8ê adarê, roja jinên cîhanê pîroz be!


Şêr şêr e, çi jin e, çi mêr e!

Komeleya nivîskarên Kurd li Swêdê, 8 ê Adarê roja jinan ku wek roja jinên kedkar binav dibe, li hemî jinên cîhanê pîroz dike.

Civata Kurd û tevgera sîyasîya Kurd kêm be jî sînga xwe ji jinên Kurd re vekirîye. Ev pêngaveke pîroz e, lê têr nake. Jina Kurd ji alîyekî bi sedema asîmîlasyonê  bûye amanca dagîrkeran û ji alîyêkî din ve jî, ketîye xizmeta mêrê Kurd. Herdû alîyan jî, mecalên azadîyê nedane jina Kurd.
Jina Kurd fedekar e, dayik e, jin e û qehremana doza neteweya xwe ye.

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, bi hemî derfetên xwe ve, li nik berxwedana jina Kurd cî digre û bi tekoşîna jina Kurd serbilind e.

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, bi minasebeta 8 ê adarê-Roja Jinên Cîhanê-bangî hemî tevger, komele û partîyên sîyasî dike ku, mecalên taybetmend ji bo jina Kurd pêşkêş bikin da ku jina Kurd cîyê xwe yê bi rûmet di nav civatê de bigre û bibe derfeta pêşveçûna civata Kurd û Kurdistanê.

Bi minasebeta Roja Jinên Cîhanê, Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, Roja Jinên Kurd pîroz dike. Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê bi dilxweşî pêşewazîya nivîskarên jinên Kurd dike ku bibin endam û bibin derfetên geşîya Komeleyê.

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê

 

Ev nivîs di Daxuyanî de ye.

Kommentarer inaktiverade.