Kongreya 21ê ya Komeleya Nivîskarên Kurd

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, di 10ê kanûna 2016an de, li Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê pêk anî. Di kongreyê de hinek endamên Koma Kurmancîyê jî weke mêvan beşdar bûn. Em protokola kongreyê li jêr diweşînin.

 

Protokola Kongreya KNKSyê ya 21ê                                                             

Cih: Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê
Tarix: 10.12.2016
Saet: 18:00

Rojev

  1. Vekirina kongreyê
  2. Hilbijartina dîwanê
  3. Xwendina raporan
    1. Rapora xebatê
    2. Rapora aborî
  4. Minaqeşeyên li ser raporan
  5. Azadkirina Komîteya Kargêr (KK) ya ji berpirsîyarîyê
  6. Hilbijartina endamên KK
  7. Hilbijartina nûnerên Federasyonê
  8. Biryar û pêşnîyaz
  9. Dawî

    &1- Ji alîyê Nezîr Akatê serokê KNKSyê ve hat tesbîtkirin ku piranîya endamên komeleyê amade bûn. Nezîr Akat li ser vî bingehî da zanîn ku li gor destûra KNKSyê, kongre dikare bihê vekirin û ji bo biryarwergirtinê desthilatdar e. Beşdarên kongreyê ji bo pakrewanên kurd û Kurdistanê deqîqeyekê li ser pêyan rawestîyan.Ji bo pêkînana dîwana kongreyê pêşnîyaz hatin kirin. 

    &2- Mistefa Aydogan û Newzad Hirorî ji bo dîwanê hatin hilbijartin.&3- Pêşnîyaza KKyê ya di warê rojevê de li gel minaqeşeya endametîyê bi yekdengî hat qebûlkirin.

    &4- Rapora xebatê ji alîyê Nezîr Akatî ve hat xwendin.

    &5- Rapora aborî ji alîyê Zinar Soranî ve hat pêşkêşkirin.

    &6-  Beşdarên Kongreyê li ser raporan dîtinên xwe înan zimanî û bersivên pirs û rexên wan ji alîyê endamên KK hatin dan.

    &7- Endamên KKyê yên di Kongreya 20î de hatibûn hilbijartin di warê xebata xwe ya heta Kongreya 21ê de, bi yekdengî ji berpirsîyarîyê hatin azadkirin.

    &8- Ji bo Komîteya Karger ev endam hatin hilbijartin:

    Nezîr Akat, Paşa Birodirêj, Têmûrê Xelîl, Marîna Taloyan û Zinar Soran

    &9- Kongreyê ji bo destnîşankirina endamên KKyê yên esîl û cîgir desthilat da her pênc (5) endamên KKyê da di civîna KKyê ya yekem de endamên cîgir û esîl dîyar bikin.

    &10-  M. Elî Kût û Sidîq Bozarslan ji bo nûnertîya Kongreya Federasyonê hatin hilbijartin.

    &11-  Di xala pêşnîyaz û biryaran de ev pêşnîyaz hatin kirin:

  • Xurtkirina têkilîyên li gel kurdên Rûsya û Kafkasyayê
  • Nivîsîna daxuyanîyên li ser bûyerên kurdistanî û şandina wan ya ji bo deverên eleqedar
  • Bikarînana sosyalmedyayê ya bi awayekê çalaktir
  • Divê Komeleya me ji bo rewşa êzîdîyên Kurdistanê, kurdên Xoresan, Ermenistan û Kazakistanê bi dezgehên eleqedar re danûstendinê daîne û ji bo projeyên hevbeş li rêyan bigere.
  • KK di heqê zaravayên li ber wendabûnê da li ser navê Komeleyê ji UNESCOyê re nameyekê dişîne û balê dikişîne ser rewşa zaravayên kurdî û bi taybetî jî zaravayê zazakî û daxwaza lêbixwedîderketineka xurt dike.

&-11- DAWÎ

Mistefa Aydogan                                    Newzad Hirorî

Ev nivîs di Kongre de ye.

Kommentarer inaktiverade.