Kongreya 23an ya Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê!

Di 27-01-2019an de, li Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê kongreya xwe a 23an li dar xist.

 Protokola Kongreya Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed ya 23an

Rojev

  1. Vekirina kongreyê
  2. Hilbijartina dîwanê
  3. Xwendina raporan
    Rapora xebatê
    Rapora aborî
  4. Minaqeşeyên li ser raporan
  5. Azadkirina KK ya ji berpirsîyarîyê
  6. Hilbijartina endamên KK
  7. Hilbijartina nûnerên Federasyonê Biryar û pêşnîyaz
  8. Dawî

&1- Ji alîyê Ali Kut serokê KNKSyê ve hat tesbîtkirin ku piranîya endamên komeleyê amade bûn. Ali Kut li ser vî bingehî da zanîn ku li gor destûra KNKSyê, kongre dikare bihê vekirin û ji bo biryarwergirtinê desthilatdar e.
Beşdarên kongreyê ji bo pakrewanên kurd û Kurdistanê deqîqeyekê li ser pêyan rawestîyan.
&2- Ji bo pêkînana dîwana kongreyê pêşnîyaz hatin kirin.
Mistefa Aydogan û Kamil Sümbül ji bo dîwanê hatin hilbijartin
&3- Pêşnîyaza KKyê ya di warê rojevê de li gel minaqeşeya endametîyê bi yekdengî hat qebûlkirin.
&4- Rapora xebatê ji alîyê Ali Kut ve hat xwendin.
&5- Rapora aborî ji alîyê Zinar Soran ve hat pêşkêşkirin.
&6- Beşdarên Kongreyê li ser raporan dîtinên xwe înan zimanî û bersivên pirs û rexnên wan ji alîyê endamên KK hatin dan.
&7– Endamên KKyê yên di Kongreya 22an de hatibûn hilbijartin di warê xebata xwe ya heta Kongreya 23an de, bi yekdengî ji berpirsîyarîyê hatin azadkirin
&8– Ji bo Komîteya Karger ev endam hatin hilbijartin: Ali Kut, Têmûrê Xelîl, Zinar Soran, Kamil Sümbül û Îbrahîm Îbrahîm.

&9- Kongreyê ji bo destnîşankirina endamên KKyê yên esîl û cîgir desthilat da her pênc (5) endamên KKyê da di civîna KKyê ya yekem de endamên cîgir û esîl dîyar bikin
&10- Di xala pêşnîyaz û biryaran de ev pêşnîyaz hatin kirin:

  • Xurtkirina karên girêdayî malpera Komeleyê ve
  • Nivîsîna daxuyanîyên li ser bûyerên kurdistanî û şandina wan ya ji bo deverên eleqedar
  • Bikarînana sosyalmedyayê ya bi awayekê çalaktir
  • Komîteya nû ya Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed di nav xwe de kar û bar parve kir. Ev kes di rêvebirîya Komeleyê da hatine hilbijartin:  
    Serokê Komeleyê: Ali Kut
    Sêkrêtarê Komeleyê Têmûrê Xelîl
    Berpirsiyarê aborî Zinar Soran
    Cîgir: Kamil Sümbül û Îbrahîm Îbrahîm
Ev nivîs di Kongre de ye.

Kommentarer inaktiverade.