Civîna nasandina du kitêbên nû yên rastnivîsîna kurmanciyê

Kitêbxaneya Kurdî û Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê semînerekê di 9/2 2013yê de li avahiyê Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê bo Malmîsanij û Mustefa Aydoganî çêdikin. Malmisanij dê li ser Ferhenga Kurdî (kurmancî)-Tirkî ji bo rastnivîsînê û Mustefa Aydogan li ser Rêbera Rastnivîsê biaxivin. Herdu pirtûk jî, di van rojên dawiyê de ji nav weşanên Rûpelê derketine.

Herweha Malmîsanij, yê ku niha li zanîngeha Mêrdînê ders dide, dê li ser beşên kurdî yên zanîngehên bakurê Kurdistanê agahdariyan bide.

Roj: Şemî, 2013.02.09
Saet: 13.00 – 15.00
Cih: Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê
Gustavslundsvägen 170, Alvik

Ev nivîs di Çalakî de ye.

Kommentarer inaktiverade.