Sîno bû efendî

Sîno xortekî ji Xozberiya gundê Dêrika Çiyayê Mazî bû û nuh zewicî bû. Li Xozberiyê tu karê ku wî bikira tunebû. Ji bona bikaribe ji xwe re karekî bibîne, debara mala xwe bike, mal ji gund biribû Diyarbekirê. Bi hêvîya ku karekî bikî, hatibû bajêr. Ji xwe re xanîyek kirê kiribû, mala xwe têde bi cîh kiribû. Lê kar dîtin, li bajarê Diyarbekirê ne weha hêsan bû. Ji ber ku rojê bi dehan kesên weke Sino ji gundan dihatin bajêr. Sîno her roj ji xwe re li kar digeriya, lê tu kar bi destnedixist. Hêvî, bîr û baweriyên ku ew ê êdî ji xwe re karekî bibîne pêre kêm bû bûn. Wî dikir û nedikir nikarîbû tu kar bidestbixista, da ku debara mala xwe bikira. Ji hemû nas û dostan daw û doza kar dikir, lê bê fêde bû. Pereyên ji gund teva xwe anîbû li ber qedandinê bû. Bi hatina Diyarbekirê poşman bû bû, lê êdî poşmaniyê tu fêde nedida wî. Vegere wî jî zehmet bû, ji ber ku hemû hebûnên xwe yên gund firotibû.

Sîno her roj serê sibê ji mal derdiket, li kar digeriya, carina diçû hala sebze, (zêrzewat) kamyonên tije dihatin û diçûn. Ji bona tijekirin û valakirina wan, kesî bangî wî nedikirin, ji ber ku mirovên wan kamyonan ji berê de dihatin amadekirin. Carina jî ew berbi kesên bi erebeyên destan ji xwe re fêkî difrotin diçû û ji wan dipirsî:

-Pismam, ma gelo ev kar çawa ye? Ez nû ji gund hatime, ji xwe re li kar digerim. Li kar digerim, lê tu karê ku ez ê bibînim tune ye. Gelo tu nikarî aqilekî bide min, alîkariya min bikî?

-Kuro tu jî weke me ev kesên li vir bi seden e, ji xwe re erebeyeke destan bikirî. Serê sibeyan were halê fêkiyên xwe bistîne, bi kuçên Diyaberkirê bikeve û ji xwe re dest bifirotina sebzeyan bike. Wê ev kar ne gelekî qenc be, lê dikare îdare mala te ji tuneyî çêtir, bike.

Pişti ku Sîno hate malê, li ser wê pêşniyara kesê erebecî, fikirî, ponijî û ew kar berbi serê wî jî çû. Ji ber vê bû, pereyên xwe yên mayî jimart, lê têra kirîna erebeyekê nedikir, loma bazînekî jina xwe Fato jî firot, erebeyeke xwe kirî. Kirîna erebeyê, mesref û îzna wê ya ji beledîyê derxist, li ser wî bi bihayekî giran rûnîştibû. Lê wî digot: “Xem nîne, hela ez carekê dest bi kar bikim, ez ê deynê xwe hemûyan bidim”. Ew jî weke bi seden kesên din, serê siban li halê hazir dibû, fîkiyê erzan ji xwe re dikirî dûre bi kuçê û kolanên Diyarbekirê diket û digot:

-lsot, îsoot, bacan, xiyar, taze ne, taaaze , eger ne baş be nekire…

Sîno jî weke hevalên xwe, bi zikekî têr dudên birçî fêrî vî karî bû bû. Destpêkiribû lê ji ber hin nezaniyên wî ya destpêkirina karekî weha, ew di bin dehyna de mabû, ne têrxwerina wî hebû, ne jî rehetiya wan.

Di salên heftêyî de, doza şoreşgerîyê li welêt gelekî bilind bû bû. Di warên burokrasiyê de gelek tîşt bi hukmê tirs û zorê bi destên xwendevanên welatperwer dihat kirin.

Birayê Sîno yê xwendekarê unîwersîtê Serdar, ji halê kekê xwe gelekî ne rehet bû bû, ji ber ku pênc  zaroyên Sîno hebûn û îdara wan bi wî karê ku wî dikir nedihat. Meriv dikare bêje ku hema hema giş birçî bûn û bi serde jî kirêya xanî hebû. Serdar fikirî ku jî kekê xwe Sîno re dîplomeyekê bi rêya nas û dostan derxe da ku; bikaribe kekê xwe di daîreyeke dewletê de bi cî bike. Loma ew bi çend mamosteyên nas re axifî, piştî çend îmtîhanên formalîte, ji kekê xwe re dîploma xwendina serete ango ya bîngehîn (destpêk) girt. Dîsa bi rêya nas û dostan ew di bankeyekê de weke mustahdemekî (Xademe) bi kadro kir. Kêfa Sîno û mala wî ji ber vê yekê li cîh bû. Sîno di bankeyekê de bû bû efendî.

