Zarokên kurdan bê kurdî nehêlin!

Zarok pêşeroja me ye, zarokên kurdan bê kurdî nehêlin!
Di vê dema ku rojhilata navîn bi bûyerên mezin dikele û nexşeya vê heremê ya siyasî ji nû vê tê neqişandin, neteweyê kurd, ji derveyî beşê başûrê Kurdistanê, ji hemû mafên xwe yên neteweyî, demokratîk û kulturî bêpar e. Ev trajediyeke mezin e; ji bo dinyaya medenî rûreşiyek e ku nayê qebûl kirin. Wek her neteweyî, mafê neteweyê kurd jî heye ku qedera xwe bi destê xwe tayin bike, li ser axa welatê xwe bi ziman û kultura xwe zarokên xwe perwerde bike. Mafê tu dewlet, tu rêxistin û tu kesan tuneye ku vî mafê bingehîn û rewa ji destê neteweyê kurd bigire.

Wek tê zanîn neteweyê kurd li bakurê welatê xwe ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar e. Demek e dirêj, zimanê kurdî li gorî qanûnên Tirkiyeyê qedexe bû û kurdan ji ber wê qedexeya dijwar gelek êş, kul û azar dîtin.

Di van salên dawiyê de, benda qanûnê ya qedexeyê hat rakirin. Hikûmeta Tirkiyeyê ya li ser kar, kanaleke televizyonê ya bi kurdî vekir û li hin unîversîteyan beşên kurdî vebûn. Ji bilî van gavan, ji hêla resmiyeta zimanê kurdî û perwerdeya li dibistanan tu guherandin û reform nehatin çêkirin; bendên qanûnan yên ku pêşiyê li vê yekê digirin her li cihê xwe ne. Di vê dema ku guherandina qanûna esasî ketiye rojevê, giringiya vê pirsê hê bêtir derdikeve holê.

Tirkiyeyê heta niha gelek peymanên navdewletî yên di warê perwerdeya bi zimanê dayikê û mafên zarokan de îmze kirine. Lê çi mixabin e ku ji ber siyaseta xwe ya asîmîlasyonê, hinek xal û bendên di vî warî de îmze nekirine, ji ber ku, li gorî dewletê, qebûlkirina van xalan dikare rê bide perwerdeya bi kurdî.

Tirkiye berendama Yekîtiya Ewropayê ye û ji bo endametiyê muzakere berdewam in. Dewletek ku berê xwe daye Ewropayê û dixwaze bibe parçeyek ji Ewropayê, çi mixabin ku hîn jî perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo ”yekîtiya dewleta” xwe tehluke dibîne. Bi rastî, di serdema me de, di sedsala 21an de, ev mentalîte û siyaseta hikûmetên Tirkiyeyê nayê fam kirin. Em ji Yekîtiya Ewropayê daxwaz dikin ku bi awakî cidî li ser meseleya perwerdeya bi kurdî li Tirkiyeyê raweste.

Li Ewropayê û li gelek welatên din, dewletin hene xwediyê gelek zimanên resmî ne û bi wan zimanan li dibistanan perwerde dibin. Li dewletên wek Kanada, Swîsre, Îspanya, Hindistan, Iraq, Rûsya û gelekên din çendîn ziman resmî û zimanên perwerdeyê ne.

Ji danîna komara Tirkiyeyê heta niha, kurdan hertim doza mafên neteweyî û zimanê xwe kiriye, ji hemû îmkan û derfetan îstîfade kiriye ku zimanê xwe bi kar bînin, xurt bikin û geş bikin.

Ji bilî xebata edebî û çandî, bê guman hewcedarî bi perwerdeya zimanê zikmakî ango zimanê dayikê heye. Hewcedarî bi dezgehên ziman û parastina zimên heye. Lê divê em dest nîşan bikin ku di dema me de êdî tu zimanek nikare li ber pêla zimanên din xwe dûr û dirêj biparêze, heke ew ziman bi dezgehên çandî, perwedeyî û dewletî neyên parastin. Lewre, divê em kurd li ser daxwaza xwe bi îstîqrar bin û pêyan bidin erdê da dewlet neçar bimîne ku mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî qebûl bikin.

Ji bo bidestxstina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, pêwîstî bi piştgirî û xebateke xurt him li welêt him jî li derveyî welêt heye. Divê hemû rêxistinên neteweyî, demokratîk û kulturî yên kurdan bi xebat, hewildan û çalakiyên cihêreng vê xebatê dewlementir û geştir bikin

Zarok pêşeroja me ye, zarokên kurdan bê kurdî nehêlin!
Stockholm 2011.09.12
Federasyona Komeleyê Kurdistanê li Swêdê
Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê
Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê

Ev nivîs di Daxuyanî de ye.

Kommentarer inaktiverade.