Alî Fikrî Işik azad bikin!

Alî Fikrî Işik, nivîskarekî kurd e. Ji bo ku ji Tirkiyê ra leşkerî nekiriye û naxwaze bike, ev du car in tê girtin û zulmeke mezin lê dikin.
Işik, ji roja ku cara duyem(27/2-13) hatiye girtin û virdaye li hemberî zulmê û vê bêedaletiyê û bêhuqûqiyê di zindana leşkerî ya Edîrneyê da ketiye grewa birçîbûnê û rewşa wî roj bi roj girantir dibe.  Işik, cara pêşî di 9-ê hezîrana 2012-a da ji bo ku ji leşkeriyê reviyaye li Diyarbekrê hat girtin. Di dadgeha leşkerî da bi kurdî xwe parast û got, ew wek kurdekî naxwaze ji dewleta tirk ra leşkeriyê bike; ew mirovekî redkarê ûjdanî ye, naxwaze çekan bigre destê xwe û here însan bikuje. Işik, cara pêşî çar meh û nîvan li bajarê Edîrneyê di zindana leşkerî da ma û dû ra bi şertê ku here leşkeriyê hat berdan.  Lê doza wî dom dikir. Işik, cara duyem, di 27-ê sibatê da ji alî dadgeha leşkerî ya Edîrneyê ve dîsa hat tewqîfkirin. Û ji bo ku neçûye leşkeriyê jî salek û 15 roj ceza lê hat birîn. Işik, nuha li Edîrneyê di girtîgeha leşkerî da ye.  Li ser vê biryara dadgehê Işik, ji roja hatiye girtin û virdaye di girtîgehê da di grewa birçîbûnê da ye.  Di nava 47 welatên endamên Yekîtiya Konseya Ewrûpayê da Tirkiye tenê di qanûna xwe ya esasî da mafê reda ûjdanî, mafê neçûna leşkeriyê qebûl nake û çekan bi zor dide destê însanan û wan bi zor dibe leşkeriyê… Li gorî Qanûna Esasî ya Tirkiyê jî Tirkiye mecbûr e biryarên Dadgeha Mafên Mirovî ya Ewrûpa bi cih bîne. Lê Tirkiye di bûyera Işik da guh nade biryarên Dadgeha Mafên Mirovî ya Ewrûpayê û wan bicih nayne. Û bi vê yekê jî Tirkiye him biryarên Yekîtiya Konseya Ewrûpayê û him jî qanûnên xwe binpê dike.  Hukûmeta AKP-ê, bi bicihneanîna vê biryarê ne tenê zulmê li nivîskarekî kurd dike, her wisa ew rîayetî qanûnên xwe û yên navnetewî jî nake, li însanan zorbatiyê dike. Muameleya bi Işik ra tê kirin, zulm e, terora dewletê ye û her wisa sûcekî li dijî însaniyetê ye jî.  Dibê hemû rêxistin, komele, partî û şexsiyetên kurdan yên li Tirkiyê û li Ewrûpayê bi xurtî li dijî vê terora dewleta tirk derkevin û piştgiriyê bidin Işik.  Dibê çapemeniya kurd jî li hemberî vê zulmê û bêqanûniya Tirkiyê bêdeng nemîne û dengê xwe bilind bike, bûyerê tim aktuel bihêle.  Ez wek nivîskarekî kurd, vê bêqanûniyê, bêedaletiyê û zulma dewleta tirk ya ku li hemberî Işik û bi giştî jî li hemberî miletê kurd tê meşandin protesto dikin û ji Tirkiyê dixwazin ku Işik tavilê azad bikin û kurdan bi darê zorê nebin leşkeriyê.  Leşkeriya bi darê zorê, sûcekî li dijî mafê însanî û demokrasiyê ye.  Serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul, îro(10-ê adarê) ji bo ziyaretke kin hatiye Swêd û ewê sibe di meclîsa Swêd da axaftinekê bike. Daxwaza me kurdên li Swêd ji hemû parlamnterên kurd yên di meclîsa Swêd da ev e ku di vê civînê û di civînên din yên Bi Gul ra vê mijarê bînin rojevê û hesabê vê zulm û bêqanûniya li hemberî nivîskarê kurd Alî Fikrî Işik tê meşandin ji Gul bipirsin.  Her wisa, dibê bêdengiya wezîrê derve Carl Bildt û yê hukûmeta Swêd jî bi xurtî were şermezarkirin. Bildt, ji Îranê, Rûsyayê, Kubayê û hin welatên din demokrasiyê bi heraret dixwaze, lê gava dor tê ser Tirkiyê, xwe ker û lal dike û bi hezaran siyasetmedarên girtî û bûyerên wek yên Işik nabîne.  Dibê parlamenterên kurd, vê dublmoraliyê bibîra Carl Bildt xin.  Heta ku Alî Fikrî Işik azad nebe, dibê em dev ji çalakî û protestoyên xwe yên li hemberî Tirkiyê bernedin.  Zinarê Xamo  2013-03-10

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.