Kongreya 24an ya Komeleya Nivîskarên Kurd li Swedê

Di 2ê sibatê sala 2020an de li Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê Komeleya Nivîskarîn Kurd (KNKS) li Swêdê kongreya xwe ya 24an li dar xist.

Protokola Kongreya Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed ya 24an

Rojev

  1. Vekirina kongreyê
  2. Hilbijartina dîwanê
  3. Xwendina raporan
    • Rapora xebatê
    • Rapora aborî
  4. Minaqeşeyên li ser raporan
  5. Azadkirina KK ya ji berpirsîyarîyê
  6. Hilbijartina endamên KK
  7. Hilbijartina nûnerên Federasyonê
  8. Biryar û pêşnîyaz
  9. Dawî

&1- Ji alîyê Ali Kut serokê KNKSyê ve hat tesbîtkirin ku piranîya endamên komeleyê amade bûn. Ali Kut li ser vî bingehî da zanîn ku li gor destûra KNKSyê, kongre dikare bihê vekirin û ji bo biryarwergirtinê desthilatdar e.

Beşdarên kongreyê ji bo pakrewanên kurd û Kurdistanê deqîqeyekê li ser pêyan rawestîyan.

Ji bo pêkînana dîwana kongreyê pêşnîyaz hatin kirin.

&2- Mistefa Aydogan û Xelîl Dihokî ji bo dîwanê hatin hilbijartin.

&3- Pêşnîyaza Komîteya Karger (KK)yê ya di warê rojevê de li gel minaqeşeya endametîyê bi yekdengî hat qebûlkirin.

&4- Rapora xebatê ji alîyê Ali Kut ve hat xwendin.

&5- Rapora aborî ji alîyê Zinar Soran ve hat pêşkêşkirin.

&6-  Beşdarên Kongreyê li ser raporan dîtinên xwe înan zimanî û bersivên pirs û rexnên wan ji alîyê endamên KK hatin dan.

&7– Endamên KKyê yên di Kongreya 23an de hatibûn hilbijartin di warê xebata xwe ya heta Kongreya 24an de, bi yekdengî ji berpirsîyarîyê hatin azadkirin.

&8– Ji bo Komîteya Karger ev endam hatin hilbijartin:

Ali Kut, Zinar Soran, Paşa Birodirêj, Têmûrê Xelîl û Faris Medenî Marsîl

&9- Kongreyê ji bo destnîşankirina endamên KKyê yên esîl û cîgir desthilat da her pênc (5) endamên KKyê da di civîna KKyê ya yekem de endamên cîgir û esîl dîyar bikin.

&10-  Di xala pêşnîyaz û biryaran de çend pêşnîyaz hatin kirin:

Komîteya nû ya Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed di nav xwe de kar û bar parve kir. Ev kes di rêvebirîya Komeleyê da hatine hilbijartin:

Serokê Komeleyê: Ali Kut

Sêkrêtarê Komeleyê: Têmûrê Xelîl

Berpirsiyarê aborî: Zinar Soran

Paşa Birodirêj û Faris Medenî Marsîl endamên komîtêya karger.

Ev nivîs di Giştî de ye.

Kommentarer inaktiverade.