Temo

Bav û diya min dibêjin, sala ku me ji gund bar kir em hatin Swêregê, xwedê tu dayî. Gava ez ji wan dipirsim, ka hûn ji bo çi hatin Swêregê, dibêjin gund ji me re nedibû, me xwe beşer nedikir, zikê me her tim birçî, pişta me xûz bû, xirecira navbera gundiyan rehetî nedida me. Axê gund jî ne axa, fena gurê birçî li dor me dihat û diçû. Heqê xwe zêde zêde ji me digirt, di ser de jî çi karên giran hebana barê ser milê me dikir. Me dî nabe em hatin bajêr.

Bav û diya min, li rojavayê Swêregê xaniyek xirabe kirê dikin. Di wê demê da, nifûsa bajarê Swêregê ne pirr bû. Taxa ku mala me lê, ji bajarek zêtir dişibiya gund. Piraniya xaniyên taxê ji kerpîçan, kuçe ne kuçe bûn. Av û genda ku ji daşirên nav malan derdihat, rasterast diherikî nav kuçeyan. Wexta baran dibarî, mîz, gû, zîrça mirîşkan, pişkulên pezan, rêx û zibilê dewaran, her babet londerên çopê ji ber derî û dîwaran, bi ber ava baranê diketin. Kuçeyên taxê vediguherîn çala celbê.

Heft salî an heyşt salî bûm. Bavê min rojek ji min re got; ´ji îro pê ve tu yê bi min re werî.´
Wê demê, swêregiyên ku halxweş bûn, ji xwe re mangeyên şîr xwedî dikirin. Bi şev, mangeyên xwe, axur heba li axuran, axur tunebiya li hewşên pêş malê dihewandin, bi roj dişandin çêrê.
Siba zû, li ciyê bênderan, xelkê mangeyên xwe teslîmî gavan dikirin. Yê ku karê gavaniyê dikir, naxira mangeyan derdixist derveyî bajêr, ciyê ku li çêre hebû, diçêrand û danê êvarê vedigerand ciyê bênderan. Her kesî manga xwe digirt û dibir mal. Karê ku bavê min dikir ev bû. Ez jî bûm şopdarê wî. Zaruyên di emrê min da, zaruyên ku dê û bavên wan halxweş bûn, diçûn dibîstanê. Yên mîna min jî li kuçe û çolan tolaz tolaz digeriyan. Bi biryara bavê min, jiyana min ya beradayî dawî bû.

Her siba Xwedê, niha ji ku diçe nizanim, lê wê demê, rêya kevn ya gundê Babê, li paş taxa Xeyriyeyê, ji rêya Tuxtemirê vediqetiya, ji ber mezelên Babê, navbera rezan re dibihurî û digîhaşt gundê Babê, ji ser wê rêyê, me naxir dibir çêrê. Heta roj diçû ava, li derdora zinarên Helawikê, li dora çemê biniya wê, me naxir diçirand.

Bavê min ne yekî devbelaş bû, lê carcar gava dest bi pitepitê dikir, kesî nikanîbû rawestanda. Di derbarê her pirsê de, gotineke, fikreke wî hebû. Nediçû mizgeftê, nimêj nedikir, lê dîn û baweriya wî bê kêmasî bû. Her cara ku zikê wî têr dibû, ji Xwedê re şikur dikir. Halê me yê xirab, rezîlî, belangazî, neçariya me hewaleyî Xwedê dikir û digot, ´Xwedê kerîm e, qey wê rojekê me jî derxe firehiyê. Yekî xwediyê merhemet, bi wîjdan, tu rojekê ezîyet li dewaran nekir. Naxira xwe, bi fîtik, bang û qîrinê dicivand ser hev, dixist rêzê, disekinand û bi rê dixist. Meriya digot qey bi zimanê hev qisa dikin û ji hev seh dikin. Li hemberî zarokên xwe jî dilhêşk nebû. Li me nedixist, qiseyên çors ji me re nedigotin. Li hemberî diya min, carcar bêhna xwe teng dikir, dimizmizî, lê destê xwe ranedikir.

Di wê payiza bêxêr da, ji bo piçek xwê, tiştê ku min ji bavê xwe nedipa, bi serê min de hat. Bavê min ê bi merhemet, bavê min ê bi wîjdan, ji ber çavê min winda bû, veguherî yekî zordar, hindik mabû ez yekî bikujim.
Wê rojê, êvara dereng em gihîştibûn malê. Ji siba zû heya êvarê, li ber baranê tayekê zuha di kincên me de nemabû. Şilopilo, li ber bayê em qefilî bûn, me xwe bi zorê gîhandibû malê.
Tenê odeyekê me hebû. Me kincên xwe guherandin, li ber sifra xwarinê em rûniştin. Herdu xwîşkên min, Xezal û Gulşayê, temenê yekê çar ya din pênc salî, xwe dan kêleka min, rûniştin. Bavê min ji qutiya tûtinê, cixareyek pêça, hilmek kûr lê da, diya min savara bi aqîtê firingiyan, tevî qûşxanê danî ser sifrê. Pîvazekî hişk qaş kir, qelişand, du perçe danî ber bavê min, perçeyek ji xwe re girt, yek jî danî ber min. Ji tûjiya pîvaz, xwîşkên min nedixwarin.

