Hevpeyvîn bi Xelîl Duhokî re

Xelîl Duhokî: Hîviya me ew bû ku Nûbûnê ji mehane bikin duhefteyî, lê wezaretê ew kir hersê mehan carekê Jun Nivîskarê kurd Xelîl Duhokê pitir ji sih salan e wek kesekê çalak di nav cîhana nivîskarî û rewşenbîriyê de ye. Wî ji destpêka salên heftêyan û heta niha helbest, çîrok, nivîsar, lêkolîn, antolojî û werger bi kurdî nivîsîne û belav kirine. Ev berhemên wî bûne pirtûk û hatin çap kirin û weşandin. Ew li destpêkên heştêyan li gel nivîskariya xwe pêşmergeyek bû di tevgera azaîdxwaza kurdî de û di sala 1987-ê de li Swêdê binecih bû. Piştî serhildana 1991-ê vegeriya Kurdistanê û bajarê xwe Duhokê û li wir akincî bû

Nivîskarê kurd Xelîl Duhokê pitir ji sih salan e wek kesekê çalak di nav cîhana nivîskarî û rewşenbîriyê de ye. Wî ji destpêka salên heftêyan û heta niha helbest, çîrok, nivîsar, lêkolîn, antolojî û werger bi kurdî nivîsîne û belav kirine. Ev berhemên wî bûne pirtûk û hatin çap kirin û weşandin.

Ew li destpêkên heştêyan li gel nivîskariya xwe pêşmergeyek bû di tevgera azaîdxwaza kurdî de û di sala 1987-ê de li Swêdê binecih bû. Piştî serhildana 1991-ê vegeriya Kurdistanê û bajarê xwe Duhokê û li wir akincî bû.

Xelîl Duhokî sernivîskarê kovara Nûbûnê ye. Nûbûn kovareka siyasî-rewşenbîrî ya bi kurmancî û bi alfabêya latînî ye, wezareta rewşenbîrî li Kurdistanê wê derdixe. Wezîrê rewşenbîrî Felekedîn Kakeyî xwediyê wê ye û Xelîl Duhokî sernivîskarê wê ye. Hejmara wê ya dawiyê (109) di meha sibatê de derket. Ew berî niha her mehê carekê derdiket lê ew niha û bi biryara wezareta rewşenbîrî hersê mehan carekê derdikeve. Xelîl Duhokê li ser van hemî pirsan ji bo Kulturnameyê weha axivî:

Pirsiyar: Te berî çend salan biryar da tu Ewropayê bi yekcarî bihêlî û vegerî Kurdistanê û li Duhokê binecih bibî, gelo tu niha, piştî gelek salan, wê biryara xwe çawa dibînî, tu pê dilxweş î?

Xelîl Duhokî: Ez di destpêka salên heştêyan de di nav şoreşa kurdî û di şergeha xebat û têkoşînê de bûm û min gelek zehmetî kêşa. Piştî Enfalan û lêdana kêmyewî ez jî mîna gelekan neçar bûm xwe bigehînim welatê Swêdê. Min li Swêdê jî dom da xebata xwe ya edebî û civakî. Li gel beşdarbûnê di bizav û xebatên komelayetî û di rêxstinên mîna Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê û Komeleya Nivîskarên Kurd li Sêwdê qelemê min jî ranewesta û min nivîsarên xwe di rojname û kovarên kurdî de belav kirin. Min ew girêdana xwe bi xelkê xwe, bi welatê xwe û bi zimanê xwe ve parast û dom dayê. Lê xewna min ya herî mezin her veger bû bo Kurdistanê. Ez gehiştim wê baweriyê ku hebûna min li Kurdistanê dê bêtir tenahiya rûhî bide min û ez dê şêm li wê derê bi awayekê baştir kar û xebatê bikim û dê karim ji tecrubeyên xwe yên li derveyî welatî faydeyekî bigehînim xelk û welatê xwe û tevgera rewşenbîrî û nivîskariyê.

Ez ji roja vegeriyam û heta niho jî li Kurdistanê dijîm û her çend kêmasî jî hene, lê ez xwe serbilind dibînim û bi wê dilxweş im ku ez rolekê di pêşvebririna welatê xwe de dibînim. Ez li Kurdistanê hest bi hebûna xwe dikim û ev ji bo mirovî pir giring e û lewma jî ez bi wê biryara xwe pir keyfxweş û razî me.

Pirsiyar: Te nivîskarî û siyaset kir, te helbest, çîrok û pexşan nivîsîn, te antolojiyên helbest û çîrokan çê kirin, te di gelek waran de lebat û xebat kir û niha jî tu rojnamevan û sernivîskarê kovara Nûbûnê yî. Gelo tu xwe di nav van hemiyan de bêtir li kîj aliyî dibînî?

Xelîl Duhokî: Mebesta min ji van hemî coreyên xebatê ew e ku ez îmkan û pêçêbûnên xwe bixim di xizmeta xelkê xwe de û mebesta min her ew bûye ez bi wan şiyan û berhemên xwe ve di pêşxitina xelkê xwe û tevgera edebiyat û rewşenbîriyê de beşdar bibim û tiştê li nik min heyî bidim wan. Ez niha jî mijûlî karê rojnamevaniyê me û sernivîskarê kovara Nûbûnê me. Ji bilî hindê û wan hemî nivîsar û pirtûkên min çap kirine ez niho çîrokan jî dinivîsim û belav dikim.

Pirsiyar: Heta niha 109 hejmar ji Nûbûnê derketine û ew her mehê carekê derdikeft, lê xuya ye ew niha derengtir derdikeve. Rewşa Nûbûnê niha çawa ye?

