Em du bira bûn

Te dît, biharên me hebûn ku gava rojê çirûskên xwe li pal û newalên bêbinî biçûrisandaya, reşêşkên baran û tavikê xwe bi ser sitewirbûyina newqa erdên qelişî de rawejikandaya û movikên qeşmûşkgirtî ji çaviyên xwe bibeliqiyana, belezîzk û sosin vê re bel dibûn; kulîlkên bihîv û mişmişan hinarîkên rûyên xwe podre dikirin û tûyên xemlî û bajarî dibûn tiliyên xanimên şahneşînan; alûce û biîvtişkan sersimûçikên xwe di nav diranên aziban de didan keritandin ku avê di devê çilekên çavnexelî de diza…

Te dît, li ser pişta deveyan, di cuher û heqîbên qerejdaxiyan de kereng û kuvark û çortan bi ser me de dibariyan; li Dêmîra û Erbanê hêkên teze, qeymaxê mîhan û penêrê parzûnan dibû taştê û firavîna me; ji ber pozê Tûrcelê teyrekî baz xwe li ser mêrg û warê me vedizeland û di bin çavan re li me dinêrî ku em di xewê de mane û me haziriya mêvanên ezîz nekiriye, em ji adet û toreya xwe bidûrketine; ji Çiyayê Maziyê, ji Lêf û Xursê mêvanên minawer li me xuya bûne û me vê sibehê ew bi dixweşî neezimandine; tepetepa mişmişên gewrik, xuşeşuşa pelên hewran û qêreqêra başokeyekî ye… Em nizanin bê xêr e yan elam e. Dengê banga dêyekê ye ku li me dike hewar, çi ye–ne çi ye, em ê herin dibistanê. Yaxe û berdilkên me, çente û defterên me ne hazir in… Û ez û birayên xwe ne û berê me li al û elfabeyekê, rûyên me li tahlî û tirşiyekê; ne cesaret e û ne jî culhet e ku ji me hilpeke îsyaneke bêhemdî xwe; lê em du bira ne, bi tevdîr û tifaq in, bi hurmet û rûmet in; diherin destên mezinan û çavên zarokan… Ji me re weha hatiye gotin, ev marîfet e, adet e, hurmet e; elhemdulîlah ku em ji ber vê yekê ne bi minet in.

Me di wan biharan de, di wan havîn û payizan de berê xwe ji av û delavên harbûyî, ji hêlîn û xapên qitik û kewan, ji marîna berx û karxezalan, ji tuxetux û wîtewîta çêlik û ferûçikan, ji nalîn û mêxweşiya ji ser kirçika dilê yarê û ji ber pêxîla dayê guheriye, keko…

Me di wê bihara ku zîpik û terezê li zadên me xistibû de, ava himhim û kidaban bi ser pîvazterk û pîvokên li baxçeyê hewşa me xistibû de; gulên mehmedî û gulşîlanên penbe ku me bi destên xwe çandibûn û ew wê gavê hustuxwar bûn, rihan û qurnefîlên di hewşa camiya taxa me de ji terefê zarokên hustuşikest ve hatibûn qurmiçandin û meleyê mizgeftê xwe li dê û xwehên wan diceriband de; fesadên li pişta malan di qulika deriyî re li dûçika kitana bedewekê dinêrî û şabaşçiyekî simbêlboqî di bêdengiya şevê de halan di fêrizekî de hildida û li meydana miriyan dîlaneke bêmarîfet digerand de… Û em temaşevanên wê bêmarîfetî û wê berûvacayiyê bûn, keko.

Me ji ber germa havîna wê deştê, ji lezeta hênkayiya wan çiyayan, ji mêxwşiya wan zozanan û ji ezîziya wan dostan nekir der, keko… Me berê xwe guherî, em bûn noka-li-kevirî û li bin mexelên van birek û çiyayên qeşa û berfgirtî bûn mihacirên pêncpereyî; me ji qerisîna wan zinaran himbêzeke agirî ji te re vekir ku em germî û sariya salan li hevdu mahr bikin, em kirîvaniyeke nuh deynin û destên bûkeke çardehsalî, tiliya xortekî nuhhatî hine bikin, lê bi me re derneket serî, keko…

Û me tavên havînê ji bîra kirin, bîhna kulîlk û endekoyan wenda kirin û em li ser kulav û şûjdeyên hêviyên xwe mexel hatin, birao…

Û me dît ku payizeke paşîn bi derengî silavek li me kir… Bisk û guliyên xwe yên mîna liva û hiriyê bi ser me de veçirîn; gezo bi birhn û bijankên me ve kir benşîtê-mezeloqî, devşoya ava destmêjê li fîncanên qahweya sibehê gerand û di tara bêjinga gunehan de li dora serên me werbêj kir.

Û payiz e, keko… Payiz e, birao. Ev mîratmaya payizê, li ziviztan û havînê, li gul û sorgulên biharê guhdarî nake. Dema pelweşînê ye; dilê wê bi harmoniya ahenga rêngên dar û berên xwe naşewite. Ew pisîk e, cewrik e û bêjî ye… Ew mîna werbêja polena biharê ye.

Dil pepûk e, keko… Dilê xwe di destê kesî de nehêle, ew lerzok e, zîz e, ezîz e…

Ev nivîs di Pexşan de ye.

Kommentarer inaktiverade.