Bavê min, bêyî gotinek bike, dawî li cixara xwe anî, heta wî destpênekira, me nediwêrî dest bi xwarinê bikira, bi bismîlahûrahmanûrehîm, pariya nanê xwe bi savarê ve dagirt, bir devê xwe. Ji birçîna zikê min qurequr dikir, keldemana ji savarê radibû, hiş li serê min nehîştibû. Min kevçiya xwe ya dar,  bi savarê dagirt, devê min şewitî, çav li min sor bûn. Di wê navberê da, bavê min, xwe ji ser sifrê paşve kişand, bi awirek sar ji diya min pirsî.
-Kejê, ka xwê ya vê savarê?
Parî di gewriya diya min de ma, bilez pariya xwe daqultand, herdu xwîşkên min xwe civandin serhev.
-Xwê!
-Erê xwê ya!
-Wele çi bibêjim, ne ku min xwê nexistê, lê..
-Xezal! Rabe here xwê bîne! Got bavê min.
Xezalê li nav çavê diya min mizekir.
-Xwê ya me nema, got diya min. Xwêya ku li mal hebû bes nekir.
-Qey te nikanîbû ji cîranek deyn bikira?
-Her ro duro ez qapiyê cîranan lêdixim, êdî merî ji fediya dikeve binê erdê.
-Ew çi gotine, qey ew jî nayên tiştan ji me deyn nakin!
Diya min keserek kişand, keneke xemgîniyê li serçavê wê veda û tefiya.
-Di mala me de çi heye ku cîran werin deyn bikin! Nermik got.
Qasî bîstekê deng ji bavê min derneket. Hêdîka dest avêt qutiya xwe ya tûtinê, qapaxa qutiyê vekir, li tûtinê mizekir, mîna ku dixwest cixareyek bipêçe, lê dev jê berda, qapaxa qutiyê girt û xist bêrîka xwe.
Ji van gotinan mexseda te çi ye Kejê? Got. Ma qey tu gazincên xwe bi min dikî?
-Ez, gazin mazinan li te nakim, tenê ez ji Xwedê gazincan dikim, got diya min.
-Çi zerara Xwedê ji te re heye keçê hii! Got bavê min.
-Zerara wî ji me re heye tuneye, ez nizanim, bes tu fêdeyek wî heta nuha ji me re nebû.
Eniya bavê min çiqirî, destê xwe avêt qulpên qûşxanê, qûşxane di destan da, serê xwe rakir, çavek li ser asraqên odeyê gerand, fena ku bi Xwedê re qisan bike, “estafulah ya Rebî, tu guneyê vê kêmaqilê bibexşîne” bilêvkir û vegeriya ser diya min.
-Hey kafir qîza kafiran, tu bi çi cesaretî zimanê xwe dirêjî xwedê dikî, got û qûşxana savarê li ser serê diya min valakir.
Çiv ji diya min derneket. Qet li aliyê bavê min mêzenekir. Rabû ser xwe, çarşeva xwe ya şîn li xwe pêça, ji hundur derket. Ew çû şûnda, bavê min jî derket çû qehwê. Wê êvarê ez û xwîşkên xwe birçî raketin.

Wê şevê, diya min çûbû mala xwîşka xwe. Bê xwîşka wê, li bajêr kesek wê tunebû. Sibetirê vegeriya hat malê. Êvarê, li ser sifra xwarinê, dê û bavê min bi hev re qisenekirin, li rûyê hevdu mizenekirin. Di nav bêdengiyê de me şîva xwe xwar û em ji ser sifrê rabûn. Bavê min dîsa çû qehwê.

Neheqiya ku bavê min li diya min kiribû, ez pê êşiyabûm. Erê, ez hîna zaro bûm, hişê min nediçû ser her tiştî, min bi zelalî tişt ji hev venediqetand, lêbelê gere bavê min li diya min wer nekira. Miemala bavê min ne rast bû. Xedir tê hebû, min ev dît. Feqîrê heta êvarê xizmet dikir, li me dinêrî, ji destê wê çi bihata dikir.

Ji wê rojê pêve, dilê min ji bavê min sar bû, min xwe jê dûr girt. Heta ez mecbûr nebûma, min pê re qise nekir. Wexta ew li pêşiya naxirê dimeşiya, min xwe dida paş, gava naxir diçiriya, wî li aliyekî naxirê pal dida, ez li aliyê din bûm. Gava hewil dida xwe ku bi min re qisa bike, min cewaba wî nedida. Gava ez pir mecbûr dibûm, min serê xwe li ba dikir. Dubendiya me heta roja ku mangeyek ji naxirê wendabû ajot.

