikirana, meyê xwe ji ber wan neda alî.  Lê hûn werin wê ecêbê ku ewr giran bûn, hê Serbazê me gotinên xwe neqedandibû ku terezek e weha bariya ku mirov nikarîbû çavên xwe vekira. Dîtina min dît ku Serbaz bi wirde û virde dest bi bazdanê kir. Ci û starî ji ber wê terezê nediketê. Wê reva wî bala min kişand ku ew mêrxasê berî niha bi qasekî çawa ji ber vê terezê direve. Bi vê fikirandinê ez hinekî mizmizîm. Tu nabê vê bala wî jî kişandibû. Piştî terez sekinî, Serbazê me xwe ji wê stara ku lê bû derxist. Berbi min de hat, li nêzîkî min sekînî û got:

-Sîno dema terez dibariya tu çima keniya? Min meraq kir!

- Qet! min got, lê tirsiyam ku ew ê  ji ber wî kenê min tiştekî bîne serê min. Lê wî got:

- Rast bêje tu çima keniya?

-Qomandarê min wele ne ji ber tiştekî bû, ez jî nizanim çima? Hema weha kenê min yek ser hat.

Wî rewşa tirsa min fêm kir loma bi dilsozê got:

- Ez soz didim ku tu maneye wî kenê xwe, niha ji min re rast bêje ez ê destên xwe li te nedim. Qet netirse û rast bêje.

Min baş fêm kir ku heta ez vê rastiyê ango sedema kenê xwe nebêjim wê tu rehetiya min tune be. Loma min jî cesareta xwe topî ser hev kir û xwe bi xwe got: Hema çi dibe bila bibe, ez ê ya rast bêjim û min bi deng got:

-Qomandarê min! berî ku terez bibare we behsa top û guleyên dijmin dikir ku divê mirov xwe ji ber wan nede alî. We digot ku di rewşên weha de divê mirov êrîşî dijminê xwe bike da ku wan bişkînîne. Li gor wan gotinên we, bi serketina şeran weha dibû. Lê dema terez bariya cih nema ku hûn xwe têde veşêrin. Loma kenê min hat ku gelo ji dêlva terezê gullên dijmin bana wê yê çawa bikira?

Ev nivîs di Çîrok de ye.

Kommentarer inaktiverade.