Dîroka rûreş

XEWN (Gulnam di xew de ye. Kurê wê Xazi jî. Ronahî tê guhertin. Ji dawiya dike ji nava dûmanan mêre xwe Nazmî Hesen dibine ku ew tev li xwînê dibe) GULNAM :Nazmî Ehmed tu yî?

GULNAM :Ka çima sûcên we çi ye?

NAZMÎ EHMED :Sucên me…. delala min milê Xazî yê min çima bi xwîne, ma qey birîn bûye. Ma min her tim ji te re ne di got li wî miqate be, bila di ser bendan re baz nede.

GULNAM :( Bi girî) Belê te got. Lê….

NAZMÎ EHMED :Lê çima delala min?

GULNAM :Di gulebaranê de hat birîn kirin… Lê meraq neke ne tiştekî girîng e.

NAZMÎ EHMED :Ne giring e, ne?

GULNAM :(Bi girî) Na ne giring e.

NAZMÎ EHMED :De bila weha be sebra dilê min… Delala min ka dayika min?

GULNAM :Ew bi jinên din re çûne di rez de bi heq kar bikin. Hinek ji wan çûne paleyiya pembo.

NAZMÎ EHMED :Ma ew pîr e, ew nikare edî tu kari bike. Çawa çû?

GULNAM :Ma tu çareyeke din ma ye? Min got ez ê herim nehişt.

NAZMİ EHMED :Raste nahêle tu her e. Waye hemlê te ji êdi xuya bûye. Min ji bîr kir pirs bikim. Gelo çend mehî ye?

GULNAM :Heşt mehî ye, ezbenî.

NAZMİ EHMED :Wê zarokên min bê bav mezin bibin. Lê bê welat mezin nabin. Ji zarokên xwe re mîrasa ku em ê bihêlin ya heri mezin ew e. Wan bide xwendin bila bi zanîsti li welatê xwe xwedî derkevin.

GULNAM :Ka welat.? Welat di bin lingên leşkerên Sedam de hatiye pelçiqandin.

NAZMÎ EHMED :Wê di xwina me de bifetisin. Tu caran hêviya xwe ji rebê jorin û ji peşmêrgeyên qehreman nebire. Bila baweriya te hebe. Ji ber ku me rêbazeke heye. Rêbaza Barzanî ye. Em xwedî felsefeyekê ne. Ew jî Felsefeya Barzanî ye ku li gor wan wê welat azad bibe. Tu qet meraq neke. Tu quwet nikare Kurdan û Barzaniyan biqedîne. Wê roj were, dar û kevirên Kurdan wê li leşkerên Sedam û li hemû dagirkeran werin xezebê. Li Xaziyê min binêre.

(Xazî radibe ser xwe ew jî tev li xwinê dibe.)

XAZÎ :Bavo! Qurban bavo! Ma tu ewqas roj in li kuye? Tu çima nayî mal?

NAZMÎ EHMED :Kurê min ez ji we dûr ketime. Ez dixwazim vegerim, lê ew ne di destên min de ye. Lê qet netirse. Bavê we serok Barzanî ye êdi. Êdî wî got çi bi ya wi bikin. Bi xwînin, zana û jêhatî bibin. Bidin ser şopa rêbaza Barzanî.

XAZÎ :Bavo tu bavê min e, ez ji tu kesên dinê re nabêjim bavo.

NAZMÎ EHMED :Kurê min ez hew karim werim. Ez nuha ji we geleki dûr im. Hem waye tu birîn bûye. Birina te diêşe.

XAZÎ :Eger tu we re hew diêşe. Tu ne yî birîna min rehet nabe bavo. Tu yê wer e?

NAZMÎ EHMED :Kurê min ma qey ez naxwazim werim. Lê ez mirime.

XAZÎ :Heger ez jî bimrim. Ez ê werim cem te?

NAZMÎ EHMED :…………………………(Bê deng dimîne)

XAZÎ :Ê wê gavê em ê giş bimrin û werin cem te.

