Çar nivîskar li Stockholmê hatin bi bîr anîn

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê û Komeleya Nivîskarên Kurd doh li Kitêbxaneya Kurdî çar nivîskarên kurd; Cegerxwîn, Kerîm Husamî, Mehmûd Baksî û Mehmed Uzun, bi bîr anîn.

Ev çalakî wek hurmetgirtinekê bû bo wan herçar nivîskaran û ked û xebata wan ya nivîskariyê ya domdirêj û berhemdar. Her yekî ji wan herçar nivîskaran jî beşek ji jiyê xwe li Swêdê derbas kiribû û sirgûn û xerîbî nebûn asteng di rêya qelem û berhemdariya wan ya bi kurdî de.

Şermîn Bozarslan li ser navê Federasyonê, Newzad Hirorî li ser navê Kitêbxaneyê û Xelîl Duhokî li ser navê Komeleya Nivîskaran bixêrhatin li mêhvanan kir. Herweha ji malbatên herçar nivîskaran axiftin li ser jiyan û kesatiya wan hat kirin; Azad Cegerxwîn li ser babê xwe Cegerxwînî, Lutfî Baksî li ser birayê xwe Mehmûd Baksî, Cefer Marûfî li ser xalê xwe Kerîm Husamî û li ser Mehmed Uzunî xanima wî Zozan axivîn. Ev çalakî di rêzeçalakiyên ku bo roja zimanê zikmakî ku ji aliyê van hersê saziyan ve tên kirin çêbû û gelek kurdên Stockholmê tê de beşdar bûn. Herweha plakatê her nivîskarekî wek diyariyeka sembolîk ji malbata her yekî ji wan re hat pêşkêş kirin.

Hunermendê navdar Ferîborzî bi klarnêta xwe di du navbirran de du awazên kurdî yên xweş û bi coş pêşkêş kirin. Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Paşa Brodirêjî daxuyaniya hevbeş ya hersê saziyan ya bi minasebeta roja zimanê zikmakî xwend û paşî bû gera sohbet, beqlave û qehweyê.

Ev nivîs di Çalakî de ye.

Kommentarer inaktiverade.