Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê kongreya xwe ya 18an pêk anî

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê kongreya xwe ya 18an di 07/12/2013an de pêk anî. Kongre ji aliyê serokê komelyê Zinarê Xamo ve bi  xêrhatina li mêvan û endaman hate vekirin.

Piştî vekirina kongreyê hevalên Serdar Roşan, Mustefa Aydogan û  M. Ali Kut weke dîwana kongreyê hatin hilbijartin, rojev hate pejirandin û li gor rojevê kongre hate bi rê ve birin. Zinarê Xamo rapora xebatê û Zinar Soran jî rapora aborî pêşkêşî kongreyê kirin. Li ser raporan gotûbêj hatin kirin û rapor ji aliyê kongreyê ve hate pejirandin.

Beşdarên kongreyê ji bo xebatên pêşerojê pêşniyarên xwe pêşkêş kirin û Komîteya Karger ya nû û delegeyên kongreya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê hatin hilbijartin.

Komîteya nû ji Zinar Soran, Paşa Birodirêj, Nezîr Akad, Serdar Roşan û M. Alî Kut pêk hat. Ji bo delegeyên kongreya Federasyonêî jî Mamoste û Halûk Ozturk hatin hilbijartin.

Komîteya nû di nav xwe de kar û bar parve kir; Nezîr Akad wek serok, Paşa Birodirêj wek sekreter û Zinar Soran jî weke berpirsiyarê aborî hatin hilbijartin.

Kongreya îsal li aşxaneya xwarinên kurdî ya Araratê li navenda Kistayê hate çêkirin.

Ev nivîs di Kongre de ye.

Kommentarer inaktiverade.