Li hemberî hovîtiya dewleta kolonyalîst bêdeng nemînin!

Di 28ê kanûna 2011an de, bi balafirên artêşa dewleta kolonyalîst ya Tirk, li nêzîkî gundê Roboskê, li ser “sînor”ê herêma Kurdıstanê, komekê ciwan û xwendekarên kurd hatin bombebaran kirin.

Li gor agahdariyên ku vê gavê hatine bi dest xistin; komek ciwan û xwendekarên kurd ku temenê man di nav 15 û 20 salî de ne, ji bo aborîya malbatên xwe hinek tiştên weke mazot, cixare û hwd dikirin, li dewaran bar dikin û ber bi malên xwe ve vedigerin.

Leşker û polîsên herêmê wan nas dikin û ji kar û barên wan haydar in. Li ser rêya vegerê gava nêzîkî gundê xwe dibin, rastî qomandarên qereqolê dibin. Qomandarê qereqolê ji wan ra dibêje ku “di vê derê re derbas nebin” û rêyeke din nîşanî wan dide. Piştî demekê jî balafirên şerî yên artêşa dewleta Tirk, li ser wê rêyê erêşî wan dike. Di encama bombebaranê da, 35 kes tên kuştin, 1 kes birîndar dibe û 14 kes jî wenda ne. Ji kuştiyan 29 kes merivên hevdu ne.

Artêşa dewleta kolonyalîst ya Tirk, bi biryara operasyonên leşkerî yên derveyî sînoran, li ber çavên dinyayê, Bakûrê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê, bênavber bombebaran dike. Tenê di van sê mehên dawî de, artêşa dewleta Tirk nêzî sed operasyonên leşkerî li dar xistin û li herdu aliyên Kurdistanê agir barandin. Li gelek navçeyên Kurdistanê bi bomayên cûrbecûr însanên me, gundên me, daristanên me, terş û dewarên me şewitandin. Van operasyênên hov û xwînrêjî bi awakî sîstematîk dom dikin. Bi kuştina 35 ciwanên sivîl, hovîtî û xwînrêjîya dewleta tirkan careka din gîhaşt asta herî bilind.

Em weke Komelaya Nivîskarên Kurd li Swêdê vê êrîşa hov û xwînrijî û operasyonên dewleta Tirk yên li hemberî xweza û hevwelatiyên Kurdistanê pêk tênîn, bi tundî şermezar û lanet dikin.

Ji raya giştî, ji mediyayê û ji her mirovê xwedîwîjdan hêvî û daxwaz dikin ku li hemberî vê siyaseta kolonyalîst û gelkujîyê bêdeng nemînin û piştgiriya têkoşîna gelê Kurdistanê ya ji bo mafên xwe yên neteweyî, demokratîk û însanî bikin.

Bila serê malbat, meriv, heval û hogirên wan giyanpak û gorbuhiştên me sax be, Xwedê sebrê bide wan. Bi hêvî û daxwaza ku rojek berî rojekê desthilatdariya van zalim û koledaran ji ser sîngê milletê me rabe!

30ê kanûna 2011an
Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê

Ev nivîs di Daxuyanî de ye.

Kommentarer inaktiverade.