Xelîl Duhokî: Hebûna kovareka kurdî ya bi alfabêya latînî li başûrê Kurdistanê pêwîstiyeka mezin e û divêt kovareka weha pêş bikeve û hikûmeta Kurdistanê pitir pûteyî bideyê û îmkanan jê re peyda bike. Piraniya kurmancîaxêvên hemî parçeyên Kurdistanê pê xweş e ev kovar mezintir bibe û bi kalîteyeka ciwantir bêt çap kirin, çunku Nûbûn kovara yekê û ya bi tenê ya bi kurdiya kurmancî û bi alfabêya latînî ye li başûrê welatî.

Me xwest kovarê çêtir lêbikin û wê li şûna heyvê carekê bikin kovareka duhefteyî. Lê mixabin wezareta rewşenbîrî ji nişkan ve biryar da ku kovara Nûbûn hersê mehan carekê bêt weşandin û bihaneya wan jî bo vê çendê, nebûna îmkanên wan yên madî ne. Em hêvîdar in kovara me Nûbûn berdewam bibe û wezaret şiyan û îmkanan li ber wê veke ku ew bi kêmanî wekî berê, mehê carekê derbikeve.

Pirsiyar: Ku mirov rûpelên Nûbûnê vedide mirov pê dihese ku di warê ziman û rênivîsê de kurdiyeka ku hemî kurmanc jê fehim dikin tê de têt bi kar anîn. Gelo tekst ji we re weha tên yan hûn wan li gor siyaseta xwe ya zimanî û rênivîsê serrast dikin?

Xelîl Duhokî: Ya rast karê redaktekirinê di Nûbûnê de gelek dijwar e û me gelek diwestîne. Çunku piraniya berheman bi alfabêya erebî û bi devoka behdînî ji me re tên. Em jî neçar in wan li pêşiyê ji aliyê zimanî û rênivîsê ve serrast bikin ku bibe kurdiyeka ku bi hêsanî her kurmancîaxêvek bikare jê fehim bike û em paşî wan vediguhêzin bo ser alfabêya latînî.

Pirsiyar: Gelo tu çi dibêjî bo yekkirina alfabêya kurdî, ku kêmtişt kurdiya kurmancî li her derê bi eynî alfabêyê bêt nivîsandin?

Xelîl Duhokî: Ji xwe yek ji mercên peydakirina zimanekê yekgirtî hebûna alfabêyeka yekgirtî ye. Lê Kurdistana me çar parçe ye û her parçeyek bi sîstema wê dewleta dagîrker ve girêdayî ye. Her ji ber vê jî di wextê hazir de yekkirina alfabêyê karekê zehmet û dijwar e. Lê bi kêmî pêwîst e her kurdek hewil bide xwe hînî herdu alfabêyên erebî û latînî bike û bizane pê bixwîne û binivîse. Bêguman û ji ber gelek egeran bikaranîna alfabêya latînî dikare ji ya erebî giringtir be.

Pirsiyar: Tu rewşa edebî ya bi kurdiya kurmancî li başûrî çawa dibînî?

Xelîl Duhokî: Dergehên şaristaniyetê li ber me kurdan girtî bûn û dijminan rê nedida ku xebatên rewşenbîrî bi azadî bên kirin û sinûr û sansûr li ber berhem û afirandinanên bi kurdî dadinan. Lê piştî serhildana 1991-ê piraniya wan dîwar û deriyan, wan sinûr û sansûran neman û derî li ber derxistina rojname û kovar û pirtûkan, li ber vekirina radyo û televizyonan û nivîsandin û afirandina bi zimanê kurdî vebûn û hindî wêvetir e qada azadiya hizr û derbirînê li Kurdistanê berferehtir dibe. Niho her salê bi dehan pirtûkên bi kurdî ronahiyê dibînin û dezgehên me yên çalak yên mîna Êketiya Nivîseran li Duhokê û dezgeha Spîrêzê û yên dî ximzeteka mezin dikin û pirtûkên nivîskaran çap dikin. Rewş baş e û hîviya baştirbûnê jî heye.

Pirsiyar: Gelo dîtina te li ser pirsa perwerdeya bi kurdiya bi kurmancî li başûrî çi ye?

Xelîl Duhokî: Mixabin ku hinek kes hewil didin ku bes kurmaciya jêrî (soranî) bikin zimanê perwerdeyê û zimanê resmî li Kurdistanê û rê li ber eynî statuyekê bo kurdiya kurmancî bigirin. Ev jî bi dîtina min xizmeta doza gel û welatê me nake û yekîtiya neteweyî têk dide. Bi dîtina min divêt hemî perwerde û zimanê dezgehên resmî li deverên kurmancîaxêvan bi kurdiya kurmancî bin. Niha li devera Behdînanê xwendin û nivîsandin ji klasa yekê û heta klasa şeşê seretayî bi kurdiya kurmancî ye û li klasên jortir bi kurdiya soranî ne. Lê em li devera Behdînanê bi hemî yekîtî, komele, civata parêzgehê, perwerdeya Duhokê, unîversîte , hemî kes û aliyên dî yên peywendîdar xebatê dikin ku perwerde ji klasa heftê û heta unîversîteyê û pileya master û doktorayê jî bi kurdiya kurmancî bin. Ev jî mafekê rastîn yê me ye û zimanê kurdî dewlemendtir dike û yekîtiya me ya neteweyî diparêze. Divêt hikûmeta Kurdistanê bi çavekê wekhev û yeksan berê xwe bide herdu zaravayan û wekî yek alîkariya herduyan bike û şiyan û pêçêbûnên pêşkeftinê jê re berdest bike.

Jêder: Kulturname

Ev nivîs di Hevpeyivîn de ye.

Kommentarer inaktiverade.