Kokteyla kitêba “Siwarê şînbozê Êlas Efendî

Bi minasebeta 80-saliya wefata Êlas Efendî, romaneke Enwer Karahanî ya bi navê “Siwarê şînbozê Êlas Efendî” ji weşanxaneya APECê derketiye. Em dixwazin bi kokteylekê kitêba Karahanî bidin nasandin û bi çend gotinan qala wê minasebetê bikin. Hin xwarinên aparatîf û vexwarinên li gel wan dê bên îkram kirin.

Cih: Kitêbxana Kurdî (Kurdiska biblioteket)
Gustavslundsvägen 170, Alvik/Stockholm

Roj: Şemî 14/12-2013
Saet: 14.00 – 16.00

Bi xêr bên!

Weşanxaneya Apecê û Kitêbxaneya Kurdî
————————————————————-

Ji bo gelek kurdan Êlaso yan jî bi gotineke dinê “Êlas Efendî” ne yekî naskirî ye, ji ber ku tiştekî zêde yê nivîskî di derheqê wî de tune ye. Lê kesên ku li rûpelên Hawarê yan jî li kitêbên bîranînên navdarên kurdan ên dema wî binêrin, bi çend gotinan be jî mirov ê li navê wî rast bên.
Hata bi niha jî di derbarê organîzasiyona hereketa Şêx Seîdî ya
mintîqeya Mêrdînê de tiştek nehatiye nivîsîn û her weha qala hewildayina rola derûdora Mêrdînê ya di derbarê Hereketa Agiriyê de jî nehatiye kirin. Êlas, yek ji aktîvîstên wê demê bû ku di herdu berxwedanan de jî rol û dewrek lîstiye û herweha di Mahkemeyên Îstiqlalê de hatiye mahkemekirin û li dû wê jî hatiye sirgûnkirin. Li dû sirgûnê careke din vegeriyaye Dêrikê û di organîzekirina Hereketa Agiryê de bi Xoybûnê re beşdarî plankirina girtina li ser Mêrdînê bûye.

Êlaso kî bû?
Êlaso, lawê Hecî Osmanê Reşoyî û her weha mezinê eşîra Mahmûdî bû. Mahmûdî yek ji pênc eşîrên Dêrika Çiyayê Maziyê ye ku li gora xwe xwedî rol û fonksiyon bû.Ew yek ji serokeşîrên dema xwe ye ku zû bi kurdîtiya xwe hisiyaye û li doza xwe bixwedî derketiye ku ew heta bi dawiya emrê xwe li ser rêya bîr û baweriyên xwe çûye, wî li xerîbî û sirgûniyê wefat kiriye.Teva ku Êlaso serokê eşîrê jî bû, ji ber ku ew di meseleya kurdî û miletperweriyê de xwedî şiûreke milî bû, wî nikarîbû dijminayî û berberî bi eşîrên Dêrikê û wê mintîqeyê re bikira.Êlas Efendî, hemû îmkanên xwe yên malbatî, qudret û îqtidara xwe li hêlekê daniye û di rêya xelasiya miletê xwe de bûye fîgurekî siyasî û li Binxetê, di temenekî ciwan de wefat kiriye.

_______________________________________________
Kitêbxaneya Kurdî – Kurdiska Biblioteket – Kurdish Library
Gustavslundsvägen 170
167 51 Bromma (Alvik)
Tel. 08-679 88 03

Ev nivîs di Edebiyat de ye.

Kommentarer inaktiverade.