NAZMÎ EHMED :Tu nuha zaro yî, dibe ku tu li ber gotinên min nakev e. Tu mezin bi be tu yê bi ber kev e.

XAZÎ :Bavo te her dem ji min re ne digot, zaroyên kurdan û yên Barzaniyan zû mezin dibin. Êdî ez jî mezin bûme. Çima îcar ez niha bi ber gotinên te nakevim?

NAZMÎ EHMED :Kurê min ez niha mirime û ji we dûr im. Lê li welatê xwe xwedî derkevin. Barzaniyê nemir ji bona we rêbazekê hiştiye. Divê hûn li gor wê tevbigerin. Hûnê welatê xwe azad bikin.

XAZÎ :Ez welat naxwazim, ez bavê xwe dixwazim.

NAZMÎ EHMED :Kurê min sebir bike. Gulnam ez êdî diçim.

GULNAM :Neçe, ma tuyê bi ku de biçî? Me situxwar nehelê.

NAZMÎ EHMED :Ez destê dayika xwe maç dikim. Bila şirê xwe li min helal bike. Keça min Kevî yê ji dêlva min maç bike. Ez diçim bi xatire we. Ez hew vedigerim….

GULNAM :Neçe…… (Dike qêrin ji xew di pengize. Xazî radibe)

XAZÎ :Çi bû dayê?

GULNAM :(Diçe cem wî) Tişt nebû kure min, netirse. Êşa te hinekî kêm bûye?Tu çawaye?

XAZÎ :Ez başim daye. Te çima kir qêrin?

GULNAM :Min… Ji xwe kurê min, min xewnek dît ji ber wê.

XAZÎ :Te bavê min dît ne?

GULNAM :Çawa?

XAZÎ :Dayê! Min bavê xwe di xewna xwe de dît.

GULNAM :Te got min bavê xwe dît?

XAZÎ :Belê. (Gulnam şaş dimîne. Êdî nema dizane wê çi bêje)Tu çima weha zer bûye dayê?

GULNAM :Ez zer bûme?

XAZÎ :Dayê! Bavê min digot êdî ez hew têm mal. Ji min re digot negirî. Bila dayika te jî negirî.

GULNAM :Ya Xwedanê alemê tu min bisitirîne. Aqilekî bide min.

(Di wê navberê de Gulxanim, Seyran û Kevî dikevin hundir)

GULXANİM :Keça min a delal! Em hemû wê xewnê dibînin. Ez gelek caran ji xew di pengizîm. Ez di newalan de, di geliyan de tême xwarê. Ez Mistefayê mêrê xwe dibînim. Li gelek newalan de li serê çiyayê Kurdistanê li Mihemedê kurê xwe rast têm. Ew her dibêj in; ´em di nava êgir dene´. Em dikarin wan xelas bikin, em dikarin wan ji nava wî agirî derxin.

SEYRAN : Em çawa dikarin wan ji nava wî agirî derxin? Bêje hema em sibê wan derxin û bînin mal.

GULXANIM :Ew nema tên. Em jî nema dikarin wan bînin. Lê çi dema me zarokên xwe mezin kirin, zana û jêhatî kirin. Çi dema zarokên me jî welatê xwe azad kirin, wekhevî û xweşî anîn welatê xwe, aha wê demê em ê wan ji nava wî agirî derxin.

SEYRAN :Ma ne vaye em jî ji bona vê kar dikin. Em xwe diwestînin da ku zarokên me hustuxwar nebin. Em xwe diêşînin da ku zarokên xwe bighêjînin. Lê çi fêde ez edî hew xewnan ji dibînim. Min suretê kurên xwe û mêrê xwe ji bîr kiriye. Bila bihatina xewna min, bila wê gave Xwedan emanetê xwe bistenda.

GULXANIM :Dev ji wan galgalana berdin. Kurê min Xazî birîna te çawa ye?

XAZÎ :Heta ku bavê min neyê mal, ew rehet nabe.