Wê êvarê, li ciyê bênderan, her kesî manga xwe da ber xwe û çûn malê. Bê me û xwediyê mangeya wendayî kes nema. Xwediyê mangê jî yekî tewtewe, bejna wî evqas dirêj, qoqa wî bi ezmana diket. Me zêde hevdu nas nedikir. Ew jî nû hatibû Swêregê.
-Ka no mangeya min kotîdiro, got mêrêk.
Ez û bavê xwe li ciyê xwe qerisîn. Mêrêk li me mize dike û em jî li hev mize dikin.
-Ka va mangeya law!
-Ez çi zanim, bavo! Min got qey te jimartî ye!
-Gava min jimart, temam bûn. Ma qey neket binê erdê! Em ê paşda vegerin, dibe ku ketibe nav rez mezan.
-La çi pilpila şima yo? Ez mangeya xwe pers kena, şima xwe miyandê pilpil kenê!..
-Bêhna xwe fireh bike bavê min! Em ê bi destûra Xwedê manga te bibînin. Li serê me qiyametê rameke ez heyran! Got bavê min.
-Ortê rojî de senî mange vinîbeno la! Qey şima qerfê xwe kenê?
-Bavê min, çavê min! Em ê ji bo çi qerfê xwe bi te bikin, got bavê min. Xwest mêrêk sinûx bike, lê havil li mêrik nekir.
-Ez çizana la! Şima sûkijî hemê sextekarê!
-Te dinya nediye, xêr e? Wendabûyina mangeyan tiştekî ecib nîne. Niha em ê delalekî bi kuça xin, wê manga te bibîne. Ev çi beqabeqa te ye?
-Ez delal melalî nêzana! Manga xwe şima re wazena. Şima anê anê, niyanê edo çimê şima re veca!
Wexta mêrêk got, “edo çimê şi ma re veca”, bavê min xwe pênegirt.
-Dev ji vê gevezetiyê berde, birê min! Em ê manga te bibînin. Got.
-Geveze tiyê la, got mêrêk û gurmista xwe dawşand serçavê bavê min.
Bavê min gêrî erdê bû, çoyê destê wî pekiya aliyekî. Ji dev û pozê wî xwîn pijiqî, mîna sergêjan carek du car li dora xwe fitilî, rabû ser xwe, bi piyê xwe xwîna dev û pozê xwe pak kir, di bin çava re li dora xwe mize kir, ez bawer dikim li çoyê xwe digeriya, lê mêrêk firsend neda, ji paşve xwe gîhand, pêîneke bi qewet li newqa bavê min da, bavê min tepeteqle qulibî erdê. Wê gavê, dinya li ber çavê min reş bû, min çi kir, çawa kir ez nizanim. Ji paş ve ez gîhaştim mêrêk, min kêra xwe ya desta di çîpê wî de daçiqand. Borînek wisa bi mêrêk ket ku qet pirs mekin, ew qelefatê gran bi devûrû ket erdê, min lê da, çîp û kulêmeka wî min qulqulî kir. Ji aliyekî min kêr dikir û ji aliyê din jî ez bi ser de diqiriyam.
-Ma sextekarê haa!!! Ma sextekarê haa! Ma sextekarê haa!
Her cara ku min kêra xwe dadiçiqand, orîna wî erd û ezman diqelişand. Wê gavê bavê min, daf li min neda û ez dûr nexistama, sedî sed min ê ew bikuşta.
-Bênamûsê bê bêhisyet! Mîna meriya te qisebikira, ne dibû! Vê êvara Xwedê ji bo çi te bela xwe di me gerand hiii!
Bavê min got, pêînekî li kêleka wî da, mêrêk bû du qatî, qarqara wî hat birîn û hew deng jê hat.
-Xwe bilezîne lawo, mêrêk dimire!
Bi bayê bezê me berê xwe da mal. Wê êvarê û wê saetê, me qap û qacaxê xwe dan hev û em ji malê derketin.
Em çûn gundê Kevrokê, gundê Mendo axa. Bavê min got em ê biçin wir û me jî da dû, di tariya êvarê da, me da ser rêya Şerabtûlê, niha jê re dibêjin, rêya Bûcêx. Lê berê wer nebû, xelkê digot, rêya Şerabtûlê. Rêya ku di başûrê wê de diçû, rêya Hesenwêranê û ya biniya wê jî riya Gozlegê bû, ji ber taxa Serebê destpêdikir û ji ber mezelên sipî dibihurî. 

Piştî kêrkirina wî mêrêkî, meriya digot qey barekê giran ji ser pişta min rabûbû.

Min ji bîra kir bibêjim, navê min Temo ye. Eger Xwedê qismet bike, carekê din ez ê ji we re behsa gundê Kevrokê û Mendo axa bikim.

2012.11.02

Paşa Brodrêj

Ev nivîs di Çîrok de ye.

Kommentarer inaktiverade.