Kemal Burkay xatir ji kurdên Swêdê xwest

 

Xuşk û birayên hêja,
Di vê civîna xatirxwestina ji birayê hêja Kemal Burkay de, ji bo mafê axaftinê
  dane me jî ez dixwazim li ser nave Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê spasiyê xwe pêşkêşî amadekarên vê civînê bikim.

Bê guman çûna welêt ya kekê Kemal Burkay xwedî taybetiyek girîng e. Wê hem bala raya giştî, hem jî çapemeniya Tirkiyeyê bikşîne. Teva ku kekê Kemal di hevpeyvîneke xwe ya vê dema talî de gotiye  “ez hêvîdarim ku doza kurdî pêwîstiya wê bi kalekî mîna min nemîne” jî em ne di vê baweriyê de ne. Pewîstiya tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê  hê jî  bi tecrîbe û fikrên mirovên mina we heye.

Di vê dema ku cenabê te vedigere welêt, daxwazên neteweyî yê neteweyê Kurd daketiye sewiyeyek herî nizim. Gava cenabê te herî welêt bê guman wê gelek rojnamevan û televeziyon bixwazin bi  we re bipeyive. Şik jê tune ye ku tu dê bîr û baweriyê xwe yên di ware daxwazên neteweyî û demokratîk de bibêje; lê em dê pê kêfweş bibin ku cenabê te bibe qasidê hinek fikir û mesajên me jî. Eger hat û wezna wê hat, tu dikare bibêje rewşenbîr û nivîskarên kurd yên ku hê jî li Swêdê dijîn weha difikirin:

1) Weke her neteweyê dinyê, mafê neteweyê Kurd jî heye, ku qedera xwe bi destên xwe tayin bike!
2) Divê di warî de neteweyê Kurd bi xwe xwediyê vê biryarê be; ew bi xwe bi awakî azad û domokratîk biryara xwe bide; ne hinek li ser nave neteweyê Kurd “biryarê” bide!

Xwişk û birayên bi rûmet,
Weke hun dizanin, kekê kemal Burkay ne tenê siyasetmedarekî  bi nav û deng e; herweha nivîskar û helbestavanekî gelek hêja ye jî. Belkî hinek kes ji we nizanibin ku kekê Kemal endamê komeleya me ye, ango Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê ye.  Ji roja kekê Kemal bûye endamê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, li gor hêz û îmkanê xwe beşdarî nav xebat û civînên Komeleyê bûye.  Di  vî warî de jî  mutewazî û nefsbiçûkîya xwe nîşan daye. Ez li ser nave endamê Komeleyê dixwazim bibêjim ku em pir pê kêxweş û şanezan in ku em bi kekê Kemal re di nav Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê de xebitîne. Herweha dixwazim bibêjim ku eger birayê Kemal Burkay ji Swêdê here jî, em dê wî ji endametiya Komeleyê azad nekin, ew dê hergav weke endamekî rûmetê yê Komeleya me bibîne.

Em dibêjin bila riya kekê Kemal vekirî be, oxira wî ya xêrê be! Herweha em di û kar û xebata wî de serkeftinê û serfiraziyê dixwazin.

Zinar Soran

Ev nivîs di Daxuyanî de ye.

Kommentarer inaktiverade.