Piştî salekê, Sîno hate ba birê xwe Serdar û got:
-Birao, ji bona ku te ez kirim efendî sipas dikim, lê bi rastî min digot belkî efendîtî karekî xweş û rehet e, lê dema min li bankeyê dest bi kar kir, tê gihîştim ku karê efendîtiyê karekî zor û zehmet e. Nasên te gelek in, ma tu nikarî min bikî beg jî, çawa be dem dema we ye. Di vê demê de, hûn çawa bixwazin dikarin bikin, te ez çawa kirim efendî, weha jî tu dikarî min bikî beg.

Serdar got:
-Ma çima efendîtî gelek zor e?

-Belê belê, wele û bila zor e. Binêre ez ji te re nimûneyekê bidim. Ew mirovên li bankê kar dikin gazî min dikin û dibên: “Sîno efendî ji kerema xwe re vê nivîsê bibe ji Ramazan beg re” An jî dibêjin: “Sîno efendî tu dikarî binerî bê hela Emîn beg ji tûwaletê derketiye”. Di vir de têgihiştim ku efendî ew kesên li paqîjî û li towaleta dinerin e, kesên din beg in. Loma ez dixwazim ji vê efendîtiyê xilas bibim. Ma tu min bikî beg wê çi bibe?

-Kekê min ev rehet e; lê bey kesên xwenda ne, ew hesaban baş dizanin, tu bi vî halê xwe bibî bey, tê zorê bikşînî.

-Na birê min na, ez ê bikaribin barê xwe hilgirim, ka tu dîplomaya Xwendegeha Navîn û ya lîseyê ji min re bistîne, karên din rehet e.

-Baş e, ez ê bi mudurê lîseyê ya qezê re qise bikim, ew him nasê min e, him jî hevalekî rêxistinê ye. Eger îmkan hebe ew ji min re nabê na!

Serdar bi wî hevalê xwe yê mudurê lîseyê re peyivî, berê dîploma Navîn dûre jî ya lîseyê ji kekê xwe Sîno re stend. Sîno ji efendîtiyê derbasî beytiyê bû. Bû xwedî kravat û cîlên xweşik û paqîj. Êdî wî ji banî Tahir efendî dikir, ewrak dida wî û bi awayekî jî xwe bawer, dîgot:

-Tahir efendî ji kerema xwe re van ewraqan bibe ji Cemal beg re.

Bi saya serê wan dîplomeyên ji bona xatir û dostaniyê, Serdar ji kekê xwe Sîno re girtibûn, him ew bû bû bey, him ji maaşê wî zêde bû bû. Êdî Sîno ji efendîtiyê azad bû bû. Ji karê xwe razî bû. Rojekê Sîno birê xwe Serdar vedixwîne malê. Ji wî re xwarinên gelek xweş çêkiri bû, çend şûşên bîra jî (avceh) danî bû ber wê xwarinê û jê re got:

-De fermo birayê min î delal, bi saya te ez gîhandim vê rojê û bi saya te em nanekî rehet dixwin. Em hemû ji te razî ne. Heta vir tu gotina min ji te re tu ne ye. Karê giran ji vir û pê de ye!

Serdar şaş mabû û li kekê nerî û got:
-Xêr e kekê min! çi karê zor! wê ji vir û pêde be?

-Birayê min heta vir her tîşt baş û delal e. Ma tu nizanî ku ez fêrî, bilindbûnê bûmê. Loma ez ji birayê xwe re dibêm, ma gelo bi xêr tê çi demê ji min re dîplomaya unuwersîteyê jî bigirî? Êdî ez dixwazim di bankeyê de bibin, mudur an jî şef.

Serdar bi awayekî matmayi lî wî nerî, kevçiyê xwe danî, qedeheke bîra vexwar, hêdîka di ber xwe de got: “Erê wele heqê te heye ku tu berî min unuversîteyê jî biqedînî”.

Ev nivîs di Çîrok de ye.

Kommentarer inaktiverade.