Kongreya 22an ya Komeleya Nivîskarên Kurd pêk hat!

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, di 2017.01.19an de, li Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê kongreya xwe ya 22an pêk anî.            

Cih: Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê
Tarix: 19.01.2018
Saet: 18:00

Rojev

  1. Vekirina kongreyê
  2. Hilbijartina dîwanê
  3. Xwendina raporan
    1. Rapora xebatê
    2. Rapora aborî
  4. Minaqeşeyên li ser raporan
  5. Azadkirina Komîteya Kargêr (KK) ya ji berpirsîyarîyê
  6. Hilbijartina endamên KK
  7. Hilbijartina nûnerên Federasyonê
  8. Biryar û pêşnîyaz
  9. Dawî

 &1- Ji alîyê Nezîr Akatê serokê KNKSyê ve hat tesbîtkirin ku piranîya endamên komeleyê amade bûn. Nezîr Akat li ser vî bingehî da zanîn ku li gor destûra KNKSyê, kongre dikare bihê vekirin û ji bo biryarwergirtinê desthilatdar e. Beşdarên kongreyê ji bo pakrewanên kurd û Kurdistanê deqîqeyekê li ser pêyan rawestîyan.Ji bo pêkînana dîwana kongreyê pêşnîyaz hatin kirin.

&2- Mistefa Aydogan û Xelîl Duhokî û Hecî Kardoxî ji bo dîwanê hatin hilbijartin.

&3- Pêşnîyaza KKyê ya di warê rojevê de li gel minaqeşeya endametîyê bi yekdengî hat qebûlkirin.

&4- Rapora xebatê ji alîyê Nezîr Akatî ve hat xwendin.

&5- Rapora aborî ji alîyê Zinar Soranî ve hat pêşkêşkirin.

&6-  Beşdarên Kongreyê li ser raporan dîtinên xwe înan zimanî û bersivên pirs û rexên wan ji alîyê endamên KK hatin dan.

&7- Endamên KKyê yên di Kongreya 21ê de hatibûn hilbijartin di warê xebata xwe ya heta Kongreya 22 de, bi yekdengî ji berpirsîyarîyê hatin azadkirin.

&8- Ji bo Komîteya Karger ev endam hatin hilbijartin:
Zinar Soran, Paşa Birodirêj, Têmûrê Xelîl, M. Elî Kut û Hesenê Metê

&9- Kongreyê ji bo destnîşankirina endamên KKyê yên esîl û cîgir desthilat da her pênc (5) endamên KKyê da di civîna KKyê ya yekem de endamên cîgir û esîl dîyar bikin.

&10- Beşdarên kongreyê ji xebata pêşerojê ya Komeleyê nerîn û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin.

 

Ev nivîs di Kongre de ye.

Kommentarer inaktiverade.