Mêlav – Enwer Karahan

Kitêba Enwer Karahan ya bi navê Mêlav hate çap kirin.
Ji Weşanxaneya Ronahî vê hefteyê berhemeke hêja derket. Nivîskar Enwer Karahan ku beriya niha xwediyê heft berheman e vê hefteyê bi Weşanxaneya Ronahî dengê xwe dubare gihand xwendekarên xwe. Vê carê bi şêwaza vegotinê berhemek bi navê “Mêlav”ê nivîsî û di vê berhemê de hestên penaberekî ku piştî bîst û salekê vedigere welatê xwe dan vegotin. Berhema wî ji 100 rûpelî pêk tê û edîtoriya berhemê ji aliyê Mihemed Ronahî ve hatiye kirin. Taybetiya zimanê nivîskar Enwer Karahan ew e ku bi rastî jî zimanekî herikbar û kurmancî bi kar tîne di berhemên xwe de. Xwendekarên kurd dema vê berhemê bixwînin dê ji jiyana xwe gelek tiştan din av berhemê de bibînin
Ev nivîs di Edebiyat de ye.

Kommentarer inaktiverade.