GULXANIM :Binêre kurê min. Bi hezaran kes ji herema Barzan birîndar in. Bi hezaran zarok li Kurdistanê mîna te bê bav man in. Pêwîst e ku em we zû rehet bikin. Ya jî zû rehet bibin da ku hûn tola wan li erdê nehelin. Êdî sermiyan û zilamên malan hûn in. Heta ku bavên we wer in… Te fêm kir.

XAZİ : Belê min fêm kir û ez baş li ber ketim. Loma jî êdî ez ê zû rehet bibim û tola bavê xwe hilînim û welatê xwe ji destê dijmin azad bikim.

GULXANİM :Bijî! Tu her bijî. A weha. De ka îcar em li birîna te binêrin.

(Ronahi ji ser wan dihat girtin hew li ser vebêj dima)

VEBÊJ :Wê gavê temenê Gulxanimê li dora 45 salan bû. Lê ew bi xwe mîna pîra heftê salî kûr difikirî. Betilandin û westandin lê tunebû. Ji herkesan re dibû alîkar. Rojek ji rojan dor hat ku Gulnam xan hemlê xwe dîne. Ew roja pir dijwar derbas bû.

SEYRAN : (Ronahî disa li ser wan pê diket. Seyran şîretan li Kevî dike) Binêre keça min gava ku leşker hatin (Mina mîndereke ji wê re çêkiriye)Tu yê vêya dîne ser zikê xwe û li pişta xwe girê bide.

KEVÎ :Çima Pîrê?

SEYRAN :Dibe ku Leşkerên Sedam bêje tu qey bi hemle ye û dev ji te berdin û bela xwe di te de nek in. Gotinên min tu car ji bir neke, bû!

KEVÎ :Baş e pîrê, ez ji bîr nakim. (Gulnam bi dengekî zor dike qêrin)

GULNAM :Ay dayê ez mirim.

SEYRAN :Çi bû keça min?

GULNAM :Sanciyê min hebûn, lê niha zêde bûne. Ez hew dikarim îdare dikim.

SEYRAN :Bila Kevî here gazî Gulxanimê bike?

GULNAM :Bila here.

SEYRAN :Keça min de bi lez here gazî Gulxaninê bike bila were vir. Mînderê li ser zikê xwe girê bide ji bîr neke ha.

( Kevî bi lez mîndere li ser zikê xwe girê dide. Dibe mîna jinên bi hemle. Paşê derdikeve. Gulnam li cihê xwe di nav xwêdanê de maye. Qîreqîra wê ye.) keça min hinekî sebir.

VEBÊJ :(Li ser dikê Dengê Azanê û dengên çana dêrê û dengên qesîdan tevlî hev dibe. Bi qêrina Gulnam deng betal dibe.) Dema ku xwedê zarokekî dide, Ew mîna ava zelal mîna çiyayên Zagrosê mina çiyayên Agirî pak û paqijin. Tu sucê wan tuneye. Lê zarokên Kurdan ne weha ne, ew bê siûdin. Ji ber ku ew hîna ne hatine dinyê bê bav mane. Bavên wan tune ye ku nav li wan bike.(Qerina Gulnam… Gulxanim dikeve ser dikê)

GULXANİM :Vaye ez hatim delala min. Tu xema nexwe. (Hersê dora Gulnam digrin. Paşe ji Xazî re.) Kurê min lihêfa xwe bikşine serê xwe (Xazî lihêfê dikşîne serê xwe. Qêrîna Gulnam zêdê dibe) Wê ev xuliqandin gelek zor û zehmet be. Em nikarin herin nexweşhanê jî. Leşkerên Sedam heta Hewlerê rê girtîne. Seyare jî nîne. De ka em çawa bikin?

SEYRAN :Heviya me maye rebê jor. Ez jî nema dizanim em ê çawa bikin.

GULXANİM :Pirtik tê xwarê. Zarok nebaş tê. Xwedayo de îcar ez çawa bikim. Jinikê jî gelek xwîn wenda kiriye.

