Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê cejna Newrozê ya gelê Kurdistanê pîroz dike

Hêviya saleke xweş, aram, hevgirtî, bextewar û serketî  ji bo gelê kurdistanê, endamên xwe û hemû dildar û xebatkarên ziman, edebiyat û kultura kurdî dike.

Bi vê munasebeta girîng,  Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê hêvîdar e ku rewşenbîr, nivîskar, berpisiyarên siyasî û gelê me ji bo azadî, demokrasî, yekitî û aramiya civakî ya gelê Kurdistanê bêtir hewl bidin; di her warî de li ziman, edebiyat û kultura xwe bêtir xwedî derkevin, alîkarî û piştgiriya xebat û hewldanên di vî warî de geştir bikin, da ku em agirê Newrozê ya sembola serxwebûn û azadiyê ji bo azadî, demokrasî, yekitîya gelê Kurdistanê û herweha ji bo ziman, edebiyat û kultura kurdî jî  bikin meşaleya parastin, geşkirin û azadiyê…

Stockholm, 21ê adarê 2011
Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê
Zinar Soran
www.niviskar.se

Ev nivîs di Daxuyanî de ye.

Kommentarer inaktiverade.