Janr û zimanê televizyonên kurdî di penelkê de

Komeleya Nivîskarên Kurd û Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê îro, bi minasebeta Roja Rojnamegeriya Kurdî, panelek li ser televizyonên kurdî bo herdu rojnamevanan Ekrem Önen û Nasir Sînayî li avahiyê Kitêbxaneya Kurdî çêkir.

Ekrem Önenî di demê du hefteyan de çavdêriya hejmareka televizyonên kurdî kir û encama wan di vê panelê de pêşkêş kir. Ew li ser wê rawestiya ka çi cure program tên pêşkêş kirin û ka ew pêwîstiya temaşevanan têr dikin yan na. Ew di vê lêkolîna xwe de bi wê bawerê derket ku qelsî di jnarên di televizyonên kurdî de heye û egera wê jî nebûna zanîna rojnamegerî ye li cem kesên bi van karan ve mijûl dibin. Ev qelsiya di van televizyonan de jî berê temaşevanên kurd dide televizyonên biyanî yan jî televizyonên kurdî xwe neçar dibînin ku fîlm û seryalên farisî, tirkî û erebî yên doblajkirî pêşkêş bikin û ew weha temaşevanê xwe têxin ber kartêkirina wan.

Penelîstê duyê Nasir Sîna li ser kurdiya televizyonên kurdî axivt û wî bi gelek nimûneyan ji gelek televizyonên başûrê Kurdistanê bal kişand ser şaşiyên di tekstên di televizyonan û di nûçeyan de çêdibin. Ew bi wê bawerê ye ku nabe eynî gotin, nav yan peyv di eynî televizyonê de bi gelek awa û bilêvkirinan bêt gotin yan nivîsandin û divêt her tekst ji aliyê rastnivîs û rêzimanî ve rast be. Pêşniyaza wî jî ew e ku di her televizyonekê de navendeka zimanî hebe û ew bibe jêderek ji bo zimanê hevbeş yê televizyonê bo her kesê di wê televizyonê de kar dike.

Mêhvan jî bi pirsiyarên xwe beşdar bûn û rojnamevan Lorîn Berzincî ev panel bi rêve bir. Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê û Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê herdu panelîst û moderator ji ber vê keda wan  bi pêşkêşkirina wênepirtûka « FRÅN FOLKMORD TILL SJÄLVSTYRE» ya Georg Kristiansenî xelat kirin.

Ev nivîs di Çalakî de ye.

Kommentarer inaktiverade.