(Dengê giriyê Xazî di bin lihêfede tê. Deng ji derî tê)

SEYRAN :Hûn kîn in?

Jİ DERVE :Em Leşker in derî vekin.

GULXANİM :Ev der ne musaîd e.

Jİ DERVE :Derî vekin ya na em ê derî bişkîn in.

GULXANİM :Gotinên fêm bikin. Jinek li ber xuliqandinê ye

Jİ DERVE :Hûn rast nabêjin. Hûn hinan vedişêrin. Derî vekin!!

(Zorê didin derî û derî dişkîn in. Ew jî lihêfê davêjin ser Gulnam. Rûyê wê xuya ye. Gava leşker dikevin hundir wê gavê Gulxanim Erişî wan dike. Paşe jî Kevî bi wê re erîş dike.)

GULXANİM :Ma hûn ji xwedan ji natirsin. Hey kafir bavno. Ma qey jin û xuşkên we jî tuneye. (Leşker gava çav li lihêfa ku Xazî di nav de dikevin dibêjin qey hinan xwe veşartine. Yek ji wan dest davêje devança xwe û wî gulebaran dike. Di bin lihêfe de dibe Qirîna Xazî. Paşe Qirîna Gulnamê ye. Leşker şaş dimînin li ser dike war war û welweleyek mezin dibe. Leşker erişî gişan dikin. Bi pîhênan bi jinan dikevin. Dengê weladina zarokekî tê. Paşê dengên çekan. Hemû xwe li erdê dirêj dikin. Dengê zarokê nû bi dinyê dikeve. Gulxanim tê dibîne ku kurek e. Wî digire nav destên xwe berê xwe bi ezmanan vedike û bi qêrîn dibêje:.)

GULXANIM : Tu kes dê nikaribin dawiya kurdan û Barzaniyan bînin. (Vê carê li leşkeran dinêre û didomîne) hûn yekî bikujin wê bi dehan bêne dinyê. Sedan sal in hûn kurdan dikujin. Lê ew naqedin. Hûn dixwazin Barzaniyan tune bikin. We gund û bajarên wan vala kirin. Lê ew jî naqedin. (Zarokê di nava destên xwe de bilind dike) Aha ev zarok wê tola wan hilîne. Bi destên vana wê Kurdistan azad bibe.

(Êdî leşker ji ser dikê têne xwarê û vebêj jî ya xwe dibêje.)

VEBÊJ :Ez rûreş im li hemberî we. Ez bûme şahidê rojên nexweş û dîroka rûreş. Mirovahî êdî şerm dikir. Rûyên mirovahîyê hew ji erdê radibû. Lê bê deng dima. Di wan rojan de ketibû xewa mirinê. Kerr bibû, lal bibû û kor bibû. Hebûn an jî tûne bûn. Dinya ji darê zilmê re ma bû.

GULXANİM :(Hew gazî û hawar kir. Kela xwe bera ber dilê xwe da. Hema yek ser zarokê ku nû çêbû bû dide diya wî û berbi Xazî de .)Xazî!…. Xazî… deng bide kurê min. (Ew jî ji ber pêhînên li hatine dayîn birindar e lê birîna wê ne xedare. Diçe ser Xazî) Xazî… Xazî? Wey lawo….(Dide girî) gelo wan guleyan çawa hatin vî laşê te yê bê guneh perçe kirin Xazi yê min. (Paşê li der dora xwe dinhere) hay li min daye.. Gulnam… Gulnam deng bide keça min? (Deng tuneye) Kevî Keça min….? uyyyyy….. lawo… Ma tu dibêje qey hemû mirine… Xwedêyooooo…..ma ew çiye…. ma sucê me, ma sûcê wan çiyeeee…? (Ew jî bê deng li qiraxa dikê dimîne. Ronahî tarî dibe. Hew li ser vebêj dimine)

Ev nivîs di Şano de ye.

Kommentarer inaktiverade.