M. Emîn Bozarslan û Ferhenga wî di semînerekê de li Stockholmê

Nivîskar M. Emîn Bozarslan roja şemiyê 26ê gulanê, saet 14.00-16.00 li Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê li ser ferhenga xwe ya nû diaxive. M. Emîn Bozarslan bi salan û bi awayekê sîstematîk vê xebata xwe dike û heya roja me ya îro jî berdewam e. Em dê ji mamosteyî zanînan li ser vê ferhenga wî, xebata wî ya ji bo çêkirina wê û encamên wê xebatê bizanin. Cildê pêşîn yê Ferhenga Kurdî A – D ji nav weşanên Deng derketiye.

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, Kitêbbxaneya Kurdî ya Stockholmê, Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê û bi hevkariya ABFê vê semînerê amade dike û hemû bi xêr bên.

Roj: Şemî, 26/5 2012
Saet: 14.00 – 16.00
Navnîşan: Kitêbxaneya Kurdî
Gustavslundsvägen 170, T-bana Alvik, Tvärbanan Alvik

Ev nivîs di Çalakî de ye.

Kommentarer inaktiverade.